|
1915
Pîr RUSTEM
pirustem@scs-net.org

1915-Du
caran yek. Her carekê bi navê Yezdanê
dilovan.
Sê caran susê, carekê bi hersê
pirtûkan, cara din bi hersê pêximberan û cara paşin bi navê
hersê miletan. Lê di dawiyê de pênc in. Qalûç e di destê xwedê
de, li ber zeviyê zer sekinî ye, bi her avêtinekê re pêncî serî
difirin û careke din xak di xwînê de tê gevizandin.
1915 – Dîrokeke reş e, mîna riwê
Xweda. Sala şermiyê ye di eniya babilîska bîstan de, ji sala
1988-an re xwîşka mezin e.
Li evê derê em du caran, di navbera
heft û nehan de, di bin sîka hersê sêyan û yekî din de, hatine
şewtandin.
Di roja ku bi nav gund ket, di ro-
nîvro de, seg nêwîn. “Ev yeka ji nîşanên roja heşer-meşerê ne”,
kalemêran holê gotin. Piştî ku çend malên pêşî birî bûn, di
gedûka mala me de ket. Şeş roj û heft şevan ji xewa giran şiyar
ne bû. Di sê rojên pêşî de kes ji gundiyên me ne ma bû, ku
tiliya xwe di meselê ve nekiri bû, lê bê sûd e. Ew ji xew-xewa
tirs û kuştinê şiyar ne dibû. Di dawiyê de, pîrka gund fermana
jêgera wî da û got: “Eger ev heft çilpikên xwînê yên di sipîka
çavên wî de ziwa nebin, ewê ji xewa mirinê şiyar nebe.”
Heft – heft pirtûk, heft qatên
ezmên, heft pirtûkên quranê, tev şeşên şewitandî. Osmên fermana
kuştina wan da bû. Heft rojên heftiyê, û heftiya mirinê. “Bi
heftê û heft xweda û bi pisîka bi heft cana eger ev heft
çilpikên xwînê ziwa nebin, ewê şiyar nebe”. Ev e gotina pîrka
gund, û tev dizanin ku gotinên wê ji yên Xwedê ne; cihê pîroziyê
ne.
Piştî “şeş rojan û heft şevan” ew
şiyar dibe. Xwe di nav komeke jin û mêr de dibîne. “Rih bûye
bost lê dijminê nebe dost”. Li derdora xwe dizîvire. Heft
çilpikên xwînê di nîvê odê de ji çavan diweşin, û heft termên
zarokên serjêkirî şîn dibin.
Di wê şevê de civakeke fereh li odê
digere, heya dengê mele û dîkan jî nikarin ewê civakê ji hev
bêxin. Rê û rêçik pir bûn, dîroka herêmê tev hate hilweşandin û
tevdan. Lê mêvanê me bê deng dima. Kesên rûniştî çend caran
xwestin wî ber xwe ve bikşînin, lê destvala vedigerîn. Gava wan
bawer kir ku rûniştina wan bê kêr borî bû, ref bi ref belav bûn.
Min jî xwe di kunceke odê de lûs kiri bû; ez bi çavên mêvanê me
diramîm ku çawa yek kare çavên xwe kesk bike, cara din şîn û
carina jî reş, û di navbera her çendekê de kevokekê jê bifirîne.
Dema nîvro ji xew şiyar bûm, min
mêvanê xewar li mal ne dît. Çend caran ji diya xwe pirsîm, lê wê
bi kurtî li min vedigerand: “Mêvanek bû û çû gundê xwe”. Evê
bersivê ez têr ne dikirim. Mêvanek şeş rojan raze, û di roja
heftan de winda bibe!
