Hejmar / 18 Havîn / 2005

 

Gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê

 

Dîrok,rêxistin , siyaset

Xeleka sêhem

Dr.Ebdilmecît Şêxo


Rewşa rêzanî di bin siya destlatdariya

Dr. B. El-esed de

2000-2005

Em dîsan vegerin ser siyaset û helwesta hukumeta Sûriyê, lê vê

carê di bin siya destlatadarya kurê Hafiz El-esed, Dr. B. El-esed de,.belkî zor hêja ye,ku em vê mijarê bi gotina feylesofê alman ê

navdar, Hîgêl, û ya bi naveroka xwe pir watedar dest pê bikin .

NE CEMAWER Û NE Jî HUKUMET JI DÎROKÊ TIŞTEKÎ HÎN NE BÛN; AN LI BER RONÎYÊN DÎROKÊ, KARÊN XWE BI RÊVE DIBIN....”°Serok komarê Sûriyê Hafiz El-esed di 10 Pûşpera 2000 î de koc kir,ewî pir nexwaşiyên giran li şûn xwe hêstin .B. El-esed bi çûveke suhrebazî ya partiya Bees ji pileya serbazê biçûk dibe cênêralê herî bilind li Sûriyê,û biryara temenê çel saliyê ji bo serok dewletê zor bi hêsanî,bê rêzgirtin li destur û yasayên dadweriyê,bê vîna gelên Sûriyê tê guhartin,yekî 34 salî,li şûna 40 salî ji bo xatirê B. El-esed, rewa tê dîtin û bi darê zorê tê pejrandin .

Hukumeta Sûriyê, bi riyên hemî dezgeyên parastinê, û berdevkên xwe,ên xwefiroş miletên xwe neçar kir,ku ewanan B . El-esed ji xwer e wek serok komar helbjêrin.

Bi texmîna min, di vê firka ramyarî de şanoyeke siyasî dîtir li Sûriyê dest pê kir, lê vê carê, qehremanê wê B . El-esed e .Ewî rola xwe,

bi peyva xwe a siyasî ji gelên Sûriyê û cîhanê re bi hilmeke rêzanî û dêmokratî dest pê kir, soza hatina buhareke nû ji Şamê daye gelên Sûriyê û bi serda jî li pêş perlemana Sûriye sund xwar, ku rêzê li nirînên cuda bike.

Birastî jî,dewleta Sûriyê, di destpêkê de 600 girtî ji zîndanê serbest kirin û wek hin çavkanî dinivisînin, ku deriyê girtîgeha Mezê bi yekcarî hate girtin.

Guhên hêzên dêmokrat û mirovperweran li Sûriyê û li cîhanê li axiftin û daxûyaniyên serokê nû bûn,li ber roniya sozên serokkomarî, siyasetmedar û rewşenbîrên Sûriyê, di çarçewa saziyên civaka bajarvanî de, dest bi xebatên xwe kirin, komel,glupên hevdîtin û hevpeyvînan li pênawî pêşketina Sûriyê û avakirina civaka bajarvaniyê hatin damezrandin, wek nimûne,

1-Glupa diyaloga niştimanî.

2-Glupa Cemal El-etasî ji bo hevpeyvîna dêmokrat.

3-Glupa çep(Şam).

4-Glupa El-kewakibî(Heleb).

5-Glupa El-hesekeji bo hevpeyvînên ronakbîrî.

6-Glupa Bedirxan(Qamişlî).

7-Komela mafên mirov li Sûriyê

8-Vejandina komîtên berevaniya mafên mirov li Sûriyê

.(Ewan komîtan, hîn di sala 1989 an de hati bûn damezrandin , lê piştî buhara nû!!!! Ewanan xwe vejandin, dîsan karên xwe berdewam kirin.9-Komîtên vejîna civaka bajarvaniyê.

10-Glupa Himsê ji bo diyalogê. U. w. d.

çima ev dezgeyên bajarvanî pêwîst in?

Wek tê zanîn, ku dezgeyên civaka bajarvanîyê ji her civakekê re egereke objêktîv e, ji ber ku, kardayeke wan erênî di civakê de heye, û rola wan di pêşveçûna civakê û her heyamekê de jîndar e.

Ev dezgeh kanin civakê berve bajarvaniyê û pêşxistinên erênî bibin,û bi xwezayên xwe ên şarastanî û pêşverû, bi alavên dêmokrat dikanin hemî şop û bermayên şundamayina civakî, siyasî ji holê rakin, civakê ji hemû rûdawên şunketinê û kevneperestiyê rizgar bikin.

Di civaka Sûriyê de saziyên bajarvaniyê pir kêmhejmar bûn, ewanan di bin destalatdariya dezgehên ewlekariyê de dinalîn, çalakiyên azad ji wan re ne gengaz bûn. Lewra jî, rolên wan di pêşketina civakê de pûç bûn, û ewan nikanîn kêrhatiyên gelên Sûriyê biparastana., Lewra jî, ewanan hêdî, hêdî bûn beşek ji partiyên Bees, pirên wan jî bûne noker û berdevkên saziyên parastina sudên dewletê, ji bervan sedaman jî, civaka me li Sûriyê bi demê re, ji gelek aliyan ve nexwaş bû.

