|
|
Komîta Govarê |
Arşevê Oskan.
Mihemed Seyd Husên.
Mîdasê Azîzî.
.........................................
Zevî bo me şaristane
Sera têde ava bikin
Hemû rengan bi’afrînin
şaxên bedew li ba bikin
çîrok û helbest û nîgar
Tîna dilê xwe sar bikin
Hemû pênûsan bikin yek
Dilê xwendevan şa bikin .
.........................................
Şêwa pêşîn: Hunermend:
Arî Baban.
Şêwa paşîn: Hunermend:
Rustem Axale.
Montîv: Hunermend:
Zaxros û X. Ebdilkerîm.
E-mail:
aroskan@maktoob.com
zevi@amude.com |
|
|
<< Zindan >>
Hozanê Girkundê
Zindan tariye têde dinalim
Ji eşqa gulê ez bê hedanim
Ev bûye çend sal têde girtîme
Wilo dikelim mîna volkanim
Ji bona gulê dest bi zincîrim
Ev şevên dirêj bê xew dimînim
Evîna gulê ez serxweş kirim
Jîr û zaname herdem bi bîrim
Tu car natirsim qet ji lêdanê
Ez bûme dîdar ji bo zindanê
Zindan pir sare tê de dinalim
Xwe dikim gorî ji bona canê
Qet ne poşmanim îro girtîme
Tazî û pêxwas jar û birçîme
Ez xwedî qadim bi war û cîme
Tucar li ber wan ne şikestîme
Va nêzîk hatî roja felatê
Vaye gûr dibe arê xebatê
Xebat pir xweşe ji bona dozê
Roja me tê der ji rojhilatê
Xwedî welatin em jî mafdarin
Ji bona kedxwar ne koledarin
Zindanên fireh bo me çêdikin
Li cejna Newroz em Hesinkarin
Qet li me nayê bindestiya wan
Serî danînin li ber darê wan
Ji dûrve hatin ketin gundên me
Em bûne cotkar mane liba wan
Van gundên delal tev ji xewr birin
Buhara rengîn tev ziwakirin
Em mane li paş xizan û nezan
Tev birc û kelat wan dagîr kirin
Îro ji me re va bûne rêber
Wan rê girtine me daye li ser
Axîn ji derdê vê bindestiyê
Li welatê xwe bûne panaber .
|