Hejmar / 18 Havîn / 2005

 

Bingehên Gotinê

Xelake nihê


 

Keça kurd


 

GêRKIRIN

Gêrkirin: dirêjkirin. Diya min xwe gêr kiriye; dixwaze raze(xewke). Em dibêjin, lingê xwe dirêjke. Lê em nikarin bêjin lingê xwe gêrke.Tenê gêrkirin ji bo xewê û ji bo paldanê ye.

Dudoyan şerê hev kir; yekî ê dî gêr kire ser erdê. Gêrkirin wateya xindirandinê jî dide. Wî şebeşî gêr ke rex min.


 

GÊRÛŞE

Gêrûşe : Destar.


 

Ev bêje ji van bêjeyan (gêr+û+Şe) ; bêjeya şe, kevir(kuç) e, bi wateya ku kevireke û zadî gêre dike; li ser zadî digere û genim, ceh... pê dihêrtin.

Jniha min tîpa(û) ku du bêjeyan biheve girêdide, ne dîtiye.


GIDIK

Bi qasî bejna mêrekî û çengê xwe jî pêre bilind bike(gotin ya hêja Evdileyê Tajdîn e),ev dirêjahîya ku lê dipîvan; wek werîsekî, şivên ter dihûnan. Paşê jî çend gidik bi heve girê didan û li gurzên daran, ango li kerxan girê didan. Ev kerxa ha jî, ku çend gidik biheve girê didan û dirêj dikirin ta ku sed ta dar di nav de dihatin girêdan. û ji vî gurzê daran re kerx digotin.


Hûnandina gidikî jî, çar ta giya didane ber hev û dihûnan.


GIJ

1)Gij: zivir, neşayîk. Seyandina dîwarê te gij e. Ji karê aşêva erdan destên min gij bûne.

2)Rûyê xwe li min gij kir; şer dixwest; lê heme min şer pêre ne kir.

3)Xwe gijgijandine hev, lê me ne hişt ku li hev bidin.

4)Gijika te; pora te a gij û neşayîk. Bi gijika hev girtin; li vir gijik, por bi xwe ye.

Pora te gijolî ye: pora te gij e, li dawiyê gijik jî bi wateya pora gij hatiye.


GIHAN

1)Mêvan gihan, Hun herin, paşê ezê bigehim we.

2)Sêvên me hîn negihan e; kerikên şîn in. Kerik: Ne giha ye, şîn e; nayê xwarin.

3)Keça Gulê gihaye; mezin bûye.


GIL

Gil angu ax, xak. Seydayê Cizîrî li(r132) gotiye:

 

Her gil û seng dibitin zêr bi tedbîri hekîm

Qabiliyet ku nebit hikmeti ustadi çi kit

 

GIL: Ax e. GILMITIK(gil+mitik): Giloka heriyê ye.

 

GINDIRANDIN: Xindirandin. Lingê terembêlê gindirî,

çû...Tişta gurover digindire.

Xar jî digindire, şebeş digindire

 

GIR

Cihekî bilind e. Li ser erdê tingalên axê hene. Lê ku ew tingal mezin bûn, dibine gir.

Gir ji axê çêdibe, ji tingal û ji komê jî mezintire. Lê di meznayîya xwe de ne wek çiya ye; bilindayîyek li ser erda rast e.

Diyar jî dibêjin

 

GIRR

1-Girr: Girrû. Corek nexweşi ye; dixwere û li cihê xwerê pirzik çêdibin edab, av û şij jê der dikeve.

Girê devehan heye; nexweşiyeke bi devehan dikeve.

2-Girr: Kîn û dilreşî ye. Ev kur bi girr e, ku xeyidî kes nikare wî aşt bike.

 

GIRAN

1)Hesin giran e. Lê pembû sivik e.

2)Me pembûyê xwe giran firot.

Lê me bacanên xwe arzan firotin.

Vê salê baran nehat; ji lewra nîrekî giranî bi ser xelkê welat de hat; her tişt giran e.

 

GIREW

Ji girtin hatiye; binyata lêkera girtin û paşpirtika(ew); lê ez nizanim ev paşpirtik ji ku hatiye!?

Girew ew tişt e, ya ku di ber tiştekî de digrin. Keç di girewa kuştinê de digirtin, di şer de mêrek hate kuştin, vêce ji bo aştî bikeve nav herdu malên ku dijminayî di nav wan de heye, keçek ji ya wan di girewa xwînê de dibirin, û dibû bûka malê.