Lê piştî _buhara nû_sazî û komelên, ku me li jor bi navkirine, dest bi çalakiyên xwe kirin, komcivîn girêdan, nirîn û rexnên xwe bi awakî şarastanî anîn zimên, destên xwe danîne ser pir nexweaşiyên civaka Sûriyê, û ewanan di roja rojê de nasnamên xwe ên siyasî, bajarvanî zor bi zelalî ji hukumetê re da bûne xûyanîkirin, û goti bûn; em ne berdêla hukumeta Sûriyê ne, em naxwazin dewsa wê bigrin .

Di rastiyê de jî, hemî sazî û komele bi riyên rêformên siyasî daxwaza çareserkirina asteng û alozên hûndirî kirin .

Lê mixabin hukumeta Bees dîsan ji çalakî û xebatên wan pir çavteng bû, ji ber vê jî, B. El -esed di 8 şibata 2002 an, di hevpeyvînekê, bi rojnama “Rojhilatanavîn”de goti bû; “ pêwîst e pêşxistina saziyên bajarvanî li Sûriyê ne niha be, ango, bila ewanan paşê xebatên xwe rêve bibin, û hebûna wan ne ji erkên me ên pêşn in ....” Di vir de baş diyar dibe, destlata Sûriyê pir ji xwe tirsiya lewre jî, ewê zû,zû dest bi girtinên çalakvanên van saziyên civaka bajarvanîyê di 1.09.2001 ê de kir, deriyên baregehên van saziyan bi mûmên sor girtin.

Em bashtir dibînin,ku em navên chend nasdarên van saziyan li vir bibelgînin,Dr.Kemal El bunnî (pijîşk),endamê encumena komîtên berevaniya mafên mirovan li Sûriyê.

2_Riyad El turk serokê giştî yê partiya komunîsta El surî (baskê polît bîro),ew jî ji sala1980-1998 an de di zîndanê de bû, û ew dîsan di1.09.2001ê de hat girtin, û di pişt re dîsan û vê carê zû hat berdan..

3-Dr.Arêf Delîle,pisporê zanistiya aborî, damezrênerê komîta Vejîna civaka bajarvaniyê,ew jî ta niha ji girtiyên -buhara nû -ye.

4-Bervedêr Hebîb Îsa peyvdarê fermî, ya glupa Cemal El-etasî ji bo hevpeyvînên dêmokrat,û ew di di 11.09.2001ê de hate zîndan kirin.

5-Riyad Seyf, endamê encumena gel û yek ji berpirsiyarên “glupa hevpeyvîna niştimanî ye, ew jî di 6.06.2001ê de hate girtin.

6-Fewzî Têlo, çalakvan di glupa hevpeyvîna niştimanî de ye, û ew jî hate zîndan kirin.

Li sebaret gelê Kurd jî, tevgera me jî berxwedaye, ku sudê ji _buhara nû - bigre, ew jî bi hin çalakiyan rabûye,wek mînak, di 10.12.2002 an de, bi bûneya roja navnetewî ya mafên mirovan bi sedan Kurd bi aştiyane li pêş avahiya perlemana Sûriyê civiyan û daxwaza pênasîna mafên netewî û nehiştina zordestiyê li ser gelê kurd kirin, lê,piştî kurtedemekê du endamên polîtbîroya partiya yekitî1-Hesen Salih(niha sekretêrê partiyê ye)û Merwan Osman ji aliyê dezgehên parastinê de hatin zindan kirin, piştî maweyekê herdu têkoşer serbest bûn.

Di meha 6ê, sala2003 an de bi alîkariya çend partiyên bizava Kurdî, zarokên Kurd gurzên gulan dibirin ji bîroya rêxistina cîhanî YONISEF li Şamê, bi ser da jî, ewanan dixwastin bîrnameyekê bidin vê rêxistina

navnetewî, di nama wan de, wisa hat bû nivîsîn”....Em zarokên Kurd jî dixwazin bi zimanê dayikê bixûnin, bextewar û serbest bijîn.....”

Lê weke her carê, leşger û mirovên dezgehên ewlekariyê nehêştin ku zarokên Kurd bighînin baregeha YONISEFê û bi zor û tirsê ji hev belav kirin, li dawiyê jî 7 bav û merovên minalan yekser û di cîh de girtin.

Bê guman, bi vê şêwaza ne rewa, hukumeta Sûriyê ne tenê li dijî Kurd û zimanê kurdî radiweste, lê ewa hîn li dijî yasayê navnetewî û dêkleretsiyona, sala1924 an de disekine û xwe rûreş derdixîne.

