QEDRÎ CAN
1911-1972
Dilawerê ZENGÎ
Rewşa gelê kurd ya jeopolîtîk û dabeşbûna wî kiriye ku rewşa helbest û
toreya kurdî bi giştî wekî rewşa ramyarî û civakî be.
Temenê toreya kurdî ne kêmtirî deh babilîskan e. Ji dema mîretiyan, ji
babilîskên navîn, ta bi dawiya babilîska nozdehan xwe dirêj dike. Ev dîroka
dûr û dirêj di çend qûnaxan re derbas dibe.
Gopîtka yekemîn di dema babilîska dehan de bi serkêşiya helbestvan Baba
Tahirê Hemedanî, xwediyê çarînan e. Ev helbestvan xwediyê pîtolî û zanyariya
yekîtiya jîwerî (kozmosî) ye. Bi raman û hizra yarî ya xwe, di Xweda û
xweberiyê de dihingavt.
Gopîtka diwemîn di babilîska panzdehan de bi serkêşiya mele Ehmedê Cezîrî tê
xuyakirin. Ev helbestvanê kurd yê pêşî bû ku helbesta (xezelî) ya Islamî
derbasî toreya kurdî kiriye û nuhtiye.
Gopîtka siyemîn di babilîska hevdehan de, di çîroka navdar “Mem û Zîn” ya
Ehmedê Xanî de diyar e. Tiştê balkêş, ku di wê demê de li Ewropayê ji bo olî
û dêrê Kasolîk û Protistanî hevdû dikuştin. Lê li Kurdistanê dengê zengilê
hişyarî û rizgariya gelê kurd li ser destê Xanî xweş dihat.1
Di babilîska nozdehan de gopîtka klasîkiyeta nû di berhem û nivîsandinên
helbestvan Nalî, Salim û Mustefa beg de tê nuhtin. Ev klasîkiyeta nû ji bo
rizgariya neteweyî jî dihat bikaranîn. Nemaze di navîna dawîn ji babilîska
nozdehan de li ser destê helbestvanê mezin Hacî Qadirê Koyî. Ta bi vê rojê
jî ev şêwe di nav helbestvanên Kurdan de tê bikaranîn, û navine mezin di vê
riyê de di ezmanê helbesta kurdî de geş bûne.
Ji şerê cîhanê yê yekemîn de helbesta nûjen li nik Kurdan dest pê kirî .Li
gor baweriya min, ew jî di çend qûnaxan re derbas dibe:
Qûnaxa yekemîn di nevbera herdû şerên cîhanê de bi serkêşiya Qedrî Can, Şêx
Nûrî şêx Salih û Goran xuya dibe.
Qûnaxa diwemîn piştî serhildana Tevgera Ruwange bi serkêşiya helbestvanê
mezin Şêrko Bêkes e.
Manîfestoya Ruwange ji bo tazekirina helbesta kurdî hawareke bi serê xwe bû.
Mirov dikare bibêje ku ev manîfesto digel nûkirin û azadiya helbestê,
nûkirin di ziman, raman, çîrok û nêrînine nû di civatê jî de bû .
Piştî vê tevgerê qûnaxeke nû li ser destê çend rewşenbîrên kurd, mîna Ferîd
Zamdar, Enwer Misyefî, Kerîm Deştî, Dilşad Ebdile, Ferhad Şakilî û Letîf
Hilmot… û hwd. xuya bû. Evan rewşenbîran bi nuhbûn û nûxwaziyê bang kirin.
Di nav Kurdên Sûriyê de dest bi nivîsandina helbesta nû bûye. Kelandinek li
ser pêmayên mîrê ronakbîran Celadet, dr. Kamiran, Qedrî Can, Cegerxwîn, E.
Namî, Osman Sebrî, Ehmedê Şêx Salih û Tîrêj dibe. Hin xortên nûhatî dixwazin
bi şêweyên nûkirî dest bi hûnandina helbesta kurdî ya nû bikin. Di hin
helbestan de çirûska hêviyê dibînim. Lê neyê hevotin ku helbesta nûjen cihê
xwe li nav me girtiye û bûye mîna helbesta klasîk, xwedî dibistaneke
serbixwe? Sedemên vê yekê pir in. Derd û kulên me jî gelek in. Ev cih ne
cihê serseknandina vê yekê ye.Tenê diştê balkêş ev e: Rehên helbestvaniya
van kesan, yan ji çevkaniya erebî, yan ji helbestvanên ku helbesta nûjen
nivîsandine werdigrin, û rê û şopeke wan e serbixwe nîne, ew di bin bandûra
peyrewî û hevenda vê diyardekê de mane.
