|
Hejmara nû (a 16-ê) |

Tabloya bergê:
Hunermend Inayet Attar |
|
Pênûs |
Her nivîskarek di ber berhema xwe de; di ber nêrîn,
dîtin û helwesta xwe de bepirsyar e.
"Pênûs” wî
mafî dide xwe ku hemû nivîsarên ku jê re tên, li gor rêziman û rastnivîsandina
mîrê kurmanciya nûjen Celadet Bedir-Xan, serast bike.
her sê mehan carekê derdikeve
Sernivîser:
Dr. Kamiran Bêkes
Navnîşan:
Pênûs
Postfach 33 66
49023 Osnabrück
Germany
E-Mail:
kovarapenus@hotmail.com |
|
|
Pejirandina sîstema wîlayetan
têkdan û rûxandina Dewleta Kurdistan e
Bayram Ayaz
Ev demek e careka din reng û şêweyê federaliyê li Îraqê û li Başûrê
welatê me bi dengekî bilind tê gengeşekirin. Bi rastî, ev pirs kilîta
çareseriya azadiya miletê kurd e. Her wisan ji bo rengê demokratiyê li
seranserê Îraqê pirseke girîng e.
Şêweyê federalîzmê li Kurdistanê û li Îraqê ne tenê rengê rêveberiyê û
dewletê diyar dike, ji vê jî zêdetir dê akameke mezin li statûya
Rojhilata Naverast jî bike. Ev gava ku di van çend mehên pêşî de bê
avêtin dikare Peymana Lozanê jî di paşerojeke nêzîk da hîç û pûç bike,
qeyd û zencîrên koledariyê bişkêne. Lê eger tevgera kurd û
serkirdeyatiya wê li Başûrê welatê me, li Kurdistana azad, di vê babetê
de siyaseteke serkevtî nemeşîne, dîrok dikare ji bo miletê me xwe dubare
bike û miletê me careke din toşî rojên reş û bûyerên tal bibe.
Serokê PDK-ê hêja kak Mesûd Barzanî di nivîsara xwe de, ya ku di
rojnameya Xebat de derçûye, îşaretî van metirsiyan dike û careke din
çarçoveya daxwazên miletê kurd li vî parçeyê welatê me diyar dike. Xetên
ko birêz Mesûd Barzanî dikşîne gelekî girîng in. Ev xet çi ne?
– Pirsa miletê kurd pirseke siyasî û neteweyî ye
– Pirseke niştîmanî ye
– Pirseke desthilatdariyê û li ser xaka Kurdistanê xwe bi xwe
îdarekirinê ye
– Li ser bingehên van sê prensîpan daxwaza miletê me ev roj danîna
sîstemeke federalî ya cografî û siyasî ye.
Hin dem hene, ku divê civat û netewe û serkirdeyetî daxwazên neteweyî
yên bingehîn diyar bikin. Ev daxwaz manîfestoya miletî ne, ku hîç tu kes
û tu hêz nikare ji çarçoveya vê manîfestoyê derbikeve.
Vîna miletê me, Parlemena Neteweyî ya Kurdistanê roja 07.11.2003 careke
din biryar li ser şêweyê federaliyê li Kurdistanê û li Îraqê da.
Parlemenê û serkirdeyatiya siyasî ya Kurdistanê du pêşniyar bo yasaya
bingehîn amade kirin, yek bo Dewleta Kurdistanê ya herêmî û yek jî bo
Dewleta Yekgirtî ya Federe ya Îraqê. Ev pêşniyar bo hêzên hevpeyman û bo
Konseya Desthilata Îraqê hatin pêşkêşkirin.
Daxwaza miletê kurd zelal û aşkere ye: parastin, ferehkirin û xurtkirina
Dewleta Kurdistanê ya Federe ye. Divê Xaneqîn, Mendelî, Kerkûk, Şêxan,
Sincar û hin deverên din yên hêla bajarê Mûsilê bikevin bin rêveberiya
Kurdistanê. Li herêmê Kurdistanê, li vê cografyayê parlemen û hukûmeta
Kurdistanê wekî viyana vî miletî û desthilatdariya vî welatî ku
dewletek/parçeyek ji dewleta yekgirtî ya Îraqê ye bê pejirandin. Ev
çarçove ji bo xelkê Kurdistanê, ji bo hêzên siyasî û ji bo her kurdekî
neteweperwer û niştîmanperwer li her devereke cîhanê çarçoveyeke
bingehîn e. Em hemî divê ji bo cîbecîhkirina van daxwazan xebatê bikin.
Federasyoneke li ser bingehê cografî û siyasî daxwaza miletê me ye, ku
îro daxwazeke herî kêmtirîn û mînîmal e.
Di çarçoveya Îraqeke yekgirtî de Dewleteke Kurdistanê li ser bingehê
cografî û siyasî, ji vê daxwazê kêmtirîn modêl têkdan û rûxandina
Dewleta Kurdistanê ye. Pûçkirina destkeftiyên van donzdeh salên dawî ye.
Sîstema muhafezan/wîlayetan înkariya mafê çarenûsiya miletê kurd e.
