|
|
Komîta Govarê |
Arşevê Oskan.
Mihemed Seyd Husên.
Mîdasê Azîzî.
.........................................
Zevî bo me şaristane
Sera têde ava bikin
Hemû rengan bi’afrînin
şaxên bedew li ba bikin
çîrok û helbest û nîgar
Tîna dilê xwe sar bikin
Hemû pênûsan bikin yek
Dilê xwendevan şa bikin .
.........................................
Şêwa pêşîn: Hunermend:
Arî Baban.
Şêwa paşîn: Hunermend:
Rustem Axale.
Montîv: Hunermend:
Zaxros û X. Ebdilkerîm.
E-mail:
aroskan@maktoob.com
zevi@amude.com |
|
|
<< Serokê Giştî >>
Qado Şêrîn
Yekem Car bû ku sê keçên Kurd, li hevûdu dirûnên û giftûgoya wêje û
rewşa nû dikin, min digot qey jin tenê li ser modêlên cil û mekyac û
zêran di`axivin. Dema min çîrok ji Xecê guhdar kir, ji min re tuştekî nû
bû û bû xewn û hêvî, ku ez li wan guhdar bikim û bîr û bahweriyên wan
bipejirînim. Min di nava xwe de guman dikir ku jinên xweşik û spehî tenê
dikarin guhdar û hez bikin, tenê ew ji bo mêrkirin û anîna zarok û
şuştina sênîkan in, min guman ne dikir ku rojekê ji rojan jin jî di
siyaset û wêjeyê de bi`axive, her wisa dê giyan û laşê wan hişk û zuha
bibe. Wê jî piştgiriya min dikir û digot ku bi tevayî wisa ye .
- Xecê.. çi navê xweş û şêrîn .
- Ji min ve jî xweş û şêrîn e, kalkê min, bavê diya min li min kir .
Min ew li seyrana Indîwarê, ya ku hevala wê Şêrîn bi helkeftina
salvegera rojbûyîna xwe rêxistibû dît, min jê pirsî:
- Te xwe derman nekiriye, çi ecêb ? .
- Çax tune bû .
Du sê caran kir ku çîroka xwe û herdu hevalên xwe bêje û ji bo ku, ez ji
nêzîk ve wê nas bikim, min gotina wê dibirî . Paşî min derfet dayê ku
bêje . Carekê em hersê li ba Gulavfiroş gihan hevûdu û me ji hevûdu re
got; werin em îro li ser modêlên cil û mekyac û zêran ne axivin, ka em
li ser serokê partiyan «Ma ka ew roja Kurd li Kurdistan» bi`axivin. Min
pirsî :
- Hûn rewşa helbesta Kurdî çawa dinirxînin ? .
- Îca helbesta Kurdî ha ..!!. Ev çi pirs e keçê.. tu fedî nakî tu van
pirsan dikî, Gulavfiroş bi qerf û tinaz wisan got û berdewam kir :
- Helbesta kilasîk bi çûna Cigerxwîn re binaxbû û ya nûjen jî li
nivîskarê xwe digere ..
Şêrîn: Hûn dikarin bêjin serokên partiyan çawa û çîlo dibin nivîskar û
rê li ber berhemên nivîskaran digrin...? .
Min bi ken û tinaz got: We kovara “Yek Dest” ya partiya “Ma ka ew roja
Kurd li Kurdistan” dîtiye û xwendî ye..? .
Şêrîn û Gulavfiroş, bi hevûdu re gotin ku wan ne tenê nexwendin e, belê
hîn nedîtine jî, da ji min xwestin ku ez naveroka wê ji wan re bidim
diyar kirin. Min got:
- Ezê bêjim lê hûn dê ken û tinazên xwe bihêlin dawî, da em bi hevûdu re
bikenin .
Li şûna pêşgotinê Serokê Giştî yê partiya “Ma ka ew roja Kurd li
Kurdistan” kurtejiyana xwe nivîsandî ye, “Ez di sala berfa giran de ji
diya xwe bûm, temenê min bû çardeh sal –yazdeh- hevalkên min hebûn, ez
pir xweşik û lihevhatî bûm û ji ber vê yekê, ez bi navê Kazanova dihatim
bi nav kirin. Min komeleya Xoybûn damezirand û yekem çapxane min bir
Kurdistanê, civata yekîtiya xortên Kurd û yekîtiya jinên Kurd jî, min
damezirandin û yekîtiya nivîskaran jî, belê yekem partî di nav Kurdên
rojava de min çêkir, di kongirê yekîtiya tevgera Kurd, li kurdistanê ez
amade bûm û kesek weke min ne`axivî, belkî ez panzdeh katjimêran axivîm,
gelek caran ez bûme nûnerê partiya Çep, sê caran ez çûme hevdîtina
Berzaniyê nemir û çardeh caran ez çûme Japan, ji xwe Tişîlî û Felestîn
nayên jimartin, di şewata sînema Amûdê de, min bîst û neh zarok ji
şewatê rêzgar kirin, wisa jî… di zindana Hisiça de, ez pêhlewan bûm,
yekem kovar di Kurdistanê de min weşandiye, ez karim bibêjim ku xweda ez
diyarî ji Kurdan re şandime”. Bû tiq-tiqa Şêrîn û Gulavfiroş lê min
gotina xwe berdewam kir û got :
Di rûpela yazdehan de, Serokê Giştî bi helkeftina rojbûyîna dostekî
namekê dişîne û di rûpela 12 an de, namekê ji dostekî dî re dişîne, ew
dost jina xwe piştî bîst û sê sal û deh roj û heft katjimêran berdide,
da Serokê Giştî namekê jê re dişîne û tê de dinivîse “Delalo tu neyê
pêşî yî û helbet tu neyê dawî yî jî, ku jina xwe berdidî, ev di ola me
de normal e û tu dikarî sibe yeke dî bîne, min ji te re çar dîne, yek ji
wan ji Sûdan e, pir esmer e, lê tê xwarin ha.., xema zarokan jî mexwe,
tu dikarî wan bişînî şoreşê yan Tişîlî yan jî Felestîn”.
