|
POR
GULÎVANKÊ
Nîzamettîn Akkur
Dilê te bideman
bû, hatibûyî ku ji pismamê dilê xwe xatir bixwazî.
Tu nû pê hesiyabûyî ku dê mêvan
here. Lewma te agirê çemberê pêxisti bû û bi bayê bazdanê
derketibûyî ji bo pêşwazîkirina wî, li sehaya futbolê, bi navê
dîtina dawî, di navbera nîv demjimêrî de-hê porên te şil bûn, di
bin ronahiya hîvê de çavên te diçirisiyan-tu bi xwe jî tê
nedigihîştî ka çima ewqas dilşa û rûgeş bûyî (çûyîn hebû û dilê
te biçoş, rûyê te biken bû)
Ev dîtina ku di bin tavehîvê de bi
we her du kesan, li wê qada tenişta xwaringehê, piştî wê rûdana
bajarê jor ê nav gelî bi çar demjimêran û li bendêmayîna ber
darsobeya kêlek avahiya nîvco pêk dihat, ji bo te him duriyan û
him jî çatariya jiyanê bû: Ew lerza ku hestiyên te ber bi
qefilandinê ve dibir, ji ber vê egerê bû.
Dengê te bilerz bû, çokên te bilerz
bûn, gavên ku di nav peroşmendiya bêrave de diavêtin jî, bilerz
bûn. Lewma te kulmên xwe dişidandin, diranên xwe bi ser hev de
dikepisandin û gotinên xwe li kurtebiriyê dixistin.
Hate bîra te, beriya çend xulekan
bi çavên te ketibû, agirê ku te pêxistibû jî wisa bilerz bû. Ji
kû derê rû dabû te jî nedizanî-tenê li xwe heyf dianî-heçku
çokên te nelerze, dê ew agir jî nelerize. Ew pêwendî ji kû derê
bi te rê çêbi bû, te bi xwe jî nizani bû.
Tenê tiştek bi te dihate zanîn, ew
jî hesta tewanbariyê bû; ji serê lingan heya serê mûyên porên
xwe bi vê hestê dierçiqiyayî.
Di hundir de, di hundirê mala ji te
bi sed gavan dûr de, pêtên agir dileriziyan: Te di livandin,
tevgerîn û libatên xwe de bergiriyên xwe digirtin!
Ew diaxiviya û çi di tûrikê wî de
hebû, bi hewldana valakirinê berpêşê te dikir, li ber çavên te
ên kûr û çalekortî. Wek çavên te her derên te dileriziyan ji
sermayê. (ji sermayê?)
“Ma li te pir sar e?’’
Bi şermînî bersîva te ji nav wan
lêvên te ên zîvalî derketi bûn:
“Sar e, lê nabe pirsgirêk!’’
Te li xwe mukir nedianî, ema hesta
vê sarbûnê te ji berê de dizani bû, ji wan salên zarokiyê, ew
raboriya dûr, ya ku bi giraniya xwe namilan ditewînin, patikan
kûrmî dikin, ya ku di her bîranînê de hemû laşê te bi ser hev û
dî ve dierçiqand, diperçiqand û diguvaşt.
Te dizanî, sarbûn tenêtî bû,
tenêtiya di nav hezaran kesan de bû, ya nayê rakirin û
hilgirtin, ya ku birîndarker bû.
Û her ku tu bi tenê dimayî, bi
erçiqandin û perçiqandina bêpênase ve li kêlek hev dimayîn, tu
ewqas birîndar û parçe dibûyî. Laşê te qul û qul, kun û kun
dibû; weke moxil û bêjingan.
Bi tenê mayîn parçebûn bû, tu her
roj bi tenê dimayî.
Êdî tu hati bûyî rewşeke wisa ku te
di rojaneya xwe de, ji bo tenêtiya xwe dinivîsand û digot,
“Yekane ye, hevala min, ya ku li min xiyanetê nake’’ Ewqas ku tu
dilsozê tenêtiya xwe bûyî. Te jê hez dikir. Ya jî te wisa hizir
dikir ku tu jê hez dikî. Hebûn û nebûna te ew bû. kesî tiştek
nedabû te, lê di dawiyê de te ji xwe re hevalek peyda kiri bû.
Dayika te ji te dûr di nav mij û
morana cîhaneke din de, di hundirê westandineka ku bi te çi wate
pê nedihate dayîn de, bi dirûveke çilmisî, bi derbirîneke wek
her dem û bi çavên zenûn di hundirê kêrsimandina hiş de peyda
dibû û wisa bi te dihat ku hetanî çiyayê Qaf ji te dûr e. Te jî
dizanî hezkirineke karibe bide te pê re tune bû. Ger hebaya jî
mecal û derfetên wê yên dayînê tune bûn. Ji te re tenê û tenê ew
para veqetandî, ya hatî terxandin a çarenûsa diyar dima. Beş û
pişka te ev bû: Jê nehatî hezkirin!
(Wê demê haya te jê tunebû, lê pişt
re dê tu pê bihesiyayî ku bûye hesta te ya mayînde)
Bi vê jî nediqediya, di ser de jî
gava ku ew dîmen û xwiyangên li ber çavên te cardin cardin xwe
vedijinandin, hemû raçavkên laş û bedena te ya nazenîn bi ser
hev de dihate kişandin û bi te qasên dojehî didane jiyandin, li
ser navê bêeleqedariyê û jixwe kesekî/e bi te nîşan bide tune
bû, ji bilî xwîşka te a mezin, ya ku di hewla ezmûneyên curbecur
hetikandinê de baş niqokar bû.
