Pênûs 16 Payîz 2003
Navîna Çele 2004

Hejmara nû (a 16-ê)

Tabloya bergê:
Hunermend Inayet Attar

 

Hejmarên berê

 

Pênûs
Her nivîskarek di ber berhema xwe de; di ber nêrîn, dîtin û helwesta xwe de bepirsyar e.
"Pênûs” wî mafî dide xwe ku hemû nivîsarên ku jê re tên, li gor rêziman û rastnivîsandina mîrê kurmanciya nûjen Celadet Bedir-Xan, serast bike.

her sê mehan carekê derdikeve

Sernivîser:
Dr. Kamiran Bêkes

Navnîşan:
Pênûs
Postfach 33 66
49023 Osnabrück
Germany

E-Mail:
kovarapenus@hotmail.com


Av li yên tî digere


Kurdî ji Ebdulrehman Efîf

»Hertişt di bêhna Xwedê de ye, wek ku çilo roj di dûmana serêsibê de ye.«
Ibn al-Arabi

»Zemîn û qûm dişewitin. Rûyê xwe têxe nav qûma dişewite û axa riyan, ji ber yê ku hezkirinê ew birîn kiri be, divê nîşana wê li ser rûyê xwe rahêje, û dewsa birînê divê xuya be. Bera qelşa birîna dil eşkere be, ji ber bi birînan mirov dikare yên ku li ser riya hezkirinê ne nas bike.«
Pêximber Muhemmed
(Aştî û bereketên Yezdan pê re bin)
»Bi hezkirinê tehlî bû şêrînî û xweşî,
bi hezkirinê baqir bû zêrekî pak û zelal,
bi hezkirinê hevîrtirş paqij bû,
bi hezkirinê xemgînî bû derman,
bi hezkirinê dîsa jiya, yê ko miri bû,
bi hezkirinê qiral dibin kole.«

Rumî

»Bike gurm-gurm, ho def! Binale, ey bilûr – Allah hu!
Li hev bigere di dîlanê de, sibesorê – Allah hu!
Ronahîcan di girovera gerestêrkan de, rok, ji
Xwedê ve di ortê de bang kir – Allah hu!
Ey dilino! Cîhanino! Dîlana we diweste, dema
evîn di navendê de neyê diyarî kirin: Allah hu!
Giyan, ma tu naxwazî, stêrkeke xwe bifirînî, li dora xwe bi xwe,
ji xwe bavêje pêwîstiyên jiyanê – Allah hu!
Yê ku hêz û xurtiya semayê nas dike, di Xwedê de dijî
lewra ew dinase, çawa evîn dikuje – Allah hu!«

Rumî

»Ma te bi xerîbîtî koçî vir kiriye?
Ach, çima tu digirî, bilbil?
Û bêhêz, qels tu ne mayî?
Ach, çima tu digirî,
bilbil?

Ma te çiyayine pir bilind
derbas kirine?
Ma tu di ser çeman re firî?
Ma tu êşandî veqetandina ji hevalan?
Ach, çima tu digirî,
bilbil?

Ach, ew çiqas tehl tên nalînên te!
Ji nû ve tu dihêlî
êşên min hişiyar bibin!
Tu dixwazî
hevalê xwe bibînî?
Ach, çima tu digirî, bilbil?

Tu dikarî baskên xwe fireh bikî
û wan ji firê re amade bikî
û her berçavkan biqetînî.
Ach, çima tu digirî,
bilbil?

Ma bajarê te ketiye bin destê dijmin?
Û ziyan gihişte nav û dengê te yên bi nirx?
Ma hevalê te li welatê xerîbiyê ye?
Ach, çima tu digirî, bilbil?

Tu di Biharê de,
di gulistanê de dijî,
ji te re gul vedibin û lewenta her roj,
lê herdem ji nû ve ahîna te dizingîne.
Ach, çima tu digirî, bilbil?

Çavên wê, yên di xew de bûn:
Şiyarbûyî wan hildide bo xwînê birijînin.
Dilê min di nav geşpizotan de dişewite!
Ach, çima tu digirî, bilbil?«

Yunus Emre

»Bi hezkirina wî tenê giyan şahiya xwe dibîne.
Dilek, ku ji wan hez dike, yên li vir balkêş û nazdar xuya dikin:
Heger vî tiştî zani be, yan na: di rastiyê de ji wî hez dike...«

´Abdul-Rahman Camî

»Ez bi dil re ştexilîm: ›Tu, ey pitpitok,
hîn tê çiqasî din li ser raz-gerînê baxivî!‹
Ew ştexilî: ›Ez di giyanê de binavbûyî me, lewman
Li min meke; eger ez neaxivim, ezê bişewitim.
Canderyaya min li sed cih û warî pêlan davêje,
çawa ezê kari bim kêlîkeke tenê bêdeng bimînim!«

Farîduddîn ´Attar

»Ne ewên tî li avê digerin –
av li yên tî digere!«

Rumî

»Û ku tu sedhezar pirtûk jî
bixwînî –
tiştekî tenê nas bike:
ewê te nekin evîndar!«

Qadî Qadan
© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]