|
Hejmara nû (a 16-ê) |

Tabloya bergê:
Hunermend Inayet Attar |
|
Pênûs |
Her nivîskarek di ber berhema xwe de; di ber nêrîn,
dîtin û helwesta xwe de bepirsyar e.
"Pênûs” wî
mafî dide xwe ku hemû nivîsarên ku jê re tên, li gor rêziman û rastnivîsandina
mîrê kurmanciya nûjen Celadet Bedir-Xan, serast bike.
her sê mehan carekê derdikeve
Sernivîser:
Dr. Kamiran Bêkes
Navnîşan:
Pênûs
Postfach 33 66
49023 Osnabrück
Germany
E-Mail:
kovarapenus@hotmail.com |
|
|
Yekgirtinî arezûmendane le Iraqêkî fîdiralî yekgirtû da çareser e
nek tenha bo kêşey kurd bellko bo kêşey Iraqîş
Mesûd Barzanî
Maweyek e hest be nîgeranî û narrehetîyek dekem sebaret be meseley
fîdiralliyet û ayîndey Iraq û kurd, boye be pêwîstim zanî lem witare da
rawboçûn û têgeyiştinî xom lemerr çoniyetî çareserkirdinî ew kêşeye û
herweha bunyatnanî Iraqêkî dîmukratî perlemanî fîdirallî firehizbî
bixeme rû, pêşim xoş e her layekêk û kesêk eger têbînîyekî le ser ew
rawiboçûney min heye ba billawî bikatewe bo ewey hemûman bigeyne
qenaetêkî hawbeş.
Kêşey kurd be teniya kêşey hawllatîbûn nîye ta le kêşî dîmukrasî da be
niwênerayetî em layen û ew layen çareser bikirê, kêşey kurd dozêkî
siyasî û nîştimanî û neteweyî ye ke nîştimanekey (Kurdistan) bebê arezûy
xoy û diway yekem cengî cîhanî be ser çend willat da dabeşkira û, le
encam da ew kêşey ke êsta be Kurdistanî Iraq naw debirrê xiraye ser
Iraq, be dirêjayî ew maweyeş hikumete yek le diway yekekanî Bexda her kê
bûbê, be dirrindetirîn şêwe hewllî lenawbirdinî kurd û şêwandinî
dîmografiyay Kurdistanî dawe û regestperistane daxwazîyekanî gelî kurd
le jêr pê nawe û be hukmî agir û asin dirêjey be parastinî desellatekey
dawe, bebê ewey hîç îtîbarêk bo kurd weku neteweyekî xawen mêjû û jiyaru
xak dabinê, yan reçawî ew raspardane bikat ke le katî pirosey likandinda
amajeyan pêkirawe.
Desellatdaranî Bexda ber le geyiştin be desellat diruşmî azadîyan
helldegirt û bellêniyan be kurd deda, bellam katê degeyiştine ser kursî
hukim, lew bellên û diruşmey xoyan paşgez debûnewe û dekewtine dijayetî
yan rasttir qirrkirdinî gelî kurd.
Ke wate be dirêjayî mêjûy dirustbûnî Iraq, kurd xedrêkî gewrey lêkirawe,
min namewê biçime naw wirdekarî ew xedrewe, bellam wek encam û
begewahîdanî dost û dujminan, kurd xedrêkî leradebederî lêkirawe û be
hîç şêweyekîş ew derfetey pê nedirawe ta wek hawbeşêkî ew nîştimane
hellsukewt bikat û rollî hawllatî pileyek bibînê û ew xedreş roj le
diway roj ziyatir bûye ta geyiştote ew radeye ke çîtir ew gele xorragire
netwanê bergey ew xedre bigrê, boye be hîmetî rolle dilsoz û be
emekekanî tiwanî bergirî le bûnî xoy û xakekey bikat û gewretirîn şoriş
le mêjûy pirr serwerî xoy da berpa bikat, ke ewîş şorişî mezinî eylûl e
ke ciya le hemû raperrîn û şorişekanî pêşûy kurd, bû be şorişêkî
sertaserî.
