|
|
Komîta Govarê |
Arşevê Oskan.
Mihemed Seyd Husên.
Mîdasê Azîzî.
.........................................
Zevî bo me şaristane
Sera têde ava bikin
Hemû rengan bi’afrînin
şaxên bedew li ba bikin
çîrok û helbest û nîgar
Tîna dilê xwe sar bikin
Hemû pênûsan bikin yek
Dilê xwendevan şa bikin .
.........................................
Şêwa pêşîn: Hunermend:
Arî Baban.
Şêwa paşîn: Hunermend:
Rustem Axale.
Montîv: Hunermend:
Zaxros û X. Ebdilkerîm.
E-mail:
aroskan@maktoob.com
zevi@amude.com |
|
|
<< kurdistan..
Bingeha şaristaniyê >> -1-
Berhevkirina:
Bavê Barzan
Destpêk
:
Zanetiya derbareyê lêkolîn û lêgerînên li ser Kurdistana mêjûyî, îro xwe
gihandiye gehînekek nuh.
Me bawerî hebû ku Kurdistan welatek pir a xweser û taybet e. Li ser vê
riyê em îro derketine ser riyeke êdî mazin û berfireh: Zaniyar û
zaniyarî, nîşanî me didin, ku Kurdistan welatek pir ê taybet e. Ew
Kurdistana ku digotin "bi kêrî tiştekî na yê", dayik e ji şaristaniyê
re! Kurdistan ew welat e ku şaristanî jê derketiyê û çûye li rojavê; li
Israîl, Yûnan û Rom'ê (Italya), li rojhelê; li Hindistan û Çînê belav
bûye. Lê belê îro ji ber xerabiyên dagîrkeran, ji binî ve guheriye û hîç
na yê naskirin.
Neha berhemên lêkolîna wisan zanîneke kûr û berfireh li ber me ne, ku ev
berhemên bêhempa, her yek ji hev cuda, lê belê hemû jî bi hev re,
Kurdistana mêjûyî mîna şûnewarê şaristaniyê destnîşan dikin.
Em îro baş vê dizanin, ku welatê me kevintirîn şûnewarê bajarvaniyê û
milletê me jî milletek xwedan dîrokek pir kevin e. Ji lewre nifşa
mirovayetiyê li ser vî xakê pîroz ji jiyana (heywanetiyê) derketiye,
ketiye di nav jiyaneke mirovane de. Dîroknas û antropologên jêhatî yên
bijarte (binêre xal 1,2,4,5,8), bi xebatên xwe yên hêja, ji me re
spartek û belgename berdest kirine. Ev belgename dibêjin ku Kurdistana
dîrokî dayik û dergûşa şaristaniyê ye.
Grûpek zaniyarên Almanî, di sala 1997'ê de, encama lêkolîn û xebata xwe
ya li ser şopandina reh û koka genêm, di govara naskirî ya bi navê
SCEINCE'î de weşandin. Ji her şeş reşaparçeyên cîhanê çengek genim anî
bûn û bi têknîka zaniyariya herî dawî, bi têknîka DNA'yê, lêkolîn li ser
van komikên geniman kiri bûn. Di encamê de derketibû meydanê, ku reh û
koka hemû genimên cîhanê, ji Newala Çolê, ya ji biniya Çiyayê Qerac
(Amîda/Diyarbekr) e. Anku cara yekem li wê derê genim hatiye çandin.
Şaristanî bi destê jinên vî welatî hate zayin (b:e xal 3), jinên vî
welatî xak ajotin. Her bi vî awayî encama vê lêkolînê nîşanî me dide, ku
mazintirîn şoreşa mirovayetiyê, Şoreşa Çandinê (Agrar Revolution), li
ser vî xakî bûye. Cara yekê li ser vî welatî xak hatiye ajotin û nan
cara pêşîn li vî welatî, li ser ew "kevir û berdên ku ji agîr û duyê reş
û tenî bûne", hatiye lêdan.
Yekemîn xurak ê kontrolkirî, pez bûye. Li Başûrê Kurdistanê, li nêzîkê
bajarê Hewlêrê niviştek kevirî hatiye dîtin, ku ev yekemîn menuyê
lokantayê/ restaurantê ya herî kevin têt zanîn. Temenê vê niviştê tê
diyarkirin ku li dor 5000 salî ye. Di yekemîn rêza vê menuyê de, ev
xurak hatiye nivîsîn: "birinc û pîvaz di nav xwîna berazî de kelandî" .
