www.efrin.net/zevi
Hejmara berê


Komîta Govarê
Arşevê Oskan.
Mihemed Seyd Husên.
Mîdasê Azîzî.
.........................................
Zevî bo me şaristane
Sera têde ava bikin
Hemû rengan bi’afrînin
şaxên bedew li ba bikin
çîrok û helbest û nîgar
Tîna dilê xwe sar bikin
Hemû pênûsan bikin yek
Dilê xwendevan şa bikin .
.........................................

Şêwa pêşîn: Hunermend:
Arî Baban.

Şêwa paşîn: Hunermend:
Rustem Axale.

Montîv: Hunermend:
Zaxros û X. Ebdilkerîm.

E-mail:
aroskan@maktoob.com
zevi@amude.com

Name Û .....

Ferhad Içmo

(Diyarî ji bo: Diyar Doskî) .
Kak diyar ...
Silavên ji dil, va ez dişînim
Bi hêsirên xwe, di gel gursek gul
Ji dilkî bêzar...
Bawerke ji min, ev ne gazinin
Kêr giha hestî, şerme rawestî
Bê şerm û fedî, ne bi destê xwe
Ez dikim hawar ..
Ala evînê, wek xewnek sivik
Piştî çil salî
Piştî hêviyên, dîl û qedexe
Di dilê min de..
Nayê ber bi xwar....
Berî du salan, em dost û yarbûn
Dijî bekirok, em dost û yarbûn
Bekirok îro, di nabera me ..
Bê şerm û rûmet, agir dadidin
Wekî gurên har ...
Keko bêje min
Sûcê me çiye, piştî rojên reş
Em li malên xwe, bimînin nexweş ?
Dîl û raketî
Bê peyv û biryar .. !? .
Em bi karê xwe, îro tên kuştin
Em bi xwîna xwe
Ji gunehkî pûç, îro tên şuştin
Em bi keda xwe
Bûne gunehkar.... !? .
Bi zimanê Mîr, çîrok me danî
Dîrok me guhest, ji xêzên Xanî
Bi dehên salan
Me winda nekir, şopa Berzanî
Nizanim çawa
Bi helbestên xwe, piştî rok hilat
Em bûn tewanbar ......!?!? .
Keko gunede, rûpelên erzan
Li deriyê neyar
Bi gep û pariya, kes nabe hozan
Hek em bê olbin
Wek heyv û rokê, nayên veşartin
Helbest û gotar ....
Bi dehên nama, bo te me rêkir
Pelên wa nama
Wek berfa zozan, baranê lêkir
Hêvî her eve
Dostê rojên teng, di firahiyê de
Qet nabe neyar.....
Keko bipirse, ji pêlên Xabûr
Li ber xwe birin, gelek namên me
Gelek gazinde..
Bûye fermana, peyvên rast û hûr
Lê bi destê kê .. ?? .
Bi destê dostê, mîna marê tûr
Li ser qirka me
Di destê neyar, îro bûne şûr
Li rûpelên xwe, dîrok vedgere
Dîsa wek hercar ...
Erê .... erê kak Diyar..
Nizanim çawa ..
Bi destkî winda, neyar dibin yar ..!?
Nizanim kengî ..
Li payîza me, wê bibe bihar ..!?
Ez bi hêvîme, peyva Berzanî
Ji bo gelê Kurd
Bibe wek guhar .....
Dema ku dugot :
((Heger qencên me, tev bêne kuştin
Bi destê neyar
Ji bo xeraban, em jî xwe bikin
Gurê dîn û har....
Baxê Kurdistan, wê her bimîne
Bê kulîlk û dar)) .

30 / 12 / 1999 .