Pênûs 16 Payîz 2003
Navîna Çele 2004

Hejmara nû (a 16-ê)

Tabloya bergê:
Hunermend Inayet Attar

 

Hejmarên berê

 

Pênûs
Her nivîskarek di ber berhema xwe de; di ber nêrîn, dîtin û helwesta xwe de bepirsyar e.
"Pênûs” wî mafî dide xwe ku hemû nivîsarên ku jê re tên, li gor rêziman û rastnivîsandina mîrê kurmanciya nûjen Celadet Bedir-Xan, serast bike.

her sê mehan carekê derdikeve

Sernivîser:
Dr. Kamiran Bêkes

Navnîşan:
Pênûs
Postfach 33 66
49023 Osnabrück
Germany

E-Mail:
kovarapenus@hotmail.com


Helbestvaniya Cegerxwîn
(Bingeha helbestê)

Heyderê Omer

Helbestvaniya Cegerxwîn. Ev babet, bivê nevê, navenda rexneya wêjeyî cihê wê ye. Lê rexne li ba me çî ye? Li milê din, mirov dikare bipirse: Gelo rexneya kurdî heye an na? Eger em boçûnên dîroknivîs û rexnegirên wêje bi gelemperî bipejirînin û ligel wan bibêjin: Rexne zanînek ji zanînên mirovatiyê ye, bingeh û têoriyên wê hene, ku rexnegir li ber ronahiya wan wêje dixwîne û tevdide, çê û neçêyên berhemên wêjeyî ji hevdu dike der, asoyên aferînê li pêş civakê bi gelemperî, û li pêş wêjevanan bi taybetî zelal û sayî vedike. Eger em weha biçin, û vê yekê bawer bikin, bersiv yekser wê diyar bibe ku rexneyê li ba me Kurdan wateyeke tersî wateya rexneya zanistî heye. Çima? Ji ber ku rexne li ba me êriş e, sûclêgirtin e, tawanbarkirin e, nepejirandin e, tunekirina ray û nerînên cida ye. Loma jî gava mirovê kurd vê bêjeyê dibihîse, çavên wî yekser sor dibin, madê wî tirş dibe, sîngê wî hiltê û datê, derdora xwe dipelîne; ji hêlekê de mertalan ji xwe re peyda dike, da xwe di paş de biparêze, ji hêla din de jî tîran û gotinên erzan dicivîne, da bi ser kesên din de bibarîne. Lê eger nasbûn û dostanî hebe, dîsan qirika rexnê tê badan, û hemû şaşîtî û kêmasiyên dostan û hogiran di bin felsefa (xal û xarzî) de ji bîra dibin, û rexne dibe pesneke bê hempa. Bi encama van her du awayan jî civaka me nezan û çavmiç dimîn e.

Bi rastî jî gava mirov çavên xwe li nav diyardeyên wêjeya Jêrxetiyan digerîne, rexnê li pêş xwe nabîne. Ji roja ku HAWAR derket holê û heya îro gelek berhemên wêjeyî xwe berdane nava civakê, gelek nav û deng hatine dîtin û guhdarkirin, lê heya îro ew berheman hemû tenê li ber siya dil û hestan, dûrî pîvanên heş û zanînê hatine xwendin û pesinandin, loma jî dergehê rexnekirina wêjeya Jêrxetê, wek Deham Evdil Fetah dibêje “dergehekî kilîtkirî ye. Tu kesî ... xwe nêzî ewî dergehî ne kiriye”.

Hêjatirîn û berztirîn nimûne li pêş me îro Cegerxwîn e, evî mirovê ku heyşt dîwan bi şûn xwe de hêştine, nav û dengê wî li her çar beşên gewdeyê perçe, û li her deverên ku Kurd lê cîwar bûne, wek helbestvanekî kurd î mezin belav bûye. Kesî heya îro jî xwe nêzî helbestvaniya wî ne kiriye.

Eger em wêjevanên cîranan, yên ku em Cegerwxîn bi giraniya wan dibînin, bînin bîra xwe, û tevger û çalakiyên ku berhemên wan di civakên wan de peyda kirine ji bîra nekin, hîngê nebûn an qelsiya tevgera me ya rexneyî dê li pêş me şilf û tazî xuya bibe, û emê bibînin ka cihan gîhaye kû, û em li kû mane.

Wek nimûne ez dikarim helbestvanê ereb Ebû Teyib el-Mutenebî an jî Cewahirî nîşan bikim, ku pirên wêjevan û tevaya civaka me Cegerxwîn ji wan kêmtir nabînin. Gava tu pirtûkxana Ereban tev didî, tu bi dehan û bîstan pirtûkan li ser wan û wêjeya wan dibînî, gelek nivîsevan û rexnegiran xwe nêzî wan kirî, kêmasiyên wan berî serkeftinên wan, bê şerm û fedî, diyar kirine. Danûstandin, têkiliyên wan, çi erênî û çi neyênî, dostanî û hogiriya wan li ba rexnegiran nebûne xem û qisawet, û ne jî bûne egerên veşartina rastiyên wêjeyî û hunerî, ji ber ku ewana rexne baş nas kirine, û ji bo pêşvebirina ziman, wêje, raman û civaka xwe xebitîne û dixebin. Lê gava tu Cegerxwîn dipelînî, tenê tu pêrgî gotinekê tê: Cegerxwîn helbestvanekî mezin e. Lê ka ev mezinahî heya kû ye? Sînorên wê, diyardeyên wê çin e? Bersiv nîne. Eger hebe jî, ji çarçewa pesnên bê deyaxên zanistî dernakeve.

