|
|
Komîta Govarê |
Arşevê Oskan.
Mihemed Seyd Husên.
Mîdasê Azîzî.
.........................................
Zevî bo me şaristane
Sera têde ava bikin
Hemû rengan bi’afrînin
şaxên bedew li ba bikin
çîrok û helbest û nîgar
Tîna dilê xwe sar bikin
Hemû pênûsan bikin yek
Dilê xwendevan şa bikin .
.........................................
Şêwa pêşîn: Hunermend:
Arî Baban.
Şêwa paşîn: Hunermend:
Rustem Axale.
Montîv: Hunermend:
Zaxros û X. Ebdilkerîm.
E-mail:
aroskan@maktoob.com
zevi@amude.com |
|
|
<< Serpêhatîya
Kurê Mîr >>
(Çîrokek ji Foloklorê Kurdî)
Amadekirin û ristina:
Welîd Murad
Hebû
nebû xweşî li canê min û we bû, tê gotin : ku li herêmekê ji herêmên
Kurdistanê hebû Mîr, ew dihat jimartin ji qeralên setemkar û zordar li
ser êla xwe, tiştekî bê rê nedima ku wî dijî wan nedikir, lê yên herî
kirêt û bi gemar ku wî û peyayê malbata xwe destê xwe dirêjî namûsa wan
belengaz û hejara dikirin, çi veşartî û çi eşkere .
Ew mîrê setemkar xwedê kurek dayê, ew kur lê giha û di nav wan bûyeran
de mezin bû, xortekî çeleng û mêrxas jê hate der, ev xortê çeleng xwest
rojekê ji xwe re jinekê bixwazê, lê ew geriye û negeriye tu keçê bi dilê
xwe di nav êla bavê xwe de nedît, ne ji ber sipehî û xweşikbûna wan, lê
dilê wî ne dibijî wan, bi sedma ku bavê wî û apanê wî destê xwe avêtibûn
wan û haya wî ji çîrok û çîvanoka çêbibû, ji ber vê ûştê nikarîbû tu
kesî ji keçikê êlê ji xwe re hilbijêre .
Xortê çeleng jî, sûnda asê xwar ku ew tu jinan nayîne, ger jê nebawerbî,
divê keçekê bîne ku ew bi destê tu kesî neketibê, nejî kes rojekê karibe
aqilê wê ji rê bibî, di navbera xwe û giyanê xwe de digot: “Ez dê keçekê
ser destê xwe perwerde bikim, bila bayê sar û germ lê nexe, bila dan û
sitandina wê bi tu mexlûqî re nebî û nejî gotinê tu mirovan, bi serê xwe
de bibî, ji bilî yên min, ger ez çi jê bixwazim ew teqeze bipejirîne û
bikê “Kurê Mîr bi van ramanên xwe re dijî, her ew di vê armancê de
diponijî, roj di pey rojê re derbas bûn, carekê derfetek jê re çêbû û
derba wî li êlek cînar hat, êrîş bire ser, kes û malbatên êlê ji hev
tert û belav kirin, ew talan kirin û cih û warên wan kire bin baskê xwe,
di wê bûyera mezin de, zarokek keç ji yê wê êla talankirî ket destê wî,
hîna wê zarokê buhara diwemîn neqedandibû .
Kurê Mîr qesrek li serê çiyakî ji yên wê êlê ava kir û hawîr dorî wê
kire dar, bexçe û zevî, co û cobarên ava sar di ber de diherikîn . Ji
êla bavê xwe veqetîye û di burca belek de rûnişt, ew keçika biçûk bi
şîrê xezalan û hungivê mêşên çiyayên Kurdistanê mezin kir, ta ew keç
giha, wek takrehan, şiva xeyzeran, li ber sira bayê sibê dixelîya.. vî
alî û wî alî, roj di pey rojê re wek gulekê geşbû, sal û demsal li hev
dûbare bûn, wî keçik ser destê xwe bi hostayî û zanebûn perwerde kir,
her û her di serê wê de xwend, ta amede bû û her mêrî ji xwedê dixwest
ku ev jin jê re bibî kevanî .