Rast e, mirov nikare şîretan li helbestvanan bike. Lê merov dikare nêrîna
xwe di helbestê de bide. Xwendina helbestê ji mirovekî ta bi mirovekî din ne
tenê cuda û tê guhertin, lê belê xwediyê (afirandekê) helbestê bi xwe, piştî
çend xwendinan, tiştine nû jê re xuya dibin. Ev jî ji ber ku (hest) di
sînora şorzaran de nayê bestin, ne jî tê hevragirtin. Ji ber ku ziman nikare
hestî di bûyîna wî ya xweberî de ji ber bike. Divê têkiliyeke giyanî di
navbera xwendevan û helbestê (pirsur û pirsurî)-yê de hebe.
Helbest ne diyardeke sekinî û bê liv e. Ne jî dîtaniyeke akadîmî ye. Liv û
guhêzeke hundirî di cîhana peyv û şorzaran de digere; ew jiyaneke sermedî
ye. Di pêşketin û nûkirina raman, hizir, ziman, huner û civakê de roleke
mezin dilîze.
Helbest deryayeke ji evîna bê dorpêç û sînor e. Bê rawestandin û miçiqandin,
dizê û diherike.
Jînenîgariya Helbestvan Qedrî Can
Çaxê mirov bixwaze lêkolînekê an nivîsandinekê li ser helbestvanekî an
nivîskarekî çê bike, berî her tiştî pêwîste mirov li nivîs û berhemên wî
vegere, serpêhatiya jiyana wî bizani be û li hin çavkanî û jêderan vegere.
Wê gavê ez bawer im karê mirov dê pir hêsan be. Lê çaxê ku tu nivîsandin li
ser jiyana wî tune bin, û berhemên wî, yên ku di kovar û rojnameyên ku di
destpêka sala sihî de derketine, di yek pirtûkê de ne hati bin civandin û tu
çavkanî û jêder – pêvî çend gotarokan – li ber destan tune bin, ez bawerim
wê karekî ne hêsan be.
Helbestvanê me Qedrî Can e. Berhemên Qedrî Can rûpeline ji jiyana wî ne. Ew
berhem û nivîsandin mîna bîranînên zarotiyê bi awayekî çîrokî hatine
nivîsandin. Di baweriya min de, çevkanî û jêderê rast û dirust berhem û
nivîsên wî ne.
Qedrî Can bi xwe ji xelkê Dêrika Çiyayê Mazî ya paşroyê bajarê Mêrdînê ji
bakurê Kurdistanê ye.
Piraniya nivîskar û rewşenbîrên ku li ser jiyana wî nivîsandine, bi taybetî
li ser dîroka zayîna wî, ne wek hev gotine. Herdû nivîskarên kurd M. Uzun û
Firat Cewerî dibêjin: “Di sala 1919-an de hatiye dinê”2, lê mamoste Izedîn
Mistefa Resûl mîna Rewşen Bedirxan dibêje: “Di sala 1916-an de hatiye
dinê.”3 Diyar e ku mamoste Izedîn Mistefa Resûl ev dîrok ji pirtûka Rewşenê
(Rûpelin ji toreya kurdî) wergirtiye4. Rojnamevan Hesen Qeya di rojnameya
“Dîmoqratî”5 û li ser zimanê malbata helbestvên gotiye: “Di sala 1911-an de
hatiye dinê.” Nivîskar Edîb Nadir jî di gotara xwe de, ya di kovara “Metîn”
de daye belavkirin, dibêje: “...Qedrî Can di sala 1911-an de hatiye dinê û
di sala 1972-an de miriye.”6 Lê nivîskar Silêman Elî di gotara xwe de, ya ku
di rojnameya “Armanc” de hatiye belav kirin, bê ku dîrokê bi cî bike dibêje:
“Qedrî Can di destpêka babilîska bîstan de hatiye dinê.” 7 Profesor Qenatê
Kurdo di pertûka xwe de “Tarîxa edebiyeta kurdî”8 de qet behsa dîroka zayîna
wî nake.