Di vê pergalê de tene dengê xebatekê bi ber guhê me ketî, ew jî xebata Esker Şamîlov e, ku li Ezerbeycanê çap bûye. Prof. Qanatê Kurdo di pêşgotina ku ji bo dîwana “Zend-Avesta” nivisiye de wê nîşan dike. Pejna helwesteke rexneyî ye berpirsiyar, li gor boçûna wî, ji wê xebatê tê. Lê mixabin ew ne ketiye destên me. Bi baweriya min, dengvedana vî karî, ji ber gelek sedaman, wê sînorkirî be, çinku hem li devereke dûrî Kurdistanê hatiye nivîsandin, hem jî, li gor texmîna min, zimanê wê ne kurdî ye.

Da em vê boçûna xwe xav nehêlin, û gotinên bê bingeh bernedin holê, emê berên xwendevanan berve pêşgotinên ku ji bo dîwanên Cegerxwîn hatine nivîsîn bidin. Ev pêşgotinan bi pênûsên rêzdarên wek Osman Sebrî, Hemîd Derwîş, Kemal Burkay, prof. Qenatê Kurdo, Casimê Celîl û Ordîxanê Celîl hatine nivîsîn, lê mixabin hemûyan jî xwe nêzî helbestvaniya Cegerxwîn ne kirine, ew ne dane naskirin, şûna wê di rêveçûna helbesta kurdî de diyar ne kirine, tenê li gel naveroka helbestên wî mijûl bûne. Ango tenê aliyekî aferînê dane xuyakirin, lê aliyê tewrî giring, ku wê naverokê dixe qulafetê aferîneke wêjeyî, ew jî durv e, ji bîra kirine, tevî ku wan hertim navê Cegerxwîn bi salixdanên wek helbestvan, biwêj û şair ve girêdane. Weha xuya ye ku wan rêzdaran ji bîra kirine ku pêşgotinên berhemên hunerî û kurtelêkolînan pirê caran li nik miletên din raperînên rexneyî di wêjeyan de peyda kirine.

Nivîsevanê ereb el-Cahiz, berî ji hezar salî bêtir, weha çû bû ku wate, ango naverok, li kêlek rêkan belavkirî ne, her kesek dikare wan bicivîne û bixe hundir gotinên xwe, lê her kesek nikare wan bixe hundir afrînê. Ev boçûn heya îro jî zindî ye, û wê her zindî bimîne, da bergeha ku di navbera axiftina normal û aferînê de heye ji bîra nebe. Rexnevanên îro jî weha diçin ku huner durvkirin e, tenê durv dikare nivîsaran bike berhemine wêjeyî ye hunerî, çinku durv ji bo jiyanê rista herî giring e, û hê jî pê de diçin û dibêjin: Durvê her berhemekê nîşana serkeftin an binkeftina wê ye.

Livandina vê mijarê, bi hemû şax û xalên wê ve, barekî giran e, lêkolîneke fireh û demeke dirêj jê re divên, loma jî emê wê ji çaxeke din re bihêlin, û tenê bingeha helbesta Cegerxwîn, ku ew jî şaxeke wê mijara mezin e, ji bo vê kurtelêkolîna xwe bikin babet û pê re mijûl bibin.

Dema ev babet ji min hate xwastin, ramanên curbecur li min civiyan û ez dudilî kirim, ji ber ku qada evê babetê, li nik me Kurdan, nemaze jî li ba Jêrxetiyan, yeke bûr e, kesî ta niha gîsnê xwe lê ne dayî, ne kiriye şûv. Ji hêla din de, Cegerxwîn di çavên civaka me de mamosteyê bêhempa hatiye nîşandan, û gelek kesan, torevan, rewşenbîr û siyasetmedarên kurd pesna wî dane û didin. Vêca çawa kesekî wekî min, ku li hember Cegerxwîn mîna şagirtekî tê nîşankirin, dê wî (mamosteyê mezin) binerxîne?! Lê meraqa hemdemiyê, ku ez pê bawer im, dudiliya min sar kir û rê li pêş min hêsan kir.

Cegerxwîn di rûpelê 191-ê ji “Jînenîgariya min” de dibêje: “Rojekê li dikana mela Hesen, xortan doza ristekê li min kirin. Di hindirê dikanê de min rista (Em guhderz in) got... Xelkê wan navan bi carekê li hawîr dikana mela Hesen civiyan û derê dikanê hate girtin. Yekî Xerab Babanî, mirovekî girs, bilind ko rengê Kurdên çiya dida xuyakirin, ew çeper çirand û xwe gihande derê dikanê. Çawa ez dîtim, axînek kişand û got: ‘Tiya, heyfa kurê bavan ko wilo dihn dibin!.. Vî camêrî hîngî xwendiye, dihn bûye.’ Lê min dengê xwe ne kir û dev ji rista xwe berneda. Tenê heval pê keniyan. Zanîbûn ko ew nizanî ka ez çi dibêjim, nizanî ko doza serbilindiya wî û miletê wî dikim. Nizanî ko dixwazim wî û bi milyonan weke wî ji bin darê zorê û setemê derxim, û ji pêlên xwîn, şer, berberî, dubendî, talan, şewatê bi şewitandina laşê xwe, bi dînîtiya xwe, bi van ristên xwe, wan bigênim delavê serbestî û peravên azadî û felat.”

