|
|
Komîta Govarê |
Arşevê Oskan.
Mihemed Seyd Husên.
Mîdasê Azîzî.
.........................................
Zevî bo me şaristane
Sera têde ava bikin
Hemû rengan bi’afrînin
şaxên bedew li ba bikin
çîrok û helbest û nîgar
Tîna dilê xwe sar bikin
Hemû pênûsan bikin yek
Dilê xwendevan şa bikin .
.........................................
Şêwa pêşîn: Hunermend:
Arî Baban.
Şêwa paşîn: Hunermend:
Rustem Axale.
Montîv: Hunermend:
Zaxros û X. Ebdilkerîm.
E-mail:
aroskan@maktoob.com
zevi@amude.com |
|
|
Hunermend
<<Ebdıl Xefûr Husên>>
û Soryaliya Kurdî
Xoşnav Silêman
Hunermend
Ebdil Xefûr Husên.. ew dikare bi tundî û xurtî, di kevala xwe de,
huşmendî û ne huşmendiyê tevlîhev bike, kelepor bi nûjeniyê re, taybetî
bi tevahiyê re, jîwarî bi xewnê re û hemûyan bike baxek ji nîşanan û
xelekên dîlanê, yek caran û baxin ji rengan carin din, ewe yê ji wan
dahênanên yên ku birîn û êşên xwe dilorîne ji bo ku rêka xwe winda neke.
Ebdil Xefûr yeke.. ji wan hunermendên ku navê wî nenase û hemû karên wî
windane, mixabin li nik ragihandin û çapemeniya Kurdî .
Ebdil Xefûr.. ji gundê Çaxirbazar e û di sala 1968 an de, ji dayik bûye
û Çaxirbazar.. tevî ku gundekî biçîke jî, lê ew wargehekî kevneware û
dîrokiye, hetanî îro jî, lêgerên şûnwaran li evan şûnwaran digerin, ji
bo ku ji me re, van şaristaniyan kifş û belû bikin .
Hunermend.. li bajarê Qamişlo jiyaye û her lê dijî, wî ji zarokatiya xwe
de, ji nîgar û şêwekariyê hezkiriye û ew ji zarokatiya xwe de, xwedan
karîn û dahênanbû, piştre wî nikarîbû xwendina xwe berdewam bikra..
belengazî û xizanî.. yên bê nasname tenê dizanin bê çima û ji bo çi...
?. Ji bilî wêneyê dapîra wî pêve nayêt bîra wî, ya ku dixwest ku her çar
dîwaran bi rûxîne, tevî wilo jî wî karê xweyî hunerî berdewam kir, li
kêleka karê xweyî hunerî, xeratîyê – dîkor û sazkirina kert û qalikan jî
dike ...
Wî soryaliyet ji xwe re wek rêbaz û dibistan qezenc kir, tevî ku di
destpêkê de, ji kar û xêzên hunermend (Silvador Dalî) sûde sitend û
wergirt û wî hewlda, ku nameya xweyî hunerî bi hêsanî û tenikî bi xwîne,
di destpêkê de tevî hin kêmasiyên wî yên ku pir sedemên wan hene çêbûn .
Hunermend xwedanê (23) ê pêşengehane, yên bi tekane û hevbeş, li
bajarên, Hesekê, Heleb, Reqa, Qamişlo ....hd . Piraniyê kevalên wî, di
rêya tecrîdê dene, wî dahênanî kiriye, di teknîk û alavên xwe de di
xulmaşiyên (Firwêd), ji ber ku ev kevalên han di derbira mirovatîyê de,
bi hestên pêncemîn yên bela wela ne, carna û yên kujtî, carin di hin
kevalan de, jînwarî pêkaniye.. lê soryalîtya wî her dem serdest bû, di
kevalên wî de .
