|
Hejmara nû (a 16-ê) |

Tabloya bergê:
Hunermend Inayet Attar |
|
Pênûs |
Her nivîskarek di ber berhema xwe de; di ber nêrîn,
dîtin û helwesta xwe de bepirsyar e.
"Pênûs” wî
mafî dide xwe ku hemû nivîsarên ku jê re tên, li gor rêziman û rastnivîsandina
mîrê kurmanciya nûjen Celadet Bedir-Xan, serast bike.
her sê mehan carekê derdikeve
Sernivîser:
Dr. Kamiran Bêkes
Navnîşan:
Pênûs
Postfach 33 66
49023 Osnabrück
Germany
E-Mail:
kovarapenus@hotmail.com |
|
|
Gelawêja min!
Henîf Derwîş
Di hundir bêdengiya xwe de
dijîm.
Şev bi dijwarî digihe rojê.
Nabîsim, nabînim
dengekî, bangekî
ji gewriyekê
ne jî silav an gotinekê
ji rêwiyekî.
Xemgîn e
baxçeya evîna min
mîna ewrê reş yê Zivistanê.
Can
mîna barana Nîsanê
ji hev perçe ye.
Rû nema şabûnê dizane.
Deng nema tu awazan
ji bilî ên xemgîn
dizane.
Zivistan ta buharan
dijî û dikir qêrîn.
Va ez mame
û ezê bimînim.
Çima rûyê xwe di neynikê de
nabînim?!
Ma ewqas ji hev biyan in?
Çima ev dem bûye
mîna germbrûska Havînê?!
Golên avê
li her cihekî di rê de
nîşan dide.
Bila rojekê wan tîrêjên rojê
di canê min re derbas bibin
û rojekê li berbanga sibê
şiyar bin çavên min.
Ma kî ye ew,
yê ku kari be baxçeya nijd
aşle bike
û şahiyê vegerîne ser lêvan?!
Bejneke bê pêjn
min li ser helbesta xwe
rawestand.
Xemgînî her çû pê şêrîn bû
û dest jê berda.
Were,
were baxçeya evînê,
bextreşiyê ji ber bêhna min
d e r î n e,
hêviya evînê ji nû ve
li dil biçîne.
Hêy, xweşewîsta ciwan,
ji kê re helbestan dihûnî?
Kîjan birûska cihê xwe
di sîngê te de digre?
Kîjan pêla
li bin banga nimêja te
dişke?
De binivisîne temenekî nû
bê te jiyan ne tu jîn e.
Erê,
eger dil li ba te
hêlîna xwe
ta xuyabûna gelawêjê
nebîne,
ev çavmiç û dudilî ji dil naçin,
naçin.
|