Hejmar / 18 Havîn / 2005

 

SERGOTAR


 

 

Welatek ava nabe,eger di wî welatî de, yasa tune be,lewra jî,gelên ku di bin nîrê setemkariyê de dijîn,bê welat in .”


 

San Gust

Berêzan!

Di vê dema borî de,jiyana siyasî li RojhilataNavîn encamên pir kêrhatî hatine holê,têkoşanên gelên azadîxwaz berhemdar bûn,eniya dîroka gelên kurdistana başurê mezin û netewên Îraqê bi rûxandina hovtirîn dîktetur û bi serkewtinên dêmokrat hatiye xemlandin.

Giringtirîn bûyer di cîhana ramyarî de, ku têkoşer û siyasetmedarê gewre mam Celal Talbanî bi erêkirina hevpeymana kurdistanî, di encumena niştimanî ya Îraqê, di 6.04.2005 an de wek serkomarê Îraqa fêderal hate hilbijartin. Bûyera dîrokî ya duhem, ku herdu hukumetên Hewlêr û Sulêmaniyê bûne yek, berêz Nêçîrvan Berzanî dibe serokê hukumeta Kurdistanê û rêzdar Ednan Muftî jî wek serokê perlemana Kurdistanê hate hilbijartin .

Di 12.06.2005an de encumena Kurdistanê, pêşmergê herî mezin û navdar,kek Mesud Berzanî wek serokê herêma Kurdistanê hildibjêre.

Di rastiyê de, ewan bûyerên jorîn ne tenê li nik Kurdistana bashurê mezin û Îraqê, cihên shehnaziya nin, lê gelê me li her sê beşên din jî, bi van serketinan, xwe serfiraz û serbilind dibîne, bi milyonan kurdistanî hestên xwe yên dilşdiyê derbrîn,û gotin,kek Mesud ne tenê layiq e , ku bibe serokê Kurdistana başûrê mezin, lê ew layiq e, bibe serokê 40 milyon kurdistanî jî.

Eger çiqas hin dewletên dirawsê wek Turkiyê,Îranê û Sûriyê,li gel pir partî,an 6rêxistinên kevneperst û ne dêmokrat astengan li pêş rêveçûna dêmokratiyê li Îraqa nû û azadiya Kurdistanê durist bikin, an jî, bi hev re pîlanan li dijî Îraqa nû bihûnin,lê rêberên Kurdistanê, bi palpişta gelê xwe û bi berxwedanên resen li Bexdada nû berevaniya fêderaliyê û erdnîgariya Kurdistanê dikin.

Di vê sebaretê de,hêjayê gotinê ye,ku em pêşengên bizava azadîxwaz û

cemawerên Kurd li hemî perçeyên kurdistanê û di sereta de herdu serokên nasdar, berêzan kek Mesud Berzanî û mam Celal Talbanî pîroz bikin.

Li Turkiyê jî, serokşalyar R.T .Ordegan di 10.08.2005 an de pêşwaziya 151 rewşenbîrên Turkiyê kir,ewanan vekirî bi Ordegan re goti bûn, ”pêwîst e pirsa kurdî li Turkiyê bi awakî dêmokrat û di çarçewa yekbûna welêt û neteweyekê de çareser bibe,..”piştî vê yekser Ordegan seredanê li Amedê dike,li wir kurdistanî bi gul û govendan, wî pêşwazî dikin, li pêş cemawerê Kurd, ewî weha goti bû ,”Dewletên mezin jî kanin şaşiyan bikin,em dixwazin dêmokratiyê ji bo kêşa kurdî pirtir bikin û pirsgirêka Kurdan jî rastiyek e.”

Eger em wek çavdêrên siyasî, van peyv û sozên Ordegan bişopînin,û bi çavên dîrokî li rabordiyên serdarên Turkiyê vegerin, emê bi hesanî gelek xopandinên siyasî ji aliyên Toranan de bibînin.Damezrênerê Turkiya nû, Kemal Ataturk jî di rewşeke siyasî dijwar de, çû bû Kurdistanê, bi serok û oldarên Kurdan re rûnişti bû,û bi wan re weha goti bû,”Eger hun alîkariya me li dijî hêrişên Yonaniyan bikin,emê mafên netewî bidin we .

Li gor vê sozê, hêz û kesayetiyên Kurd alîkariya Turkiyê kirin,û Tirkiyê bi piştvaniya Kurdan, kanî bû Yonanê serniva ji Tirkiyê derxista.

Berî serdana Ordigan li Amedê,gelek serokwezîrên din jî wek S.Dêmêrêl,T.çêler çûne Kurdistanê,û sozên çareserkirina kêşeya Kurdî dabûn miletê me.

Hercarê ku Kemalîstên şovenîst, li jêr sîbera têkarî û egerên dervayî xwe di tengayê de dibînin,hin sozên bê bingeh û ne pelandî didin Kurdan,û eger ewanan berê çiqas soz dabûn gelê me,lê herdem sozên wan di çarçewa van xalên jêrîn da bûn;Turkiyê yek dewlet e, di bin yek al da ye,Turkiyê yek netewe, yek ziman e yek çande.