Piştî tevgereke dûr û dirêj, û pirsîneke hûr û kûr, me du reşbelek peyda
kirin. Ev herdû reşbelek dudiliyê di vê mijarê de nahêlin û dîroka bûyîna
Qedrî Can bi zelalî bi cî dikin û li ber çavan diyar dikin. Reşbelekek jê
(wesîqeya jinanînê) û ya din (nasnameya xwendinê) ye. Di herdû reşbelekan de
bûyîna Qedrî Can sala 1911-an bi cî dike.
Ji hêlekê din ve, me goti bû ku çîrokên Qedrî Can rûpelin ji serpêhatiyên
jiyana wî ne. Di vî warî de Qedrî Can dibêje: “Ew pelên ko ji kitêba jiyana
min hatine çirandin, îro perçên wan î riziyayî belav dikim, bi hev
dizeliqînim… dixwazim ji wan kitêba bextiyariyê çê bikim. Sond… Guneh… Rojên
derbasbûyî… Serencam… her yek ji van ji kitêba jiyana min a hezîn rûpelekî
rengîn in. Lê rengîn dibin, zengîn dibin... dîsa pelinin çiriyayî û riziyayî
ne...”9
Di sala 1943-an de çîroka “Serencem” di rojnameya “Roja Nû” de hatiye
nivîsîn. Tê de dibêje: “Serencam jî rûpelek ji wan pelan e... Berî bîst û
pênc salan bû… Bi meh û hefteyên xwe, bi şev û rojên xwe, bîst û pênc sal...
Di nav hundirê mala me de, ji nişka ve hay û hoyek çêbû: birayê min Fethî,
piştî du sê rojan dimir...”10. Li ser gotina Qedrî Can, heger em bîst û pênc
salan ji dîroka nivîsandina çîrokê hilînin, dîroka mirina birayê wî zelal
dibe, ku di sala 1918-an de miriye. Li cihekî din ji çîrokê dibêje: “Her
êvarên zivistanê... ji zarokên mîna min şeş-heft salî tije dibûn...”11 Heger
dîsa em ji 1918-an, dîroka mirina birayê wî Fethî, heft salan bikujin,
dîroka bûyîna wî ji me re zelal dibe, ku di sala 1911-an de hatiye dinê. Bi
vê gotinê Qedrî Can bi xwe bûyîna xwe diyar dike û di tu reşiyê de nahêle.
Li vir gotina M. Uzun û F. Cewerî şaş derdikevin, û gotina dr. Izedîn
Mistefa Resûl û Rewşen Bedirxan jî şaş e. Ji ber ku zarokekî di temenê du
salan de nikare vê bûyerê bîne bîra xwe û ne jî xwe navkoyê vê çîrokê diyar
bike. Nemaze çaxê ku em dibînin Qedrî Can di hejmara yekê ji kovara
HAWAR-ê12, ya ku di sala 1932-an de derketî, gotarek daye weşandin. Di wê
demê de temenê wî bîst û yek salî bû. Heger em dîroka M. Uzun û Firat Cewerî
rast bigrin, gerek temenê wî sêzde salî be çaxê di HAWAR-ê de nivîsandiye.
Ev jî ne rast e. Ji ber ku li gorî gotina hemû lêkolînvan û nivîskaran,
nivîskarê herî biçûk yê di kovara HAWAR-ê de nivîsandiye dr. Nûredîn Zaza
ye, ne Qedrî Can e. Lê li ser dîroka Izedîn Mistefa Resûl û Rewşen xanimê wê
temenê wî şazde salî be dema di kovara HAWAR-ê de nivîsîye. Ev jî ne rast e,
ji ber ku di wê demê de bi Reşîdê Kurd re li Qonyayê dixwend.
