www.efrin.net/zevi
Hejmara berê


Komîta Govarê
Arşevê Oskan.
Mihemed Seyd Husên.
Mîdasê Azîzî.
.........................................
Zevî bo me şaristane
Sera têde ava bikin
Hemû rengan bi’afrînin
şaxên bedew li ba bikin
çîrok û helbest û nîgar
Tîna dilê xwe sar bikin
Hemû pênûsan bikin yek
Dilê xwendevan şa bikin .
.........................................

Şêwa pêşîn: Hunermend:
Arî Baban.

Şêwa paşîn: Hunermend:
Rustem Axale.

Montîv: Hunermend:
Zaxros û X. Ebdilkerîm.

E-mail:
aroskan@maktoob.com
zevi@amude.com

<< Jêderkirina Serveyî >>
(الاشتقاق السطحي)

Ibrahîm Xelîl

Bêjeya (çand = ثقافة), yek ji bêjeyên nû çêkirîne; derbasî zimanê Kurdî bûye û belav bûye, li ser ziman û pênûsên nivîskar û rewşenbîran, wek cîgirekî ji bêjeya (ثقافة) ya Erebî û (culture) ya Latînî re .
Di zimanvaniya Kurdî de, ev bêje wek ku tê xuyakirin wergerandine, ji bêjeya Latînî re (culture) ya ku ketîye pirrê zimanên cîhana şarwer, lê ew weregerandina han, di nerîna min de wergerandineke tîpiye û bi kêr nayê ku wateya (ثقافة ) rahjêyê .
Di destpêkê de, emê bidin ser wê riya ku zimannasê Kurd, yê jêderkar tê re meşiya, ta ku gihişt vê bêjeyê (çand = ثقافة ) :
(Culture) di zimanên Latînî de du wateyên wê hene: (ثقافة – زراعة) .
Di Kurdî de (çandin = زراعة) heye .
Xemnake ku em (in) ji (çandin) rahjênê da bibe (çand = ثقافة); bi vî awayî pirr hevok hatin ziman mîna:
- Çanda gel ثقافة الشعب
- Karê çandî العمل الثقافي
- Navenda çandî المركز الثقافي
Bi nerîneke serveyî, tê bawerkirin ku ev wergerandin di cihê xwe de ye, lê ya rast, ku ev bawerî berbezire (مضلل), ji ber ku binyada wê jêderkirinê: (bêjeya – culture – yeke bi du wateya ye) binyadeke xware û ya rast eve ku (culture) du bêjeyên ne wek hevin, lê li hev siwarbûne û tu pêwestî, di nav wan de tuneye, ji bilî pêwesta yeknivîsînê û yekdengiyê (Homonym) û di zimanên dunyê de, pirr bêje bi vê şêweyê han hene.. mîna:
Sed: (100)e di Kurdî de û (bendav)e di Erebî de.
Bar: (tiştên rahiştî) ne di Kurdî de û (qenc)e di Erebî de û (cihê vexwarina bîra)ye di zimanê Inglîzî de.
Tîr: (kêm av) û (peykanê Kevanê)ye, di zimanê Kurdî de; û her wiha bêjeyên: (bûk – moz – sipî - xwar – nav) du wateyîne di Kurdî de .
Nuha emê herdu bêjeyan bibin û li kokên wan bixebitin yek bi yek:
- Yekem:
(Culture = زراعة): Ev bêje di koka xwe de wiha bû (culterre) yan (cul + terre) û di ferhenga Firensî de:
Cul = qûn , Terre = ax
Culterre = cotkar
Dîyar dibe ku wateya (culterre) = (qûna li ser axê) ye û bi awayekî perwerdetir (culterre = rûniştin û wargirtin); nayê veşartin girêdana (man û rûniştinê) bi (destpêka çandiniyê) û bi guhestina dîrokî ji jîyana komela çêrandinî, ya bê cih bi aliyê jîyana komela çandinî ya bi cih û ta nuha bêjeya (qûnax) di zimanê Kurdî de heye .
- Duwem:
(Culterre = ثقافة): Hatiye derkirin ji bêjeya Latînî ya Kevin (culte = عبادة – طقوس و شعائر دينية) û paşgira (ure) bi dawîya wê vebûye: (culte + ure = culture) ji ber ku girêdanek xurt û ne veşartî heye, di navbera olperestiyê de, ji alîkî ve û xwendin û zanebûn û rewşenbîriyê de ji alîyê din ve, xweş tê naskirin ku koçek û keşe û xwedênas, ew kevintirîn rewşenbîrên wê çaxê bûn .
Em vegerin (ure) ev paşgira Latînî wateya (nav – biçûk – perçe) dide û mînakên wê ji ferhenga Firensî:
- Dechirer (يمزق) Dechirure (مزقة) .
- Fourrer (يـبطن بالفرو) Fourrure (فروة) .
- Parer (يحلّـي – يجمّـل) Parure (حلية – زينة) .
- Serrer (يضغط – يشد) Serrure ( قفل) .
Ji rexekî din ve, tê xuyakirin ku bêjeyên Firensî: (culture – culterre – culte) di paldariyê de إضافة ياء النسبة)) ji hev cudane.. lê yên bi wateyên عبادة- ثـقافة)) nêzîktirî hevin:
- Culture (زراعة ) - Cultural (زراعي ) .
- Culture (ثـقافة ) - Culturel (ثـقافي ) .
- Culte (عبادة) - Cultuel (عبادي) .
Her wiha me dît ku bêjeya (Çand) li bêjeya ثـقافة)) ticar nayê û nabe ku pê bê wergerandin .
Eger em xwe bispêrin zimanê Firensî û gotineke nû jê derînin; rêya rast, ku ez dibînim ji bo afirandina bêjeyeke durust bo (ثـقافة ) bi Kurdî eve:
Culte = Perest .
Ure = ok .
Culture = Perestok .
Culturel = Perestokî .
Her wiha dem (kefîle), ku guh van gotinên nû qebûl bike .
- Gotinek dawî:
(Her kes ji bilî Pêximber, jê tê stendin û lê tê vegerandin) .
(El îmam El şafi'î(