Xelo perê Rizgo ne danê, vêce Rizgo çêleka Xelo di girewa perên xwe de bir.

 

GIREWNAME

Kaxeza li ser girewê hatiye nivîsîn. Ji bo mînak: Mirovên pare bi ker(deyn) didin, ji bo dilniya bin ku, perên wan neyin xwarin; hin zêr di girewa perên xwe de digirin. Lê ew herdu alî girewnameyekê dinivîsin.

 

GIRÊBAN

Girêban: gîrfan: kûrik: Berîk. Di baweriya min de, ev navdêr ji van du bêjeyan(girê+ bend) pêk hatiye; li demekê; ji berî ku kûrik bidozin, hûremûrên xwe di nav Paçekî de û bi benekî girê didan û di paşila xwe de dihilandin. An jî kîsikekî dirûtî û bi benekî di ber pişta xwe re dikirin û baş girê didan. Di peyre kûrik(berîk), ya ku bi rengekî pêşketîtir bû çêkirin.


Melayê Cizîrî(r.93)

ji Eliqdelcewherî) dibêje:


Bişkiwên benda girêbanê ji rengê kewkeban

Berq û tîrojên ji xorşîdê vedayî rast û çep

 

GIRIK

Girika hevîr, bi wateya guloka hevîr. Girik ji bo hevîr bi kar tînin.

Girik jî girovek e ; lepa xwe ji hevêr tejî û bi regekî girover dikin.


 

GIRGIR

Girgir, navê deng e. Girgira vê keçê ye; diçê û tê(dengê piyên wê). Herweha dibêjin, çi girgira te ye, angu çi qîjqîja dengê te ye. Girgira terembêlê tê; dengê wê tê.


GIRTIN

1)Girtin; pêçewanê bêjeya berdan e. Makdera lêkerî ye. Min girt, te girt. Min sêvek bi destê xwe girt.

2)Leşkerê dewletê girte ser gund. Di şeva nîvê şevê de girtine ser gundî. Gotina bav û bapîran:”go te girt, ber nede, go te berda, pey ne keve”

3) cilekê bigire ser birayê xwe, wî bi nixumîne.

4) Deriyê malê bigire; vekirî ne hêle.

5) Çavên xwe bigire; mijgûlan bi ser hev de deyne; çavên xwe miç ke.


 

GIVRIK

Givrik: Pilitik; hinekî mezin bûye.

Xwarina ku ew dixwe, lê na givire(guvire); ji lew ra tim lawaz dimîne.

 

GIYABENîŞT

Giyayekî bi pinik e, û bi sipîve ye; meriv dicuwe; li paş demekê ji cûtin û tif kirinê, ew giya dibe wekî benîşt.

 

GIYANAS

Mirovê ku bi giyayî dizane, giyayê baş û nebaş ji hev nas dike.

 

GIYAXWIN

Giyayekî gelek xurt e; eger mirovekî xwest weku hemî giyayên dî, hinek ji giyaxwînî biçine; bêguman destê wî xwîn dibe û nikare bi qurêfe, ji ber vê yekê ye, ku giyaxwîn nav lê kirine.

 

GILOT

Glot, Pizotê agir e; Agirê daran ku baş pêdikeve û dû namîne, paş ku gurîya agirî jî divemire, her yek ji wan parçên daran dibe gulotek ji agirê sor.

 

Navdêra glot di zimanê elmanî de jî heye û bi vî rengî tête nivîsîn glut û bi vî rengî(glût) tête xwendin.

GO: Gok; tiştekî gurover e dagirtî ye.

1)Goka bi pê dileyîzin.

2)Goka holê ya ku li ber kaşo pê dileyîzin.

3)Gokên zîvînî jî hebûn û îro jî ên zêrînî hene, ku ji bo xemla jinê ne.

Melayê Cizîrî gotiye:

Mislê goyê bê ser û pa bûme li ber derb û şekan Rûpelê 458


GOL(l) bi qelewî tê xwendin.

1)Gola avê. gol heye û golik jî heye, ew jî biçûkkirin e.

gola Wanê li bakurê Kurdistanê heye. Gola Ormiyê li Kurdistana rojhilat e .

2) Ku gok derbasî torê bû, dibêjin golek anî.

