|
|
Komîta Govarê |
Arşevê Oskan.
Mihemed Seyd Husên.
Mîdasê Azîzî.
.........................................
Zevî bo me şaristane
Sera têde ava bikin
Hemû rengan bi’afrînin
şaxên bedew li ba bikin
çîrok û helbest û nîgar
Tîna dilê xwe sar bikin
Hemû pênûsan bikin yek
Dilê xwendevan şa bikin .
.........................................
Şêwa pêşîn: Hunermend:
Arî Baban.
Şêwa paşîn: Hunermend:
Rustem Axale.
Montîv: Hunermend:
Zaxros û X. Ebdilkerîm.
E-mail:
aroskan@maktoob.com
zevi@amude.com |
|
|
<< Sitrana Helîmê >>
Helîmê keçika 13 de salî, li gundekî ji gundên Botanê jiyabû, (girkê
Emo - Zaxo) her dem bi keçan re dihat ser kaniyê û kurekî cotkar jê
hezkir.. lê carekê ji caran, Helîmê bi keçan re nehat ser kaniyê, kurik
bêzar û xemgîn bû, ji wî heye ku Helîmê nexweşe, paşê wî dît ku Helîmê
bi tena xwe tê ser kaniyê, ev herdu evîndar digihêjin hev, lê dawiya vê
evîna wan li wan dibe tehlî, ji ber ku dê û bavê Helîmê, keça xwe nadin
vî kurî.. îdî ji ber vê yekê wî û Helîmê hevdu revandin û çûn gundê
(girkê Mehmê Emo) Ûzêr birayê Mehmê Emo, ev evîn û revandin pîroz nekir
û ne pejirand, paşê wî Helîmê da destê dê û bavê wê .
Di wê demê de, cengeka giran li Cezîra Botan lidar ketibû, di navbera
Kurd û Osmaniyan de, bi hezaran Kurd têne girtin û kuştin û Mehmê û
Ûzêr, ji kesên girtî bûn, li zindanê û tê de têne kuştin.
Yarê Helîmê birîndar bûbû û dûvre bû mişext û derbider . vêca davêt ser
Helîmê û wiha digot :
Lêlê Helîm reben,
Were were were were
Lê wer Helîmê
Canê ezê çibikim
Ji derdê Evîn
Lêlê keçikê dînê rebenê
Te tengziravê Soreşînê
Ax were were were were
Ax yar Helîmê .
Lêlê kubarê li xelkê tehlê
Li min şîrînê
Ax eman eman eman eman
Ji derdê vê jînê
****************************
Lêlê Helîm reben li gundê me
Sê kanî ne
Canê ev sê kanî av tazî ne
Eman ramûsanên me
Şepalê Helalî ne
Ax were were were were
Ax yar Helîmê
Mi go li xelkê kirêtê
Li ber dilê min ciwanê
Ax eman eman eman eman
Te reş rîhanê
*****************************
Lêlê Helîm te digo
Ez we nakim ez we nakim
Kirasekî melesî kitan
Li xwe nakim
Li serê Sîpanê Xelatê befr û bagere
Ez îdare nakim
Ax were were were were
ax yar helîmê
Keçkê dînê, de rabe xwe berhev ke
Çavê mi di rê da
Ax eman eman eman eman
Teşî di rêsî li ber malê da
********************************
Lêlê Helîm reben
Te fîstan sorê Amêdîyê
Canê te kofî xwarê Dihûkîyê
Canê te şûtik rengînê Şernexîyê
Haware de ramûsanekê
Bi de min bi xweşîyê
Ax were were were were
Ax yar Helîmê
Ji bênderê ezê te birevînim
Û dûr bi kevim ji vê derê
Ax eman eman eman eman
Te bejin bilindê xizêm zerê
*************************************
Lêlê Helîm reben
Were were were were
Delalê Were
Canê sîngê te zozane
Ezê bibim ji xwe re
Eman pevçûna me hemîya jiber te bû
Bi topz û xencere
Ax were were were were
Ax yar Helîmê
Mi go zozan xweş bêne
Em dê çinê
Ax eman eman eman eman
Li wî çiyayî li fereşînê
**************************************
Lêlê Helîm reben
Were were were were
Ax yar delalê
Canê ez nexweşim li nîva malê
Xwezî ji xêra xwedê ra em bibayna
Bûk û zava li serê vê salê
Ax were were were were
Ax yar Helîmê
Haware mirîme û de nêzîk be ji min
Hey deng bilûrê
Ax eman eman eman eman
Te çav reşê gulî hûrê
*************************************
Gundîno ji ber min Helîmê
Li tara jorî tenûr dada
Rabû û li tara navîn medrûm bada
Haware û li tara xwarî rîhan av da
Xwezî xwedê miradê me hasil kiriba
Nav doşek û lihêfê qedîfe da
Ax eman eman eman eman
Ji derdê vê dinyayê
***********************************
Gundîno mi Helîm dît û mi ew nas nekir
Mi ew revand girka Mehmê Emo û qebûl nekir
Haware Ûzêr birayê Mehmê Emo li min mar nekir
Ax ne mînim ne mînim jibo yar Helîmê
Dinê lê dinê xwarna gurî bizinê ev çi jiyane
Ax eman eman
Botan avabû û niha wêrane .
************
|