|
|
Komîta Govarê |
Arşevê Oskan.
Mihemed Seyd Husên.
Mîdasê Azîzî.
.........................................
Zevî bo me şaristane
Sera têde ava bikin
Hemû rengan bi’afrînin
şaxên bedew li ba bikin
çîrok û helbest û nîgar
Tîna dilê xwe sar bikin
Hemû pênûsan bikin yek
Dilê xwendevan şa bikin .
.........................................
Şêwa pêşîn: Hunermend:
Arî Baban.
Şêwa paşîn: Hunermend:
Rustem Axale.
Montîv: Hunermend:
Zaxros û X. Ebdilkerîm.
E-mail:
aroskan@maktoob.com
zevi@amude.com |
|
|
<< Pêşgotin >>
Xwendevan û nivîskarên rêzdar :

Arşevê Oskan
Çi kes bin, yan sazî bin.. heger ku bi giraniya barê xwe nezanibin,
yan jî sûde ji ezmûneyên xwe hilnegirtibin, bê gumane ku wê li gelek
dergehên teng û nependî rastbên, ne mebesta mine.. ku ez pêvajoyê di
çavên we de tîr dikim, lê giringe ku kes xwe wek leheng, di sînga wêjeya
miletê xwe yê jar û belengaz de nebîne, ev sîng meydana hemû lawên
dilsoz.. yên ku vê sîngê ji birînan diparêzin ...
Heger mirov vajî vê rastiyê bibîne, tê wateya ku mirov bi nirx û
bedewiya pêvajoyê nizane û nasnake, yan jî pêdiviya qonxê li pîvana
mercên guhertinê ronahî nabîne, li vir tiştekî din xwe dide pêş, ku ew
mirovana ne ronakbîrin, û taybetiyên rewşa ewarte ya li ser miletê Kurd
dane keysa xwe, û destên xwe bi serxweşî li dîwarê dîrokê, bê pesporî
xistine û civat bi xwe re tarî hiştine, da ku bejna wanî zirav neyê
pêvan....
Li min negrin gelî bira ku min hinekî da nav, lê ji ber ku em nadin nav,
emê nikarin jî delav qam bikin .... rewş wisaye, xirecira me li ser
pişta vê dayika dil bi kul û westiyayî ji birînên bindestî û
serpêhatiyên demê... Rastî hinekî tale, lê carcaran talî dermane. Di
ezmûneya govara Zevî de, me gelek serpêhatî û derdên mezin pelandin, hem
ji aliyê saziyan û hem ji aliyê ronak-kiwîrên keysebaz, lewra min xwest
ez li ser vê xalê çendî rawestin, dibe ku wê hingê, ev çend xal bibin
rêbazeke rexneyî, ji bo serastkirina hin ramanên beravêtî û têkeve
mijareke taybet di bîreweriya me de... tevî ku rexin li cem me sosrete
ne wisa ye !!?? ....
Heger partiyên me bi berhemên xwe tenê dakevin, û ronakbîrên me bi çend
hevalan re bêne xêzkirin, mirov matmayî dimîne li xwestekên wanî netewî,
ango ew jî dibin mîna êl û komikên sînorkirî, di berjewndî û navtêdanan
de, ev kar jî xetereke mezin li ser me dihêle, lê ya ku hêvî û baweriyên
me li ser lingan disekinîne, dîsa hebûn û afrandia nifşekî bedew ji keç
û xortane, yên ku em roj bi roj dibînin û dibihîzin, ku zemînek ji xwe
re raxistine, bi mejîkî vejandî û hêzeke sazkirî li pêlan siwar dibin û
qonaxên kilasîkiyetê derbas dikin ...
Em jî bi zimanekî serbest ji wana re dibêjin, zeviyên me bi pênûsên we
dixemilin, bi xêr bên nav Zeviya xweyî bendewar, seyrana zindîbûnê
bigerînin, kulîlkên wê bi pênûsên xwe avdin û bê minet wan bînbikin.. pê
re hêvî bi we re digirnije ...
Têbinî: (Di helkeftina weşana (10) hijmaran ji govara Zevî, me xwest em
pirsekê ji we bikin û di hijmara (11) an de, bersiva we, di beşekî
taybet de biweşînin, pirsa me jî eve: “Nerîna we li ser Govara Zevî di
derbarê naverok û kêsim de”. Bila ne pêhtirî du rûpelan be,Hûnê ji
kerema xwe li ser vê êmêlê rêkin: zevi@amude.com ......... zor sipas) .
12 / 12 / 2003 .
|