Ev boçûn helwesteke têorî ye, ji hêlekê de asta zanîn û şiyariya civakê diyar dike, û li aliyê din, karmendiya helbestê nîşan dike, lewre jî mirov dikare du taybetiyên sereke û giring ên bingeha helbesta Cegerxwîn, di nav xêz, û paş gotinên wê de bibîne, yek ji wan ligel zimanê axaftina helbestî girêdayî ye, û ya din ligel şêweyê derbirina helbestî bestandî ye.
Axiftina helbestî, di helbesta Cegerxwîn de, bi sê rewşan diyar e, yek ji wan ravabûn e (aşkere), ya din yekserî ye, û ya sisiyê xiroşanî ye (hemasî).

Rexneya kevin, ji Erîstotalîs de bigir û pê de were, hertim bala xwe daye evê rewşê, ew bilind nirxandiye, lewre jî ravabûn û hêsanbûnê wek giringtirîn mercên rastbûna wateyan dibîne. Rêgayên derbirinê û alavên wê çiqas curbecur bin, derbirinên rasteqîn, ku ji wateyan ne kêmtir û ne zêdetir bin, an jî bêjeyên fosforî û xwedî pêjin bin, ravabûn û hêsanbûn her û her nirxtirîn taybetmendiyên şêwe ne.
Hêsaniya bêjeyan sînor û nîşana evê ravabûnê ye, divê bêje aşkera bin, xwendevan û guhdar li hember wateyên wan bêjeyan dudilî nemînin, wateyên wan yekser û bê cefa derbasî hundirê heşan bin, û pê re jî divê pevekên helbestê bê girêk û servekirî bin, da “wate beriya wan bighînin xwendevanan” û cihên xwe di dil û hestên wan de bistînin.

Hemû wêjeyên cîhanê, nemaze ya Ewropiyan û di dû re jî ya Ereb, Faris û Turkan, demeke dûr û dirêj li ber siya vê têorizê berhemên xwe afirandin, ta ku ev rêbaz, di çerxa nozdehê de li hember êrişên romantîkan jar bû û ji hev ket. Ji hîngê de pêjna rêbazên nuh derket holê, ku bêtir xwe bi ser siya bêjeyan de pal didin, ne bi ser bêjeyan de, û zimanê aferînê pê re derbas qonaxine nuh bû.

Gava em helbesta Cegerxwîn dixwînin, ev rewş li nik wî sayî xuya dibe. Bêjeyên wî ji sînorên wateyên zimanewanî û ferhengî bi dûr nakevin, siyên wan nînin, ku mirov pê mijûl bibe, birame, wateyan bipelîne, çinku rava û hêsan in, yekwateyî ne, zû û bilez digihînin xwedevanan. Eger hin caran xwendevan û guhdar pêrgî hinek dijwariyan jî bibin, û di wateyên wan bêjeyan negihînin, teqez ev yeka ne ji ber dijwariya bêjeyê ye, belê ji ber ku wan zimanê xwe ne xwendine û pê nizanin. Em dikarin çend mînakan nîşan bikin:

Li jor firoke, li jêr tang û top
Ji xwînê sor bûn, hemî der û şop
Dijmin hilweşand tev gund û bajar
Zar û zêrçê kurd mane ber dîwar (Berhevoka Kîme ez û Ronak. Rûp. 65)

Di helbesteke din de dibêje:

Hezar salin em gerdenxwar û mest
Tim çav şikestî, reben dîl û mest
Dijmin bo xwe xwest, me jî jê re xwest
Bo dijmin nîvişk, tenê bo me dew (Jêrera berê. Rûp. 27)

Ravabûna bêjeyên evan her du nimûneyan gelekî berz e, (firok, tang, xwîn, dijmin, gund, bajar, gerdenxwar, şikestî, dîl). Pê re jî pevekên wan her duyan servekirî ne, hêsan in, nikarin xwêneran berve ponijiyê de bikşînin. Ne tenê weha, lê mecazên zimanewanî jî gelekî sayî û aşkere ne. Wek nimûne, her du bêjeyên (nîvişk û dew), ku wateyên ferhengî beradane û yeke din nîşan kirine, dîsan sergirtî ne bûne, mirov zû têdighîne ku mebesta helbestvên ne (nîvişk û dew) e, belê her tiştê biha û yê erzan e, her tiştê bi kêr tê û yê bi kêr nayê ye, her tiştê baş û yê ne baş e. Bi ser de jî ev peyvelîstik alaveke derbirin û rewanbêjiya kevn e, ku bi zimanê erebî jê re (kînayet) tê gotin.

Bikaranîna bêjeyan bi vî awayê ferhengî dibe egera yekseriya axiftina helbestî, ku hîngê bêje bê pêjn û aso dimînin, û naşimitin. Ji ber vê jî tê xuyakirin ku helbestvanê me bi asoyên curbecur yên bêjeyan û wateyan ne bawer e.
Helbesta Cegerxwîn her tim bi vî awayî ligel bêjeyan dide û distîne, nikare wan ji bo wateyên nuh û asofireh bixebitîne. Wek nimûne, Cegerxwîn dibêje:

Zû nûjenî bixwîne
Bese kevneperestî
Tu guh mede melakî
Tu guh mede feqîkî (Hêvî. Rûp. 6)

Mînakeke din:

