www.efrin.net/zevi
Hejmara berê


Komîta Govarê
Arşevê Oskan.
Mihemed Seyd Husên.
Mîdasê Azîzî.
.........................................
Zevî bo me şaristane
Sera têde ava bikin
Hemû rengan bi’afrînin
şaxên bedew li ba bikin
çîrok û helbest û nîgar
Tîna dilê xwe sar bikin
Hemû pênûsan bikin yek
Dilê xwendevan şa bikin .
.........................................

Şêwa pêşîn: Hunermend:
Arî Baban.

Şêwa paşîn: Hunermend:
Rustem Axale.

Montîv: Hunermend:
Zaxros û X. Ebdilkerîm.

E-mail:
aroskan@maktoob.com
zevi@amude.com

Gulbejêrek Ji Barzan Name..
<< Barzan Beheşta Heşt Derî >>


Loloxan

1- Dilber hilat,deşt û kelat,derya xebat,
Barzan beheşta heşt derî .
2- Dilber jîyan, şewqa beyan, helmet vîyan,
Barzan firişta sur perî .
3- Dilber netew, hilbû ji xew, şoreş bedew,
Barzan şepala dêm zerî .
4- Dilber cehîr, mahî gizîr, kêwsan xetîr,
Barzan xedengên agirî .
5- Dilber civan, çehre revan, bala kevan,
Barzan şilêr dil kerkirî .

- Şirovesazî:
1- Hilat: şewq veda - Kelat: cihê asê - Derya: ava mezinê . 2- Beyan: sipêde - Helmet: êrîşa leşkerî Vîyan: xweragiriya mirov - Firişt: perîya bihiştê - Sur: dilkêşî . 3- Netew: millet - Hilbû: rabû - Dêm: rû . 4- Cehîr: damizrawê dewleta Merwanî li Amedê - Mahî: kumka çîya - Gizîr: şagird û heyte - Kêwsan: zincîra çîya - Xetîr: yelmûma agir, li çîya tê dadan . 5- Çehre: nexşeyê rû -Revan: revandin û dilgirtin - Bala: sîng û serî ji mirov re û bi teybetî jina bedew - Şilêr: gulek çîyayiye li Kurdistanê tenê şîn dibe - Dilkerkirî: dil qetqetî kir bi hez kirinê .

- Zimansazî:
- Dilber hilat: Ev hevok kirdarîye, û hevoka kirdarî li ser du sersengan ava dibe, dema ko ne têper be:
1- Pêker: Kesê ku bi kirin û kar rabûye (dilber) .
2- Kirdar: Kirin û karê ku pêker pê rabûye (hilat) .
Wa dîyare ku (pêbûyî) cihê wî tune di evê hevokê de, lê cihê wênewaz û gulwazan heye; dema ku hevoka kirdarî têper be, di kirdarê xwe de, li ser sê sersengan ava dibe:
1- Pêker (dilber) 2- Pêbûyî, Pêkirî (dil) .
3- Kirdar (revand) di hevoka (dilberê dil revand) .
Gotina (Hilat) paşmayê (Hilhat) e; wa dîyare ku dukitsazîye (Hil, Hel) û (Hat), wa dîyare ku (Hil) nîşana venihirandinê ye û (Hat) paşbendê pêşwazîyê û payebilindîyê ye û ji dêrînîya bikaranîna pîta (H) e, ji (Hat) hatîye xwarin û milzimanîyê (Hilat, Helat) watayên hêz û xurtîyê dide û vedide wek: (Rokhilat) û (Desthilat) û (Hevîrhilat) û (Sermahilat); wa xuyanê ye wêr û wata rewanbere, çi erênî be yan çi nerênî be .

- Wênewazî:
- Dilber netew, Şoreş bedew: Wênelanê dilberê gulzar û çîmenzare, rengamerêza ciwaniyê û bedewiyê, li sabaqên azadiyê û serberbûnê der dide û vedide .
Dilbera ku bûye ornaga neteweyê; evînê av dide di nava hinav û cerg û mîlakê de, da ko dilîn û hest û miteq gul vedin.
Şoreşa azadiyê rengvedana dilbera evîna zarkêş û kesertûşe, di rengamerêza zordarî û çavsoriya neyarêd çavnebar de, çi keçveşar û çi donxiz.
Kevalê dilberê û şoreşa serxwebûnê rengamerêza têkoşîn û xebata xwînqelen, bi xoragirî û xohelkêşana dest û pê û pişt û pêngavêd rewşenvedar û dilêr ku hildiperîne û hildifirîne, samal û sabaqêd dêzmalêd serberbûna Kurdayetiyê li ser sewdan û hest û dilîn û têrdilînên Barzaniyê cawîd û sergevar, dema ku wî bi tenê Kurdayetî dirêsa û dihûna, bi azarkêşana Kurdneteweyê ve .