Di her carê de te lê dinêrî û bi
wan çavên te ên kortikî dihate dîtin ku ciyek vala, kêm û noksan
dimîne û bi tu cureyî şûna pêsîr û paşila dayikê nagire.
Jiyana te ya pêmenê gelek tiştan
dihişt ku tu zûtirîn bi rastînên sext û tund yên jiyanê û yên
xwe re nasdar bibî û bi tûjbûn û dijwariya wan re rû bi rû
bimînî.
(Ew agirê ku te pêxisti bû, car
carna weke beledan di ber çavên te de zindî dibû û hebûnê bi te
dida hesandin, ema ev yek çend xulek derbas nedikir.)
Û her ku tu bi wan rastiyan nasdar
dibûyî, te didît û pê derdixist ku di hundir de bi wê zarokiya
xwe ya ku bêderfet maye parçe parçe dibûyî, di cî de dihatî
rewşa moxil û bêjingê, li derve jî ew kesaniya ku ji jiyê te
mezintir bû, bedena te a lewaz, qels û nazenîn a ne zêde
bejinkurtik, di bin giraniya xwe de bi erdê ve ditepişand û êş û
jana nayê hedarkirin pê dida kişandin.
Rengê serbazekî ku ji sê şeran bi
binketin derketiye li te diket.
Lewma te jiyan tim wekî berberekî
ku divê şer li hember bê vedan didît. (berberiya ku tim tu bi
bin dixistî) Civak jî jixwe tim û tim asteng datanîne pêş te.
Heta astengkarê pêşketina te bû û-bi gora hizra te-nedihişt ku
tu nefes bistînî û bidî.
Baş e kê asteng datanîne pêş te?
(te bi xwe jî nizani bû) Lê bi ya te her kes astengkar bû ji bo
te. Lewma te dikir û nedikir li ba te hezkirina mirovan pêk
nedihat. Ji ber vê yekê dijmin û neyarên te bûn, ji ber vê yekê
berber û rikeberên te bûn, raqîb û dijberên te bûn.
Ew şerên ku di nav bêdengiya kûr de
te li dar dixistin li hember wan kesên dexesdarên te, di jiyên
te ên piçûk de rû dabûn û her ku te jiyek diavêt ser wê rêza
temenê xwe, ew şer jî ast û radeya xwe a dijwariyê girtirîn
dikirin.
Toq li serê hevalên te nemabûn, tev
bi destên te-bidizîka-hati bûn şikênandin. Hinekan bi ser xwe de
ji nişka ve ava kelandî peyda dikirin, hinekan jî kezî û guliyên
xwe ên hatine birîn didîtin li ber çokên xwe û di nava qajewajan
de beref diya xwe direviyan. Di her neqlê de li ciyê ku te xwe
veşarti bû ew çavên te ên çalekortî bi xiniziyeke bêpênase û
rave hawîrdorên xwe dişopandin.
Tu tenê û bi tena xwe bûyî. Li
hember te cîhanek hebû; hemû cîhanê berberiya te dikir.
Loma tu, bi gora xwe mezin bûyî (
kesekî ku te ji xwe re model bigirta tunebû û peyda nedibû li
ser rûyê erdê) lê bigorxweyiya te ji sînor û çembera ramanên
heyî weke ku dernediket, ji ber ku li pêşberî xwe û di asoyê xwe
de tu model nedidît, nikari bû hêza xwe berhev bike û xwe bike
modeleke nû. Da ku tu bijî, diviyabû ku tu şer vedî. Şer vedan
jî belavkirina hêzê bû. Komkirin û berhevkirina hêzên agirbes
bû. Tu, qasî ku bi berberiyên xwe re karibî agirbesekî li dar
bixî ne xwedî şiyanê bûyî. Ji ber wê yekê di temenê te de
rawestgehên agirbesê tunebûn. Te li kû dera xwe dinêrî, ya
kozikên parastinê bûn, ya jî sengerên êrîşê bûn. Bi te ne
paşsînor ne jî piştçeper peyda bûn.
Di bingeh de jiyana te raz û
nepeniyek bû. Te bi xwe jî raboriya xwe nizanibû ango weke
taktîkekî şerê te ê bêdeng ji hêla te ve hati bû jibîrkirin.
Tiştên ku mabûn jî bibûn ber û kevirên tirsa te:
Di her qasa bibîrxistinê de tu
direvandin û ji hêza dahûrî, têkilî û pêvendiyên malbata ku tu
jê hatibûyî dûr dixistin.
Raboriya te ne genciya te a veşarî,
bibû tirsa te ya fişarî. Te, yek; ji însanan hez nedikir û dido;
ji raboriya xwe!
Mamosteyên te bi te re hetikî bûn,
hevalên te ên dibistanê jî, ji pey wergirtina êrîşên te ên hûrik
xeriqîbûn. Piştî her êrîşa xwe bi heman derbirîna wan çavan dema
tu derdiketî pêşberî maliyên xwe, te, çav li wan dixistin
peqpeqonk.
Tu tenê bûyî, bi tena serê xwe
bûyî. Ji bo parvekirina tenêtiya te hebû û tunebû tenêtiya te
bû. Weke di nav çoltariyê de dareke bi serê xwe, fîq û tenê
bûyî. Her şev û roj di paşila tenêtiyê de her ku tu dihatî
parçekirin, tu bi xwe dihesiyayî ku di nav yê hatibû civanê te û
bi te re diçû wî serê sehayê û dihat vî serê sehayê, qala hinek
tiştan dikir. Lê guhên te ne lê bûn. Ema weke guhdarekê xwe
raberkirinê de di ser te de kes tunebû.