Navê wî yê rast Ebdilqadir Ezîz Can e. Di nasnameya xwendevaniyê de Qedrî
Ezîz Can hatiye. Navê diya wî Eyşê ye. Ji xelkên Dêrika Çiyayê Mazî ye. Di
destpêka xortaniya xwe de tevlî tevgera welatparêzan dibû. Ji ber sedemên
ramyarî dûrî welatê xwe dikeve. Berê xwe dide Binxetê. Di vî warî de
Cegerxwînê nemir di bîranînên xwe de dibêje: “Du xortên ciwan ji Kurdistana
Turkiyê hatine Amûdê, xwendina xwe ya lîse xelas kiri bûn, herdû xort Qedrî
Can û Reşîdê Kurd bûn.”13 Ji hêlekê din ve hevalê wî dr. Xalid Qotreş
dibêje: “Qedrî Can ji ber stema Turkan xwendina xwe ne bir serî, di sala
didiwan ji xwendina xwe (Mala Mamosteyan – Dar el-Muelimîn) reviya û hate
sûriyê.”14. Lê di reşbeleka xwendinê de diyare ku ew di sala çaran de bû, û
li bajarê Qoniyayê dixwend. Dr. Xalid Qotreş gotina xwe berdewam dike: “Di
sala 1928-an de temenê wî (17) salî bû dema hatiye Sûriyê. Di salekê de hînî
zimanê erebî bûye. Li bajarê Selemiyê xwendina (mala mamosteyan) ya
çandiniyê dixwîne. Piştî ku xwendina xwe kuta dike li bajarê Entakiyê dibe
mamoste.”15 Li wir zanyarê mezin Memdûh Selîm nas dike.
Qedrî Can li bajarê Qamişlo û Amûdê mamosteyî kiriye. Li gor gotina şagirtê
wî Mustefa kurê Hesen Hişyarî dibije: “Di sala 1942-an de Qedrî Can li
bajarê Amûdê kargîrê dibistanê bû.”16 Li bajarê Şamê, Taxa Kurdan, û derdora
wê jî mamosteyî kiriye. Piştî demekê, li wezareta perwerdiyê mîna rêvebirê
kar xebitiye. Li wir jî pir dirêj nake, li tomara giştî ya karkirên dewletê
kar dike. Demek tê re naçe tevlî Komkarên Azadîxwazan dibe û mîna endamekî
zîrek di nav de cih digre. Qedrî Can mîna mirovekî xebatkar, ramyar û
rewşenbîr tê nas kirin.17
Wekî me gotî Qedrî Can di hejmara pêşî ji kovara HAWAR-ê de nivîsiye. Edîb
Nadir dibêje: “Di 15.05.1932-an de Qedrî Can bi pêşwaziya mîrê Kurdan
Celadet Bedirxan, di eniya dî de, eniya çandeyiyê de, nivîskarekî afirandî,
stêrka wî geş bû, û têkoşerekî şervan bû.”18
Di sala 1936-an de Qedrî Can helbesta xwe “Reya Teze” nivîsiye. Edîb Nadir
dibêje: “Ev helbest (Reya Teze) helbesta pêşîn e, di dîroka helbestên nûjen
û azad, di toreya kurdî de.”19. Ev dîrok bûye mîna qûnaxeke nû di toreya
kurdî de, û hem di nûjenkirina helbesta kurdî ji hêla ruxsar û naverokê de,
hem jî bûye bîhnokeke di navbera herdû qûnaxan de: qûnaxa nuhbûn û ya
kevniyê de. Ew qûnaxa kevneşop, ya ku nav lê dikin klasîk, û qûnaxa
nûxwaziya bi mînake spehî û hevdem û resen di yek demê de gihandiye hev, û
di nav xwe de hilgirtiye.
Di sala 1944-an de, piştî nasîna Qedrî Can bi ramana Markisî û Lênîniyê re,
qûnaxeke nû û dîrokî di ramana wî de dest pê kiriye. Bûye dostê ramana
komonistan. Silêman Elî dibêje: “Qedrî Can di nav rêzên Partiya Komonistên
Sûriyê de kar dikir.”20 Lê dr. Qenatê Kurdo bi vê yekê razî nabe, dibêje:
“Qedrî Can endamek ji endamên Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê bû.”21 Dr.
