www.efrin.net/zevi
Hejmara berê


Komîta Govarê
Arşevê Oskan.
Mihemed Seyd Husên.
Mîdasê Azîzî.
.........................................
Zevî bo me şaristane
Sera têde ava bikin
Hemû rengan bi’afrînin
şaxên bedew li ba bikin
çîrok û helbest û nîgar
Tîna dilê xwe sar bikin
Hemû pênûsan bikin yek
Dilê xwendevan şa bikin .
.........................................

Şêwa pêşîn: Hunermend:
Arî Baban.

Şêwa paşîn: Hunermend:
Rustem Axale.

Montîv: Hunermend:
Zaxros û X. Ebdilkerîm.

E-mail:
aroskan@maktoob.com
zevi@amude.com

<< Helbestin Hilbijartî >>

(1)
Perîkên min rengînin
Wan naskir ez bilbilim
Dema li tînê digerim
Bar nakim
Ji welatê xwe .
Mustefa Mihemed

2
Di gulistanê de
Cihê te valaye
Ne xeme bo min
Ez pê na êşim
Lê dîsa cihê te valaye .....!! .
Rêber Cemîl

(3)
Ey mirêkê ...
Ez li derveyî teme
Ez di hundirê te de me
Li min veşêre
kirêt bûna min ...
Can Ciwan

(4)
Li asîman binêre
Cihê tu dixwaze
tu li wire ...
Emîr Husên


(5)
Mirêk ...
Şikestina rojê tevî
Vedişêre
Qamîşa daneyne ber ba
Ku xwar bibin ... !! .
Aras Sîno


(6)
Ne dihatin kirîn,
Û ne dihatin vegerandin ..
Wisa ..
Bedmestîyê destê me digirt
Em dixistin paxila xweşîyê,
bê berdan .. !!
Fethulla Huseynî

(7)
Gulperî
Nizanim !!??…
Pinpinîkeke
Ji gulekê diça pîşkekê,
Yan solînekê, yan şaxekê
Li dû bînekê
Nizanim !!?…
Siwareke
Li pişta şînbozekê
Nêzîk dibe û geh dûrdiba
Mîna hêlanekê ..!! .
G. Kasanî