|
|
Komîta Govarê |
Arşevê Oskan.
Mihemed Seyd Husên.
Mîdasê Azîzî.
.........................................
Zevî bo me şaristane
Sera têde ava bikin
Hemû rengan bi’afrînin
şaxên bedew li ba bikin
çîrok û helbest û nîgar
Tîna dilê xwe sar bikin
Hemû pênûsan bikin yek
Dilê xwendevan şa bikin .
.........................................
Şêwa pêşîn: Hunermend:
Arî Baban.
Şêwa paşîn: Hunermend:
Rustem Axale.
Montîv: Hunermend:
Zaxros û X. Ebdilkerîm.
E-mail:
aroskan@maktoob.com
zevi@amude.com |
|
|
<< Di Bîranîna-28`saliya
Koçkirina Namî De >>
Mihemedê Seyd Husên
Qehremanê
gewre, Kawayê Hesinkar, ji berya 2615 salan ve, dema serê Dehakê
sitemkar perçiqand, pê re jî.. miletê Kurd gerden azad bû, û bi
desteşanî agirê Newrozê, li ser evrazên çiyan hilor bû, mîna bînerekî
dîrokî, muhra xwe di rûpelê zîrîn de payeberz hilanî, herwiha Herîrî,
Xanî û Cezîrî, Feqê Teyran û Pîremerd sêpleke navgiran di cîhana wêjeya
Kurdî de, li paş xwe hiştin û gelekê din jî .....hd .
Dîdar.. lehengê sirûda "Ey Raqîb", di pesn û navtêdana dezgeyên zendegî
de destana mirovên Kurd, bi afirandina wê sirûda berbiçav û yekta gewde
kir û ji wê kîlîkê ve, wan gewremêran gav dane zindariyê û mane
yadîgarin nirixdar, di çand û kûltûra miletê Kurd de û hîç nayên
jibîrkirin, jîware ku îro di vê helekeftê de, her nîviskar vexwendî be,
ku bi mafnasî awira xwe derbarî helbestvanê Kurd nemir Namî de bibêje .
Apê Namî.. gaziya keçikan, marşa xortên Kurd daxwazname, agirê Sînema
Amûdê, girî û şîndarî, mîna wan tertepêlkên paşmayî, li ser ferşên
kevirî nemûşkirî weke pelendarekî bikêrhatî, ji bin xaka Mezopotamiya
pelandine .
Mîna niştîmanperwerekî dilsoz û nemekdar. Li gel wê bizava giranbeha, bê
gûman her ew li rex miletê Kurdistanî, dimîne yadiyeke xawer û di
bîranînên wî de, li ser rûpelên dîrokê, di mîne zindar. Bi taybetî ew
afirandina bê tixûb, di hemû tayên wêjeyî de, ew teriz û çêja mûçkelezî
dihûnandina ristê de .
Nemaze, ew zimanê yekta ku rêpîvanên helbesta kilasîk, li ser tête
damezirandin û bi heman pîvanê, veguhêzeke çak û bilind xiste pêvajoya
helbestê û dergehekî fireh, li ber rêveçûna sirûda Kurdistanî, di asoyên
nêtewnameya Kurdistanî de vekir û eger ku ne şaşbim piştî nemir Dîdar,
bilî Namî kesî din, ev rade di helbesta sirûdî de ne`avêtiye.
Jiyana Wî Ya Ronakbîrî :
Li Serxetê ji dayik bû, li Binxetê, li ser eniya wî hatibû nîvisandin ku
bibe xocakî oldar û ji jiyaneke gireftar nexweza dibûrand .
Di demeke bextreş de, ku ji bilî xwîn, hêsir, bobelat û felaketên kambax
nebûn, hingî Namî ji nû ve, demardarî li bîrweriya wî dibû mêvan, lewra
agirvejîna helbesta kîndar û inirandin ji hinavên wî ew pengizand bajarê
Qamişlo, mîna Feqê Teyran, li ber xumxuma çemê Ceqceqê bi cî bû, û bi
xuşîna awazên avê re, helbestên evînî û sirûdên navtêdanê yên netewî
diherikîn, ji bo tolhildanan, ji bo wê serxwebûn û azadiya dîl, wê çanda
koletî, helperestî ji destê sitemkaran rizgarke.
Hingî bi tundrikî kete şoreşê û ala lephilanînê payebilind hilda, dijî
xizan û belengaziyê, dijî gêl û kewdaniyê û zavê hozperestî, yên ku ew
merbend û zincîr dikirin .
Lewra jiyana xwe kire giraw û qurban, di berevaniya kêşeya miletê xwe de
bi gişit .