Di nav meşê de, di bin elenda
tavahîvê de her aliyê wî mêvanî hati bû venêrankirin ji layê te
ve. Aliyên wî ên herî tarî û zelamat, bi te weke deverên xweşnas
dihatin dîtinê. Mirov digot qey çavên kêvroşkan li ser te ne.
Her ku te venêran dikir, di voltayê de hisek bi te re dihate
çêkirin ku di şûnewar de nêzîk dibî: Ev li xweşiya te çûbû. Yek
jî dîtina wî, bi te re volta avêtina wî... Ax kêfa herî xweş
bû...
Dem û qasên herî zewqdar bûn, ku tu
di nav ewqas mirovan de bi wî re, di rewşa voltayê de bûyî. Devê
te ji kêf û eşqê digihîşt ber guhên te.
Te tim bêriya wan rojan kiri bû.
Xwesteka te a herî mezin ew bû; niha pêk hatibû.(Ma pêk hatibû?)
Tiştekî kêm hebû, pirsên te kujoker û birîndarker bûn:
Ew kî bû ku ewqas sêkûçan li ser
rûdêna te diqewimand?
Demjimêr ber bi derengiyê ve dawa
xwe hildida. Axavtinên wî di guhên te de mîna rêzmoriyan bûn, te
mest kiri bûn, nerm kiri bûn û ji halê berê derxisti bûn. Niha
her tişt wekî awêneyekê bû; te lê dinêrî û her tiştên hundirê
xwe bêkêmasî û xûmamî didît. Bi vî halê xwe ê niha Heyirî û
şaşwaz mabûyî, ku di berê de mîna rûviya bêhna nêçîrê kirî,
bûyî, ji dûr ve bêhn disitand, pê dihesiya û ji nişka ve xwe bi
ser betlê nêçîra xwe ve ditepişand. Lê niha fena kêvroşka
bêguneh melîsankî, di bin perê xwediyê axaftinan de mabûyî.Te
qet nedixwest ku ev qas biqede, ewqas ku bi te xweş dihat. Bi wê
radeyê ku di ser te de kes peyda nedibû di karê lihevanîna
axaftinê de, lê, dîsa jî nexwesteka herî dawî ya bi ser dilê te
ve diniqutiya ew bi xwe bû.
Dem, weke ku naqede bi te dihat. Lê
belê te weke navê xwe dizanî ku wê demeke kurt şunde ev fersenda
mînanî genciniyekê bi te xuya dikir, di rengê çivîkekî de ji nav
destên te derkeve û bifire here. Ma jixwe tim û tim wisa nedibû?
Di vê cîhana ku em jiyana xwe jê re
parçe dikin, lê ew pê nahese de tu kes tunebû ku qasî te zêde
nêzîkê fersandan bibe û ewqas jî zêde fersandan ji dest
birevîne. (Te berdida yan nedigihîştin ber destên te?) Temenê te
yekûna fersendên jidestrevî bû.
Dema mirovan li te dinihêrtin, hema
di cî de tê digihîştin ku çi fersend hene li ser rûyêerdê ku xwe
bi xwînê xwedî dike, tev ji nav kefa destên te filitîne, çûne.
Çarenûsa te çarenûsa jina wenda bû: Her fersendên ku te wenda
dikir, dibû vebalê hemûyan bi xwe.
Ev taybetmendiya ku te xelat
girtibû ji rojên raboriyê, tenê û tenê bi te dida nasîn ka çiqas
êş û azar bi canê te daye û dide kişandin. Qasî deyza
şewitandina Brahîm bilind û qasî heft barên hestirên kihêl giran
bûn.
-li ser navê destpêkê wê roja giran
û sext dihate bîra te-
çend car bi rik û kerb çuyîn û
hatina te pêk hati bû, di ber wê mala biyanî ya ku rengê deriyê
wê yê hewşê xwe arasteyî serweriya wan qabileyên babistîn ên
çola dûr û bi tenê û xwe şewitandinê dikir? Di her neqlê de ew
lawikê netepitî û xêza jênaçe avêti bû jînameya te û her dixwest
xwîna li serê zindî bihêle, li ber derî, te digot qey lêviya te
bû, bi çavên xemnexwer û guhnedêrê hêza te çûyîn û hatin
dişopand.
Di her neqlê de, ku te hewl dida bi
bayê bazdanê bêeliqandin ji wê xala dojehî birevî û derbas bibî.
Lê belê di her carê de wêrekî û lezginiya wê zarokê dihat û li
ser navê şimaqeke şidiyayî dipekiya û di hinarokên rûyê te de
dişiriqiya.Her derbasbûna te bi germahî û tevza wê şimaqê ezab û
êşa dojehî bi te dida kişandin. Lê bêyî tiştek ji wan destên te
ên lewaz û qels were kor poşman, di nav bêtîrûşiya heyf û
mixabinê de û sertewandî vedigeriyayî malê. Vê neqlê jî
demjimêrên ku li malê bi ser te de diboriyan wî laşê te, yê ku
ji ber tiştek ji dest nayê radihejiya vedigerandin hewşenga
birîndarkirinê.
Te li xwe mukir nedianî, lê ev
qasên malê yên di bin bandora wan demjimêran de diboriyan mînanî
vehesandina serûmê li te dihatin. Ji serî heya binî wek şekirê
qulqulî li te diqewimiya: Hem qulqulî dibûyî, hem jî diheliyayî.
