|
|
Komîta Govarê |
Arşevê Oskan.
Mihemed Seyd Husên.
Mîdasê Azîzî.
.........................................
Zevî bo me şaristane
Sera têde ava bikin
Hemû rengan bi’afrînin
şaxên bedew li ba bikin
çîrok û helbest û nîgar
Tîna dilê xwe sar bikin
Hemû pênûsan bikin yek
Dilê xwendevan şa bikin .
.........................................
Şêwa pêşîn: Hunermend:
Arî Baban.
Şêwa paşîn: Hunermend:
Rustem Axale.
Montîv: Hunermend:
Zaxros û X. Ebdilkerîm.
E-mail:
aroskan@maktoob.com
zevi@amude.com |
|
|
<< Hevpeyvîn bi nivîskarê Kurd
Laleşê Qaso re >>
Siwarê
berbangê hilmiştî bihur, di kêferatê de vekir. Piştî ku muhra xwe li
zindana Amedê xist û yadîgarên evrane û birîndar bişûn xwe de hiştin.
Ji bo wan xewnên kabûsgiran û qolincên bîranînên sikakên Zorava. ew
xaniyên kelpîçherî wêranbûyî, mîna bazê ku êrîşa berde ser nêçirê
nijdevanê berqef, ziving, şikeft û hêrkên Gurik û Hebîsê, evorê lat û
zinarên çiyayê Omeriyan, keleşê ayîdar, ejderê qada şer û xebatê, di
xaçebirên Roma reş de, ji Stilîlê ta bi Hekar û Cezîrê û di wê roja
bextreş de, berxê ber kêrê, kete sirgûn û mişextbûnê û hê jî, di nava
bîranînan vedigevize.
Ew çeteyê bê dîrok, şêwiyê nîvmirî di jiyaneke beyhed de, kelecan dikir
wendayî li vedengê xwe, di valahiyê de dipojinî û li dengê xwe digeriya,
li nûznûza birçiyên ku di penaberiyê de hatine dorpêçan, destê parsê
vekirine, riwişt û rêpîvanên kultûra xwe wenda kirine. Ew bîranînên
kujtar, li ser rûberê welatekî, êrîşan tînin mirovantiya wî, li wan
şaşiyên xembar yên çûnî poşmane, hîç ne kamîrane.. sînga xwe daye
bamiştê, şîpa lehiyê, tund rawestiyaye.
Di wê şeva bê nav de, ji tinazok û laqirdiyên dê û bavê xwe, bi
torfelaqî pengiziye perê jiyanê, ba û agir pê dilîztin, pêşbîniyên
pêşerojê.. yên dûrbîn stûbariya wî tixûb dikirin.
Lewra lêborinê ji bav û kalan, wan bînerên dîrokî dixwaze, nemaze ku
heviyên wan bi avê de berdane, çiku wan tovên mêraniyê di giyanê wî de
çandibû .. mixabin ew û gelekên din jî weke wî, bê paxav şemitîn nav
asteng û aloziyên girêkiwîr, xwîn germ û çepbîr. Erk û rê li pêşiya wan
hatin girtin.
Lê birastî ew ezmûneya Laleş.. ya rewanbêj û dirust deriyê dîlaweriyê di
berxwdanê de li ber vikir û zeman tev pendên xwe jê re bûne birînên
daxdayî û berbang pêşdemî evsaneyan lê hilatin û raman ronahiya rokê û
ronakbiriyê, berdane navkutka derya pêlfireh ya romanê û ew û gura mane
di tundrikiyeke bê dawî de.
P1- Mamosta.. tu dikarî ji kerema xwe re, xwe bi xwendevanên govara
Zevî bide naskirin, di du qonaxên jiyana xwe de, bi taybet berî zindanê
û piştî wê ..? .
B1- Gelek caran di rojname û govaran de, bi rastî me ev pirs pir dûbare
kiriye. Bi ya min a herî baş ku xwendevan bi xwe min nas bike. Nasnameya
min di kitêbên min de ye. Xwendevan ji kitêbên min kare min nas bike.
Lê girêdana min a bi xwendin û nivîsandina Kurdî re, ez karim bibêjim ku
ji biçûkayiya min de ye. Bavê min mirovekî welatperwer û alim bû. Ez di
bin akama bavê xwe de bûm û bavê min jî ha ha ez hînî xwendin û
nivîsandina kitêbên Kurdî dikirim. Ji wê roja ku tê bîra min û hetanî
niha pirtûkên Seydayê Cigerxwîn, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û herwekî
din li mala me hebûn. Bi kurtî, ez deh-duwazdeh salî bûm, ez hînî
nivîsandin û xwendina Kurdî bûm, hem bi tîpên Erebî û hem jî bi tîpên
Latînî bûbûm.