Li vir.. kurê Mîr ev keç li xwe mehr kir û bû jina wî, demek dirêj bi
hev re derbas kirin, çend minal û çêlî ji wan bûn rêz, sê keç û lawek,
law yê dawî bû di rêzê de, jiyanek xweş bi hev re dibuhrandin, mal û
mendal, di burca belek de, di nav gul û beybûnan de, di nav rehan û
binefşê cur bi cur de, di nav şînkayî û fêkî de, ji sêva ta hinar û
behîvan.. kaniyên ava sar dengê şalûl û tilûran bi awazên sirûştî dorpêç
dikirin wek avayîkê ji yên buhiştê, haya wan ji bayê felekê tunebû, Mîr
jî diçû nêçîra teba û pezkoviyan, xezal û kewên çiyayê Kurdistanê,
jiyana rojane bi vî awayî diqedand .
Mîrê ku ji êla bavê veqetiyayî, ew der ji xwe re kir cih û war, bû
pêwanê wê û parast, ji hemû êrîşên êlên din, nehişt kesk bi tobraxê milk
û mewdanên wî bikevin, lewra navê wî bi mêrxasî di nav êlan de belav bû
.
Carekê ji caran û di rojekê ji rojên buharê de, ew Mîrê kurê mîran, çû
nêçîra xwe, li serê çiyan digeriye, jin û zarok li mal hiştibûn, bi mana
mêraniyê xwe li cihê herî bilind û çetin digirt, lewra ew qûnaxek dirêj
dûrî mala wî kir û gelek çax û dem jê birin .
Di wê navê re çend siwarên Kurd jî, ji xwe re nêçîr dikirin, ew ne ji
êrdimê bûn, li ser pişta hespan wek lehengan berê wan ket cih û warê
Mîr, çaxê çavên wan li wê burca belek ket, ya li ser wî çiyayê xemilandî
bi kulîlk û nêrgizan, dengê şalûl û bilbilan, di guhê wan de, bû
sîmfoniya jiyanê, hiş û sewdan di serê wan de nema, li dorê çûn û hatin,
çavên wan li wê xifşa xezalan ket, ew bihtir serxweş û sermest kirin,
pêjina tu mêrî ji burca belek nekirin, li nav daran, li pişt kuç û
zinaran gerîyan, lê wan tu mêr nedîtin, dever gav bi gav velo kirin, lê
bê encam, wan jî bi zanebûn û pêlan berê xwe dan jina wek xifşa xezalan
û xwe lê girtin .
Dem dema kevin bû, çek jî şûr û mertal û rimbûn, ne dema top û tanga bû,
loma wan jî tu saw ji jineke bitenê û çend zarokên hûr negirtin, pêşî
siwarên biyanî xwe kirin ku bi şaşî li vê deverê rast hatine û dixwazin
çend pirsan jê bikin .
Jin jî, ji wan netirsiya û li wan ewle bû, bi wî awayî her agahî ji jinê
wergirtin û rewşa wê û mêrê wê naskirin, li wir bêbaviya wan xwe da der,
bi dek û xapan li dor wê çûn û hatin , çîroka talankirina malbata wê jê
re gotin, herwekî xwe jêre kirin xwedî, heya jinê xwe siparte wan, hişê
xwe wenda kir û ket gomanê ku wê xwe ji tekmendiya rizgar bike û wê
jiyaneke civakî xweştir bibîne, li nav hoza bav û kalên xwe, herwekî ew
siwar ne pismamê wê bûn , lê bi tenê haya wan ji wan bûyeran hebû ,
çimkî gelek hoza hevdu talandikirin û êrîşên leşkerî dajotin ser hev.
Lê wan lîstikek hûna û jina wek xifşa xezalan, ket dav û xefkê wan, jinê
soz bi wan re da ku, alîkariyê bi hev re bikin, Mîr bikujin û cih û warê
wî talan bikin û bibe yê wan .
Êvar hat, reştariyê xwe berda nav mêrg û newalan, teba di kun û hêlînên
xwe de wenda bûn û çûn lîsê, Mîrê çeleng jî vegerî mal nav zarokên xwe û
şevbuhêrka xwe bi nêvî kirin, bi hev şabûn û bi hev re xwarin û
vexwarin, zarok westîyan û çûn ser nivînan û ketin xewek şêrîn û kûr de
. Jinê jî xwe gelekî sipêhî kiribû, pir li dor xwe çûbû û hatibû, bi
mebesta ku Mîr bixapîne, loma bi nazikî xwe bi ser Mîr de xeland û
gotiyê:
- Ev çend salin em bi hev re dijîn û hertim tu li ser çelengî û
mêrxasiya xwe dipeyive, ez dixwazim rojekê vê lehengiya te bi çavê serê
xwe bibînim .
Mîr ji van gotinan serxweş bû û xwînê xwe ajote damarên wî, bi tinazî li
jina xwe vegerand :
- Ez amedeme, ka tu çi dixwazî ..?