Ev welatê payedar û serbilind û bê xwedî
Sed emanet, ey birader! Vî welatî bernedî
Tev bihişt e, mêrg û deşt e, qaz û qumrî tim di nav
Nakevî destê me carek, ta bi xwînê avnedî (Hêvî. Rûp. 28)

Eger ziman di axiftina normal de metiryalekî pilastîkî yî li ber destan her amade ye, bê pêjn û bê aso ye, ew di axaftina wêjeyî de, çi pexşane be, çi helbest be, metiryalekî fosforî yî bi şewq û ronahî ye. Lê xuya ye haya Cegerxwîn ji vê yekê nîne, ji ber ku bêjeyên van her du mînakan sînorkirî ne, nikarin wateyên ferhengî li şûn xwe bihêlin, û berve hinek wateyên din de bişimitin, lewre jî bûne sedema jarbûna kela dilê helbestvên, û giyanê helbestî talankirine û çelmisandine.
Ev rewşa bêjeyan û ferhengiya zimên bûye hêmanekî berz û hêzdar ji bo xiroşaniya axiftina helbestî li nik Cegerxwîn, û ew bêgav kiriye ku bêtir bala xwe bide bilêvkirina bêjeyan, û ên bi teqil û xwedî hukariyeke derveyî vebrêje. Lewre jî tu di helbestên wî de pirîcar pêrgî bêjeyên weha dibî, yên ku dev û gulman dadigrin. Wek (şer, ceng, serxwebûn, mirovperest, serbest, sorgul, dijmin, mêrkuj, xwînxwar, aştîxwaz, koledar...) pê re jî lêkerên fermanî di helbesta wî de pir dibin.

Heye mirov bibêje ku taybetmendî, nîr û mercên civakî û rêzanî yên dema Cegerxwîn ji hêlekê de, û taybetmendiyên babet û naverokên xiroşanî û neteweyî ji hêla din de, rê li pêş axiftina helbestî diqelaştin, û berê wê ber bi vî awayî ve dikşandin. Bi baweriya min ev boçûn ne rast e, ji ber ku pirên helbestvanên wê demê ji van babetên neteweyî dûr ne çûne, lê pirên wan ne ketine ber dava vê yekseriya sar, belê derbirinên wan, zimanê axiftina wan nerm in, bi hêsanî diherikin, bê ku ji heyama helbestî dûr bikevin û ji saloxanan de nêzîk bibin.

Helbesta Cegerxîn a neteweyî û civakî hêja ye ku wek saloxanan di civatên mezin û pêşandanan de bête gotin, ji ber ku dikare derûnên xwêneran zû germ bike û wan ligel civînê û pêşandanê zor bibestîne. Lê bi rastî şopa wê jî hêza xwe zû wenda dike.
Xuya ye ku haya helbestvanê me ji vê yekê hebûye, lewre jî li ber xwe dide, da bandûra wê hinekî jar bike. Ev berxwedan li ber dergehên avakirina pevekê diyar e. Cegerxwîn pirîcar peveka xwe ji sîstema normal bi der dixe, û cihên hêmanên wê (kirar, bireser û lêker) diguhêre, wan bi pêş û paş hevdu dixe.

Guhertina cihên hêmanên pevekê ne tenê roleke zimanewanî heye, belê ev yeka şêweyê derbirina helbestî jî ciwantir dike. Wek nimûne, Cegerxwîn dibêje:

Wekhev bibin tev êl û ol
Tev şîn bibin ev deşt û çol. (Hêvî; rûp. 35)

Her yek ji her du birên vê malikê pevekek bi serê xwe ye, normaliya hevoka yekê bi vî awayî ye (tev êl û ol wekhev bibin) û ya duduyê jî weha tê (ev deşt û çol tev şîn bibin). Lê gava helbestvan lêker bi pêş de anî, û kirar bi paş de xist, hîngê du mebestên zimanewanî û ciwanî pêk anîn, û her du jî ji bo ramana xwe kirin karmend.
Ji hêla zimanewanî de, paş- û pêşxistina hêmanên hevokê wateyê teqez dike, û ji warê ciwanî de rêzbend (qafiye) cihê rawestinê ye, loma jî hêjayî peyvên bê tevger e, ango xweristiya rêzbendê şûna wê ji bo navan layiq dibîne, ne ji lêkeran re, çinku lêker tevde tevger e. Bi vî awayî helbestvan naveroka pevekê teqez dike, ku wekhevî beriya hertiştî xem û qisaweta wî ye, û li milê din jî rêzbendê hinekî nerm dike.
Lê mixabin Cegerxwîn nikare van serkeftinan biparêze, an bi rê ve bibe, ji ber ku pirê caran lêkerên fermanî milên wan ber bi jêr de xar dikin û zora wan dibin, pê re jî ciwaniya helbestê birîn dikin, wê ji heyama helbestî bi dûr dixin, û helbestvên jî dixin şûna şîretvan û fêrkeran.