Xalid Qotreş bi herdiwan jî razî nabe û dibêje ku “Qedrî Can, ne partî û ne
jî qûmûnîst bû. Xebatkar û welatparêzekî pêşketî bû. Mîna min endamê Komela
Xoybûnê bû”.22
Di sala 1957-an de, di meha Tîrmehê de, Qedrî Can bi girûpek xortên kurd re
beşdarî Mehrecana Ciwanên Cîhanê yê Şeşan li Moskoyê dibe. Li wir diçe
serdana serdarê Kurdan Berzaniyê nemir û helbesta xwe ya bi navê “Serdarê
Kurdan Berzanî” diyarî wî dike. Di sala 1958-an de, piştî vegera Berzanî, li
bajar Bexdadê careke din hevdû dibînin. Di wê dîtinê de nameyeke bixêrhatinê
dispêre destê serdarê Kurdan. Herweha di kovara Hêwa û Azadî de helbesta xwe
ya bi navê “şêr hat welat” belav dike.
Di çaxa ku li Moskoyê bû, diçe nik prof. Qenatê Kurdo. Di vî warî de prof.
Q. Kurdo dibêje: “Ewî ji bajarê Adêsê ji min ra birqî (têlêgram) bi kurmancî
bi van xeberan şandi bû: Ez Qedrî Can im, tevî xotan tême festivalê dixwazim
te bibînim.”23
Qedrî Can çend helbestên xwe yên ne belavkirî bi xêza destê xwe diyarî
Qenatê Kurdo dike. Qenatê Kurdo dibêje: “Deftera çend şê’rên xwe yên
çapnekirî pêşkêşî min kir... Ji wan şê’ra, şê’ra wî ya bi sernavê ‘Ez diçim
Mosko’ wextê Festivalê bi rûsî hati bû çapkirinê û li rojnama ‘Îzvêstiya’
da. Navê wan şê’ra ev in: Ez diçim Mosko, Begê axir zeman, Reya teze, Gula
sor.” 24
Di nav salên 1959–1961 an de li zindana Mezê girtî bû. Seydayê Cegerxwîn
dibêje: “Qedrî Can du-sê caran derbasî zindana Mezê bûye.”25 Ji bo xebata
ramyarî û toreyî çend salan li Libnan û Îraqê maye.
Qedrî Can piraniya berhem û nivîsên xwe di kovar û rojnameyên ku li Sûriyê û
Libnanê derdiketin (HAWAR, Ronahî û Roja Nû) belav dikirin. Çend helbest li
Îraqê di Kovara Hêwa, Gelawêj û rojnameya Azadî de jî belav kirin.
Pêvî Çîrok û helbestan çend gotarên wî di kovara Hawar, Ronahî û Roja nû de
hene. Ji wan: “Silêman Bedirxan”, “Gelo ne wisa ne”, “Bihara Dêrikê”, “Şîna
Xalê min”, “Inqîlaba sor” û “Yaney serkewtin”.
Qedrî Can ji sazkar û nivîskarê pêşîn di van kovar û rojnameyan de bû. Evî
nivîskarî li kêleka helbestan kurteçîrok, gotar û karê wergerandinê jî
kiriye. Alîkarî di wergerandina romana “Şivanê Kurd” ya Erebê Şemo de
kiriye. Herweha wî pêşgotina dîwana yekê ya Seydayê Cegerxwîn nivîsîye.
Ji destpêka sala şêstî ta bi sala heftêyî tu berhemên wî bi dest me ne
ketin. Me ji keça wî dr. Şêrîn Can û mala wan pirsî, lê mixabin tu destnivîs
an reşbelek li nik wan tune bû.
Di sala 1939-an de wî jin aniye. Du kur û keçeke wî ji xanima wî (Neylûfir)
hene. Zayîna zarokên wî ev in: Mizgîn 1943, Şêrîn 1945, Serwer 1948 an.26
Qedrî Can rojên dawîn ji jiyana xwe li bajarê Şamê borandine. Di meha Tebaxa
sala 1972-an de li şarê Şamê li taxa Kurdan li goristana Şêx Xalidê
Neqşebendî hatiye veşartin.