 

GOMIK, gumik, gûmik: nermik

Gomika teliyê, serê teliyê, ango nermika teliyê. Celadetî ji vê navdêrê re “gûmik” dibêje. Lê di baweriya min de a rast gomik e, an jî gumik û ne gûmik e; ji ber ku navdêra “go” û ya “gu” di gelek gotinan de peyda dibe, wek: gok, gopal, gop, gurover, gulok,..Ev navdêr bi wateya nişîvtin û guroverî tên.

 


 

GOPALan jî kopal

Kopal di bingeh de, ji du gotinan pêk hatiye(gop)an jî(go) û (pal) ango ew darê ku ji rexekî ve gop e; ji mirovî re dibe weke berpal. Mirovekî ku di nav salan de çû be, bêhêz dibe ji lewra gopal(kopal) ji xwe re dike berpal û bi destê xwe digre.


GOR

Gor û gorin jî dibêjin ; çala mirî tê de diveşêrin; bin ax dikin.

Ev gotin di zimanê elmanî de jî Grab jê re dibêjin.

Gor, bi wateya weke; ango çalek e, li gora laşê mirovî ye; gora zarokekê piçûk e û ya mezinekî, mezin e.


GORE

Gorewî, gora pê jî, li gora mirî diçe, ji ber wê jî ev nav lê kirine, ew gora mirî ye, ev jî gora pê ye, lê ji bo ku cêbûnek di nav herduwan de hebe, tîpek dido ku lê zêdekirine; gor bû gore an jî gorewî.

 

GORNEBAŞ

Ev teba di paşgora mirî de dijî û goştê mirî dixwe. Çala gorê hinekî kûr e, lê di dîwarê wê kortê de paşgorê jî dikolin û mirî di paşgorê de diveşêrin; bergor(rexgor) jî ji jêre dibêjin(. Vêce ez dibêjim ku gotina paş bûye baş. bi wateya ku ji wî ajelî re gornepaş gotine û paşê bûye gornebaş.

GOŞE

Goşe: Enîşk; gihandina du dîwaran, ji rexê mal de kunçik e(kujbin), ji rexê der ve jî goşe ye, çik, an jî enîşk e. Herweha bi wateya rex jî têt.

Melayê Cizîrî li(r198) dibêje:

Dama belayê der kemîn her goşe dormadari çerx

 

Di helbesteke dî de jî dibêje :

Tîrek ji keman xedebê da cigerê rîş

Mil dane ber û ser ji du goşan veweşandin

Rûpelê 477

 

GOV

Xaniyê ku şevê pez têde mexel dikeve.


1)GOVA, ev bêje di ferhenga mamosta Hejarî de bi wateya şahid hatiye.

GOVA, GOVAH, GOVAN, guwah, guvah; bi van çend rengan tê gotin û bi wateya (şahid) hatine, ya ku ji zimanê erebî tev li zimanê kurdmancî bûye.


 

Govan ango gotinvan; ew kesê ku gotinan dibêje.

GOVANî;karê govan e;

Şehdebün e.

 

GOVANNAME: karê

nivîsandî ye.

2)GUWAH, guvah: Weke dîtiye dibêje: Şahid.

Mamosta Celadetî bêjeya guvahî di Hawarê de bi kar tîne, dema dibêje:(Ji milê din bi guvahiya gelek nivîskaran tête zanîn ku Kurd di tûjzîrekiya tebîî, zûbîrbirî û di...ne kêm in.

H.r384. Lê mamostayî di ferhenga Hawarê de“guwah“ nivîsiye.

3)Herweha mamosta Elî Sîdo Goranî jî navdêra“guwah“ di ferhenga xwe de brengê xwarê nivîsiye:

Guwahbîn; yê ku dibîne û dibêje.

Guwahî, gotina ku guwah dibêje.

Guwahname: Gotina guwah ku di nameyekê de tête nivîsîn.


Guwahge, guwahgeh: Cihê ku guwahî tê de tê gotin.


GOVAR

Ev bêje ji van du gotinan(gov+ar)pêk hatiye; pirtûka ku nivîsîn û agehdarî di nav de têne nivîsîn.

Ji van gotinên jor mirov digihe rastiyekê, ku govar ji

kovarê rastir e.


GOVEND

Di bara vê bêjeyê de ez bîr li du wateyan dikim:

1)Ev bêje ji van du bêjeyan(go+vend) drust bûye ; di zimanê me de, tîpên(v,b,w) cihê hev digirin.Bi wateya ku bi rengê rêzebendeke gurover destên hev digirin û dîlan dikin.