Gelek nivîsarên Cegerxwîn ji bo vê boçûna me mînakên hêja ne, nemaze dîwana “Zend-Avista”. Hemû nivîsarên di hundir vê dîwanê de nikarin şûna xwe di meydana helbestê de bibînin, çinku kêş û rêzbend û lihevhatina kîtan nikarin bi tena xwe helbestê bafirînin.
Cegerxwîn di vê dîwanê de ji bîra dike ku ew helbestê dinivisîne, tenê ew waneyan ji bo şagirtan pêşkêş dike, û bi ser de jî nikare rola mamosteyan bilîze, ji ber ku waneyên wî bê şirovekirin in, tenê fermanan dide. Wek nimûne:

Tu rêzan be carek, siyaset bixwîn.
Bi vê xwendinê rêçika xwe bibîn. (Zend-Avista; rûp 55)

Bibe Partîzan bi rist û dirist.
Digel Partîzanan here dest bi dest. (Zend-Avista; rûp. 57)

Bibe dezgevanek bilind û mezin.
Tu dezgê bixwîn, çi mêr û çi jin. (Zend-Avista; rûp. 98)

Bibe ajiwek, hişiyar û çeleng.
Tu her tiştî bajo, çi lorî, çi teng.
Dibî rojekê ev bi kêrî me bê.
Nikarin xelasbin ku ev rê nebê.
Gerokê, firokê tu bajo heval.
Bibe ajiwekî pir çeleng û şepal. (Zend-Avista ; rûp. 145)

Şêweyê derbirinê di bin tîna van lêkerên fermanî û yekser de (rêzan be, bixwîn, bibe, bajo) milşikestî xuya dibe, nikare hilkişe asoyên helbestê. Bi ser de jî Cegerxwîn qirika bêje û rengdêran (sîfet, adjectiv) ji bo xatirê rêzbendê badide, û (teng) li şûna (tang) dinivisîne, û her du rengdêrên (çeleng û şepal) di cihên ne layiq de bi kar tîne.
Helbest afirandineke xwedîpêjn e. Ev lêkerên fermanî jî pêjnê dikujin, wêneyên hunerî talan dikin, guhêzê (xeyal) jar dikin, û pêre jî axiftin dibe axiftineke normal.

Bingeha guhêzê, di helbestê de, bi alîkariya wênekêşiya zimanewanî tê xuyakirin û naskirin, loma jî wênekêşizê di meydana aferînê de roleke nirxbiha heye, ku dikare ji bo zindîbûna derbirinê bibe alava tewrî giring. Lê tiştê balkêş ew e ku divê têkiliya wêneyên hunerî ligel dem û rêveçûna civakî û zimanewanî ji bîra nebe, da ew wêneyan kari bin zindîbûna derbirinê diyar bikin û biparêzin.
Tevî ku helbesta Cegerxwîn nirxê wênekêşiyê û rola wê baş dizane, û derbirina zimanewanî pirê caran mebesta xwe di siya wê de dibîne, lê şêweyê derbirin û wênekêşiya hunerî li ba Cegerxwîn hertim alavên kevin ji bo xwe dike deyax, lewre jî hertim di çarçewa (kînayet)-ê û berhevdanê (teşbîh, wekhevkirin) de dimîne. Wek nimûne, Cegerxwîn dibêje:

Rengê bêjen kûr dinalim, xanî bûye rengê çal. (Hêvî; rûp. 67)

Ev berhevdana (xanî bûye rengê çal) dikare me bi rewş û pergala ku helbestvan tê de ye agahdar bike, û şanî me bide ka çiqas ew bêhnteng bûye, lê li hember livandina hestên xwêneran ji hêz dikeve. Lewre ku hebûna peyva ku têkiliya wekhebûnê di navbera du tiştan de peyda dike, ya ku mirov dikare wê bi (alava berhevdanê) binavîne, bandûra berhevdanê sist û qels dike.
Berhevdan alaveke wênekêşiyê ye, hinek xeysetan ji tiştekî distîne û tiştekî din pê bi xeyset dike, wek çawa berhevdana jorîn diyar dike ku kelbestvan her du rengdêrên (teng û tarî) ji çalê standine û bi ser xanî ve kirine. Lê berhevdan bi xwe nizimtirîn û jartirîn alava wênekêşiya hunerî ye, bi ser de jî hebûna peyva (bûye) têkiliya wekhevbûnê di navbera xanî û çalê de kêmtir kiriye. Cegerwxîn pirê caran vî cureyê berehevdanê bikar tîne, wek çawa van mînakên jêrîn diyar dikin:

Bejn û bala rengê serwa. (Hêvî; rûp. 114)
Wek gurê birçî gihande pişt girik. (Hêvî; rûp. 116)
Ebrû ji rengê dalê. (Hêvî; rûp. 123)
Dêm hingiv e, por wek şevan. (Hêvî; rûp. 123)

Xuya ye Cegerxwîn neyêniya evê yekê baş nas kiriye, loma jî carcaran alava berhevdanê bikar nîne, wek çawa di van mînakên jêrîn de numa ye:

Çen gewher û ebrû kevan. (Hêvî; rûp. 145)
Du birhên reş kevanê min. (Hêvî; rûp. 91)

Bi rastî jî gava alava berhevdanê jê dikeve, hem derbirin xurt dibe, hem jî wêne ciwantir dibe. Lê mixabin Cegerxwîn nikare vî cureyê berhevdanê bafirîne, belê hertim xwe bi ser bermayên pêşiyan de pal dide, mebesta xwe li ba wan dibîne û dibe deyndarê wan, nemaze jî di helbesta evînî de, wek çawa wê di rûpelên bêne de bête diyarkirin.