Eger be pêy serdem seyrî ew şorişe mezine bikeyn detwanîn billêyin
şorişeke şorişêkî gewre û diyar bû, birrwa û jiyanêkî nwêy bexşiye gelî
Kurdistan, herweha amancekanî ron û aşkira bûn, gotarêkî siyasîy
yekgirtû le Kurdistan hebû, ke guzariştî le êş û azar û xwast û wîstî
hemû gelî Kurdistan dekird, tek le nawçeyekî bertesk û diyarîkiraw.
Gewreyî şorişî eylûl, cige le wey ke werçerxanêkî gewre bû le mêjûy
gelekeman da, tiwanîbûy zorbey xellkî Kurdistan be hemû parçekanîyewe be
ciyawazî ayîn û mezheb û netewe le jêr çetrî şorriş da kobikatewe. Le
rastî da gelî kurd le şorrişe da xwênêkî zorî le pênaw we desthênanî
mafekanî da bext kird û zehmetêkî zorîşî kêşa, diruşmî ew kat dîmukratî
bo Iraq û otonomî bo Kurdistan bû, çunke şorriş lew bawerre da bû ke
dîmukratîyet take zamine bo wedest hênanî mafe rewakanî gelî kurd.
Dûr le rastî nîye ger billêyin serkirdey neteweyî Mistefa Barzanî be
hîkmet û lêhatûyî xoy tiwanî şorriş le qonaxêkewe bo qonaxêkî dîke
bigwazêtewe, ta geyişte ewey le sallî (1970) da destkewtêkî mezin bo
kurd wedest bênê ke lemêjûy gelî Kurdistan da be destkewtêkî bê wêne le
qellem dedirê.
Bellam le ber ewey rijêm esllen bawerrî bew rêkkewtine nebû û le jêr
fişarî çend hoyekî naw hizbî beisewe morî kirdibû, eme sererray ew hemû
xesllet û faktere başaney şorrişî eylûl û pantayiye firawanekey way kird
hemû layek behy dereweş le ser têkdanî şorriş rêk bikewin û îtir niskoy
sallît (1975) hate arawe.
Hikumetî Bexda û ew willataney ke beşdarîyan le hênanekayey nisko kird
ewey ke hisabiyan bo nekirdibû ew îrade pollayîney gelî kurd bû, ke
Barzanîy nemir be dirêjayî jiyanî xoy ledill û derûnî er takêkî kurd
çespandibûy, boye ewendey pê neçû her ew gele têkoşere tiwanî şorrişî
gullan wek dirêjepêder û tewawkerêkî şorrişî eylûl berpa bikat.
Be dirêjayî qonaxî şorrişî gullanîş kurd tûşî dû karesatî cergbirr bû ke
yekêkiyan karesatî Hellebce û ewîtiriyan karesatî enfal bû, ke be daxewe
sercem willatanî cîhan xoyan lê bêdeng kird, le bîrme paş karesatî
Hellebce le seferêkî xom da bo derewey willat, hewêllêkî zorim da ke
dije hellwêstêkî cîhanî dij be karesateke kobikemewe, bellam lew hewllim
da tecawibêkî wam nedît, çunke hîç layenêk yan dewlletêk amade nebû xoy
bikate teref û le encam da, karesateke çawpoşî lêkira.
Şerrî Iraq-Êran û diwatirîş şerrî Kuwêt, dû fakterî serekî bûn ke bûne
hoy hênane kayey barêkî guncaw bo kurd, ewe bû le beharî sallî (1991) da
gel raperrî û azadî wedest hêna.
Lêre da debê supasî hellwêstî her yek le Wîlayete Yekgirtûwekanî Emrîka
û Berîtaniya û Turkiya û ew maweye ke Ferensa beşdarî kird, bikeyn, ke
her hemûyan tiwanîyan le mawey diwazde sallî rabirdû em gele biparêzin û
gelîş be kirdewe selmandî ke eger derfetî bo birrexsê, detwanê be
rêkupêkî îdarey xoy bikat.