Di vir de, hêjayî bîranînê ye, ku em helwestên hin bervedêrên welatparêz di derbara vê bûyerê de destnîşan bikin, di 1.07.2003 an de bervedêrên Kurd nameyek ji bo piştvaniya girtiyên Kurd ji şalyarê hundir re şandin û di wir de daxwaza azadiya wan ji şalyar kirin, her weha jî, ewanan gelek bi wêrekî baweriyên xwe li ser daxwazên xwepêşandanan bi erênî derbirîn, ewanan di nameyê xwe de weha nivîsî bûn, ”Daxwazên van hemwelatiyan ji rêxistina YONISEF, mafên dadmend in, û xwestekên wan mîna berevaniyekê, ji dozeke rewa re ye, çimkî, ew doza, berê ji aliyê hevpeyman û belgeyên navnetewî hatiye mor kirin......”


 

Wek tê zanîn, ji ber hoyên siyasî, aborî, setemkariyên hukumeta Sûriyê li dijî gelê Kurd jî, bi deh hezaran Kurd ji Rojavayê Kurdistanê hîn,

di destpêka salên 40î, sedsala 20 ê de,panaberî dervayê

welêt bûn, û bi piranî li welatên ewropî cîwar bûne,wek, Almaniya,Holenda,Firensa,Nemsa, Êngilistan, Siwêdê, û. h. d.

Di destpêkê de niştimanperwerên Rojavayê Kurdistanê, xebatên xwe, yên rêzanî bi piranî di nav komelên xwendekarî li Ewropa dikirin,pişt re, hêdî, hêdî liq û şaxên partiyên bizava kurdî li Ewropa jî ava bûn, û têkoşînên serbixwe domandin.

Rêxistinên tevgera Kurd li dervayî welêt bi alîkariya hemî welatparêzên Kurd, bi riyên civînên navxweyî sêmînarên vekirî, daxûyanî û weşanên xwe, xebatên rêzanî dikirin, çiqas bizava wan li vir serkewtî bû an lawaz bû? Em bi kurtî dibêjin, gavavêtinên wê zor kurt û şermok bûn.

Di van deh salên dawî de, em kanin bêjin, rêxistinên tevgera Kurd û gelparêzên Kurd ji ber hin sedemên berçavkirî gavên xwe, li gor yên berê, dirêjtir davêjin, ewanan dengên xwe di nav civakên ewropî de bilind dikin, jan û derdên gelê xwe bi riyên xwepêşandan û meşan, bi gel û hukmetên ewropî didin nasîn û zordestiyên nijadperestên Sûriyê li pêş balyozxanên dewleta Sûriyê, protêst dikin Wek nimûne,rêxistinên tevgera me,bi bûneya bîranîna roja destpêka hejmara awerte di 5.10.1962 an de,her sal xwepêşandanan li pêş balyozxanên dewleta Sûriyê û nemaze li Almaniya rêdixin.

çalakiyên tevgera me ne tenê li pêş baliyozxanên Sûriyê çê dibin,lê bizava Kurd hin caran li pêş balyozxanên dewletên ewropî jî, ji bo pêkanîna mafên Kurdan,dengê xwe li dijî kevneperestên Sûriyê radike.

Dîsan tenê wek nimûne, di 8.08.2003 ê de,

1-Hevbendiya dêmokrata Kurd, di wê demê de 5 partî bûn,û niha 4 in 2_Partiya yekitî li Sûriyê.

3_Partiya hevgirtina gel li Sûriyê, ( di wê demê de).,bi piştvaniya “ Hevkarî “( rêxistin û partiyên 4

beşên Kurdistanê li Almaniya di vir de henin .),komîta berevaniya mafên mirovan li Sûriyê,û bîroya başura Rojavayê Kurdistanê di kongira gel de ,, xwe pêşandanek li pêş balyozxna îtalî li Berlînê pêk

anîn, lê chima li vir? Ji ber ku, di wê demê de,Îtaliya serokatiy yekitiya dewletên ewropî(YDE) dikir.

Pishtî xwepêşandanê, hin nûnerên vê hevkariya tevayî bîrnameke berfereh bi riyê sekretêrê balyozxanê ji (YDE) re şandin.

Ewanan di bîrnamê de wisa dinivîsînin”..Em dixwazin balên we ber rewsha gelê Kurd ya bêzar li Sûriyê bikşînin, ku chawa gelê Kurd di bin zor û bindestiyeke şoven de dinale, û chawa rêcîma Sûriyê projêktên awerte li dijî gelê me bi kar anîne,.herwisa jî destlata Sûriyê guhên xwe ji hevpeymanên navnetewî,yên ku, di derbarê mafên mirovan, gelan, û kêmnetewan de hatine terxandin, girtine.

Ewan ji wan re hîn dibêjin, em lavayê ji we dikin, ku win xwe xerîkî vê pirsê bikin û çareseriyek desturî jê re bibînin.....û em ji we dixwazin ku win têkariyên xwe li ser rêcîma “Bees” bikin, ta ku ewa jî,ershîfa

Kurdan vekin, ...û wê li nik dezgeyên ewlekariyê nehêlin, û bila hemî girtiyên siyasî serbest berdin..”

