Pênûs 16 Payîz 2003
Navîna Çele 2004

Hejmara nû (a 16-ê)

Tabloya bergê:
Hunermend Inayet Attar

 

Hejmarên berê

 

Pênûs
Her nivîskarek di ber berhema xwe de; di ber nêrîn, dîtin û helwesta xwe de bepirsyar e.
"Pênûs” wî mafî dide xwe ku hemû nivîsarên ku jê re tên, li gor rêziman û rastnivîsandina mîrê kurmanciya nûjen Celadet Bedir-Xan, serast bike.

her sê mehan carekê derdikeve

Sernivîser:
Dr. Kamiran Bêkes

Navnîşan:
Pênûs
Postfach 33 66
49023 Osnabrück
Germany

E-Mail:
kovarapenus@hotmail.com


Mirina Xweş

Yûsiv Ebdî

Qîrên wê li çar dîwarên wê oda reş û sar deng vedidan. Dayika wê li ber serê wê rûnişti bû û çend pîrekên gund jî li ber lingan bûn; li çavên hevdû dinerîn, weke ku ji hev re bêjin: “Keçê, ma çi zû wê Şîlan bibe xwedî zarok!? Keçê, hîna sala wê û mêrê wê derbas ne bûye!”

Şîlanê jî, di nav vemirandina qîran de, çavên xwe ên reş û kildayî li çar nikarên odê digerandin. Dema ku çavên wê diketin çavên wan ên qerêj, gotinên Cengo dihatin bîra wê: “Şîlana min, Heyfa çavên te ên reş û belek bikevin hemberê van çavên li cîhanê? Ev pakbûn û dilovaniya di çavên te de dihêlin mirov dilpîsî û çavneqenciyê ji bîr bike.”

Di nava reşahiya odê re lêvên Şîlanê bişkûrîn. Rûyê Cengo û civîna herdiwan li ser kaniyê li bîra xwe anî, dema ku berfê li serê çiyê sipî dikir; ew çiyayê ku gundê wan ji çar aliyan ve himbêz kiri bû; ew berfa ku bayekî nerm û tevizî bi ser wan de diweşand û hinarûkên rûyê Şîlanê sor dikir.

Ji kûrahiya van bîranînan de axîneke ji dil derket. Bi axînê re tîrêjên janeke dijwar hatin zikê wê; pêre qîrek bê çare da û çavên wê ketin ser hev.

Di navbera xewê û şiyarbûnê de wê Cengo bi şal û şapikên wî û tivenga li mil didît; çawa di berfê de çûye xwar. Ax, Cengo, ax! Tu dizanî hezkirina min ji te re ji wê berfa tu di nav de yî spîtir e. Canê min jî bendewarê canê te ye wekî bendewariya te ji azadiyê re.
Di nav xewn û sawîrên Şîlanê de çend pirtûk û pênûs xuya dibûn; dibistana wê li pêş çavan derbas bû... dengê mamosteyên wê hat guhên wê: “Şîlanê, tu pir jîr û şareza yî; şîreta me li te ku tu dev ji xwendinê bernedî ta ku bigihî zanîngeh û xwendegehên bilind.” Lê mixabin gotinên mamosteyan binav bûn dema Cengoyê xwediyê xwendina bilind destê xwe li deriyê dilê wê da.

Ji nav tariya xewnê de dengek ji dûr... ji dûr hate guhê Şîlanê: “Ma gelo, Cengo tu ji dibistanê derxistî, yan hezkirna te jê re, yan dayik û bavê te, yan jî xêzaniyê... yan jî dijmin ... yan mirovên cîhanê... yan jî xwedê ?!! .”

Berî ku Şîlan bersiva wî dengî bide janeke pir dijwar hate laş û canê wê. Herdû çavên xwe bel kirin. Li ber çavan lêv û çavên Cengo çê dibûn, pê re dipeyivîn; têkilî reşkên pîrekan û diya wê dibûn.

Deng û hêviyên pîrekan tevlî qîr û fîxanên Şîlanê dibûn. Hemû tevlî ken û axîn û av û xwînê dibûn. Deng bilind dibû, axîn û qêrîn pirtir dibûn. Pê re her tişt rawesta û bê deng ma.

Dengekî tenê dihat... nazik û bê guneh bû... dengekî gazî dikir, dikir nalîn, ji ber ku hatiye nav cîhana gunehkaran. Şîlanê jî girnijîneke taybet derxiste ser lêvên tenik û nazik, û jiyana şazdehsalî di bin herdû çavan de veşart, dema mijankên xwe daxistine ser hev.
© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]