Her wisan Şoreşa Heyvankirinê (Pastoral Revolution) jî, li ser vî xakî
qewimiye. Hin torî û belgeyên zanistî nîşanî me didin, ku Kurdistana
dîrokî, şûn û warê heyvankirina şîrî bûye: Şoreşa Heyvankirinê, anku
çandina bakteria, di nav şîrî de û her weha jê durustkirina mast û
penêr, ev huner jî, cara yekê li ser vî xakî hatiye kirin. Bi vê şoreşê
jî, şaristanî li ser ruyê xakê belav bûye. Gava mirov hîn bûne, ku ji
xwe re çortan/ keşkê durust bikin, hingê karibûne, bêyî astenga
birçîbûnê, riyên dûr û dirêj herin û bi xwe re, zanîna çandinê jî li ser
ruyê erdê belav bikin. Bi gotinek din; keşk û çortan, li ser ruyê erdê
ardû û benzîna belavkirina zanebûna çandinê bûye.
Cara pêşîn ajel û sewal li ser vî xakî hatine kedîkirin. Şîr li vî
welatî cara yekem heyvan bûye û jê mast û penîr çêbûye. Yekemîn çerx,
dolab jî li mêjû, li ser vî xakî hatiye pevxistin. Weku tête zanîn, bi
pevxistina çerx û dolabê, şoreşa teknîkî weke aşîtê dest bi pêşdeçûnê
kiriye. Anku Şoreşa Teknîkî ya Zanistî (The Scientific Technical
Revolution) jî, her li ser vî xakî qewimiye.
Di sala 1960'î de, li nêzîkê Gola Wanê, bi encama kolandina xakê,
goristanek kevnare derketiye meydanê, ku tê de dolabek erebeyê
derketiye. Ev dolab bi metoda C-14 hatiye analîzkirin û hingê derketiye
meydanê, ku temenê vê dolabê nêzîkî 5000 sal kevin bûye.
Anku Kurdistan; bingeha avabûna çand û şariştaniya Mezopotamiya'yê ye.

Mazıntırîn Şoreşa Lı Dîrokê - Şoreşa Çandınê :
Li jêr ronahiya van spartek û belgenameyên zaniyariyê, em guh bidin
çîroka zayina şaristaniyê li ser xaka Kurdistana kevin.
Encama lêkolînên derbareyê reh û koka nifşa mirovan nîşanî me dide, ku
koka me mirovan, ji reşeparçeya Afrîkayê ye. Li demên têvel, li
Hebeşistan (Etopia) û Kînyayê, hin qaqotên mirovên ji serdemên kevn,
wek, Australopithecus Afarnesis, Australhopitecus Robustus, Homo
Erectus, Homo Habilis hatine dîtin, ku ev çend ji spartek û belgenameyên
vê bîr û baweriyê ne. Lê em ê ji vê pê ve, li ser vê mijarê ne rawestin,
ji lew re, mijara me ya sereke; Kurdistana kevn û domanên mêjûyî ya li
ser vê cografyayê ye.
Li gor encama lêkolînên zaniyariya nûjen, dema ku bav û kalên me yên
herî pêşî, nifşa me mirovên Homo Sapiens, ji reşeparçeya Afrîkayê
derketin û li herêmên nêzîk belav bûn, hingê Heyama Neolîtîkî - destpêka
serdema berdî bû. Ta ku mirov xwe gihandi bûn vê serdemê, weke lawir û
sewalan, di jiyananeke sext û dijwar de dijiyan. Xurak nîn bû. Weke
refên kulî, li der û dorekê, çi bi destê wan keta dixwarin ne dihiştin;
pisîk, seg, mişk, kurm, şeytanok, giya û hwd.
Dema tiştê xwarinê li der û dora wan ne dima, hingê jî, ciyê xwe
diguhestin û ji wir diçûn şûneka din. Koçerên nêçîrvan bûn. Çek û
pûsatên wan, dar yan jî rim û tîrên serî bi heste bûn. Lê zivistanên sar
û dirêj nêçîr ne dibû. Hingê weke mûriyan, çi tiştên xwarinê bi ber wan
keta, bihar, havîn û payizan ew didane hev. Hem nêçîrvan û hem jî
berhevkar bûn. Jin li ber koza êgir li bendî hatina peyayên ku çûbûn
nêçîrê diman û sexbêriya zaruyan dikirin.