Cegerxwîn ne tenê vê alava wênekêşiya hunerî bikar tîne, belê wêneyên wî pirê caran di navbera kînayet-ê re diyar dibin. Kînayet ew e ku peyvek dibe nîşana hinek rengdêrên din, wek çawa ev nimûneyên jêrîn diyar dikin:

Bi devken û bi yarî
Şekir ji dev dibarî. (Kîme ez û Ronak; rûp. 182)
Lê ji çavan tîr dibarin. (Jêdera berê; rûp. 422)
Di dil de agir û pêt e. (Hêvî; rûp. 96)

Her du peyvên (şekir û tîr) bûne nîşanên rûçikên dilberê, ku hem gotin û axiftina wê xweşik û şêrîn in, hem jî awirên wê tûj in, dilêş in û bi şewat in. Weha jî her du peyvên (agir û pêt) bûne nîşana êşên giran.
Lê mixabin Cegerxwîn karmendiya wênekêşiyê ji bîra dike... Belê! Ew ji bîra dike ku wênekêşî alaveke ciwanî ye, şêweyê axiftinê ji asta normal dikşîne asta ciwan. Lewre jî wênekêşî li ba wî ne tenê xwe bi ser berhevdanê û kînayetê de pal dide, belê pirê caran dadikeve asta salixdaneke sar jî, wek ku dibêje:

Bisk bi têl ê, ser bi zêr ê!
Pir çelengê xweş ciwanê! (Brehevoka Kîme ez û Ronak; rûp. 205)
Nazikê şox û şepalê! (Jêdera berê; rûp. 206)
Ji kuştina dilan re pir xurt û jêhatî ye. (Jêdera berê; rûp. 208)
Pir şepalê, şox û şengê!. (Hêvî; rûp. 72)

Gava wênekêşî ji ezmanê aferînê dadigere asta rêzkirina bêjeyan, hîngê alavên rewanbêjiya kevin li ser şêweyê derbirina helbestvanan hukardar dibin û wî berve peyvelîstinan dikşînin. Cegerwîn jî ketiye ber dava wê yekê, û pirê caran cînas û tîbaq bikar aniye, wek çawa dibêje:

Cîgerxwîn bû, ji derdan.
Min can û dil bi derdan. (Hêvî; rûp. 95)
Hin bi rewşa min kenîn, û hin girîn. (Hêvî; rûp.115)

Nizanim ev salixdanên yekser çiqas dikarin xwêneran bi naverokên xwe bidin bawerkirin, an hestên wan bilivînin. Bi ser de jî her tim wêneyên Cegerxwîn ji bermayên pêşiyan diherikin û nikarin ji bandora wan rizgar bibin. Her ku tu helbesteke wî, nemaze di warê evînî de, dixwînî, Melayê Cizîrî, Pertew Begê Hekarî an jî Macin yekser têne bîra te. Wek nimûne, helbesta “Dil ji min bir” ku di dîwana “Kîme ez” de ye, bi carekê nikare ji dava bandora Melayê Cizîrî bi derkeve, bi ser de jî, ne tenê li paş helbesta Cizîrî dimîne, belê hinek wêneyên wê birîn dike. Her du helbestvan (Cizîrî û Cegerxwîn) dilberê dipesinin, lê tu pê hay dibî ku dildara herduyan yek e, çinku bejna dilbera herduyan serwe ye, gerdenê wê şemal e, dêmê wê roj e, ebriwên wê nûn in (tîpa nûn a erebî), heyv in, kevan in, ango zirav û xwar in. Dilbera Cizîrî awir piling e, ya Cegerwîn awir şûr û şêr e; ya herduyan şox e, şeng e, nazik e, şêrîn e, cîwan e. Biskên dilbera Cegerxwîn pirê caran li hev badayî, dirêj û reş in, li ser sîngê sipî wek marê reş daleqandî ne:

Sînga sipî reşmar li ser. (Hêvî; rûp. 185)
Rengê mar in reşgulî. (Berhevoka Kîme ez û Ronak; rûp. 422)

Lê ev wêne li ber deriyên aferîna Eliyê Herîrî milxar e, ne ji aferînên Cegerxwîn e. Çinku Herîrî beriya wî bi sedê salan weha çû bû û goti bû:

Werdan ji nêv zulfan derîn, şula binefşê têwerîn.
Bala û qedda er-erîn, her yan li ser marê reş e. (Şaîrên kilasîk ên Kurd; rûp. 26)

Weha jî dawîneya helbesta Cegerxwîn nikare ji bandora pêşiyan rizgar bibe, û her car ew navê xwe di malika dawî de bi cih dike. Ev xalek li nik hemû kilasîkên kurd diyar e, ku wan navên xwe di dawiya helbestên xwe de digotin. Belkî ev gav, di dema wan de, ji ber nebûna çapemeniyê bû, û mebesta wan ew bû ku berhemên xwe biparêzin. Lê domkirina wê di dema Cegerxwîn de, nemaze jî deh-panzde salên dawî, dibe şûna pirsekê, û awayê avakirina helbestê di siya wan pêşiyan de dihêle.

Weha xuya dibe ku şêweyê derbirina Cegerxwîn şêweyekî bîrî ye, ango ew aferînên pêşiyan, yên ku xwendine û ji ber kirine, tîne bîra xwe û derbirin û wêneyên xwe ji wan werdigre. Evê yekê Cegerxwîn xistiye ber dava carandinê.
Her kesê li birê evînî, ji dîwanên wî vegere, wê bibîne ku çawa û çiqas caran Cegerxwîn bûye dîlê carandin û dubarekirinê.Dilber her tim şox û şeng û şepal e, ebriwên wê dipesine, û her car jî eawan dal in, heyv in, kevan in, (zirav û xar in), bejna wê mîna dara serweyê ye, (zirav û dirêj e), lêvên wê her car şêrîn û qend in, memikên wê her tim sêv in, biskên wê lihev badayî û wek marê reş bi ser sîng de daleqandîn e. Bi gotineke din, mirov dikare bibêje, ku ferhenga zimanewanî ya evîndariya Cegerxwîn di bin dubarekirinê de milxar e.