6- Dilber elend, xunçe kemend, şengist lewend,
Barzan şewara tirs firî .
7- Dilber siwar, hestim şikar, qebqeb hewar
Barzan bi lenc dil zeftkirî .
8- Dilber çeleng, pêwane deng, pêware reng,
Barzan ruham tîr devmirî .
9- Dilber teter, tore keser, xoşab hiner,
Barzan tîyan cewd tewwirî.
10-Dilber cirîd, cilwe kilîd, derbend renîd,
Barzan çeher tor hêwirî .

-Şirovesazî:
6- Elend: sibê de zû, berbang û beyan .
- Xunçe: bişkoka gulê .
- Kemend: tora zincîr yan dav .
- Şengist:peywendî û têkilî - Şewar: şevbuhêrk .
7- Hest: pêjin - Şikar: ew cinawerê ji bo nêçîrê .
-Lenc: hat û çûna bi nazikî, ji bo dilberan bi teybetî
8- Çeleng: xweşewîst û nazik - Pêwan: agahdarî û pasevanî - Pêwar: tiştê veşartî û nedîtî .
- Ruha: felat û rizgarî .
9-Teter: kesê rêgir û keleş -Tore: zanîn û hişmendî - Xoşab: ava mêwan - Tîyan: germavgeh Cewd: saravgeh - Tewwirî: li hev vegera xûnê (sar û germî)
10- Cirîd: pêşberka siwaran - Cilwe: naziya dilberê - Kilîd: kilîta derî - Derbend: cihê di navbera du çîyan de - Renîd: reng - Çehre: kêsim û durv - Hêwirî: hat xwarê .

- Zimansazî:
- Dilber elend: Ev hevok navwariye û hevoka navwarî li ser du sersengan ava dibe:
1- Serbend (dilber) 2- Berbend (elend); û ji ruxsar û adgarêd hevoka navwarî çaxvekêşe û deqbeste û wata patbende .
1- Çaxvekêşe: Ango li her çax û demê, li ziman siware çi li çaxa bûrî û çi li çaxa li dar û çi li çaxa ayînde .
2- Deqbeste: Ango xwedan şop û şûne, di gêran û dêrana wateya xwe de, çi li sercemî hevokê û çi li ser xwendevan û bihîstvan ve û peywendiya xwemalî .
3- Qaşpatbende: Ango xwedan hêzek dûmdar û dûpat û sêpate, di kirdar û karê wataya xwenî navwarî de, ji ber ko çax tê de ne li dare û nav dest dirêje, bê sînore; li alîkî din (elend) sivik bûye ji (Al) rengê sor û (End) sivik bûye ji (Wend, Vend) du wateyan dide û vedide: (zade, kur) û (werz, wera, berhem); ev gotin wilo saz û tekûz dibe: (Alwend) ango werzê rengê sor, zadeyê rengê sor, ango (Şeveq) berderbûna rokê û hetavê .

- Wênewazî:
- Dilber cirîd , Derbend renîd: Ev wênelanê dûrêzanî kevalêd helbest û dilxwaziyên şoreşgêrî li samalêd poncîn û ramanêd hestbilind reng vedide û heldipere .
Ew kevalê, ku berella bûye, ji serfiraziyê cirîda dildariyê û feyqînê dilorîne, li ser hespêd soreboz, li dûraqeyên bisk û gezî û awirên dilbera dilkêş. Kevalê ku sazûbaz bûye, ji derbend û berwarêd kelişt û kefişta dilbera rûgeş, tevna welatparêziyê dirêse û dihûne, li samalêd Kurdneteweyê. Kevalê ku rengamerêza serseng û xerseng û şax û baxêd sergoriyê vedijenîne, derbend û gewerêd rewişt û mezindeyên welatparêziyê vedicivîne û vediwejirîne, li asmanê asobuhar û samalbextebaran.
Çeşmndazê cirîda evînê û derbendê têkoşînê poncînêd azadiyê serfiraz û payedar dike, li dêzmalê Kurdayetiya gulhinêr û kulbuhêr .