Lê mixabin, wek ji me hemuyan re diyar e, ku (YDE) hîn naxwaze serê xwe bi kêşa Kurd re li Sûriyê bêşîne, yanê ewa jî dixwaze sud û kelkên xwe li Rojhilata navîn biparêze, lewra jî ewa hîn bi tirs û

shermî berve pirsa gelê Kurd diçe.

Di encamên van çalakî û pirên din de, bizava me li dervayî welêt hîn bandorên pelandî li raya giştî nekiriye, û ne jî rêcîma Sûriyê amedeye li ser asteng û aloziyên civaka Sûriyê bi giştî û yên gelê Kurd nemaze raweste.

Partiya Bees piştî rûxandina rêcîma Sedamê dîktetur Di 9 nîsanê

2000 î de Bexda ji bin nîrê Sedamê dîktetur bi alîkariya Emêrîka û hêzên hevpeyaman rizgar bû, Sedam û nokerên xwe ve reviyan û hin ji wan li Îraqê, û hin din li welatên dirawsê wek Sûriyê, Urdonê û hin din xwe veşartin.

Bê guman bi têkçûna destlata Bees li Bexdê, tirseke mezin di dilên serdarên dîktetur û dewletên ne dêmokrat li Rojhilatanavîn de bi giştî û li van welatan,Turkiyê, Îranê, Sûriyê bi taybetî hate çandin, loma jî rêvebirên van welatan bi leztirîn dem têkelî li gel hev chê kirin û bi hev re pîlanên gemarî li dijî Îraqa nû, bi gelemperî û nemaze li dijî pêşketina asoyên pêşeroj ya azadiya kurdistanê hûnan..,wek mînak, serokê Sûriyê B. El-esed bi mebesta hevpeymanên shoven, di 6.01.2004 an de seredana Turkiyê kir.Îranê jî, bi pêwendiyên xwe olî (Shêî) destdirêjiyan dike, û li ser chend benan û werîsan yariya siyasî dike, lê ewa nikane armancên xwebi sanahî bipeçine.

Lê, li vê dawiyê, ewê hinekî xwe ji destlata Îraqa nû re sist kiriye, diyar e, ku ewa niha naxwaze dijwariyên mezin li pêhs hukumeta duhnem, ya Îbrahîm El-ceferî re (şêî) biafirîne, sersedemên vê jî,belkî ev bin:

1-Rewşa hindir li Îranê, ne pir li heve û alîkar e.

2- Faktorên dervayî. Em texmîn dikin, wê di pêşeroj de, pirsgirêkên niha veşartî û bin cil, dê werin zelal kirin, û destlata Îranê, dê helwestên xwe bi taybetî li dijî herêma Kurdistana Îraqê hişktir bike .Turkiyê jî, gefgurên leşgerî arastî pêşengên Kurdistanê dikir û digote wan; chê nabe win dewleteke serbixwe ava bikin, û divê win destên xwe dirêjî Kerkukê nekin, ew bajarê, ku nemir M .M..Berzanî jê ra digot:” dilê Kurdistanê

Serokşaliyarê Turkiyê Receb Ordegan di meha yêkê ji sala 2004an de, di rojnama ”Bûyerên erebî”de ya li Bêrutê derdikeve, weha goti bû:“Eger li Arjantînê jî dewleteke Kurdan bête damezrandin, emê li dijî wê sher bikin..”

Di vir de,peyv û nirîrna serokê pakrewan . M.M.Berzanî hêcayî bîranînê ye, ewî hîn di sala 1948 an de, li Bako (paytexta Ezêrbêcanê ) goti bû: “ Dijminên ku Kurdistan bindestkirine, dijmantiya xwe ji hev re ji bîr dikin, û li ser Kurdan dighênin hev“.

Di rastiyê de Sûriyê dijmantiyên xwe bi rêcîma Îraqê re ji bîr kir, û ewê bi qaserî55 kesean ji serdarên rêcîma xûnvexwar li Îraqê û di nav wan de jî, birayê serokê bazdayî, Îbrahîm El-sebawî, hembêz kirin,û bi ser vê de jî, hin chavkaniyên fermî û ne fermî dibêjin, ku Sûriyê çekên atomî yên Îraqê li nik xwe veshartine, ta ku herdu rêcîmên beesî, Emêrîka û hin gelek rêxtinên dêmokrat li Îraqê li rûyê cîhanê û raya giştî derewchîn derxînin, û bêjin, va ye Îraq bê çekên atomî ye.

Baweriya mirov bi van helwest û lîstikan pirtir dibe; eger ew ji hin çavkaniyan dibhîse; ku B. El-esed,di 2003 an de tawanbarê gewre Elî Hesen El-mecîd, lehengê tevkujiyên enfala bêzar û tiragîdiya Helebce li Şamê pêşwazî kiriye.