Bîst û yek sal di ser hatin û
çûyîna mêvanê me ê xewar re diçin; ew ji bîr dibe, lê carina
mîna çîroka Erebê tirkirî gundiyan ew mêvan û xewa wî dianîn
zimên, nemaze di demên ku yek daketa kaniya jêrî gund û xeleka
wan heft darên ku bi destê wî hati bûn çandin bidîta. “Sed rihme
li tirba Agob be, ev bû çend bav û bav li vî gundî çûn û hatin,
lê kesî ji me bîr ne dibir ku rojekê şiqinekî(???) bîne û li vir
biçîne. Em miletekî ziwa ne”, gundiyan lome ji hev dikirin,
xasma di demên ku li ser kaniyê, di nav sîka heft darên Çinarê
de, yên ku kesî nizanî bû Agob ji ku anîn û li vir çandin,
rûdiniştin.
Di dû van salên dûdirêj de, ezê pir
tiştan ji zarokiya xwe winda bikim. Yek jê çîroka Agob, lê di
rojeke sar de, ku heft şurik bûne yek, emê li hev rast bên.
Hingê min xwendina rojnemevaniyê kuta kiri bû û li Cinêvê bi cih
bû bûm. Di sibeyeke Zivistanê de, berî ku ji mal derkevim,
zengilê telefonê lê da. Gava min xist ber guhê xwe, li aliyê din
dengê hevala min a rojnamê hat. Bi kurtî û bi dengekî tijî hêsir
got ku hevalekî me yê rojnamê bi destê Mîtê Tirkan hate kuştin.
Bi destekî sar û dilekî kizirî min
telêfon girt û bêyî ku qehwa sibê vexwim, min cixareyek xitse
nav lêvan û derketim goristana ku ji min re bi nav kiri bû. Bi
rê ve pir wêne û bîranîn di ber çavên min re borîn, nemaze karên
ku wî di ber Kurdan de dikir, û tazîkirina wî ji hovîtiya
ceneralên Tirkan re. Piştî ku ez gihîştim ber deriyê goristanê,
min bîr bir ku min soza veşartin û amedeya ser gorê ne birî û rê
nema bû ku careke din telefonê jê re vekim û zani bim ewê ji
kîjan keniştê bi derkevin, ji lewre divya bû li benda wan
bimînim.
Di kêliya ku min xwest ez herim di
teksiyê de rûnim, çavên min bi wî ketin – kalemêrekî heftê salî
li ber her gorekê disekine û gulên wê av dide. Tîpê mirovê
rojhilat xûya ye. Dema wî li min nihirî du çemên xwînê herikîn,
hêşt ku destê xwe jê re hilînim, ew berkenî bû, ber bi min ve
hat û deriyê goristanê li ber min vekir.
– “Mirin tehl e, lê divê yek wê nas
bike, da ku zani be jiyan çiqasî jehr e”, Ji kûraniyeke bêbinî
gotinên wî der diketin. “Tu karî qurnefilekê ji wê derê jêkî”,
gava dît ku ez dest vala hatime tiliya xwe ber bi hevzoyê
qurnefilan ve dirêj kir û gote min.
– “Te sipas dikim, derketina bi lez
û ev nûçeya ji nişkêve hêşt ku ez xwe ji bîr bikim”, min xwest
ez hatina xwe a bê gurzê gulan ji xwe û wî re bincil bikim.
– Şîna dawî be, lawê min
– Ne bawer im.
– “Ka em herin hundir”. Kuştina
mirovekî di bajarekî Ewropa de hêşti bû yek bibehite.
– “Tu bi tena xwe dijî”. Ev tiştekî
pir normal bû, lê min xwest ku ez ji nuh ve deziyê axaftinê
bikşînim. Pirsa min refek hecîleklekan ji çavên wî firandin,
nemaze piştî ku nas kir hatina min a vê derê ji bo çi ye.
– “Ev bû bîst û yek sal û heft meh
kêm sê roj ku ez bi tena xwe dijîm.” Vê dîroka hûr bi min da nas
kirin ku çîrokeke dûdirêj li pey
wî heye.
– Xûya ye ku tu ne Siwêsrî yî.
