|
|
Komîta Govarê |
Arşevê Oskan.
Mihemed Seyd Husên.
Mîdasê Azîzî.
.........................................
Zevî bo me şaristane
Sera têde ava bikin
Hemû rengan bi’afrînin
şaxên bedew li ba bikin
çîrok û helbest û nîgar
Tîna dilê xwe sar bikin
Hemû pênûsan bikin yek
Dilê xwendevan şa bikin .
.........................................
Şêwa pêşîn: Hunermend:
Arî Baban.
Şêwa paşîn: Hunermend:
Rustem Axale.
Montîv: Hunermend:
Zaxros û X. Ebdilkerîm.
E-mail:
aroskan@maktoob.com
zevi@amude.com |
|
|
<< Dêrıka Hemko >>
Dêrika hemko, dikeve nava deşta hesinan û li gor tê nasîn ku Dêrika
Hemko, di serdemên derebegîyê de hatîye avakirin; ji ber ku kolanên
bajar yên kevin tevde teng bûn û serbanên xanîyan bi hevebûn û ev şêwê
avakirinê, ji bo parastinê bû, ji bo bi lez hatina hawarê li dijî dizan
û êrîşan; cihê Dêrikê ya xaknasî cihekî taybete, ji ber ku ew dikeve
kuçekê li ser sînorê sê dewletan û Dêrik bi Cezîra Botan û Zaxo re sê
goşeyek xaknasî ava dike -xelkên evan hersê deveran ew dibin yek, di
hêlên rewşenbîrî, kelepor û hawayên gelêrî de– tu dibê hema yek bajarin.
Lewma di şîn û şahîyê de û di wergirtina cilan, şal û şapikan de, wek
hevyek bê sînor heye çi sitiran, çîrok ..... hd .
Heta sala 1939 an jî, Dêrik hîna ne bûbû bajar û rawêjkarê Firansî lê
–eyn dîwerê– rûdinişt û Dêrik girêdayî eyn dîwer bû, û eyn dîwer ji sala
1930 î de, bûbû bajar û Qayimeqam jî li wir rûdinişt .
Lê ji ber ku Dêrik navenda leşkerê Firansî bû û li wê qişleya leşkerî
hebû, sala 1939 an, rawêjkarê Firansî hate dêrikê û di wê salê de, li
dêrikê (beledî) hate avakirin .
- Niha pirtirî 130 î, gundî girêdayî bajarê Dêrikê ye .
- Jimara xelkên Dêrikê, tevî gundên wê li dora 150 î hezar mirovî hene,
lê ev jimar ne pir durust û tekûze, ji ber gelek sedeman .
- Çiyayên Cûdî û Bêxêr zelal diyarin ji bajêr ve .
- Qonaxa di navbena Botan û Zaxo û Dêrikê de nêzîkî 20 k.m e .
- Xaka Dêrikê ji bo çandinyê pir paqij û dewlemende, lewma aboriya xelkê
wê li ser çandinyê ye, mîna genim, ceh, garis, nîsk, nok, kuncî û darên
bergir.. mîna hinar, sêv, hejîr, bihîv, gêlas û barana herêmê gelekî
başe .
- Bîrên niftê dûrbûna wan 20 k.m e, dikevin rojavayî bajêr, çemê Diclê
dûrbûna wî 15 k.m e, dikeve rojhilatî bajêr .
- Gundên li derdora dêrikê evin: Banê Qesrê, Boriz, Kanî Kerik, Girê
Keran, Gareşan, wanik, Girê Vira, Qeze Receb, Hacî Metir, Tirbe Gayê,
Kanî Pehnê, Qesirdîp, Heblhewa, Berebeyt, Eynbazoq, Bazindan, Dêr
Mirîşk, Bacirîq, Gerdemî, Gerzrkê...
Lê navên evan gundan hemî hatin guhertin, di belgeyên fermî de, bi navin
Erebî û navê Dêrikê jî kirin Elmalikîye .
- Piranîyê xelkên dêrikê ji êlên koçeran in, koçerê Botan û ji bilî
Kurdan hidek Suryanî, Asûrî, Kildanî, li bajar dijîn .
- Bi devoka ziman, kinc, şîn, şahî bi ser Botan ve tên jimartin .
Beşê Beravîyan yên ku gundên wan li ber qiraxa çemê Diclê rêz dibin, bi
hemû hebûna xwe beşek ji xelkên Botan in .
- Hêla Alîyan yên dikevin rojavayî Dêrikê, bi devoka ziman û kincên xwe,
li ser Beriya Mêrdînê têne jimartin .
- Hindek ji êlên herêma Dêrikê Hesinan, Şikakan, Meman, Elîkan, Ebbasan,
Alîyan, êlên Koçeran ...
Çiyayî Batî, Kiçî, Dêreşwî û piranîya evan êlan, li ser Botan têne
jimartin . Di derbarê navê Dêrikê de, tê gotin ku ev nav ji bêjeya (dêr)
hatiye wergirtin perestgeha olê Filehan, ango dêra li bajarê Hemko
hatiye avakirin û gelek bajar bi navê dêr destpê dikin, li Kurdistanê
mîna (Dêrka Ber Avê, Dêrka Maziya, Dêr Şew, Dêr Sim ....hd), yan dibe ku
bêjeya dêr ji bêjeya derî hatibe wergirtin û sivik û verês bûbe û bûye
dêr.
Jêder : Govara Rewşen hijmar (9) / 1992 / .
|