Destlata Sûriyê ne tenê van cersiyan dike, lê wek hin ragiyandinên rojane, makdarên fermî li Îraqê diçespînin, ku bi hezaran têrorîst ji pir welatên cuda dikevin Sûriyê û li wir di bin serpereshtiya karbidestên Sûriyê de fêrî karên têrorê û serjêkirinên mirovan dibin,û di pisht re, ewanan bi alîkariya dewleta Sûriyê derbazî bajarên Îraqê dibin, li wir

karên hovane li dijî bê gunehkaran û destlata Îraqê dikin, û gulan bi ser têkoşerên azadiyê de dibarînin..

Em dîsan vegerin ser helwesta Sûriyê li hundir Sûriyê çawa didome?

Wek em zanin, hukumeta katî li Îraqê bi serokatiya Dr. Îyad El- elawî, û serok komar, Şêx Xazî Al-yawer hate dest nîşan kirin, destura Îraqa nû jî hatin terxandin û di vê destura nû de, biryara pêkanîna fêdraliyê li Îraqê hate çespandin.

Ev biryara rewa dermafê gelê Kurd de, çavên karbidestên Sûriyê her pirtir sor û sermest kirin, lewre jî, hikûmeta Sûriyê bê şermî, helwesta xwe a neyênî û regezperestî derbarê fêderaliyê derbirî û eşkere gote

Kurdan û cîhanê, “Fêderali ji me re xêza sor e “.

Bi ser vê de jî, bi fermana destlatdara Sûriyê, dezgeyên ewlekariyê dest bi hurhitandinên netewayetî kirin,û bi riyên nijadperestên Ereb,di 12 avdara 2004 an de, hêrişek dirinde û ne mirovane li dijî lîstikvan û temaşevanên topê (Topa lingan) li gorepana yarî li Qamuşlo, pêk anîn .Di encamê de bi dehan birîndar bûn û gelek hatin şehîd kirin.

Lê gelê Kurd li hemî navçeyên Kurd, Efrînê, Kobaniyê û bajarên Sûriyê wek, Şamê, Heleb li hember hêrişên şovînîstan bêdeng ne man, bi hezaran kurd li van hêmî deveran, piştvaniyên xwe bi aştiyane ji gelê xwe re xûya kirin, lê mixabin, peyayên karbidestên Sûriyê li van bajaran jî bi gule û qurşînan li hember Kurdan rawestiyan.

Li dawiya van berxwedanên rewa, li gor çavkaniyên partiyên tevgera kurdî li Sûriyê 28 kurd pakrewan bûn, di nav wan de, 7 kurd bi êşkencê şehîd bûn, û nizîkî du hezar Kurd hatin zîndan kirin .lê piştî maweyekê hemî girtî ji bilî 200 î, hatin serbest kirin.

Lê partiya Bees dixwaze xwe ji van bûyer û destêwerdanên cehirkirî bê guneh derxîne, hemî berpirsiyrên ewlekariyê, yên destên xwe, raste rast di van pîlanên şovên de hebûn, ji aliyê dewletê de, nehatin tawan kirin.

Tevgera gelê Kurd ji astengên weha re ne amede bû,lew re jî, ewê nikanî, wek ji wê dihat xwestin, bersiva dewletê bida.

Em kanin bêjin, bizava kurdî ta radeyekê ne hêşt ango rê neda, ku raperîna gelê kurd berdewam be.

Nûnerên dewletê bi gelek berpirsiyarên tevgera kurdî re civîn çê kirin, û ji wan yekser xwastin, ku ewanan lehiya serhildanê rawestînin, lew re jî, wê pir berdewam ne kir.

li vir pir pirsên giring û balkêş xwe derdixin holê, çima pir pêşengên bizava kurdî bi nûnerên dewletê re rûniştin ?Kê di van rûniştinan de, an di van bazarên siyasî de ,pirtir sud ji xwe re wergiert?

Tevgera Kurd di vê bazara siyasî de çi qezenc kir?

Di nirîna me de, tevgera kurd xwe di van helwestan de

şaş kir, ewê bejn û kanînên xwe, yên jar û lawaz ji

gelê xwe û ji dewleta kevneperest re pir bi zelaî da xûya kirin.

Piştî van hemî hevdîtinan, dewletê baş giraniya tevgera kurdî têgihîşt,lew re jî, ewê bang li Kurdan kir, û gote wan; me ta niha çavên xwe li we digirtin, lê divê hun xebatên xwe ên partîtî

rawestînin...

Dengvedana vê fermana ne dêmokrat li Rojavayê Kurdistanê bi neyiniyeke bilind hate nirxandin, gelê Kurd niha xwe gelek bextewar dibîne, ku tevgera Kurd ev daxwaza hukumetê pêk ne anî!!!!!!!!.

Wek mînak, serokê partiya yekitiya dêmokrata Kurd li Sûriyê, birêz Îsmaîl Omer bersiva dewleta Esedê duhem weha daye”...Me ji rêcîmê destur nestandiye, ku em bi biryara wê jî, xebatên xwe rawestînin....divê hêzên ewlekariyê destên xwe ji hemî movikên jiyana hemwelatiyên Sûriyê vekşînin” Partî, çapemenî, serbixweyên niştimanperwer li

hundir û li dervayê welêt bi kêmasî, tawanên rêcîma Bees li dijî Kurd û dêmokratên Sûriyê şermezar kirin.