Pejirandina modela muhafezan (provînzan) li modela dewleta Îraqê ya berê
vegerîn e, ku ew jî “nation-stat”eke erebî bû û modeleke navendî
(merkezî) bû. Yanî kirasek bû ku li hebûna pirrengiya miletên Îraqê û
realîteya vî welatî ne dihat. Wê sîstemê bi xwe re şer, komkujî,
xwînrêjî, dîktatorî û hovîtiyê anî.
Kî naxwaze careke din dîktatorên nû li Îraqê vegerin û li Rojhilata
Navîn rejîmên despotîk û nîjadperest-nasyonalîst xurt bibin divê di
pirsa cîbecîhkirina demokrasiyê de û modêla federalîzmê da xwedî biryar
be.
Tirkiye, Sûriye, Îran, Saudî Erebîstan û hinek dewlet û hêzên din
naxwazin li Îraqê sîstemeke federal û demokratîk were damezirandin. Ev
dewlet û hêz naxwazin ku li ser axa Kurdistanê, li ser cografiya
Kurdistanê dewleteke kurd bê damezirandin, miletê kurd bibe xwedî
desthilatdariyê. Hin Erebên şovenîst, çi yên sunî û çî jî yên şî’î, ew
jî naxwazin li Îraqê federasyoneke cografî û siyasî were danîn. Ew
difikirin ku dê hêza Ereban kêm û qels bibe. Hinek ji wan, bi mejiyekî
baasî, tew Kurdistanê parçeyek ji axa Ereban dihesibînin!
Serkêşiya hêzên dijî pirsa kurdî jî dewleta tirk dikşîne. Tirkên
şovenîst carna bi aşkere dijayetiyê dikin, lê pir caran jî bi veşartî û
bi hemî hêza xwe, bi hîle û fêlbazî dijminahiya Dewleta Kurdistanê
dikin. Derd û kulê dewleta tirk ew e ku hêz nekeve destê Kurdan; Kurd
nebin xwedî ordiyekê, hukûmetekê û aboriyekê û di warê navneteweyî de ji
Kurdan re nasname û statûyeke legîtîm çê nebe.
Vêca ev dewletên cîranên Îraqê û hin hêzên Ereb û Turkmenên îraqî, bi
her awayî hewl didin ku Emerîkiyan û hêzên hevpeyman ên din bidin
bawerkirin ku li Îraqê sîstemeke federal a li ser bingehê cografî û
siyasî neyê damezirandin. Di dewsa federalîzma cografî û siyasî de
“federalîzmeke” îdarî li ser esasê wîlayetan (muhafezan) were danîn.
Sîstema siyasî navebdî be, lê rêveberiyeke hinekî nerm bi şêweyê
“otonomiya wîlayetan”.
Roja 15.11.2003-an di navbera birêz Celal Talebanî (bi navê Konseya
Desthilata Îraqê) û birêz Paul Bremer û birêz David Richmond (bi navê
hêzên hevpeyman) de belgenameyek di dermafê prosesa siyasî li Îraqê
hatiye îmzakirin. Di vê belgenameya de mixabin di hin xalan de hin noqte
cih digrin ku daxwazên miletê kurd li Îraqê dixin metirsiyê. Plan û
prosedura veguhastina desthilatdariyê li Îraqê, ya ku roja 16.12.2003-an
li Neteweyên Yekbûyî jî hate pêşkêşkirin, heman belgenameya
15.11.2003-an e.
Li gorî vê plan û lihevkirinê heta dawiya meha Sibata 2004-an divê
çarçoveya yasaya bingehîn amade bibe. Dawiya meha Adarê 2004 divê hêzên
hevpeyman û hêzên îraqî li ser hebûn û statûya hêzên hevpeyman peymanekê
girêdin. Heta dawiya meha Gulanê divê li 18 (hijdeh) parêzgeran
(provînzan/muhafezan/wîlayetan) encûmenên (meclîsên) wan parêzgeran
nûnerên xwe bo encûmeneke demkî (merhelî) ya tevayiya Îraqê helbijêrin,
û ev encûmena divê heta dawiya meha Hezîranê hukûmeteke merhelî
destnîşan bike. Piştî pêkhatina meclîs û hukûmeta demkî Konseya
Desthilata Îraqê û hukûmeta nuha ji holê radibin. Encûmen û hukûmeta
demkî dibin nûnerê Îraqê û Îraq serweriya (souvereignty) xwe digre destê
xwe. Li 15-ê Adarê sala 2005-an divê hilbijartin/referandûm ji bo yasaya
bingehîn çê bibe. Li Dawiya sala 2005-an jî divê hilbijartina azad ya
tevayî çê bibe û nûnerên gelê Îraqê werin helbijartin.
Helbet ev plan û peymana ku hêzên hevpeyman dixwazin desthilatdariyê
veguhêzin karekî baş e. Di zûtirîn dem de divê Ereb û Kurd û welatiyên
din rêveberiyê bi temamî bigrin destê xwe. Û divê hilbijartinên azad çê
bibin û viyana rewa û dadmendî diyar bibe.
Lê sîstemeke çawa dê were danîn? Pirs ev e.