– Tu jî wekî min î. Nayê veşartin,
em çiqas jî kurkên wan li xwe bipêçin, nirîneke hûr li çavên
yekî ji me, tu yê nas bikî ka tîna rojhilat di dilê wî de dikele
lê na. Berî ew rûne ber bi kunceke odê ve çû, du piyalên
meyvexwarinê anîn. “Di rojeke mîna îro de du tişt bi kêrî mirov
tên: pîrek û enbît”, bi gotinê re wî piyalek danî ber min.
– “Hejmartina rojan jiyaneke tehl
e”. Qurta enbîtê gewriya min kizirand.
-
“Eger mirov lawê miletekî be, ku
melyon û nîvekî di navbera roj û şevekê de winda bike, ewê li
benda rojekê be û teneyên tizbiya dîrokê bijmêre. Lê mixabin
xûya ye temenekî bi tenê ne besî yekî ye, ku bigihe wê rojê”.
Piyala enbîtê ji ser lêvan vala vedigere. “Mirovê Ermen ji bo
tiştekî tenê dijî: ji bo ku bîraniya wî neyê ziwa kirin”.
Piştî demekê ji bêdengiyê û çend piyalên enbîtê, wî dest avête
hundirê sandoqekê û soleke zarokan danî ber min. “Salên wê di
salên koçkirina miletekî de ye. Tu dizanî ku êşa miletekî
nîşan dide? Ev teka sola zarê min ê herî biçûk e, ew mîrasê
min ê bi tenê ye, ku li şûna malbata min ma ye. Ji berî ku
meleyên wan bang bikin ew keti bûn gund û xwestin ji berî ku
ronahî belav dibe em ji gund der kevin. Kesî ne dizanî ewê
berê me bidine ku derê. Heft zarên min hebûn, lê îro solek! Me
gote wan ku sultan bavê me ye û stûyê me jê re koprî ye, lê
gotina me bê kêr bû. Bi rê ve çend siwar rastî me hatin û
pîreka min birin; ez û heft zarokan sêwî hêştin, lê piştî çend
gavan û giriyê pîrekê vegerîn û zarê ku sola xwe ji min re
hêştiye birin. Wilo çêtir bû, wan ne xwest ku ez barê xwîn û
kuştina wan jî hilgirim; hinekî xaçê min sivik kirin. Bi rê ve
zikê şeş zarên min ên ma bûn qelaştin, lê zêr di zikên wan de
ne didîtin. Her ku min digote wan zêr di zikê min de hene, ew
dikeniyan û digotin hûn Ermen pêlewan in, tu wilo nakî. Eger
zêr hebin wê di zikê van zaroyan de bin, û kêrên xwe dişandin
nav rovikên wan. Min heya bi demekê fêm ne kir çima ez ne
kuştim, lê gava ez bi xwe re birim (Van)-ê û destên min xistin
xelekên zincîrê, ya ku heya bi (Bon)-ê diçe, min nuh fêm kir
ku em êzingên dojeha wan in. Bîst û yek sal û heft zaro kêm sê
milet kî dizane ew çî ye? “Belê... dîroka solekê ye”.Gotina wî
bi girî û lerzîna laş diçe serî.
Minê bihêşta ku ew devê kanî û
şikeftan, yên ku bi çemento girtine, hilweşîne û mar-dûpişkan ji
sîngê xwe birevîne. Lê dîtina wan çilpikan, yên ku yeko-yeko ji
sola di nav tiliyan de dadirivîn ser sînga wî, hêşt ku ez ber bi
wî ve herim... û herim, bêyî ku kari bim gava di nav me de
bibirim û bigihêm wî.
Ez
ji odê derketim. Sibeyeke sar e.
Di welatekî bê xem û solên birîndar de ka mirovekî kuştî,
mirovekî tazî û xewnwindakirî dê çi bike, ji bilî ku li benda
rojekê bimîne. Bîst û yek sal, ji berî vê dîrokê ez hîne zarok
bûm; di şeveke sar de, mîna îro, ez di kunceke puxarê de rûnişti
bûm û min li çavên mêvanê me dinihirî. Belkî ev bû!
 |