.....

Serokê dewleta Sûriyê ji ber hin sersedemên siyasî, tektîkî ên giring,di 1. Gulana 2004 an de, di kanala El-cezîrê de, hebûna gelê kurd li Sûriyê da nas kir û ragiyand;” Netewa Kurd beşek ji civaka Sûriyê a bingehîn e..”

Dîsan tevgera Kurd, hemî welatparêzên Kurd bi vê daxûyana serok komarî dilshad bûn, bi çavên bilind û nirxbuha li helwesta El-esedê duhem temaşe kirin, pir partî û kesayetiyan bawer kirin, ku serokê Sûriyê dixwaze hêdî, hêdî, hebûna miletê Kurd wek neteweke serbixwe bipejrîne.. Ji ber vê jî, me dît hemû partiyên Kurd, gotinên serokê Sûriyê di rojnamên xwe de dubare kirin û dilxweşiyên xwe ji nirîna

El-esed re diyar kirin .

Lê, wek Ereb bi xwe dibêjin:“Benê(werîsê) derewînan kurt e“,roj derbas nebûn, pir siyasetmedarên Kurd û Ereb baş dîtin, ku çawa serokê Sûriyê peyvên xwe erzan berdaye holê, an sozên wî, bêbinax û damar in, çimkî ewî di alîyekî de, li pêş raya giştî, sozên xweguhartinên siyasî li hundir Sûriyê dide cîhanê û gelên Sûriyê, û li aliyê din jî,siyasetmedar, gelparêzên Kurd û Ereb digre û dixe zîndanan. Bi kurtebirî, ev dijberiyên zor ronak, nîşanên ne pêbaweriyê peyv û sozên El-esed in .Wek me berê jî nivîsî bû, hukmeta Sûriyê ji destkewtên Îraqê û Kurdistanê pir bêzar bû ye, ewa bi hemu awayan, helwestên xwe, ên şoven li dijî gelê Kurd bigiştî derbirî.


 

Tê zanîn, hukumeta Îraqa nû, ya katî biryara hilbijartinê deranî,û ewê hevpeyman bi “komîta netewên yekbûyî re “û bi hemu dewletên, ku di nav wan de,hemwalatiyên Îraqê dijîn, çê kirin.

Li gor van hevpeymanan, pêwîst bû,ku evan dewletan birêveçûna hilbijartinê, di hundir welatên xwe de hêsantir bikin û ti dijwariyan li pêş wan hemwelatiyên Îraqî durust nekin.Lê van hemî dewletan ji bilî Sûriyê, hevpeyman bi cih anîn û wek hin çavkaniyên Îraqê rageyandin, ku nîzîkî 250 hezar hemwelatiyên Îraqê li Sûriyê dijîn, û piraniyên wan jî Kurd in.

Karbidestên Sûriy rê nedan kurdên Îraqê, ku ewanan zimanê kurdî di hilbijartinê de, bi kar bînin, bi ser da jî biryara xwe, a ne rewa li ser rêxistina penaberên navnetewî ferz kirin û di encamê de, kurdên Îraqê nikanî bûn fîtik û belavokên xwe bi zimanê kurdî binivîsînin û wan belav bikin.

Di baweriya me de, hukumeta Sûriyê ji ber du sedemên sereke nehişt, ku Kurd zimanê xwe bi kar hînin.

1-Ewê dixwast hebûna zimanê kurdî wek zimanekî serbixwe bi gelê Ereb li Sûriyê nede nasîn, ta ku, derewên wê di tunekirina zimanê kurdî de, wek zimanekî serbixwe li pêş Erebên Sûriyê eşkere nebin.

2-Ta ku Kurdên Îraqê di warê derûnî de birîn bibin,wireyên wan nizim bibin, paşê, ewanan nikanibin Kurdan hilbijêrin û dengên xwe bidin “ Hevpeymana dêmokrata Kurdistanê“, ji ber ku, tirsa wan ew bû jî, ku hejmara perlemêntarên Kurd di encumena Îraqê de pir bin, û di avakirina Îraqa fêderal de rolên bala bilîzin.

Dêmek em dibînin çawa partiya Bees li Sûriyê û di bin sîbera B.El-esed jî şovînîstiya xwe berdewam dike, û ew ne tenê şerê bizava me li Sûriyê dike, lê belê hîn bi serda jî, li dijî tevgera kurdî a azadîxwaz li beşên din dike, û ewa neyartiya xwe li dijî tevgera dêmokratiyê pir bi zelalî sercil dike. Li hember van helwestên Sûriyê, Emêrîka, yekitiya ewropî, hêzên dêmokrat û azadîxwaz, û rêxistinên mafên mirovan bê deng namînin, tevî ku dengên hemûyan ne bi qaserî hev bilind dibin,lê yê herî bilind, dengê Emêrîka ye, ewa vekirî gefgurên xwe arastî Sûriyê dike, û bi hin hêzên opozîtiyon re li Emêrîka û li Ewropa dicive û ewanan dixwazin bi hev re hukumeta Bees birûxînin .