Rojekê gava jinên li ber koza êgir dimeyizînin, ku wan tovên genimê bejî
(Tritticum Dicocciodes) ku jê çend kulm, ji bo xwarina zivistanê ji xwe
re komkiri bûn, di avê de dîsan şîn tên, hingê jin ew dîsan li erdê
diçinin. Bi vî awayî, ew xwarina ku şaristaniyê dizêne, bi destê jinên
vî welatî tê holê. Arkeolog û lêkolînerên pêşde û naskirî yên wek Gordon
Child, ku xwediyê berhema bi navê Li Dîrokê Çi Qewimî? 1942, (be xal 3)
û Robert James Braidwood ê xwediyê lêkolîna bi navê Lêkolînên Pêştarîxî
Yên Li Kurdistana Iraqê, 1960, bi spartek û belgenameyên lêkolînî yên li
Kurdistanê, hatine vê encamê. Newala Çolê li Amîda/ Diyarbekrê û gundê
Çermo li navbera Kerkûk û Silêmaniyê, yekemîn şûnewarê çandina genim û
xwedîkirina ajel û sewalan bûne.
Tritticum Dicocciodes, ew genimê bejî ye, ku tenê li ser ruyê erdê di
navbera 600 ta 1300 meter ji pileya behrê bilindtir de, şîn hatiye. Gava
van jinên li ser xaka Kurdistana dîrokî şitlên tritticum dicocciodes
dîsan diçinin, hingê mazintirîn şoreşa li mirovayetiyê, Şoreşa Çandinê
(Agrar Revolution), li dîroka mirovayetiyê li ser vî xakî tê holê.
Kedî` û Xwedîkırına Ajel û Sewalan :
Nêçîrvanî û berhevkariya her xurak û pêxwarinek û paşê jî çandina genim
û şitlan, van jîndarên hov kiriye goran, dêman, niştecih û mirov. Îklîma
nerm û germ a deşt û zozanên Mezopotamiya Bakurî (Kurdistanê), bûye
bihuştek li ser ruyê erdê ji bo van mirovên zikbirçî û hov. Gava xwe
hînî çandinê kirine, hingê zikê wan têr bûye û mejî jî dest bi cîkirina
kar û barê xwe yê hizirî û fikrî kiriye. Gava zik her roj bi sîstematîkî
û bi ewletî hatiye dagirtin, karguzeriya hizira mejî jî dest pê kiriye.
Hingê çavê wan vebûye û li der û dora xwe mîna mirovan temaşe kirine, ne
ku weke sewalên tim zikbirçî, li pey xurakê bûne. Anku hinek bihna xwe
vedane û li rewşa der û dora xwe meyizandine û xwastine tiştan, xwezayê,
fêm bikin. Xwastine jiyanê fêm bikin. Ew hewa û bayê xweş ên zozanên
Kurdistanê jî, ji van mirovên seretayî û destpêkî re, bûye weke Baxê
Îrem, bihuşta li ser ruyê erdê.
Yekemîn xurak ê kontrolkirî, pez bûye. Pez bi hêsanî li hev kom kirine û
ew li dehl û şikeftan kom û bend kirine. Li gor pêwîsityê jî, ew ser
jêkirine. Gava di xwedîkirina pezî de, xwe gihandine hinde pêzanînan,
hingê dest bi kedîkirina berazan, mirîşk û şamiyan kirine. Her bi vî
awayî hêsp jî, ji xwe re bend û kedî kirine.
Em nuha ji pênûsa nivîsevan û lêkolînerekî amerîkî yê hêja û bi rûmet
Harry G. Nickles, rola Kurdistana dîrokî ya di zayina şaristaniyê de
bixwînin: "Ji bakurê bajarê hevdemî, bajarê Bexda'yê axa Kurdistanê
destpêdike. Ew welatê xwedî gir, ku çarmedor bi heşhûnayî û xwedî îklîmê
xweş, li nav herêmên Îraq, Êran û Tirkiyê dikeve. Li wir ne çi bajarên
girîng ên nûjen û ne jî bermayên dîrokî yên wisan berçavî hene. Jiyana
gundiyên vî welatî hema bi sedan sal e, ku piçek jî ne hatiye guhertin.
Lê belê ji hêla mêjûyî ve Kurdistan xwedî taybetiyek bi serê xwe ye.