Di rûpela şanzdehan de, namekê ji Rêzan Xisro re dişîne, ((Rêzan Xisro
jî endamê komîta navendî ye, di {partiya welatparêzên Kurdistan} ya
hevbend ji partiya “Ma ka ew roja Kurd li Kurdistan” ne, wî diranê xwe
yê aqilan rakiriye, lê pir êş û elem û werm girtiye, da Serokê Giştî
namekê bi vê helkeftinê jê re dişîne û tendurustiyeke baştir jê re
dixwaze .
Di rûpela bîst û duduyan de, hatiye nivîsandin ku mirovekî Nîkaragweyî
ev sê roj in, xwe dixurîne lê têhna wî naşike û derman û bijîşk jî, bi
xura wî nikarin da Serokê Giştî namek bi vî rengî jê re şandiye “Ez sîh
û sê salî bûm eynî xura te ez girtim, min tu çare jê re ne dît ji bilî,
ku gerek min xwe di nav heriya axa sor û hinê de biçanda”.
Di rûpela bîst û heftan de, Serokê Giştî namekê ji hevalê xwe Hiso,
endamê komîta navendî ya eynî partiyê re dişîne : “Wek ku ez dizanim,
gerek tu jî dev li kuçikekî {sehekî}har bikî, da tu ji nexweşiya sehê
har rihet bibî, an jî.. tu dê bibî seh û nabî tu were nav me û civînan,
ta ku tu wisan nekî ..!!!.
Nameya dî ya ku Serokê Giştî bi rê kiribû, ji jineke Kurd re bû, sêzdeh
keçên wê hene, di dema ku gerek kurek jê re biba.. beravêt, Serokê Giştî
namekê jê re dişîne û dinivîse “Xweda mezin, dilovan û comerd e, bila
bahweriya te bi xweda hebe, xêra wî bê dawî ye”.
Di nameya dawî de, ku di rûpela şêst û şeşan de belav bûbû, bi
helkeftina şerê ku di navbera sehên du gundan de bû, Serokê Giştî namekê
bi vî rengî ji herdû gundan re dişîne: “Ez vê yekê rast û durust
nabînin, ev gelacî ji Emerîka ye û divê nêzîk ne dûr, aştî û biratî
bikeve nav sehên we, ez vê yekê şermezar dikim”.
Careke din bû tiq-tiqa Şêrîn û Gulavfiroş û di nav ken re bi hevûdu re
gotin:
- Ev çi serok merokin bavo…min bi zor û heft belan herdu rawestandin û
got:
- Na welê hîn..hîn bila bêhna we fireh be.. dibin her namekê de jî
dinivîse:
Şîşa Tenûrê
Serokê Giştî
Yê partiya (ma ka ew roja Kurd li Kurdistan)
Cardin bû tiq-tiqa wan û bi hevûdu re gotin :
- Em li ser modêlên cil û mekyac û zêran biaxivin baştire, ku em li ser
wêjeya serokên wisa ezît û nexweş bi`axifin. Ji min re çîrok û axaftina
wê pir balkêş bû û ji bo ez li guhdariya wê sar nebim, min hez kir ku
berdewam bike.
Dema Şêrîn û Gulavfiroş ji ken vala bûn, gulavfiroş got:
- Keçê guhdar bikin, weleh dê quloçên we derkevin; di eynî kovarê de, di
jimara çil û sisiyan de, Serokê Giştî bersiva pirsa danasîna jiyana xwe
di hevpeyivîna ku endamekî partîyê pê re kiribû, wisan pesnê xwe dide û
dibêje; Ji her çar perçên Kurdistanê, Kurdên Rojava rewşenbîr û jîr û
zana ne û ji nav Kurdên Rojava, Kurdên êla me rewşenbîr û jîr û zana ne
û ji kurdên êla me, Kurdên li bajarê Qamişlo dijîn rewşenbîr û jîr û
zana ne û ji Kurdên êla me ji yên ko li Qamişlo dijîn Kurdên taxa me
rewşenbîr û jîr û zana ne û ji Kurdên taxa me, Kurdên celda me rewşenbîr
û jîr û zana ne, ji Kurdên celda me, kurdên mala me rewşenbîr û jîr û
zana ne, û ji xwe di mala me de kes ji min pê ve tune.
Cardin bû tiqe-tiqa me hersiyan û em nerawestiyan, ta ku diya Gulavfiroş
derî li me vekir û bi xeyd got:
- Dengê kenê we dighê asmanê heftan, hûn qereçî ne hûn çi ne.. ??????? .
25 / 4 / 2001 - Holanda
|