Maliyan serên xwe diteqandin, lê
nikari bûn wateyekê bidin vê rewşa te. Di nav heyîrîn û
şaşwaziyê de-hinek jî bêçare-li te dinihêrtin û li ber xwe
diketin. Di ser de jî tênedigihîştin ka çima her ku diçe tu
lewaz û qels dikevî. Şev û rojên te bi dêrana birîndarkirinê
derbas dibûn.
(Mêvan di rewşa pêgermokê de digote
te; tu wêrek î, zîrek î, hêza te heye da ku dawî li vê rewşê
bînî-qurpênî bi dilê te diket, lê ew pê nedihesiya)
Rojên xopan û dêrana birîndarkirinê
li ser navê bez û goşt tiştek bi laşê te ve nehişti bûn. Kê
dikir ku li te binihêre, digot qey li ser wê silûetê çend
hestiyên hişk û req mane,. Ema nizanibûn ku ji bêçaretiyê
helandina te pêk hati bû. Li ba wan tiştekî din jî hebû, lê belê
ka te ditirsîne yan jî dilê te digeşînê ne diyar bû.
çawa ku mirov çiqas bi tenê dimîne
ewqas parçe, wesle û birîndar dibe; tu hem tenê dimayî û hem jî
parçe, wesle û birîndar dibûyî. Ev ne ji wê azînê bû ku te bi
dilê xwe bijarti bû: Hati bû û li ser daxa eniya te-ya ku
berîdana wê di destê mirov bi xwe de ye-xwe dabû rûniştandin, bi
alîkariya çend aliyên te yên nebes. Rewşa ku dihate jiyandin te
anî bû xaleke wisa ku te li xwe mukir nedianî, ema her êvar bi
xwestekeke mezin te xwe diavêt nav vê gola parçebûnê. Hêzek ji
hundirîn her roj bi destê te digirt û ber bi wê kolanê ve dibir.
Gava ku tu beref wê kolanê ve diçûyî, te tu caran li paş mêze
nedikir. Hestên te, yên ku bi te dihatine jiyandin, di wê qasê
de ewqas tevlîhev û li gor xwesteka dilê te bûn ku, ev
taybetmendî li ber çavên te ên kortikî nediket.
Lawikê netepitî bi bendêmayîneke
çarçavî çav li riya te bû. Ling û rûdêna te pîkolî dikirin, lê
ew hêz-ku te bi xwe jî çi wate nedidayê û danasîna wî bi te
peyda nedibû-te dida kişandin û li ber tevz û germahiya wê
şimaqa ji pizotê agir dida sekinandin.
Dengê girîn û qîrînê bi ser bazdana
te ya ber bi malê ve diket, incax di hundir de jî ew hêza ku
danasîna wê li ba te peyda nedibû qîr û dirûşmeyên dilgeşiyê bi
ser hilma xwêdana te ve dikirin.
Tu bi xwe-di nava şaşwaziyê
de-dihesiyayî ku hin tişt bi te rû didin. Êdî tu dihatî rewşeke
wisa ku roja piyên te li wir neketibaya û germahiya wê şimaqê di
hinaroka rûyê te ê piçûcik de hilnegirtbaya, pişt re jî di nav
qîr û dirûşmeyan de xwe negihandibaya odeya xwe a tenêtiyê sebr
û hedana te nedihat.
Hema ji ber xwe ve ew pîlan û
senaryoyên ku mebest li xwe anî bûn, bi alîkariya hinekan di
nava biryarmendiyê de herin û rûdêna wî lawikê netepitî bidin
guhertin, ji hişpaka te derketi bû û çû bû.
Tu bi xwe dihesiyayî û baş tê
digihîştî ku hebûna te li ser parçebûna xwe çêdibû. Ev azîna
xweçêkirina te-ku xwedayên mezin nekin nesîbê çi xwedîviyanê-bû.
Lewma çend ezmûneyên li ser hev ku tu tê de peyda dibûyî, li ser
te qasî vê azînê bandordar nebibûn. Ji te re nebibûn têkberê
nîşandana çi hebûniyê. Ji ber vê yekê te xwe bi paşil û pêsîr û
hembêz bi wê azînê ve aland; da ku ji destên te neçe û nefilite,
her dem û qas dên û bala te li ser bû.
Hemû berevanî û bergiriya te hetanî
wê rojê, ew roja ku stêrka gerok dikete dûpişkê û sêkûçeka
neyinî bi stêrka neptûnê re çêdikir.
Dengê te bilerz bû, çokên te bilerz
bûn, gavên ku di nav peroşmendiya bêrave de diavêtin bilerz bûn.
Hêdî û bidizîka te xwe digihande wê kolanê, zamboq vala bû, te
hewl dida ku tu herî ber deriyê wê malê, kes tunebû, her der
vala û ker bû, lawik ne li ciyê xwe bû, mala xwe bar kiri bûn û
çû bûne paş çiya û deştên nayên gihandin. Giyan di çokên te de
nema û cîhan tev de li ber çavên te reş bû.
Tu vipîvala mabûyî, îclaftazî bûyî,
bi tena serê xwe (jixwe tu bi tenê bûyî) û bêkes mabûyî.
Direcifiyayî, dileriziyayî, her
aliyên te dihate hilanîn; her tişt li te sar û qeşayî dihatin.
Bi tenê û bêkes mayîn wek qeşa û qufilandinê bû. Te xwe weke di
nava hendefa bêbinî de hîs dikir; hesta ketinê laşê te di
hundirê haritiyeke mezin de dierçiqand. Wisa li te dihat ku tu
ji rakêşana erdê qut bûyî û mînanî berkareke ku hatiye avêtin
nav valatiya gerdûnê bûyî.