Di wan deman de, min helbest dinivîsandin. Ji wan helbestan gelek rist,
di dîwana min a bi navê (Daran Peldan) de hene. Îcar di qonaxa xortaniya
min de, (salên 1975-1980) piştî ku nîrên siyasî rû didin û xwendekarên
bakurê welêt serê xwe li himberî dewleta Tirkan radikin, ez jî dikevim
nav wan û ez di sala 1981ê de têm girtin.
Di sala 1991ê de, dema ez ji zindana Amedê derketim, ew hêz bi min re
çêbibû, ku minê karibî romanên Kurdî binivîsandana. Min hetanî niha heft
kitêb nivîsandine. Kitêba min a pêşî dîwan e (Daran Peldan), du jê li
ser êşkencê ne û ên din jî roman in.
P2- Wekû tê zanîn.. bi giştî nivîskarên me yên bi zimanê dayikê
mijûlin, pirê wan ji helbestê destpêkirin, pirê caran jî berê xwe nedane
şêweyên dîtir, ango wek roman, çîrok, lêkolîn tevî em dizanim ev hemû
şêwe giringiyên wan di wêjeya miletekî de cihekî bilind digrin, herweha
em dixwazin ji te jî, hema vê pirsê bikin ... Te çima roman hilbijart ..
? .
B2- Yek, derd û kulên min pir in. Çîrok û helbest têra van derd û kulan
nakin. Didu, ez ji rûniştina cihê teng hez nakim. Sînorên helbest û
çîrokê bi qasî sînorên romanê dirêj nayên. Di romanê de çawa dixwzim
wilo karim bikim. Sisê, ez têra xwe Kurmancî zanim û ev kurmanciya min
jî ku ne bi nivîsandina romanê be wê winda bibe. Çar, ji miletê me re
nivîsandina romanan pir pêwîst e.
P3- Li Ewropayê.. tevgera çanda Kurdî bi tevayî, ji helbest û çîrokê
bigre heyanî romanê.. di çi astê de cîhê xwe digre, û nirxê çi bedewiyê
ji me re dineqişîne, û çawa li pêla demê siwar dibe gelo .. ? .
B3- Li Ewropayê.. me xwe sipart geremêra Mîr Celadet Bedirxan û em li
ser meşiyan, ev bi taybet li Stokholmê .. ez dikarim bibêjim ku
Stokholm, bibû navendeke roldar, ji bo bidestxistina çanda Kurd ya
nûjen, di hemdemiya me de, tevî ku li welêt jî pir nav hene bi zimanê
Kurdî mijûl dibin û herwekî li Şam û Beyrûdê jî nav derketin, lê li
Siwêdê ev pêvajo baş pêş de dan, ew ji aliyekî ve, ji aliyekî din ve jî
karê romanê kirin, lê ev nayê wê wateyê ku ez ji nirxê çîrokê kêm dikim,
li gora nerîneke klasîk, çîrok kurte nivîsa romanê ye, ez hinekî bi çavê
romanê li çîrokê dinêrim.
Cûdahiya di navbera çîrok û romanê de: Eve ku meydana romanê ji ya
çîrokê fireh tir e, yani mirov dikare bi hemû aliyan ve here, sînor ji
te re nayêne danîn, mirov dikare cî li xwe fireh bike, lê çîrok vê
firehiyê nade mirov, her weha sînorê wê xêzkirîne…
Çanda Kurdî li derveyî welat: Li dervî welat çanda Kurd pêtir tê avdan,
ji ber gelek sedeman.. ji aliyekî ve rola weşanxanên serbixwe û azadiya
bikaranîna pênûsa Kurdî, ango kes nayê ber deriyê mirov û nabêje te çima
ev roman yan gotar nivîsîye ? … Û ji layekî din ve jî, rewşa aborî
roleke balkêş di vê çarçovê de dilîze .
Rola saziyên Kurdî di alîkariya ronakbîran de: Di derbarê vê mijarê de,
partiyên me tim û tim karê siyasetê xistine pêşiya karê wejeyê. Bila
têxin pêşiyê, lê ne ku pê jî danekevin. Partiyên me di xwedîkirina ziman
û çandê de jî, divabûn bi rola xwe rabûna, lê mixabin hîn jî bi wê rolê
rabûne.
Hîn jî tênegihane ku gava zimanê miletê me têk biçe, îcar wê siyaseta
miletî çawa bibe !?. Milet cesed e û ziman jî ruhê wî ye. Bi cesedê bê
ruh siyaset nabe.
Partiyên me rojekê nefikirîne ku ziman her e, ew jî derin û tu wate ji
karê wan re namîne. Tiştê ku ez li vir dixwazim bibêjim, ji ronakbîran
jî tê xwestin, ku berî her tiştî xwe bikin yek; da ku partiyên me jî
bêçar bibin, berê xwe bidin wan û bi vê pêdiviyê bihestin .