Namî weke zanyarekî êşnas, helbestvanekî mest û noşdar, tu helekeftên
netewî, şîn û şahî, bîranînên navdar û pakrewanên Kurd neman, ku wî bi
pênûsa xwe bi helbesta xwe, ew ne hingavt, bi mebestpakî di hemû dabaş û
babetên wêjeyî, zanistî, ramanî de, keda xwe mizaxt, çiku zanîn daçekên
pêşeng didîtin, ji bo hişyariya gel û ew jê re dima rêbaz û helwesteke
hevgirtî, di kar û xebatê de, li gel ku armanca yekem jê re yekîtiya
civat û tevgera Kurdî bû, lewra ji nalîna dilê xemgîn û keserdar dibêje:
Xweş bizane tu dibîne va reşik jî bûne yek
Zû bixirka yekîtiyê dest sitemkaran birîn...
Rê Hevalê Wî Cegerxwîn:
Berya kêm zêde, meh û nivekê heye, ku min gotareke lêkolînvanî, li ser
hevalê wî yê dilsoz û xoşewîst nemir seydayê Cegerxwîn nîvsand û vaye
îro jî, di bîranîna 28`salvegera koçkirina nemir apê Mele Ehmedê Namî
de, heman mijar li ser rê hevalê yek armancê, yek peymanê, yek rêbazê,
ji yek dibistan û hicrika ol û wêje pispor bûn û di yek darêjê de,
hevbestî hevdebûn û herdiwa mildar stûbariya zanîn û şiyarkirina gel, bê
westan hilanîn, di wê qunaxa kelem ne kesxandî, jiyaneke tev rencekêşan
dibûrandin, ta bi pêdiviyên jiyaneke xwerû kêm peydabûn, xelkên oldar û
êlperest nefret didane wan, seraqet zikdirî, sûravk, têkçûn û astengî,
di riya tekoşîna wan de komdibûn, hîç ronahî di dawiya nihûnê de xuya
nedibû .
Lê belê.. ew qet ji desthilanîn nediketin, ji ser doznama xwe ne didan
paş, bi saya wan bîr û baweriyên hesinî, tekoşiyar di qewxa berxwedanê
de, tu baguran nikarîbûn wan ji ser armancê vegerîn in.
Lê mixabin.. temen dibeze rojan bê fedî didize û birîn her ku qemûşkan
digrin, xincereke nepenî dîtir lê vedkole û ji nûve zêmdar vedigere û
îstge piştî koçbûna wan sar mane, mîna wî Ceqceqê rex mala seydayê Namî
ziwa û xemgîn maye, zemanekî demdirêj derbasbûye bêyî ku em pê hay
bibin, vêca pêdiviye ku em lêborînê ji dîrokê bixwazin, nemaze ku me
temen xirş û beyhod berdaye, lê her temen piştî çûna we û bi giştî hemû
gewre mêrên navdar û berhemdar weke we, roj mîna tertêlka hatine
pejilandin .
Ew av û agirê ku we di kefa destê xwe de hildigirt, mizgînî li we be îro
bi hezaran xort û keçên ciwan û zana, xwe ragihandine hafa kar û xebatê
û metodên gehîndarî, hemdemî dixebitîn in. Ew tovên ku we çandin bê
zexelî, di zeviyên ku we kirêb kiribûn, di giyanê ciwanên xwendevan de
kat dane .
Mîna wê xîmava ku di pênûsa we herdiwan de hevrêjî hev, di yek cogê de
valadibû, eger ku em nemir seydayê Namî li ser masa rexneyî binirxînin û
şîrovebikin, bê guman wî bi xwe, di pêşgotina dîwana xwe de lêborîneke
teybet xwestiye, nemaz piştî ku ew ji xwexeber, bi kêmaniya berhemên xwe
hayîbû û her di paxavan de rexne bi erênî dipejirand, ev ji nîrikî ve,
lê.. ji nîrê dîtir ve, ne li ber rexnê û ne di nav destê dijminan de,
hîç ew ji desthilanîn neket, serê xwe ji îşkencên celawizên zindanan re
danexist, tevî ku hingî jana êşa xedar, bê hedan di sînga wî de dixebitî
..
Lewra li gora zanîna xwe dibêjim; Nemir dihate jimartin, nimûneyeke
pêşeng ji helbestvanê zimanê mader re, di hemû qonaxên jiyana xwe de, çi
bi perîşanî û çi jî xenêmayî, her ziman bi xwe, li ba wî kar û xebat û
hem jî helbest û mebestbû û her ziman jê re, dima arezûyeke derûnî û
alaveke gerdûnî, kesanetiya xwe jî di nava tewên helbestê de nependî
dihişt û di gelek îstgehan de, kesanetiya wî ji helbestê cihê dibû, çiku
xwe raspêrî afirandinê dikir û mirovekî ji xwe bawer bû .
Çima Nemir ? :
Namî
mîna cemserekî helbestvanî, xemxur û gûmanbarê bûgîn û pirsgirêka Kurd,
berketiyê rewşa milet ya paşdemayî bû çi civakî, siyasî, abûrî. Vêca bi
rastî li gora karîbûna xwe, nemaze di wan qûnaxên ku nemir ezmûneya xwe
ya helbestyane bi sîmbol û evsaneyan nimûne dikir, li gel yekgirtina
ezmûna kesanetiya xwe bi mirovantiyê re bi giştî .