Li aliyê din, dezgehên civaka bajarvaniyê û hêzên tevgera kurdî, kesayetiyên dêmokratên Ereb, bi riyên ragiyandinên xwe, bi riyên xwepêşandinên xwe, li Şamê kêm an zêde têdikoşin.

Li hêla sêhem, endamên yekitiya welatên ewropî jî bi dengên pir nizim bala hukumeta Sûriyê dikşînin ser rewşa hundir û pirsa dêmokratiyê li Sûriyê,û ji ber ku,helwesta Sûriyê li beramberî dêmokratiyê neyinî ye,

ew naxwazin bi Sûriyê re pir bazarganiya aborî bikin.

Piştî xwendina me bi hurgilî ji rewşa Sûriyê a hindir û siyaseta wê a dervayî re, em digînin vê baweriyê, ku destlata Sûriyê hesabê hêzên dêmokrat û gelê Kurd pir nake. Bizava dêmokrat û azadîxwaz heye,lê ew berxwedaneke jar û pir bi tirs dike. Tirsa destlata Sûriyê a herî mezin ji Emêrîka ye wek nimûne, Emêrîka ji hukumeta Sûriyê xwest, ku ew

leşgerên xwe ji Lubnanê bi zutirîn kat vekşîne,ewê bi rastî bê dilê xwe, piştî ku derdora 25 an di hundirê Libnanê de cihwar bû bûn ,leşgerên xwe ji Lubnanê di meha gulana, 2005 an de vekşandin.

Li alîyekî din jî, hukumeta Sûriyê sozek daye gelê kurd, ku ew dê nasnamên Sûriyê li hemwelatiyaên Kurd, ên bênasname vegerîne

lê ta niha jî, ti agadarî li ser pêkanîna vê sozê jî, tunenin..

Di rastiyê de, lingên serdarên partiya Bees pir li ber hev ketine, ew nizanin dê çi bikin! Lewra jî, siyaseta wan niha pir tewşankî ye, wan ji cîhanê re, li dahol û zurnê xistin û gotin; emê kongira xwe a dehan girêdin, û emê di wir de pir guhertinan çê kin û biryarên nû derxînin..

Di dema ku, gelên Sûriyê çaweriya gavavêtinên erênî ji partiya Bees bi serokatiya Dr. Beşar El-esed dikrin, hukumetê şêweyekî nû bo dijmanhiya gelê kurd afrand, ewê dest bi revandina kesayetiyên welatparêz û nasdar kir.

Di 10ê gulanê, 2005 an de, hukumetê bi alîkariyadestên hin tawanbar û têrorîst Dr. Şêx Muhemed Meşoq Elxiznewî revand, ew bi lêdan û îşkence kuştin, û di 1.6.2005an de destlata El-esed kuştina wî ragiyand.

Gelê Kurd pir bi xemgînî termê Şêxê dêmokrat, oldarê pêşverû, û welatparêz pêşwazî kir, nîzîkî sed Hezar Kurd bi termê pakrewanê peyva dadmendiyê re rêketin, û helwesta xwe li dijî vî karê têrorî derbirîn û daxwaza çareserkirina kêşa miletê Kurd li Sûriyê kirin.

Di 4.hizêranê, sala 2005 an de, partiya Bees kongira xwe a dehan li Şamê bi serdariya B. Elesed dest pê kir, bi vê bûneyê, partiya azadiya Kurd bi seroketiya Xêr-eldîn Murad û partiya yekitiya Kurd li Sûriyê bi serokatiya Hesen Salih di roja 5.6.2005 an de, xwepêşandaneke mezin li Qamuşliyê rêxistin, dîsan bi deh hezaran Kurd tevli vê xwepêşandanê jî bûn, ewan karên têrorîstiyê li dijî Kurdan û dêmokratîxwazan tawan bar kirin, û daxwaza bi cihanîna mafên netewî yên gelê kurd ji kongira Bees kirin.Serokê partiya azadiya kurd li Sûriyê Xêr eldîn Murad, derbarê sedema vê xwepêşandnê de nivîsiye:“Armanca me ji vêxwepêşandinê ev e, ku em nameyekê ji kongira partiya Bees re bişînin, ta ku ew jî rewşa gelê Kurd li Sûriyê serrast bikin, êş û azerên gelê kurd bi dawî bînin.

Lê, mixabin dewleta Sûriyê hîn rojekê berî xwepêşandanê, ango di 4.06.2005 an de bi sedan Ereb û serok êlên Ereban di bin navê “kongira hevpeyvînên niştimanî “ de civandin û xwe li dijî xwepêşandana

Kurdan amede kirin.