Ji aliyekî ve, karê ronakbîriyê perçek ji siyasetê ye. Helbet bi
partiyên me yên siyasî wê welat azad bibe, lê akama vê azadiyê jî li ser
pêşxistina pênûsa ronakbîrên me dimîne. Yani pirs du aliye û bi
pêweniyeke cedelî bi hev re tê girêdan; bê ronakbîr pêşketin zor e û bê
sazî guhertin zor e. Ma gelo Qasimlo ne ronakbûr bû.. ? Û di heman demê
de jî siyasetmedar bû.
Siyaset bandoreke mezin li ser me dike. Herwekî ku ez ne endamê YNK yan
PDK ê me, lê ji endamekî wan pêtir xizmetê ji çanda Kurdî re dikim, ji
ber ziman çeka milete pê hebûna xwe diparêze ...!! .
Ronakbîr zanyarekî dîrokî ye, her taybetiyê civaka xwe diparêze, divê ku
yê ranakbîr li ber kesî nesekine û baweriya wî bi kar û barê wî bê, ji
ber ku rola wî ji ya her kesî mezin tire û barê wî jî giran tire .
P4- Di civatên ronakbîrên cur bi cur de, her dem gotina ku zimanê
Kurdî têra dahînanê nake, tenê zimanê Kurdî.. di çarçiva gundîtiyê de
asê bûye û maye zimanekî gundî, li gora ezmûneya te, di warê nivîsandina
zimanê Kurdî de, di mijara romanên de, tu hest kir ku zimanê Kurdî têra
mijarên te nake..... ? .
B4- Têrbûna zimên li gora mijarê tê guhertin. Ezê li ser xwe bibêjim,
dema ku mijara min mijareke gundîwarî yan civakî 30-40 sal berê be, wê
demê ziman têra min dike, lê dema ku mijara min dibe zanist, (I`lmî)
têra min nake. Zimanê me li gora guhertinên demê nehatiye avdan. Bi
kurtî, ez karim vê yekê bibêjim, heta ku zimanê me nebe yê xwendegehê,
emê nikaribin a di dilê xwe de hemî bêjin; emê bi zimanê xwe nikaribin
ilim pêş de bibin û bi`afirînin. Belkî jî ez şaş bim. Lê di kar û barê
min de hertim wilo bi min re derketiye.
P5- Ev bû çend car tu dibe mêvanê Qamişlo, bê gumane, têkilîyên te bi
nivîskaran re çêbûne, bi taybet yên zimanê Kurdî, helbet wê nerînên te
jî.. di vî warî de, ji ber xwe bên, tu dikare ji me re hinekî li ser
rewşa nivîsaninê li vir bi`axive weku te dît ..? .
B5- Min li vir têbîn kir ku giramera Mîr Celadet baş nayê bikaranîn, li
gora pîvana vir bi bakur û Ewropayê re, cûdahî heye, ez nizanim çima..?
.
Bila ziman yek perçebe, li gora bingehê ku Mîr Celadet daniye, bi kêmanî
hetanî saziyên me yên fermî çêbibin, wê çaxê emê hemû li hev guhdarî
bikin, ji bo guhertina şêweya bikaranîna ziman. Rewşa zimên bi rewşa
deshiladariyê ve girêdayî ye; îcar hetanî miletê me azad nebe, em mecbûr
in ku li gora destûr û rêbazên giramera Mîr Celadet bimeşin. Dema ku her
yekî ji me li gora serê xwe kir, ev zimanê me yê ku heye jî wê ji ber
hev bikeve.
Ji aliyekî din ve jî, ez bala xwe didimê ku ji helbestê pêve li ser bala
we tuneye, tevî ku îmkanên we hene ku hûn çîrok, roman, lêkolînan jî
binivîsin, carek.. dido.. hewl bidin, hûnê karibin gelek tiştên din jî
binivîsin, ji ber hûn di zimên de baş zanin û di civateke Kurdî de mezin
bûne, ango ew dewlemendiya zimên, li cem we peyda dibe. Ez bawer dikim
ku gelek kes ji we karin çîrok û romana herî xweş binivîsîn in. Bala xwe
bidênê. Zimanê me bi çîrok û romanê geştir dibe.
P6- Gotina dawî ...
B6- Di dawî de .. ez sipasiya we dikim û gelek kêfa min hat, ku me
hinekî derdên xwe bi hev re parvekir in, ya baştir ewe ku em dan û
stendina xwe xurtir bikin, li hev guhdarî bikin û guhê xwe hinekî bidin
çîrokê, romanê û mijarên berfireh û hinekî jî ji pexşan û helbesta
klasîk bi dûr bikevin. Serktin ji bo Govara we û sipas .
Zevî -16 / 10 / 2003 .
|