Salên ciwanî û keçikaniya te di nav
vê hesta valatiyê de derbas bûn û çûn. Hesta valatiyê û hesta
qutbûna ji şûnewar weke aşûtên fetisok û xeniqok bi ser te de
hatibûn û wê bedena te ya ku dişibiya darikê niftikê girti bûn
nav dijwariya xwê û qasî 7 sal û 84 mehan di nav şidandina lepên
xwe de bi xedarî givaştibûn. Dema ku tu bi ser hişê xwe ve hatî,
te dît ku gihîştiyî 21 saliya xwe. Weke ku te sedsalekî derbas
kiribe bi te dihat û tu tê digihîştî ka çima dîroka jinê
nehatiye nivîsandin. Qutbûna ji şûnewar ya te sedsalek bû, ya
wan çend hezar sal: We heman çarenûs di eniya xwe de hildigirt.
Hestên we mînanî hev bûn; bêpênas û nehatî nivîsandin.(ya jî
qasî neyê nivîsandin bêrave)
Çarenûsa we weke hev bû, wê gavê dê
heman rê ji hêla we ve hatibana şopandin.
Lê bi te mecal û hêz nemabûn ku
karibî careke din bûyerek fena wê bûyera valatî û qutbûna 7
saliyê bijî. lewma te nedixwest careke din jîn û jiyanê li xwe
biherimînî û xwe serserîkî biavêjî nav bûyerên paşnediyar. Te
gavên xwe bi hendazetiyê diavêtin. Beriya ku tu bigihêjî
biryarekê te hemû vebijark venêran kir. Di dawiya dawî de tu
gihîştî wê encamê ku herî û dûr bikevî ji welatê ku her roj
tenêtiya te gurtir dikir.
Axaftinên wî bi ser hev de dihatin,
bi dengekî nerm û dilovan ev rêzik li ser hev dikirin:
“Ew tolwergirtinên te ên zewqdar lê
piçûcik, ji ber di xwe de nepeydakirina nîşandana hêza mezin
in...’’
Û te jî di nav hêrsa xwe ya di nav
diranan (nediyar) de bi rengê sermayê wiha lê vedigerand:
“Tê bîra min, di zarokiya min de,
mezinan li min dixistin. Ez tim bêçare û bêhêz dimam!’’
Di wê xopan û wêrana zarokiyê de
her ku lêdan li te diket, tolwergirtinên te jî zêderî digirtin
ser xwe û yeko yeko toqên poran, berçavkên pîr û kalan, pênûsên
maliyan û solên mêvanan şikênandin di xwe de peyda dikirin.
Lê belê ev tenê nedigirt egerê xwe
ji bêçaretî û bêhêziyê, ew hezkirina ku kêmasî tê de dihate
raberkirin, bi şikênandina tiştên piçûcik û hûrik li wan
vedigeriya li ser navê heyf hilanînê. Û di aliyê din de jî wê
parçebûna te jî li gor teşeyê lêkirinê kamil dikir.
Çawa ku parçebûn û birîndarbûn li
xweşê te dihatin, parçekirin û birîndarkirin jî ewqas li xweşê
te diçûn. Lewma dema ku te dilê mirovan dişikênand (ya jî
dihişt) ji te re nedibû derd, de ka tu dilê hinekan dişikênî.
Tenê xema te ew bû ku xelxela berjewendiyên te-ev teşeyê
xweçêkirina te bû-dê bişikê; çokên te dileriziyan û hişê te
tevlîhev dibû. Hingê hezarûyek rêk û azîn dihatin ber çavên te,
da ku wê şerîta xweçêkirinê bibî serî. Lê tiştên dibûn ne li gor
xwesteka te bûn. Te digot qey di ciyekî de kêmasi hebû. Her
çende ku bi parçebûn û birîndarkirinê xweçêkirina te-ji bo çend
xulekan çêdibû jî-ji bo têrbûyînê qîm nedikir. Ew hesta tenêtiyê
dev ji te bernedida û axîn û vaxîn ji te dianî.
Tu diçûyî kû derê weke siya te bi
te re bû. Jixwe hevalê te, yê ku qet li te xiyanet nake ew bû.
Te terîqet li ser terîqetan guhert, bajar li ser bajaran, welat
li ser welatan, lê dîsa jî tiştek ji tenêtiya te kêm nedibû.
Zewac? Gengaz nîn bû ku tu wêrekî
bi xwe re bibînî da ku wî sînorê nenas derbas bikî. Li ser vî
rûyê erdê cîhanê çiqas kar û barên girseyî peyda bûn, bi
serlêdana te ve rû bi rû mabûn, ema yek ji wan jî nebibûn
xwedîşiyana kêmkirina tenêtiya te.
Çima ewqas êşa tenêtiyê?
Ger ev pirs ji te hatibaya kirin,
bersîveke ku te kariba bidaya tune bû. carna tu bi xwe jî li xwe
heyirî û şaş dimayî.
Wê rojê hetanî ser devê xwe bi
xembariyê ve dagirtî û tijî bûyî. Li ser bankê rûniştî bûyî.
Lêviya trênê bûyî. Hizir û ramana te di wê kêliyê de erjeng hilû
û şayîk bibûn, wek zayîna kêvroşkan li dor hev bilav dibûn. Zêde
na, qaseke din dê ew trêna xeyalên te bihata, te li xwe siwar
kiriba û biribana wan welat û şaristanên nenas. Tu bi her tiştên
xwe ve hazir û amade bûyî. Lê ji kû derê derketi bû te bi xwe jî
nizanibû, ew zaroka netepitî ya ku bi alîkariya destên bavê xwe
di nava jiyanê de bi rê ve diçû û gav diavêtin, hati bû kêlek
te, hema ji nişka ve sekinî bû, bê sedem tif kiri bû porên te û
çû bû.
