|
|
Komîta Govarê |
Arşevê Oskan.
Mihemed Seyd Husên.
Mîdasê Azîzî.
.........................................
Zevî bo me şaristane
Sera têde ava bikin
Hemû rengan bi’afrînin
şaxên bedew li ba bikin
çîrok û helbest û nîgar
Tîna dilê xwe sar bikin
Hemû pênûsan bikin yek
Dilê xwendevan şa bikin .
.........................................
Şêwa pêşîn: Hunermend:
Arî Baban.
Şêwa paşîn: Hunermend:
Rustem Axale.
Montîv: Hunermend:
Zaxros û X. Ebdilkerîm.
E-mail:
aroskan@maktoob.com
zevi@amude.com |
|
|
<< Siwarê Hespê >>
Baran Baravî
Destê
xwe.. da sitiwê hespê xwe û zengoyê xwe lêxist .. Rêl tev de li ber
çavên wî mîna xewnekê derbas bûn, û ... li ber dara dawî, keçek dît.. bi
hevsarê hespê xwe ve girêda .. careke dî zengoyê xwe lêxist, keç bi
hevsar ve dihat kişandin ..
Bi girtin û vekirina çavên wî re.. hezar qonax derbas bûn, ji ber lez û
tirsa wî, dema ku giha çolistanê rawestiya, bang li keçikê kir : “Gulê
rabe .. ez û tene”.
Deng ji Gulê nehat, careke din zengoyê xwe lêxist..û birê de ma, ta ku
lê bû êvar.. li ber girekî, hespa xwe girêda .. û destê Gulê ji hevsar
vekir, herdu destên wî bi xwîn bûn.. mat ma demekê, hêstirek rijand,
ramûsanek da lêvên wê, lêvên wê qelişîn, bi harî ew da ber sînga xwe,
sîng û dil û hinavên wî tev sotandin, rabû da ku gewdê wê hilgire, herdu
lingê wî, di bin giraniya Gulê de herifîn û binax bûn, ta ku serê wî
hate veşartin.
Gewdê gulê.. jê re bû gor, lê hîn jî ew di gora xwe de sax maye, ramanan
dikşîne ser rewşa xwe ya berê.. bi çelengiya xwe ramanan dike .. bi
hespê xwe, hîn jî hespê xwe dibîne, nêzîk li gora wî girêdayî maye, lê..
hesp wî nabîne, ew jî li benda siwarê xwe ye, ku bê û ji nûve ..
zengoyan lêxîne ....
22 / 5 / 1999 .
|