2)Ev bêje, ji van du bêjeyan(gove+bend);tîpa(b) li nav çûbe.Bi wateya gotin û bendên stranan.

Li bêjeyên govan û govanî û yên dî jî binire!


GUHAN

Guhanên çêlekê...Guhan jî ji guh hatiye,wek

guhikan bi qêla ajelan ve çêbûne. Serçir(serçira şîr) jî ji wan re dibêjin.

 

GOVDE

Govde: Gewde, laş


GUHIK

Guh+ik. Paşpirtika(ik), li vir ji bo piçûkkirina guh e, guhikên têrê, guhikên merşê; çar enîşkên wê, dibine guhik. guhikên nivînê, guhikên balgeh...kujî jî ji guhikan re dibêjin.

 

GUHAR

Guhar, ev bêje ji navdêra guh û paşpirtika(ar)pêk hatiye.

Guhar, ew parçe zêr an jî kanek dî ku ji bo xemla jinan di guh de ye.

 

GUHDAR

Guh û dar; bêjeya (dar), weke paşgirekê diçe ser hin bêjeyan, bêjeyeke nû, bi wateyeke nû dide.

Hesenê melê Çîrokbêjekî bi kêrhatî bû. Wî çîrok digotin û civatê guhdarîya wî dikir. Guhdar, ew e ku guhê xwe dide gotina yekî ku diaxivê. Ezê bipeyivim û tu guh bide min.

Guhdarê birayê xwe be, ew di xew de ye. Bi wateya ku çavên te lê birayê te bin; guhê te li ser dengê wî bê.


GUHER

Guherê pez, cihek li vederî gund e; mexel jî jê re dibêjin.Şirûvekirina min bi vî rengî ye:

1)Dibe ku li destpêkê ev guher, bêdestnîşankirî be, îro li vir lê siba li cihekî dî ye, bi wateya guhertin ev nav lê kirine.

2)Dibe ku ji van du bêjeyan(guh+ar) ; angu guhekî erdê(rexek). Dibêjin, em li guhekî firazê rûniştin.

 

GUHER, şêwl, mesîl; erdeke rast e. Bi wateyeke dî, dema ku mesîleke bê av û bi rengekî berfereh û rast hebe, jêre guher dibêjin û herdemê dibe cihê guherê pez. Dibe ku ev navdêr jî her ji guherê pez nav lê bûbe; ji ber ku tim di wan mesîl û bestikan de pez dane mexel.


Ev jî jime re dide xuya kirin ku civaka me pezekî zehf xwedîdikir û her malek gerekê guherekî bûye. Û ew guher jî binavkirî bîne.

 

GULAN

Gulan; Mehek ji duwazde mehên salê ye, ya ku têde gul dibişkivin; meheke têrgul e.


GULBEROJ

Navê gulekê ye; ji ber ku berê wê tim li rojê ye, gulberoj lê kirine. Gula berberoj jî jê re dibêjin.

 

GULÎ

1)Gulî; li hin deveran bi wateya kezî, ango pora hûnayî hatiye. Guliyê keça min zêrîn in. Lê li hin deverên dî jî bi wateya biskine girêdayî têt; dema pora zarokê, nemaze ya keçikê hîn hûre, bi benekî sipehî girê didin. Û ez dibêjim ku ev rast e, ji ber ku guliya darê jî ew çiqilên hûr ên şîn e himbiz re dibêjin.

2) gulî; guliya darê; ji wan çiqilên hûr ên heşîn û himbiz re dibêjin guliya darê; angu pora wê.

Di vê stranê de hatiye:

Were, were were, wa gulbiharê te sêva sor e li guliya darê

Celîla, r149


GULPIK

Gulpikên darê. Dema ku dar ter dibe û ji berî ku pelik bide, belbûnin di çiqilan de xuya dibin û ji wan girêkan re gulpik dibêjin. Ev bêje ji du bêjeyan pêk hatiye; gul+pik; angu

ew girêk li diwarojê dibin gul û çiqil.

Cemîla,r98

 

GUMAN

1)Guman, bîr û bawerî; di gumana wî de ku riya wî rast e. Gumana min naçe ser wî ku ew mirovekî nebaş e.

2)Guman; bîrkirina nerast e.

Bêguman; rast û bê tozik e. Melayê çizîrî dibêje:

Bêguman xaka riya wê tûtiya û dane ye Ger di çehvên kor ve ênin xweş dibin pê dîde yeRûpelê499