|
|
Komîta Govarê |
Arşevê Oskan.
Mihemed Seyd Husên.
Mîdasê Azîzî.
.........................................
Zevî bo me şaristane
Sera têde ava bikin
Hemû rengan bi’afrînin
şaxên bedew li ba bikin
çîrok û helbest û nîgar
Tîna dilê xwe sar bikin
Hemû pênûsan bikin yek
Dilê xwendevan şa bikin .
.........................................
Şêwa pêşîn: Hunermend:
Arî Baban.
Şêwa paşîn: Hunermend:
Rustem Axale.
Montîv: Hunermend:
Zaxros û X. Ebdilkerîm.
E-mail:
aroskan@maktoob.com
zevi@amude.com |
|
|
<< Çîrokin Pir Kurt >>
Umran Ehmed
(Taxek Dewlemend)
Mala xwe guhestin taxek dewlemend; mêrik birhên xwe boyax kir; jinik bi
tenêbûnê hest bû; êdî.. ji xwe re yek naskir, ku simbêlê xwe boyax dikir
.
(Welat )
Lawikê biçûk, ji diya xwe pirsî: welat çiye ?. Dê tiliyên xwe dinav porê
wî re dibe: Welat malek ji vê mala me mestire ... !! .
(Mizgotin)
Kalikê min tifinga xwe ji bavê min re hişt, bavê min mir û tifing bi min
ma, guran mîha dawî ji keriyê pezê me xwar, bê ku yek ji me hersêka, wê
tifingê bi kar bîne ... !! .
(Xercî)
Bavê me xercî dida birayê min yê biçûk û min jê bê par dikir, min tim ew
xerciya wî jê didizî, û me pevdiçinî, bavê me aciz bû û xercî bi carekê
qutkir, êdî ez û birayê xwe yê biçûk, em li hev hatin me diziya çakêtê
bavê xwe dikir ... !! .
|