www.efrin.net/zevi
Hejmara berê


Komîta Govarê
Arşevê Oskan.
Mihemed Seyd Husên.
Mîdasê Azîzî.
.........................................
Zevî bo me şaristane
Sera têde ava bikin
Hemû rengan bi’afrînin
şaxên bedew li ba bikin
çîrok û helbest û nîgar
Tîna dilê xwe sar bikin
Hemû pênûsan bikin yek
Dilê xwendevan şa bikin .
.........................................

Şêwa pêşîn: Hunermend:
Arî Baban.

Şêwa paşîn: Hunermend:
Rustem Axale.

Montîv: Hunermend:
Zaxros û X. Ebdilkerîm.

E-mail:
aroskan@maktoob.com
zevi@amude.com

Li Te Digerim

Messud Akko

Li te digerim
Li nêv rupelên mirinê
Û babîsokên tirsê
Li nêv qoqên şikestî
Û deryên xwînê
***
Li Te digerim
Li xak û ezman
Di nêv ewran û mijê de
Di xelekên agir de
Di sêgoşiya baranê
Û mirin û evînê de
***
Li Te digerim
Di nêv volkanê evîna xwe,
Di nêv erdhejana dilê xwe
Û agrê şeyda min
Û giryê jana min
***
Li Te digerim
Di çavin tirsê de
Di ruyên şewitandî
Li xaçrêkin Toros de
Li ser Cûdî û Hemrîn