Wî tu kuştibaya ji te re çêtir bû,
erd qelişîbû û tu heft qet binê erdê ve çû bûyî. Çû bû, te
nikari bû ew bigirta, weke her car ku bi te diqewimiya, li ser
navê fersenda dawî tiştek tune bû di destê te de. Ew kêliya ku
tu li bendê bûyî trêna xeyalên te were û te li xwe siwar bike,
bibe ber bi asoya hêviyên te ên mezin ve, ji kû derê hati bû
nediyar zarokekê netepitî- ku bi serê xwe nikari bû di nava
jiyanê de gav biavêje, keti bû navbera te û wê asoyê û-her tişt
li te herimandi bû.
Laşê te weke pertikên ber bayê
dileriziya. Hesta fedîtiyê hemû goştê canê te di mengena xwe de
derbas dikir: Tu hûr hûrî dibûyî!..Te digot qey wê zaroka
netepitî tifa xwe a kerax ne pekandi bû ser porên te, hema weke
deqeke ku jê naçe bi ser xeyalên te ve zeliqandi bû. Di qasikekê
de hemû hêvî û xeyalên te ji serî heya binî rûxandi bûn û li bin
guhê hev dabûn. Êdî tu hati bûyî rewşeke wisa ku ditirsiyayî
careke din wan xeyalên tiflêkirî biramî û bînî bîra xwe.
Lê di aliyê din de ew bûyera
bêtalox-her çende ku te bi xwe jî fêm nedikir-rewşeke pir sosret
û balkêş bi xwe re diafirand. Her roja ku di ser temenê te re
derbas dibû, wisa dikir ku li ba te zêdetir hezkirin ji porên te
re çê bibe, ku tu caran te wêrekî bi xwe re nedidît serê meqesê
nêzîkê wan bikî. Te, ji wê zaroka netepitî (û hema bibêje ji
hemû zarokan) nefret dikir, lê dîsa çi sosret û balkêş bû ku her
qas û her kêlî tilîkên destê te ên hestîkok li ser mûyên wan
poran bûn û ji hezkirina naverasta dilê xwe wan mis didan:
Te digot qey ew tif bûye misk û
ember, ewqas ku li
xweşa tilîkên te diçûn.
Ne ku ji kesên din re bibêjî, te
wêrekî û zîrekî bi xwe re nedidît ku li xwe mukir werî û bibêjî,
çî ye ev nakokî? Tu ewqas ji aşkerekirina wê nepeniyê
ditirsiyayî.
Lê tenê û tenê te dizani bû li vê
cîhana ku mirov weke mîroyan zêde ne, tikûtenê mirovek hebû li
ser navê ku ewqas dilêr, serkeftinêr û fêris e; di karê derbeya
dijminê xwe de ji xwe re paya xwe ji nû ve afirandin derxistine.
Mirovên şaristana wî welatî-weke ku te hêvî dikir ji xwestek û
payînên te re her çende ku nebi bûn bersîv jî-heke ku bibana
nasdarê vê rewşa te, wê li ser her du çavên xwe, di naverasta
eniya xwe de çavekî din jî hiligirtibana.
Rojek ji rojên ku tu di nav xwêdana
şanogeriya rojhilatî de dierçiqiyayî li wî welatê rojavayî
tiştekî ku nehatiye dîtin qewimî.
Piştî nîvro bû, bi mebesta her
piştî nîvroya asayî ya jiyana te serê xwe danî bû keviya kursî û
di xew re çû bûyî. (xewn bû yan ne xewn bû te bi xwe jî nizani
bû, belkî jî rastîn bû) Tiştê ku te dizanî, navnîşanek xisti bûn
nava destê te. Belkî jî cara yekem bû ku di jiyana te de ewqas
per û baskên şabûnê bi te ve çêbi bûn. Lê dîsa jî dilê te
biqilqal bû; weke ku tu ji aliyekî xwe ditirsiyayî. Di hişê te
de baş nedihate pênasekirin, lê hîsek bi te re çêbi bû û bi te
dida raberkirin ku dê gelek tiştên erênî çêbibin.
(Kê dizane, belkî jî stêrka bercîs
hati bû û li ser burca te rûnişti bû)
Ev ji bo te dihate wateya gaveka
nû. Dibe ku jiyana te (ya ku li te pir zor dihat) bikeve
duriyanekî û beref başbûnê ve biçe. Ev yek dihişt ku hizra te ya
di der barê çarenûsê de hindek guman û şikan bihewîne. Hêdî hêdî
ramana te beref ku ev jiyan ne çarenûs e, xweçêkirin êdî pêk
nayê ve disewiya û dihişt ku pê re hêviyên nû derkevin rastê.
Bi rastî jî pêdiviya te bi vê zaf
hebû. Tenê te dikaribû wate û girîngiya vê teslîm bikira. Ji ber
ku tenê te dizani bû ka çi dijî û çi najî.
Her çende ku tifkirina wê zaroka
netepitî li ser hêviyên te yên welatê rojava ê xwedî sikûmên
qeşayî çêbibe jî, te dev jê berneda bû û heman rêgeh şopandi bû.
Mirovên wan deran nedişibiyan te, jiyana wan ne wek jiyana te
bû. Pê dihesiyayî ku her tiştên virê ji te cewaz in û bi te
zehmetê didine jiyandin. Hema di ciyê xwe de rûniştî dikarî
hezar sedem û bahaneyên li wir nemayînê jimartiba.