Naxwe ku mirin û perîşanî du kêşeyên girig bûn li ba wî, lewra kete
kêfrateke piralî û şêweyên dijlay, di rûberî wan de xebitandin, mîna
niştemanekî xweparêz û nûnerîbar, ji zarotya xwe gelek belengazî û
eziyet, ji destê herdiwan dîtin û ew bi xwe bûn, ew bi xwe bûn sedemên
serte, ku hişt bi kovişkî birûskên şoreşê ji serê zixta pênûsa wî vedin,
qîr û hewaran bigihîne ciwanên Kurd, gazî û fîxanan bide navdar û
lehengên evsanî, coş û mêraniyê, giyanê cangorî di jiyaneke sermedî de
bihêle û bi wihareng wan sîmbolên evsaneyî gewde bike .
Jiyana ku Namî dibûrand, di tayê mirinê de bû, her ku bûyereke xwîndar û
xemgîn li ser pînakî Kurdistanê di bihîst, bayê mirinê li pozê wî
dixist, ew ziman, çand û kultûra Kurdî, ku hino hino talandibû, di zikê
yên desthilatdaran de dihate bişaftin, nesaxiyê hîn bêhtir ew dexel
dadihişte zindana azar û îşkencan, poşmaniyê sincê wî davêt ser evrazê,
omîd û hêviyan, li ser lehiya kesera dijberê zilm û zora sitemkaran,
berxwedan dikir.
Lê belê, nemir ji qiram neket, bi wan bîr û baweriyên tund bihur, di
kêferatê de vekir û ma ew helbestvanê milî, ji ezîtiya xwe şûştîbû û di
zemîna jîwar de, ma afrendyarekî serbixwe .
Eger ku em kûr têkêvin jînengeriya gorbihuşt Namî û hûr lê vekolin,
nemaze di ezmûneya wî ya helbestvanî kêşdar de, emê têkevin rêwingiyeke
dîrokdirêj, qunax bi qûnax, rûpel li dû rûpelê, li jiyana vî ciwamêrê
rûmet mezin venerin û berî hertiştî weke mirov û dûv re, çendî akama
niştemanperwerî, wêjeya civaka Kurdistanî lê bûye, êş, kul û derdên
bêtariyên bêbirîn, li gel dîroka şaristaniya miletê Kudistanî û çawa
nimûne destnîşankirine û ew nûneyên perçebûyî bi ser û ber berhevkirine.
Çawa ji kaniyên çand û kultûra netewî helbestên xwe avdane, bi pêşbazî
hêviyên mezin li ser avadikirin û pêre jî daxwaznameyên dilê xwe bi
raweykî lihevhatî ravedikir, lewra ew ezmûneya xweyî taybet ya
helbestvanî berdewamkir û di encamê de, giha ku bejna helbesta xwe, di
asoyên bilinde reftarî ya cîhanî bike û stûneke payebilind, di cîhana
wêjeya Kurdistanî de rawestîne û ristên wî xweş riya helbestê li pêşiya
celebên nûhatî ronî bike û paşê... ew nifşên ciwan pêvajoya seyda tewaw
bike .
Eger ku wî ji nav me koçkir, hîç nayê wê wateyê ku ew mir, lê belê di
damar û giyanên her kesê welathez de zindî ye, çiku wî şîrava bîr û
ramanên xwe, yên berhemdar û wategiran, awir, helwest û pêşinyerên
pêwîst, mîna hunerekî helbestyane pêşkêşkirin û li dû xwe ji me re
hiştin, loma dibêjin tucarî namire !!.
Vêca ezê dûmahîka gotara xwe li ser apê xwe Namî bi şekir bibirim. Di
pêşgotina dîwana Daxwaznamê de apê Namî.. li gel lêborînekê ji xort û
keçên Kurd dixwaze temîniya xwe wilo dibêje :
- (Di vê dema ku ez vê pêşgotinê ji xort û kecên Kurd re dinivîsim, ez
gihame baweriyekê, ku ez di rojên xweyî dawî de me û dûr nemaye ku serê
xwe deynim û kula welatê min bi min re bê veşartin, di gora reş û tarî
de, wekî ko bi hezoran ji vî miletî çûne û bi azadiya miletê xwe kêfxweş
nebûne . Û ez hêvîdarim ji xortekî Kurd ku roja welat azadbibî, ew bi
lez bê ser tirba min û mizgîniyê ji min re bîne da ku êdî ez bi xweşî li
wê goristanê razim) .
Bi soz di 11/12/ an de, ezê tev gurzeke gul, herim ser gora apê xwe û
mizgîniya azadiya perçakî ji welat bidimê .
Qamişlo 1 / 12 / 2003
|