Ragirtinî parsengî ew diwazde salley rabirdû şitêkî asan nebû, bellku
asteng û sext bû, hêzekanî rijêm zor le sinûrî nawçe rizgarkirawekanî
ewsa nizîk bûn, her cimucollêkî hêzekanî rijêm debûwe hoy dirustbûnî
pişêwîyekî dîke bo gelekeman, ew willataney ke beşdarîyan le parastinî
gelekeman dekird pêyan degutîn nabê be hîç şêweyek berengarî ew hêzane
bin, eger ewanîş pelamariyan dan, be xoman û le katî pêwîst da
berperçiyan dedeynewe, emeş eger nexwazma rûydaba gelekeman tûşî
karesatêkî wek korrewekey sallî (1991) debû û ewe, boye be her şêweyek
debwaye parsengeke bo berjewendî gelekeman biparêzîn û em kareş zor asan
nebû.
Paş rûdawekey 11 î sêptemberî 2001 î Wîlayete Yekgirtûwekanî Emrîka û
birryarî hawpeymanan be rûxandinî rijêmî pêşû û paş ewey ke dillniya
bûyn wek carî caran le nîwey rêga becêman nahêllin, wek Partî be hemû
qursayiyekî xoman beşdarî rizgarkirdinî Iraqman kird û lew pênaweş da
qurbanî û xwênêkî zorman daw be şanazîyeweş dellêm rizgarkirdinî herdû
parêzgay Mûsill û Kerkûk be şêweyekî binerretî bo pêşmergey Kurdistan
degerrêtewe.
Le rrastî da mebest le pirosey rizgarkirdinî Iraq û beşdarî pêşmergey
Kurdistan tena bo rûxandinî rijêmî beisî nebû, belku bo dabînkirdinî
mafekanî gelî Kurdistan bû, le ser hêle serekîyekanî Iraqî ayîndeş
rêkkewtinêkî ron û aşkira hebû, boye wîstî her layek ke amancî
yekxistinî Iraq bê, debê pabendî ew hêlle serekiyane bêt û taybetmendêtî
herêmî Kurdistan wek xak û netewew gell bête parastin.
Barî êsta ciyawazîyekî tewawî legell barekanî pêştir heye, be taybetî
paş ewey kurd dûr le desellatî nawendî tiwanî beşêkî zorî Kurdistanî
Iraq rizgar bikat û le berrêwebirdinî karubarî xoy serkewtin wedest bênê
û çend damudezgayekî komellgey medenî dabimezirênê wek perleman û
hikumet ke dû destkewtî zor gewren, emrro kurd be hemû tiwanayekîyewe ew
destkewte gewrane be hê xoy dezanê, be xwênî rolle bewefakanî xoy
hatûnete dî û amadeş e le pênaw parastiniyan da qurbanî be zor şitî
behadar bidat û dûr le karesat û bîrewerî tall, jiyanêkî geşedar bo
ayîndey rollekanî xoy dabîn bikat.
Ew barey ke êsta kurdî tê da ye zor nîye, bellku mafêkî reway xoyetî û
pişt be pirensîpekanî çarey xonûsîn debestê, ke beşêk e le rêsakanî
yasay nêwdewlletî, kurdîş paş diwazde sallî hukimrranî dûr le hikumetî
Bexda, kemtir lem bare qebûll nakat û çawîşî birrîwete nawçekanî dîkey
Kurdistan ke pêş rizgarkirdinî Iraq le jêr rikêfî desellatî nawendî
nebûn.
Ewaney ke bayex be meseley Iraqêkî yekgirtû deden, debê ewe baş bizanin
ke zor zehmet bû gelêkî wek kurd paş ew hemû karesat û mallwêranî û
derbederîye qenaet bewe bênê ke hemdîsan le çiwarçêwey Iraq da
bimênêtewe, em birryarey kurdîş debê be çawêkî rêzewe le layen bira
erebekanmanewe seyr bikirê û naşibê beramber her mafêkî kurd le
çiwarçêwey Iraq da dûdill bin.
Mebestim lew derbirrîne ewe ye ke êsta çend layenêkî Iraqî û ta
radeyekîş biyanî bas le fîdiralliyetî parêzgakan deken, ke emeş le layen
gelî kurdewe meqbûll nîye, kurd be dirêjayî mêjû xebatî bo ewe nekirdûe
ke parêzga kurdîyekan le yektir ciya bikirênewe, bellku xebatî bo ewe
kirdûwe ke sinûre mêjûyîekey Kurdistan bête parastin, nek
hellweşandinewey, eger be pêy fîdiralliyetî parêzgakan bêt, xo deskewtî
kurd le sallî (1970) zortir bû lewey ke êsta bangeşey bo dekirê.