Te bi xwe jî dizanî bû ku li ciyekî
binê lingê mirov bixurî, hincet û bahaneyên mirov weke kuvarkan
şîn dibin.
Jixwe mayîna te ne ji kêfê, ji
neçariyê bû: Mîna çarenûsa tevahî jinan.
Her rojên derbas dibûn, bi
derbasbûn û dûrbûna xwe re te jî ji wê nêvengê dûr dikirin. Ev
yek di aliyekî de dihişt ku ji bilî xwe kesî esas negirî û di
aliyekî din de jî dibû sedem ku li hember xeta ronahiyê xwe
negirî dest. Jiyana te, ya ku di nav vê ketûberiyê de berdewam
dikir ne li gor xwesteka te bû. Te têr nedikir, qîma te pê
nedihat, lewma li hember derdora xwe tim dibûyî belavkar,
birîndarkar, êşandiner û jandar.
Bertekên te yên ji nişka ve weke
birînên kêm girtî diman, li ser mirovan. Lewma ne keçik hevalên
te yên ku te bidizîka toqên wan dişikênand mabûn li dora te, ne
jî kurik hevalên ku awêneyên wan biderizînî. Bêhewldan û nêrîn,
hema ji ber xwe ve tu bibûyî tenahîparêz. Êdî ev ji te re nedi
bûn xem, di nava destê te de navnîşaneke qirase hebû. Her tişt
bi te weke jiyaneke nû xuya dikir. Ew rojên ku tu neçar dimayî
li diji xwe şer vedî li paş diman, ew qasên tirsa ku wê pêgirê
hilweşînê bê, pir li paş mabûn-dûr bûn-niha tiştekî nû hebû. Wê
pêdiviya te bi zirxên nû çêbibaya yan na?
Te nizani bû, jixwe yên bi te peyda
dibûn besî temenekî dikirin.
Te lixwekirina zirxan baş pêk
dianî, gengaz bû ku di aliyê de bikevî kêmasiyan, ema di vê xalê
de qet û qet. Lewma di kîjan demê de bi kîjan cilûberkê-bi
gotina zelal zirxê-kîjan zilam ango jinê li xwe bikî ne diyar
bû. Lê heke ku deşîfre bibûyayî cîhan tev de hatibana nikari bûn
careke din wê zirxê bi te bidine wergirtin, ewqas ku tu di vî
karê xwe de hesas bûyî û ev yek jî dihişt ku li derve tu weke
yeke ku tenêtî qet li dorê peyda nabe dihatî nasîn.
Ji bo te kesan bi xwevegirêdan
bêwate bû, jixwe çi demê mebesteke te ya wisa li dar neket û
diyar bû ku dê li dar nekeve jî. Te ne li jor otoriteyê
dipejirand, ne jî di bin xwe de rajêriyê. Qasî ku bi wan tiştan
re mijûl bibî wextê te tune bû. Hemû derdê te ew bû ku di vê
navnîşana nû de mînanî wan her du lawikên netepitî peydakirina
yekî bû.
Di rojeke tijî baran de ketî rê.
Di rojeke şapebaran de xura lingên
te bi xwêdanê re nasdar bûn.
Di hinavên te de dengekî digote te;
jixwe jiyan şapebaran e!
Baran dibariya û laşê te di bin
barana bihara sala nû de ber bi jiyana xwe ve diherikî.
Hatî û gihîştî şûnewarê ku te di
dilê xwe de dihewand.
Mirov, pêşî şûnewarê xwe di hundirê
dilê xwe de dihewîne û mezin dike.
Ji ber ku di dilê her mirovê de
şûnewarek heye, (kes nizane, lê) ev şûnewar tenê û tenê Zagros
e. Û te di dilê xwe de Zagrosek hildigirt û diçûyî Zagrosan.
Piştî çend salên li paş hiştinê di
dilê te de Zagros û tu li Zagrosan, te dest bi nivîsandina
çêrokekê dikir, di dawiya dawî de xala ku tu hati bûyê ev bû û
bi ya te pêkhatineke qençtirîn bû. Te dizanî çêroknivîsandin
xweçêkirin e.
Jixwe sê cure azînên xweçêkirinê
hebûn li ser rûyê erdê vê cîhana bisemyan.
Te serî li ya sêyemîn xisti bû, ji
ber ku şensê te yê serî li ya yekemîn ya ku bi riya Gelawêjê
dihat, nav li xwe datanî evîn û ya duyemîn ya ku bi riya kuştinê
ve li dar diket tune bû; Gelawêj dûrî te bû û qasî ku tu
nikaribî kesan bikûjî dilê te ji xwînê li hev diket.
Te çêrokeke ku di hundir de yek
dilêr peyda ye nivîsand. Tenê dilêrek, dilêrê ku ji hêla kesî ve
neyê parvekirin.
Dilêrê ku dê te rizgar bike ji
tenêtiyê. Dilêrê ku dê te li ser baskên sîçivîkan bi xwe re bibe
paş çiyayê Qaf. Dilêrê ku keybanûya wî ya li ser pişta hespê spî
tune ye. Dilêrê ku xwemalê afirandinêra xwe ye û bibe dildarê
wê.
(Êdî axavtinên we beref dawiyê ve
diçûn. Jixwe hizra te jî ew bû, çend xulek mabûn ku agirê
çemberê temam bibe-te nedixwest ku tu qet gavan bi wir ve
biavêjî, hesta çûyînê mînanî mirinê bi te dihat-lê te hîs dikir
ku hêdî hêdî beref hinek tiştan ve dihatî.