- Ez dixwazim herdu tiliyên destê te bi hev re girêdim bi muyê dûvê
hespan û ez bibînim tê çawa karbî xwe azad bikî .
- Min pejirand, ji te herdu tiliyên min, bi hev re girêde û tê ji xwe re
bibîne bê çi hêz li ser mine lêê .
Wek mêrê ji xwe bawer, destê xwe bi alî jina xwe de dirêjkir, jinê jî
herdu tiliyên mezin bi muyên hespan bi hev re girêdan, Mîr dest bi
hewildanên xwe kir, da ku muyê zirav biqetînê, lê wî çiqas zor û hêz da
xwe, wilo jî mû goştê wî didirand û qelaşt, têde çû xwar ta hestî, bû
nal nal û gazî, Mîr hîn di wê berxwedanê de, wan siwarên ku xwe
veşartibûn, derb li Mîr anîn, hingê xwe avêtin ser û ji dest û lingan ew
girêdan, avêtin odeyek reş û tarî, zarok jî avêtin ser çavên wî, dergeh
li wan qapat kirin, Mîr xwe dît, dîl û di rewşeke lawaz de, keys jê hat
sitandin, jinê dekek lê kir.
Di şevtariyê de û dest girêdayî wê çi karibe ji nû ve li berxwebide ?
bîra mirina xwe dibir, lê bîra rojek wek îro ne dibir, çawa ketiye xefka
jina xwe, ya ku ew ser destê xwe xwedî kir, bi şîrê xezalan mezin kir û
bi zanabûna xwe perwerde kir. Serê wî tewand û ew kire vê rewşa dijwar,
ku xwedê nîne serê tu kurê ciwamêran .
Gazî keça xwe ya mezin kir, lê wê xwe ne livand û tu alîkarî pê e nekir,
bi pelmişandinê dest pelandin, da qetek kêr, guzanek an şûrek têkeve
destê wî, ji bo benan pê biqetînê, çaxên destê xwe veke, ew kare dergeh
jî bişkîne, hingê, wê karibê tola xwe ji jinê û wan bêbava hilîne, Mîr
di wê kefteleftê de ma, ramanek wî dibe û yek wî tîne, cira bi serî
hatiye mîna xewnekêye, hema tiştê rind, hîn ew nekuştibûn, qey ew ji
rojek din re hiştine .
Lê bû berê sibê û berbangê veda, hedana Mîr nehat, nejî çavên wî çûn ser
hev, namûsa wî ketiye bin lingê sega û biyaniyan, di dawî de lave ji
lawikê biçûk kir, dema lawik bav dît di wê rewşê de, xwîna lawik li ser
bavê dîl keliya, temenê lawik wilo biçûk, lê wek çêl-şêrekî rabû ser
xwe, dixwest çarekê bike, da bavê xwe azad bikî.
Geriya û negeriya tu tişt bi dest neket, carekê ji nîşka ve, bi hêrs dev
li wan ben û tayên di dest û lingê bavê de kir, bi diranê xwe yên hûr
wek yên mişkan, piço piço.. ew ben ji hev veçirandin û qetandin, bavê
xwe azad kir.
Mîr wek şêrkî birîndar û birîna wî hîn germ, agir û birûsk ji navbera
herdu çavên wî diçirkiya, Mîrê Kurd bi çaxên xwe dît dest vekirî, bi yek
kulmê re dergeh ji ber kir, hîn neyarên wî di mala wî debûn, bi jina wî
re di nav xwarinê û vexwarinê de serxweş û sermest bibûn, rahêşte şûrekî
û derî li wan vekir, çaxê çav lê ketin ji desthilanîn de çûn, ji mêranî
ketin, çavên wan di nîva serî de rawestiyan wek mirovên lal nedengkirî
man .
Mîr bê dilovanî ket nav wan, di serî de jin kuşt û di pey re neyarê xwe
yeko yeko gurandin, li zaroka nehêrî, çavên wî nema bi wan barbû, di
dilê xwe de got “Win jî ji wê dêlikên e”, şûr avête sitûyê keça mezin,
ew jî gurand, di pey re yên din, lê ji bilî kurê biçûk, tev bi ser hev
de kelax kirin, lawikê biçûk avête ser pişta hespê, dev ji wê burca
belek berda, wî milk û mewdanî, siparte wan kelaxên mirî, li pişt xwe
hiştin û berê xwe da cîkî nediyar.
Almaniy, Braunschweig, 17 /8 / 2003
|