Tiştê ku vê herêmê ji ciyê din cihê dike, di mêjûya şaristaniyetê de
bûyera xwurakê - bûyera çandina şitlan û kedîkirina ajel û sewalan e. Li
gor hemû materiyal û spartekên arkolojîkî yên li ber dest, ev gavê mezin
cara pêşîn li ser ruyê erdê, li vî welat hatî avêtin. Cara yekemîn bi vê
pêşketina li Kurdistanê, mirov xwe hînî çandin û kedîkirinê kirin û her
bi vî awayî bi şêweyeke hemdemî bidestxistina xwarinê ji xwe re ewle
kirin û herdem bûn xwedîxurak. Bi vê bûyerê bingeha hemû şaristaniyê hat
lêkirin û riya avabûna gund, bajar, netewe, şahînşahî, hunera nivîsê,
wêje, qanûn û zaniyariyê vebû.
Kes ni zane ku rengê van yekemîn cotkarên kurdan çawa bû, çermê wan chi
reng bû û bi çi zimanî dipeyivîn. Ev mirov bi hezaran sal berî destpêka
dîroka me hatibûn jibîrkirin. Em îro ewana, bi riya agahdariya bermayên
pir kêm û kurt û bi riya materiyalên pûç û riziyayî, ku mirov li bin ew
girên ku jê re dibêjin (Til) û li Rojhilata Navîn hema li her der û berê
têt dîtin, nas dikin. Lê belê hin hestiyên mirov û ajelan, perçena ji
alav û navgînan û teneyên zadî, zaniyariyan didine me ku ev mêr û jinên
li rojgariya dîroka kevin, rewşa mirovayetiyê ji binî ve, ser û bin
kirine û mirovayetiyê ber bi jigirêdayî mayina bi xurakên diyariyên ji
xwezayê ta desthilatdarî û kontrolkirina hebûna xurakê, bi herdemî ve
birine.
Ev bi hezaran sal e, ku mirov hatine ser ruyê erdê, lê awayê peydakirin
û bidestxistina xurakê wan ji destpêkê ve ye, ku her weku xwe maye û
hema qet ne guheriye. Mirovên kevn di nav refên biçûk de dijiyan û li
xwezayê, çi tişt bi destê wan keta wî dixwarin. Jin û zaro fêkî, dan û
zad berhev dikirin, reh û kokê giyê ji erdê hildikişandin û ajelên
nekedî yên wekî kûsî û şeytanokan, ku bi hêsanî dikaribûn bigirin ji xwe
re digirtin. Mêr û peya jî diçûn nêçîra ew ajel û sewalên ku dikaribûn
bikuştana. Carina xwarina wan pir bû, lê birçîbûn her dem li ber deriyê
wan digeriya.
Gava refê van mirovên kovî xwarina ku bi dest ve xistibûn dixwarin û
gava tiştekî xwarinê li dewr û berê wan ne dima, hingê ji wir bar
dikirin û diçûn û koçê ciyekî dinê dikirin.
Pir hêdî hêdî, di navbera zemanek dirêj wek bi deh hezaran sal, mirovan
têknîk peydakirin û bi destxistina xurakê xwe baştir kirin. Ji xwe re
alav, navgîn û çekên baştir peyda kirin. Di nêçîrê de jêhatîtir bûn û
zanebûna wan, li ser giya û hêşinahiyê pirtir bûbû. Hema bi nêzîkî 9000
sal berî Îsa'yî, êdî hin refên mirovên kovî bêyî ku koçê vir û wir
bikin, xwe hînî jiyanek dêmanî kiribûn.
Ev yek tenê li wan dewr û berên dunyayê diqewimîn, ku li wan deran, ne
serma û ne jî germayiyeke xedar hebû û yek ji van ciyên ku ji van
mirovên kovî re bûbû Baxê Îremê; Kurdistan bû. Li vî ciyî pez li nav
mêrgên xwedî giya û hêşinayiyên bilind -Ew giya û hêşinayiya îroyîn ku
em jê re dibêjin genim ê bi simbil ku teneyê zadî dide- ji xwe re
diçêriyan." Bi kurtî: Kurdistan buhuşta serzemîn bûye.
Rastiya ku Kurdistan dayik û dergûşa şaristaniyê ye, ne tiştekî wisa nû
ye ku hîna taze hatiye kifşkirin û gotin. Ev rastî hema nêzîkî sed salan
e, ku li ser devê zaniyarên pêş de û bijar de, yên hevdemî ye. Ji
Darwîn'ê bigire ku gotiye "ajel û sewal cara yekê, li bakura
Mezopotamyayê hatiye kedîkirin", ta programên radyoyî û televîzyonî,
hemû li ser vê rastiyê leqirdî kirine û hîna jî dikin.