Ev hîskirin kujoker bû-ne
birîndarkar)
Tu, bi dilêrê çîroka xwe re bibûyî
yek, ku kesî nikari bû pê derxîne ka afirandinêra wî tu bi xwe
yî yan na. Tevahîbûna te pê re pêk hati bû. Di heman demê de ev
dihate wateya çiqilekî nû di jiyanê de, ku tu karibî pê bigirî.
Cara yekem bêtenêtî, bêbirîndarkirin, bêparçebûn, bêweslebûn,
bêherijîn, bêlêdan, bêletebûn û bêxorekirin xweçêkirina te pêk
dihat, him jî bi afirandina gor xwesteka te.
Her tiştên dilêr bi destên te û li
gor xemla xwestekên te hati bûne çêkirin. Lewma te xwe di vê
xalê de pir şensdar hîs dikir û payek ji xwe re jê derdixist.
Stêrka Gelawêjê dûrî te bû, lê tîra
evînê li nav kevçika dilê te keti bû; him jî çawa ku te xwesti
bû wisa.
Tu evîndar bibûyî, evîndara
afirandina xwe, evindara dilêrê çêroka xwe.
Te xweşik afirandi bû û tu li bendê
bûyî ku evîna te jî xweşik pêk were û bibe çêroka evîndariya ku
ji dîrokê re bibe mal. Hebûn û tunebûna te ev bû. Çiqilê jiyanê
ê mayî di destê te de tenê ev mabû.(xwedê neke ev jî biçe!..)
bêyî vê ne tu ne jî jiyana te li ber çavên te
şênber nedi bûn.
(Wî pirsa dawî ji te dikir, beriya
ku derbasî axaftinên xatir xwestinê bibe:
“Di nava artêşa rastiyan de, tu
weke dererastiyekê dikarî şer bikî û xwe li ser piyan bihêlî?’’
Gotinên te ji biryarmendiyê wêdetir
pelçiqî û şikestî bûn:
“Ez ne dererastiyek im. Ez lêgereke
azadiyê me!’’)
Dererastî çî bû? Çî ye lêgera
azadiyê?
Te digot ez lêgereke azadiyê me, lê
hemû hewldanên te, ji bo rajêrkirina dilêrekî bûn. Belkî jî
diviya bû ku tu çîrokeke bêdilêr binivîsînî. Û tu bêxebera xwe
hatibûyî xala ku te qet nedixwest û hêvî nedikir: Xala
rajêrkirinê!
Te bi xwe jî dizanî ku ev, ne bi te
ne jî bi çarenûsa we peyda dibû. Di pênasekirina xwe de jî zor
bi te dihate jiyandin.
Afirandinêra ku dixwaze afirandina
xwe bike kole!
Ne wêrekî ne jî hêza ravekirina vê
bi te re ne peyda bû, de ka tu karibî ji dilêrê xwe re, vê rewşê
vebêjî. Gotin jî li te ecêb û xerîb dihatin. Hesteke wisa bi te
re çêdikir ku te ji ber xwe ve şerm û fedî dikir.
Te bi gotinan û axaftinan nedigot,
lê belê yeko yeko zincîrên xwe ên binkeftinan bi hewayeke
dêlindêzî û homanî ji stûyê xwe derdixist û hewl dida ku li
stûyê dilêr bikî. Bi rastî jî li gora te azadî çi bû?
Kolekirina berdilka dilê me bi xwe
bû yan na?
Te nizanibû ku piştî gaveke din dê
di dilê te de gotinên wiha bigerin; ax dilêrên çêrokan,
rasteqîna mirovên cîhana tuneyî, belkî jî hinekan xwestek nîşan
nedabana da ku têkevin şûna we, ne dilêriya we dima, ne jî
rasteqîna we. Baş e hun çima hez dikin ku tehde û azarê bi
afirandinêrên xwe bidin kişandin û wan çiya bi çiyayan, diyar bi
diyaran, deşt bi deştan li pey xwe bidin gerandin?
Û niha afirandinêra we bênav, û
niha afirandinêra we bênasname...
Û vêga tu bênav, û vêga tu
bênasname, rasteqîneke şilfûtazî û bêçare...
Û vêga tu di paşila xwe de
germahiya dilêrê çêroka xwe hildigirî, bi hilgirtineke
bêpêşnûma...
Wî bi derbirîneke vebir goti bû te:
“Dereng e, divê ez biçim!’’
Deng bi zorê ji qirika te (ew jî bi
xizêniyê) derdiket:
“Ma tu bimînî nabe?’e di qirnik de
bû.
(Dûpişkan kengê stûyê xwe dixistin
qirnik?)
Dilêrê te çû bû, hemû jiyana te
girti bû ba xwe û çû bû. Te terk kiri bû, keti bû pey dilêra xwe
û te bi çêroka bêdilêr hişti bû. Weke her afirandinê, afirandina
te jî di dawiya dawî de te terikandi bû û çû bû. Tenê bi
terikandinê ve jî nema bû, hemû jiyana te jî bi xwe re biri bû.
Te bi hebûna te a îclaftazî, tiptazî, riprût, rûtûrepal,
çilptazî û bêberevanî hişti bû.
Te ew afirandi bû, lê ew te...
Çavên te diçûn ser agir, çembera ar qediya
bû. Carek du car dûpişk li dor xwe zivirî, her ku diçû bêmecal û
derfet dima. Êşa canê wê di canê te de der dibû. Di dawiyê de bi
xwe re derfet nedît û derziya xwe li naverasta pişta xwe xist...
Aveke sar ji nîveka dilê te ber bi her
derê te ve herikî. |