Tevgera kurd ev donzdeh sal in daw û doza sistemeke federal, demokrat,
pirreng û pirdeng dike. Ev daxwaz berî şer li Londonê û li Selahedînê di
konferensên rikberiyê (muarezê) de hat îmzakirin. Îroj bi zora dewletên
cîran û dorûber û hêzên ereb ên îraqî yên nasyonalîst hemî lihevhatin û
peymanan didin bin piyên xwe. Li Îraqê careke din sîstema wîlayetan tê
danîn. Ji îro ve bingehê vê sîstemê tê rastkirin. Belgenameya ku birêz
Celal Talebanî li ser navê Konseya Desthilata Îraqê îmza kiriye, ji vê
bêtir tu wateya xwe tune. Di vê plan û peymanê de behsa miletê kurd û du
welatan (axa Ereban û terîtoriuma Kurdistanê) nayê kirin. Îraq û îraqîtî
û yekîtiya terîtoriyal ya Îraqê û yekîtiya desthilatdariya dewleta Îraqê
bingehê vê planê ne. Em dikarin bêjin ku tez û daxwazên dewleta tirk bi
cîh hatiye. Ew jî ji destpêkê ve dibêjin, divê sîstema nû li Îraqê li
ser bingehê “Iraklılık” pêk bê. Sed mixabin wisa jî bûye. Lê divê ev
wisa nemîne.
Di belgenameyê de, di xala yekemîn de, hêmanên (elementên) bo çarçoveya
zagona bingehîn hatine pêşkêşkirin (Elements of the “Fundamental Law”).
Di vê xalê de di benda diwemîn de wek naverok tê destnîşankirin ku “di
Îraqê de federalîzm dê bi destê hukmê navendî û herêmî muhafezatan pêk
bê.” (Federal arrangement for Iraq, to include governorates and the
separation and specification of powers to be exercised by central and
local entities.)
Gotina “federal” li vê derê bi temamî xapandinek e, çavgirêdanek e. Ev
ne ew federalîzm e, ya ku miletê kurd dixwaze ye. Ev ne li gorî
realîteya Îraqê ye jî. Di planê de Îraq li ser 18 wîlayetan/provînzan
hatiye dabeşkirin. Encûmana demkî ya Îraqê dê ji nûnerên van wîlayetan
pêk bê. Rewşa Mûsil, Kerkûk û Diyala (Xaneqîn, Mendelî û cîhên din) ne
diyar e. Wîlayetên Kurdan dimînin Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê! Bi vê gavê
tu wateya Dewleta Kurdistanê ya herêmî, viyana miletê me, Parlemena
Neteweyî û Hukûmeta Kurdistanê namîne. Careke din Kurd bi fût û fêlbazî
û bi destezorî bi Bexdayê ve bi Ereban ve têne girêdan.
Di meha Çiriya Paşîn de rojnamevanê alman, Michael Thumann, ji Hewlêrê
dinivise û dibêje: “Dewletek tê xirakirin / Ein Staat wird demontiert”.
(M. Thumann, nivîskarê rojnameya hefteyî ya naskirî die Zeit,
20.11.2003, Hejmar 48).
Belê, tespîta M. Thumann di cih de ye. Bi vê planê gora Dewleta
Kurdistanê tê kolandin. Her Kurdê dilşewatê miletê xwe û welatê xwe divê
rabe ser piya û rê nede vê yekê. Dewleta xwe, Dewleta Kurdistanê li
Başûrê welatê me biparêze. Miletê kurd divê vê neheqiyê ne pejirîne.
Eger Dewleta Kurdistanê bikeve metirsiyê, pê re nasnameya miletê kurd jî
careke din dikeve ber bivehiyê. Vêca kî çi îmze kiriye û dike bila bike,
divê miletê me biryarên ku jiyana Dewleta Kurdistanê bixin tehlûkeyê
nepejirîne. Miletê me xwediyê biryara dahatûya xwe ye. Dahatûya miletê
kurd di rewşa îroyîn da pejirandina dewleteke federe li seranserê
cografiya Kurdistanê û naskirina desthilatdariya siyasî ya miletê kurd û
kêmahiyên (eqaliyetên) bira, yên ku ji berê ve li ser axa Kurdistanê
dijîn. Ev in daxwazên me hemî Kurdan.
Serokê PDK-ê birêz kak Mesûd Barzanî dengê xwe bilind dike, ev îtîraz û
deng, bîr û raya miletê me ye, dengê miletê me ye. Em divê dengê xwe bi
vî dengî re bikin yek. Li pişta vê siyaseta NETEWEPERWER û
NİŞTÎMANPERWER cihê xwe bigrin.
Her milet siyaseteke xwe ya neteweyî heye, yê me jî îro ev siyaset e.
Siyaseta miletî KURDEWARÎ û siyaseta parastina axa pîroz, parastina
welatê bav û kalan, parastina KURDISTANÊ...
Netewe bi ziman û çand, bi aborî û zanîn û bi ax û welat dibin milet.
Kurd bê Kurdistan tucarî nikarin bibin milet. Her Kurdê xwedî rûmet divê
vê rastiyê tucarî ji bîr neke.
|