Wî gelek çîrok û dastan û evsaneyên Kurdî, di kevalên xwe de bikaraniye,
bi awayekî tund û bedew. Bi rastî yê ku li kevalên wî bimeyzîne mendehoş
dimîne, li pêşîya evan hestên germ, yên ku bi wan dewlemen de û xwedî
karîneke xurte.
Ku mijarên xwe bi nîgarekî berfireh û bi rengin beyaban, ew digere di
kûraniya ne hişmendiyê de, li rastiyê digere.. di asîmanê mirovatiya
sahî û sade de.... û dibe ku Sîyabend vegere li ser hespê xwe cirîdê bi
pezkoviyan re bike, ji bo ku sozê xwe ji Xeca delal re pêkbîne ....

Ev dastana ku wî sitiraye, bi rengin kelestûnî û wekî vê kevalê
hinin din jî, bi rengin dastanî pêkaniye, wek kevala (Derwêşî Evdî)...
Ev kevalên ku xudan mijarin keleporîne, ev keleporê ku gelekî hatiye
dizîn û wêrankirin . Ji hêleke din hunermend gelek nîşan jî ji keleporê
wergirtiye û ew xistine kevalên xwe, ji bona ewan bide xuyanêkirin, di
avakirina şaristaniyê de, wî kelepor kirîye wek kesekî bi giyan û xwedan
bandor .
Tevî ku hunermend ne akadîmîzane jî, ji ber vê yekê gelek rexne li
soryaliya wî dibe, bi pîvanin beyanî.. lê ew bi xurtî helwesta xwe dide,
bi rêya firça xwe û bi alavên xweyî nûjen digere, ji bona ku perîşanî û
xizaniya xweyî mirovatî bide xuyanêkirin berî her tiştên din .
Hunermend gelekî guh dide xêz û durustkirinê li ser hemû astên rengan û
ronahiyê, tevî ku hevgirtina alavên kar, ji bo ku li cem yê bîner
mendehoş yekê çêke û bihêle ku li cem kevalan raweste û wê xweş bixwîne
bi asoyî û pehnayî .
Hunermend Husên, pir di tirse ji nêrînên bîneran ku baş tênegihêjin .
Di kevalên wî de, herdem jin amadeye, ji ber ku jin bi xwe him ramane û
hem jî, halak nerênîye, jin xaka tîye û ew pîvana êş û derdên mirovatiyê
ye, ji ber ku ew dayike, yare, welate û hem ew sitiranek rengîne û ji
ber vê yekê xingilandin û matbûne . Jin hatiye di nav pêlên jiyanê yên
dijber, di riya evan pênc hestan, li ser binyada wê kêferata perîşan, di
navbera mirov û xweristê de, di navbera mirov û mirov de, di navbera erê
û na de û tiştê hevbeş û girêdayî di nav hemyan de, ew girêdana hunerî û
teknîkî û rola xeyal, di vê peywendiya germ de, ew di soryaliyê de,
nagere bi wateya xweyî rêbazî.. lê ew li hêlên çalak tê de digere, li
mirovatiyê û doza mirovatiyê û gelê xwe .
Ew ji welatê xwe pir hezdike û pir pê şanaze, çi di şîniyên wî de û
gelekî kêfxweş dibe, bi sura bayê ku ji hêla wî de tê .
Neyazek xurt wî dajo ber bi kelepor û evsane û çîrokên Kurdî de, wek
(Sîyabend û Xecê, Mem û Zînê, Ferhad û Şîrîn, Kawayê Hisinkar, Derwêşê
Evdî û hin evsane û çîrok û dastanên ji kelepora Kurdî.. ew dixwaze di
riya van çîrokan de, hebûna xwe bide xuyanêkirin .
Hin dibêjin, ku Ebdil Xefûr tiştekî nû pêşkêş nekiriye ji deh salan de,
ew dîlê (Silvador Dalîye)ye, lê baş dizane bê çawa nameya xwe bixwîne,
hewl dide xwe, ku karê xwe pêşbixe û ew pir guh nade evan rexnên
wêranker .
|