|
|
Komîta Govarê |
Arşevê Oskan.
Mihemed Seyd Husên.
Mîdasê Azîzî.
.........................................
Zevî bo me şaristane
Sera têde ava bikin
Hemû rengan bi’afrînin
şaxên bedew li ba bikin
çîrok û helbest û nîgar
Tîna dilê xwe sar bikin
Hemû pênûsan bikin yek
Dilê xwendevan şa bikin .
.........................................
Şêwa pêşîn: Hunermend:
Arî Baban.
Şêwa paşîn: Hunermend:
Rustem Axale.
Montîv: Hunermend:
Zaxros û X. Ebdilkerîm.
E-mail:
aroskan@maktoob.com
zevi@amude.com |
|
|
<< Helwesta Hijmarê >>
Qurincok
Hevalê me bi xêr û wek xwe ji konfirans vegeriya malê, pirsa yekem
jê hate kirin: We çikir we çi nekir kekê… ?. Bi rûyekî geş û ji xwe
bawer bersiv da: Di heyata xwe de, min ewqas îraq venexwariye, yaooo
mase vekirî bû….
Di şeveke din de, bû mêvanê min û qûna wî, li ser kursiyê neditebitî ..
gotinek ji vir yek ji wir .. hevalê me nivîskarên Kurd yên ku li
Ewropayê dijîn rexne kir û lêva xwe qermiçand: Ma ku li ser civata
Qamişlo û Efrînê binivîsin, çûna Ewropayê ji bo çiye ? .. hema bila li
vir bana û têra xwe li ser vir binivîsandana. Mebesta min, bila hevalan
ji yên wir bigrin û li ser jiyana wan binivîsin.
Tu dizane ku ez diçim Şamê, ez yekî Kurd nabînim, hevalê min hemû Erebin
….
Min jî bi matmayî jê pirsî, tirsiyam ku dîsa vewariye ..!! : Li ser çi
bingehê tu hevaltiya wan dike, ma ew jî bi mafê qedehê ne yan bi yê
cixarê ne ..? .
Kuro berê min gotiye, yê qedehê bide min, ezê wî bifirênim ezmana.. û
hevaltiya wan pir hêsane.. hema ez ji wan re dibêjim Kurd tunene, pir
kêfa wan tê û ji min hezdikin û dibin hevalin dilsoz ma ne başe !!?? .
|