Dubarekirinê ne tenê roleke neyênî di ciwaniya helbestê de heye, belê bi ser de jî hewesa xwendinê li nik xwêneran sar dike, û hin caran jî dibe egera êşên derûnî.

Eger em werin warê kêşê û awaza helbestê, emê helbestvanê xwe dilsozê kêşê bibînin, destan ji wê ber nade û ji rêça kilasîkan bi der nakeve. Ma me beriya vê ne dîti bû çiqas ew dilsozê wan bûye, çi di warê peyvan û çi di warê şêwe û wênekêşiya hunerî de?!...
Lê tiştê balkêş ew e ku Cegerxwîn, li kêlek hemdemên xwe, berê kilasîka kurdî ji (urûda erebî) daye alîkî din, ewana kilasîka kurdî berve kêşên folklora kurdî de kişandine. Tevî ku em nikarin serkêşiya evê gava giring bidin dest wî, ji ber ku helbesta Kamiran Bedirxan, ya ku dîwana wî “Dilê kurên min” sala 1932-ê çap bûye, li gor evan kêşên folklorî hatiye hûnandin û li ser bingeha dengdêran ava bûye, lê helbesta Cegerxwîn ev gav li ba kilasîkên kurmanciya jorîn çespand, beriya ku helbesta kurmanciya jêrîn jî berê xwe bide wan kêşan.

Helbesta Cegerxwîn bi awa û formên bangan (kît) hatiye hûnandin, gelekên wan “şeşbangî ne, heftbangî ne, heyştbangî ne, dehbangî ne, û mîna stranên kurdî bendên wan li hev tên, û bi teqil têne gotin û strandin” ji ber ku li saz in û li gel rêzbendê dilsoz in.
Dilsoziya Cegerxwîn di vî warî de, weha diyar e ku ew ji bo xatirê parastina kêşê pirîcar bêgavî bikaranîna hinek bêjeyên bê sûd bûye, ku di hevokên wî de cih girtine. Wek nimûne:

Rojê ko min dî bi çavan. (Hêvî; rûp. 125)
Min xweş bi çavan lê nerî. (Hêvî, rûp. 123)

Peyva (çavan) di van her du mînakên jorîn de bê sûd e, mirov dikare wê bavêje, bê ku wate birîn an wenda bibe, ji ber ku her du lêkerên (dî û nerî) şûna wê digrin û mebestê diyar dikin.
Ev kêmasî li ba Cegerxwîn pirê caran diyar dibe û destlatiya kêşê li ser wî sayî dide xuyakirin, wek çawa di van mînakên jêrîn de numa ye:

Mey ji lêvan daye min.
Min ji lêvan mey vexwar. (Hêvî; rûp. 82)
Maçek ji du lêvan bide, ey lêvşeker! (Berhevoka Kîme ez û Ronak; rûp. 195)

Hin carên din hewesa duristkirina kêşê bûye sedema jibîrkirina rêbazên zimanewanî, wek çawa ev mînaka jêrîn diyar dike:

Van mexolan kirne talan.
Bax û gulzarê dimin. (Hêvî; rûp. 65)

Pergala gelejimariyê, di liqê Botanê de ji kurmanciya jorîn, bi paşkîta (an) pêk tê (gund – gundan), lê gava navekî ku di vê pergalê de be, bi ser navekî an bernavekî din ve bibe, hîngê verêsek peyda dibe û paşkîta (an) dibe(ên), (gundên me). Lê di liqê Hekariyê de dibe (êd), (gundêd me). Cegerxwîn ev mînaka jorîn bi liqê Hekariyê gotiye, lê ji bo duristkirina kêşê dengdêra (i) xistiye paş tîpa (d), ku mîna daçeka (di) bûye, û li derveyî rêbaza rêzimên çûye. Cegerxwîn gelek caran ev awaya, ji bo xatirê kêşê, bi kar aniye, wek çawa dibêje:

Em kuştiyê çavên direş û dêmên gulîn e. (Hêvî; rûp 75)
Pir kuştiyê çavên dibelek vane me dîne. (Hêvî; rûp 75)
Dane ber lêvên dimin sîng û qirik. (Hêvî; rûp 115)

Tenê duristkirina kêşê bûye sedema hebûna kîta (di) di evan her sê mînakan de, û pê re jî rêziman bûya qurbana vê yekê.
Bi vî awayî tê xuyakirin ku kêş li ser bingeh û avakirina helbesta Cegerxwîn gelekî rikdar e, û ew xemxwerê wê bûye, ta ku ewî berxwe daye para xwe bixe warê têorî jî, vê lomê ewî lêgerîneke fireh di vî warî de nivisandiye û “Hespên xweşxwanên kurdî” şirove kirine. Beşek ji vê lêgerînê, ya ku çar hespan şirove dike, di hejmara 22-ê ya “Hawarê” de belav bûye.

Ji vê pê ve, helbesta Cegerxwîn bi du-sê formên kevin diyar dibe, lê pirên wan an mesnewî ne, ku rêzbenda her du birên malikê yek kît heye, ji ya malikên din cuda ye:

Şoriş dest pêkir qêrîn û gurmîn.
Gule barandin li hawîr xurmîn.