Çareserkirdinî kêşey Iraq nabê dûr le çareserkirdinî kêşey kurd bê, kurd
ke xawenî kêşey xoyetî pêy wa ye fîdiralliyet baştirîn çareser e bo
kêşekey, boye her hikumetêkî ayînde pêwîst e xoy le helle xokêjekan dûr
bixatewe, ke pêştir hikumete yek le diway yekekanî Bexda têy kewtin û,
hewllî eweş neda îradeye le hêzêkî gewre û le bin nehatûwe hellqullawe,
ke hîç şêweyek rê bewe nada îradekey ke xoy le îradey Perlemanî
Kurdistan debînêtewe, pişt giwê bixirê.
Boye rêzgirtin lew îradeye û pesendkirdinî bîrokey yekgirtinî
arezûmendaney herdu gelî ereb û kurd le Iraqêkî êkgirtû da çareser e,
nek tenha bo kêşey kurd, bellku bo kêşey Iraqîş.
Ew fîdiralliyetî ke kurd daway deka û Perlemanî Kurdistanîş birryarî le
ser dawe, fîdiralliyetêkî siyasî ye be mana cografî û neteweyiyekey ke
tiyay da kurd mafî îdarekirdinî karubarî herêmekey xoy hebê û gişt
desellat û berpirsiyarêtî xoy mumarese bikat, legell zaminkirdinî hemû
mafekanî bira turkman û kildoaşûrîyekan û hemû azadîy mezhebî û ayînî,
ewîş be pêy destûrî xocêyî herêm û destûrî nawendî dewllet, ke emeş be
kirdewe rêy pê deda beşdarî birryar wergirtinî siyasî bikat nek tenha le
herêmekey xoy, bellku le tewawî dewlletî fîdirallî Iraq da.
Ke basî fîdiralliyetîş dekeyn debê kêşey Kerkûk û şiwêne taze
rizgarkirawekanî dîkey Kurdistanman le bîr neçê, çunke ew şar û
şaroçkane pêştir û îsta xemêkî serekî kurd bûn, ke kurdîş dawayan dekat
be taybetî sebaret be Kerkûk, le ber ewe nîye ke şarêkî newtî bê, wek
hendê layen boy deçin, bellku le ber ewe ye ew şare û şaru şarroçkekanî
dîke beşêkî giringî mêjûy kurd in û parçeyek in le sinûrî îdarî
Kurdistan û, be dirêjayî mêjûy dewlletî Êraqîş ew şar û şaroçkane tûşî
coreha siyasetî beerebikirdin û koçî zoremilê û paktawî regezî biwîne,
be taybetîş paş beyannamey 11 î adarî otonomî, ke em siyaseteş ekêk bûwe
lew hokaraney ke bû hoy dûbare şerr despêkirdinewe le sallî 1974 da.
Be kurt û kurmancî ême zorman le la mebeste birayetî kurd û ereb
biparêzîn, zorîşman pê nexoş e beha hawbeşekanî nêwaniyan wek amancêkî
serekî bêne parastin, boye barî Iraqî ayînde debê be hawbeşî kurd û ereb
û pêkewe jiyanî arezûmendane be rrêwe biçêt, ke tiyay da taybetmendêtî
gelî Kurdistan le berçaw bigîrê û naşibê be hîç şêweyek bîr le şêwazêkî
sepêniraw le ser gelî Kurdistan bikirê, çunke be tekîdewe dellêm
encamêkî xirapî lê dekewêtewe û hezîş nakeyn kurd naçar bikirêt pena bo
xiyaratî tir bibat. Ême be hemû tiwanayekman bergirî le Iraqêkî yekgirtû
dekeyn, bellam be mercêk Êraqêkî dîmukratî perlemanî fîdirallî bêt.
Têbînî
Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd Barzanî ev nivîsar 18-ê
kanûna-pêşiyê sala 2003-yê nivîsiye û di rojnameya "Xebat" de hatiye
belavkirin. Me tîpên wê ji erebî bo latînî guhastin.
|