Di rastiyê de, di roja xwepêşandanê de dezgehên ewlekariyê ji aliyekî ve 60 xwendevan û hemwelatiyên Kurd girtin û pir kes ji xwepêşandanan birîndarkirin.

Li aliyekî din jî, bi rêdana hukumetê, Erebên“ kongira hevpeymanên niştimanî “ dîkanên Kurdan li bazarê talan kirin, bi melyonan pere ji wir dizîn û ziyan gihandin runiştvanên Kurdan li Qamuşloyê.

Lê pêwîst e em vê rastiyê jî ji bîr nekin û helwesta beşê mezin ji tevgera Kurd “Hevbenda dêmokrata Kurd “, û “ Eniya dêmokrata Kurd “ji vê berxwedana Kurd bidin diyar kirin, ewan piştvaniya xwepêşandana

5 ê hizêranê li Qamuşliyê ne kirin, wan sedemên helwestên xwe bi vî rengî di daxûyaniyekê de ronî kirin,û nivisîn: “...Xwepêşandanê parolên ne berpirsiyarane hilda bûn, ew şaş bûn û ziyanê digînin berjewendiyên gelê Kurd û yekitiya niştimanî...”lê partiya yekitiya dêmkrata Kurd di rapora xwe a siyasî de weha nivisiye: ”Xwepêşandanê nirx ne daye

rewşa vê demê, ewê ji hukumetê re sedem çê kirin, ku ew bi xeraptirîn û hovtirîn şêwe hêrişî Kurdan bike....û pir mixabin piştî vê xwepêşandanê hin rêxistinên opozîtisiyon û komîtên mafên mirovan jî helwestên xwe derbarê gelê Kurd bi neyinî derbirîn.

Ev tê vê wateyê, ku tevgera me hîn li ser xwepêşandanan jî nabin yek, û ewanan nikanin bi hev re dengên xwe li dijî şovînistên Sûriyê bilind

bikin..

Lê bi ya me be,evê xwepêşandanê di nav gel û azadîxwazan de, baş deng veda,bi hezaran Kurd li hundir welêt û li dervayê welêt rezamendiyên xwe ji vê berxwedanê re dan xûya kirin û gelek ji wan bi dengên bilind dipirsin, ma kînga “Hevbendî “û “Eniya dêmokrat “dixwazin xwepêşandanan li bajarên Kurdan bikin ?

Û kînga li gor pîvanên wan, rewş li Sûriyê lêhatî û alîkar dibe ?

Lê em jî, di vê baweriyê de ne, ku niha rewş ji berê alîkartir e, pêwîste hemî hêzên Kurd û Ereb jî, vê rewşê biçespînin, û bi aştiyane têbikoşin.

Erê hemê dêmokratîxwaz û azadîxwaz zanin, ku berdêla azadiyê, dêmokrtiyê qurban û pakrewan in jî, ewanan tevgera xwe dixemilînin, û riya azadiyê kintir dikin û rûpelên dîrokê ji van nimûnên kêrhatî tijî û dagirtî ne .

Kongira Bees herdu guhên xwe li bang û nama gelê Kurd girtin, çimkî ewê, wek me li jor anî zimên, pêşda bersivên xwe, bi riya dezgehên ewlekariyê li navçeyê amede kirî ye ..

Kongira Bees ya dehan di 9.06.2005 an de bi hilbijartina komîteke navbendî e nû, kuta bû, ewê hin berpirsiyrên bilind ji destlatê bi formal, bi dûrxistin, lê kongirê nikanî bû pirsên bingehîn û gring di bernamê de biguhartana, wek nimûne, kongira “Bees” li ser xala 8 an di desturê de ranewestiya ye û ew weke berê di cihê xwe de ma, partiya Bees hîn

dibêje ;Partiya Bees pêşenga dewletê û civakê ye .

Herweha jî, kongirê nexwast yasaya awerte ji desturê rake

3-kongirê li ser rêdana xebatên partiyên Sûriyê rawestiya, lê dîsan biryara wan ,partiyên kurdî an partiyên olî naçerciwîne.

4-kongirê hebûna gelê Kurd,wek neteweke serbixwe li Sûriyê nepejrand .Bi kurtî, kongirê tishtekî nû ne aniye zimên,guhartinên kesayetiyên berpirsiyar ne giring û nirxbuha ne, ya ji van pir giringtir û balkêştir, guhartinên siyasî,aborî, doza dêmokratiyê û azadiyê ne.

Em dixwazin axiftinên xwe li ser kongotina serokê rêxistinên Ereban, yên mafên mirovan Dr. Heysem Menah dawî bînin, ewî di kenala

Dubay de goti bû”DI DEMA BALAFIRAN DE KONGIRA BEES LI KERÊSÎWAR DIBE..”Em jî li vir mafê didin xwe, ku vepirsînên vekirî arastî bizava dêmokratîxwaza Sûriyê û tevgera azadîxwaza Kurd bikin,

KANÎ EW DI DEMA BALAFIRAN DE LI ÇI SIWAR BÛNE???


 

Dumahîk heye

23.06.2005