Li jor firoke, li jêr tang û top.
Ji xwînê sor bûn hemî der û şop. (Berhevoka Kîme ez û Ronak; rûp. 65)

An jî çarîn in, ku her sê xêzên pêşîn yek rêzbend hene, lê ya xêza çarê hem cuda ye, hem jî ta dawiya çarînan bê guhertin dimîne:

Agir û pêta evînê.
Awirên wê lebşêrînê.
Kuştime roja evînê.
Ah û nalîn hey hewar.
Pir divêm carek bibînim.
Perdeya ser rû hilînim.
Serxweş û bê tîn bimînim.
Ah ji bejna wek çinar. (Hêvî; rûp. 148)

Weha xuya ye ku Cegerxwîn her tim di siya pêşiyan de paldaye, ji bermayên wan bi dûr ne çûye, her car û li her helwestekê destê xwe li ber wan vekirî, ew jî çekûs ne bûne, her tim pê re camêr bûne û ji bo şêwe û derbirina wî bûne alîkarên bê hempa.

Ev boçûn û rayên me dikarin pirsekê li ba xwendevanan bilivînin: Gelo Cegerxwîn li kû ma ye?! Te Cegerxwîn xiste paşila pêşiyan, li gor nerîna te, ew bûye berdengê wan. Ma ew bê taybetiyên kesayetî ye?!
Belê... Ev pirseke şûngirtî û balkêş e. Lê wek çawa dîwanên wî li ser du beşan parvekirî ne, bersiva vê pirsê jî wê bi du awayan bê, her du jî wê hevdu tewaw bikin.

Çiqas em hezkirên Cegerwîn bin, ray û nerînên xwe ji dil û hestan, dûrî boçûnên heş û rêbazên rexeneyê bidin, em nikarin, di tenga helbesta evînî re, Cegerxwîn ji paşila pêşiyan, nemaze ya Melayê Cizîrî, bi derxin. Her helbesteke wî, her peyveke wî, her wêneyeke hunerî wan pêşiyan tîne bîra me, her tim li wan vedigere û derbirinên wan bikar tîne.
Cegerxwîn jî vê yekê li xwe dine. Dibêjin carekê ji wî hate pirskirin, ma çiqas akama Cizîrî li helbesta wî heye. Ew bersivê dide û dibêje: “Eger ji dîwana Cizîrî pê ve tiştek di tûrkê min de tune be, ma çawa bandûra wî li min wê nebe?!”

Lê helbesta civakî û neteweyî, bi şêweyê wê yê xiroşanî, bi peyv û têgehên nuh, bi naverokên hemdem, bi kêşên lezok û awaza xiroşanî, bi ser de jî rizgarkirina kilasîka kurdî ji bêjeyên biyanî, kesayetiya Cegerxwîn a hunerî aşkere û sayî diyar dike. Ewî mirovî karî bû ev têkiliya dijwar, ya ku di navbera naverokên nuh û durvê kilasîk ê kevin de heye, hêsan bikira û gelek helbestvanên pey xwe, ta roja îro, di paşila xwe de bihêştana.


Jêder û çavkaniyên lêkolînê:
a. Bi zimanê kurdî:
1. Cigerxwîn, Kîme ez û Ronak. Weşanên Deng, çapa duwem, Istenbul 1993.
2. Cigerxwîn, Zend-Avista. Weşanên Roja nu:2,nimra çapê ne diyar e, Stockholm 1981.
3. Cigerxwîn, Şefaq. Weşanên Roja nu:4,nimra çapê ne diyar e, Stockholm 1982.
4. Cigerxwîn, Hêvî. Weşanên Roja nu:6, nimra çapê ne diyar e, Stockholm 1983.
5. Cigerxwîn, Jînenîgariya min. Weşanên Apec , çapa yekemîn, Stockholm 1995.
6. Abdulreqîb Yûsuf, Şaîrên klasîk ên Kurd. Weşanên Jîna nû, 17,çapa yekemîn,Uppsala , Sweden 1988.
7. Prof. Qanatê Kurdo, Tarîxa edebyata kurdî 1. Weşanên Roja nu,nimra çapê ne diyar e, Stockholm 1983.
8. Dr.Husên Hebeş, Raperîna çanda kurdî di kovara Hawar ê de. Belvgeha Hogir, çapa yekemîn, Bonn 1996.
9. Dr. Ebdil Mecîd Şêxo, Kovara çiya. Awêna çanda kurdî li Ewropa 1965 – 1970. weşanên: Dengê Bakur, çapxana Adar Graphics, çapa yekemîn, Elmanya 2003.
10. Deham Evdil Fetah, Nêrînek Rexneyî li helbesta kurdî, çapxaneya elkatêb el-erebî, nimra çapê ne diyar e, Dîmeşq 1992.

b. Bi zimanê erebî :
1.الدكتور محمد غنيمي هلال, النقد الأدبي الحديث, دار العودة بيروت 1987, رقم الطبعة غير معروف .
1. Dr . Mohammed Xuneymî Hîlal, Rexneya toreyî ya nuh.
2. الدكتور شكري محمد عياد, المذاهب الأدبية و النقدية عند العرب و الغربيين, سلسلة عالم المعرفة رقم 177,الكويت1993.
2. Dr. Mohammed Şukrî Eyyad, Rêbazên toreyî û rexneyî li nik Eereban û Rojavayiyan.
© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]