Evan hemî xêzên sor bûn, lê niha Ordegan û di nirîna me de, piştî rêdana Cenêralên Kemalîst, du xêzên sor (ziman û çand) bi gotinan derbaz kirin.

Eger sedemên vê ragiyandinê ji bo endametiya YE be jî, dîsan gelê Kurd bi Ordîgan re dibêje, erê, lê pirsgirêka me, netaweyetî, rêzanî, mêjoyî,û erdnîgarî ye û ne tenê ziman û çand nin.Eger hukumeta Lubnanê ,yan ya Urdinê ji Kurdên nav xwe re,pirsên zimanî û çandî çareser bikin, ewan dewletan dibin xawenî biryarên dadmend û rewa, lê eger biryara Ordegan rast be jî,ewa ne MAFÊ ÇARENÛSÎ ye û ewa dibe dadmendiyeke pir melul û SERXWAR.

Li Îranê, li gor hin belge û ragiyandinan,ku serkomarê nû, destên xwe di gelek bûyerên têrorîstî li Îranê û li dervayê welêt de pir dirêj bûn, vêca, ji bilî karên hovane li dijî vîna azadiyê,dê dêmokratîxwaz çi hêviyan ji vî oldarê kevneperest û rastrewî bikin?

Pişti îşkencekirina ciwanê Kurd Şivan Qadir û şehîhdbûna wî,gelê Kurd di 7.08.2005 an de bi xwepêşandanên aştiyane hukumeta şerxwaz bersivand,lê hukumetê jî, çend bajarên Kurdistanê tijî leşger kirin û hêriş birin ser xwepêşandarên Kurdistanî, di encamê de,20 kurd şehîd bûn, bi sedan ji wan, jin, mêr birîndar bûn,û bi sedan jî kurdperwer hatin zîndan kirin .


 

Lê hîn berî van karên têrorîstî, serdarên regezperest, derçûna weşanên kurdî li Tehranê wek “Aso”û “Aşitî”qedexe kirin.

û bi serda jî sernivîsera kovara “Resen” Dr.Roya Toloo di 2.08.2005an de li Sine girtin û xistin zînadanê .

Em di vê baweriyê de ne, ku neviyên serkomarê Kurdistanê, nemir Qazî Muhemed û dêmokratîxwazên Faris û netewên din, nema kanin di sedsala 21 ê,û di nav van pêlên azadiyê û serxwebûnên dewletan li chîhanê de, serên xwe ji oldarên kevneperst re bitewînin,lewra em dîsan dibêjin, dermanê nexwaşiyên hemu destlatdarên paşverû û şerxwaz,tenê pêşverû,dêmokratî,aştîxwaz,wekheviya gelan in.û serdema me, ji vir pê de, van nexweşiyên kujdar nema gotir dike.

Di sebaret Sûriyê de pirî caran hatiye gotin,ku serdarên welatên Ereban kanin bi hêsanî welatên xwe bifroşin, lê ewanan, ne amede ne bi hêsanî kursiyên xwe bi cih bihêlin Hukumeta Esedê duhem jî li ser çend werîsan dilîze,ewa niha hîn ji berê pirtir tengijî ye,cîhana siyasî berxwe dide, ku hawîrdora wî teng bike, şîret û pêşniyarên welatên ewropî, daxawaz û lavayên civata şaristanî li Sûriyê, berxwedan û bangawazên tevgera kurdî, rêxistinên mafên mirovan li hundir û li dervayê welêt,û bi ser da jî gefgurên Emêrîka ji hukumeta Sûriyê re, serên serdarên partiya Bees nerm ne kirine.

Yasa li Sûriyê tune ye, aboriya welêt gelek sernizim û şermokî ye,çapemeniyên azad pişt şikestî ne,partîyên tevgera kurdî û yên dêmokratîxwaz bê rêdana dewletê bizavên xwe dikin, li gor biryara kongira Bees a dehan jî, dîsan partiya Bess di desturê de,partiya pêşeng e,û pêwist e ew dewletê û civakê bi rêve bibe.

Partiya şovenîst hîn weke berê di karên têrorîstiyê de,nemaze li dijî Kurdan ,berdewam e.kuştina Dr. M .M El-xiznewî bi awakî dirindane,nimûneyeke geş e. .

Li hember vê siyasetê,çalakiyên aştiyane wek xwepêşandanên cemawerî li hemî şarên kurdî û erbî erkeke siyasî û têkoşînî ye û ewnan yek ji şêweyên pir rewa û dadmend in,lewra jî em serên xwe li pêş hemî şehîdên xwepêşandanan ditewînin,û daxwaza serbestkirina hemî girtiyên welatparêz û dêmokratxazên Sûriyê dikin .

Li dawiyê em dixwazin,nirînên xwe bi dubarekirina peyva Celal Cewahir Lal Nêhro kuta bînin û wê weke biruskekê arastî karbidest û dagîrkerên Kurdistanê bikin,ewî goti bû”..çawa mirov dikane bawer bike, ku berdewamkirina zordestiya miletekî gengaz e,eger ew milet bi pîdarî daxwaza azadiyê dike, û ji bo pêkanîna wê, ew gel amede ye,buha û nirxên pêwîst ji bo serbestiya xwe bide ...”
 

Sernivêser

23.08.2005