www.efrin.net/zevi
Hejmara berê


Komîta Govarê
Arşevê Oskan.
Mihemed Seyd Husên.
Mîdasê Azîzî.
.........................................
Zevî bo me şaristane
Sera têde ava bikin
Hemû rengan bi’afrînin
şaxên bedew li ba bikin
çîrok û helbest û nîgar
Tîna dilê xwe sar bikin
Hemû pênûsan bikin yek
Dilê xwendevan şa bikin .
.........................................

Şêwa pêşîn: Hunermend:
Arî Baban.

Şêwa paşîn: Hunermend:
Rustem Axale.

Montîv: Hunermend:
Zaxros û X. Ebdilkerîm.

E-mail:
aroskan@maktoob.com
zevi@amude.com

<< Nameyek >>

Anahîta

Nama te di dilê min de
Hêlînek ji xwe re çêkir
Çiv-çiva peyvên te tê de
Dil ê min fêrî firê kir

Bi hêviyan yan bi xewnan
Te ev nameya nivîsand
Yan bi tîrêjên dilê xwe ?!
Hestê xwe te lê neqişand

Germahîya rastiya te
Te di xewnên min şiyar kir
Tenikbûna daxwazên te
Nîgarê Te bo min çap kir

Çawa bersiva te bidim ?
Raman û dil te tev revand
Mezinbûna komên pirsan
Min li dûv bersiva gerand

Ezê di quntara dil de
Bersiva te binivsînim
Di nav pêlê şevên xwe de
Ez ê nama te hilînim.