Lê belê hemû jî, dema li ser vê mijarê dipeyivin, kes gotina Kurdistanê
nahêne ser lêvên xwe û na bêje "Kurdistan". Hemû jî ji ber astenga
ramyarî û siyasî, gotine û dibêjin yan "bakurê Iraqê", yan
"Mezopotamiya" yan jî "Başûrê Rohelatî Tirkiyê". Tiştê ku vê têksta li
ber me, ji wan ên dinan cihê dike ew e, ku li vê tekstê nivîsevanê hêja
û bi rûmet ê Amerîkî Harry G Nickles, li her xal û ciyên grîng de, wî
rastiyê ne veşartiye û navê Kurdistanê zikr kiriye !.
Ev nivîs di sala 1969'ê hatiye nivîsîn û kad û behsa xebata grûbek
zaniyarên Amerîkî ya li bin serokatiya arkeologîst Robert J. Braidwood
ji University of Chicago dike ku sala 1948'ê çûye Kurdistana Başûrî û
gundekî Kerkûkê ku jê re dibêjin Cermo. Li vî gundî bi kolana erdê bi 7
meter û nîv, lêkolînek arkeologîkî kirine. Di encama vê lêkolînê de fêm
kirine ku, berî zayina Isa'yî bi nêzîkî 7 hezar salan, li vî gundî
mirovan erd ajotine, ajel û sewalan xwedî kirine. Anku bêhtir ji 9 hezar
sal berî zemanê me !.
Vêca li vir dixwazim li ser vê yekê vî tishtî bibêjim: Ta neha ji ber
hin sedemên neyînî û menfî, lêkolîner û zaniyarên me kurdan ni karibûne
li ser dîroka me lêbikolin û binivîsin. Lê belê ji vir û pê ve min
hêvîdariyek mezin heye ku zaniyar û rewşenbîrên milletê me, bikaribin
xebat û lêkolînên layiqê dîroka milletê me yê wisan kevin û wisan mezin
bikin û em tiştên welê, ne ji devê xelkê bibihîsin. Xwezî bi wê rojê ku,
me berî her kesî şarezayî û haydarî ji van tiştan hebûya.
(Dumahîk tê..)
Çavkanî - Spartek - Bıneretın - Belgename:
1- Darvin, Charles/The Origin of Species, 1859. (çavkaniya derbareyê
Kedîkirina Ajel û Sewalan-hesp, Kedîkirina Ajel û Sewalan/Domestication
of Animals).
2- Wigram, Edgar T. A./The Cradle of Mankind-Life in Eastern Kurdistan,
London 1914. (çavkaniya derbareyê avabûna mal, gund û bajarên yekemîn li
cîhanê) .
3- Child, Gordon/What Happened in History, 1942. (çavkaniya derbareyê
dîroka çandinê bi destê mirovên (jinên) Kurdistana dîrokî: Þoresa
Çandinê-Agrar Revolution) .
4- Braidwood, Robert J./ American Anthropological Association,
University of Chicago, The Jarmo Projekt 1948. (çavkaniya derbareyê
çandina genimî û kedîkirina ajel û sewalan - Agrar Revolution /
Domestication of Animals) .
5- Braidwood, Robert J. / Prehistoric Investigation in Iraqi Kurdistan,
1960, (çavkaniya derbareyê Þoresa çandina Genimî û Kedîkirina Ajel û
Sewalan - Agrar Revolution and Domestication of Animals)
6- Nickles, Harry G/ Middle Eastern Cooking/ The Food That Launched
Civilisation, 1969. (çavkaniya derbareyê çandina genimî û kedîkirina
ajel û sewalan - Agrar Revolution/ Domestication of Animals)
7- Scıence, Site of Einkorn Wheat Domestication Identified by DNA
Fingerprinting, 1312-1314, 14-11-1997. (çavkanî, spartek û belgenameya
zanistî derbareyê reh û koka genimê cîhanê ji Çiyayê Qerac -Amîda- têt.
8- Prof Stuart Piggot/ The Beginnings of Wheeled Transport System.
Scientific American, July 1968, p. 82-90. (çavkaniya derbareyê
pevxistina yekemîn dolab/çerx li mêjûyê mirovayetiyê).
9- Încîl; Afirandin (2, 8 - 15), Her wekî din jî nimandinên Pirtûka
Pîroz a Kevin derbareyê Horiyên Herranê.
|