Çîrok û helbestên Qedrî Can
Piraniya naverokên nivîsên Qedrî Can li ser xwendevanên dibistanan û cîhana
jiyana wan e, û ji hêlekê din ve li ser gerdiş û serpêhatiyên Kurdan in. Bi
awayekî jîwerî û rewan dihingive dilê mirovan. Mînakekê dide ber çavên te,
yeveneke çîrokî yan helbestî bi ruxsareke pir sipehî diyar dike, tu dibêjî
qey wênekêş ew mînak bi kamêreya xwe girtiye – xwe bera nava kûrahiya derûnê
te dide. Lê di wê kûrahiyê de pir dirêj nake, zû zû tê der û reng û
salixdanên diyardekan dirave û rê li ber rûçikên kesatiyên çîrokên xwe dûz û
şayik dike; ji bo derûnên wan diyar be û wan bide naskirin.
Naveroka çîrokên Qedrî Can di cîhana bîranîn û demên borî de digere; mîna:
Bîranînên zarotiyê, Birayên xwînê, Xewn û sawêr û Berhaweyên kurdî. Pir dûrî
ramyariya rojane ya germ diçe. Lê bîna niştimanperweriyê ji hemiyan tê.
Naverokên çîrokên wî tersî naverokên helbestên wî ne. Piraniya mijarên
helbestên wî bi ramyariya rojane ve têne girêdan.
Çîrokên Qedrî Can
Emê niha jî bi kurtî naverok û stîla her çîrokek ji çîrokên Qedrî Can bi
kurtî bidin naskirin.
Çaxa mirov çîroka pêşîn “Hawar hebe gazî li dû ye” dixwîne, mirov bîna
nivîskarekî xwedî zimanekî ciwan û şêweyekî hunerî yî bilind dike. Riya
nivîsandinê bi xwe dişopîne û cihekî xwe yî bejinbilind di toreya nûjen de
çê dike. Vê çîrokê bi şêweyekî diyaloga (danûstendin) di navbera bav û lawî
de dinivisîne, ew rewşa welat û azadîxwaziyê şirove dike. Vê çîrokê diyarî
xebatkarê hêja Osman Sebrî yê nemir dike.
Di çîroka “Gundê nûava” de pesnê spehî û xweşikbûna gund dide. Pesnê rez û
dar û beran dide. Pesnê deng û awazên şalûr û bilbilê birîndar dide. Dil
dikeve dengê wan yê bi şewat. Rewş û kula welêt û miletê xwe tîne bîra xwe.
Biyaniya malwêran hinav û dilê wî dişewitîne. Li vir şîretan li xortên ciwan
dike, dibêje: “Carekê werin, hindirê min verojin dilê min jê derînin û bi
kêreke tûj çînî çînî bikin, wê gavê ev çîniyên dilê min ewê bêne peyivîn û
pê re bêne girîn...”
Vê çîrokê “Besreka zêrîn” diyarî Qedrî beg dike, û bi maleke ji helbestê
çîroka xwe pêşber dike. Em dibînin hemû bûyerên çîrokê li ser du êl û hozên
Kurdan û berberiyên di navbera wan de çê bûye û digere. Bûyerên çîrokê li
dora keça sereke “Pîroz”, keça mîrê Besreka Zêrîn û mîrê Burca Metînan Mîrzo
Begê, yê ku bi darê zorê Pîrozê ji xwe re dixwaze, digere. Mîrzoyê zorkar
bajarê wan talan û wêran dike. Bi darê zorê Pîrozê ji xwe re tîne. Bavê wê
(Meks) ji ber susreta ku hetiye serê wî dimre.
Di vê çîrokê de nivîskar hunera nameyî an toreya nameyî bikar tîne. Piştî
pêncî salî, di roja îro de, em dibînin ku nuh nivîskar vê hunerê di çîrok û
romanên xwe de bi kar tînin.
Di çîroka “Hêva çardeşevî” de nivîskar rewşa derûna xwe di riya xewnê re
diyar dike, ekama di hindirê xwe de der dike û gazî û bangî heyva çardeşevî
dike. Bê çawa ewrê reşî tarî mîna dêwekî wê heyvê dadiqurtîne û her tiştî
winda dike.
Di çîroka “Sond” de nivîskar gerdişeke kevin an serhaweyek di civakên kevin
û borî de tîne bîra me û ji nû ve divejîne. Ew gerdiş (Birayê xwînê,
xwînbira) ye. Zarok xwîna hevdû dimijin û bi hev re sond dixwin. Yên
sondxwarî dibin xwînbirayên hev û heta mirinê bi her hawî alîkariya hev
dikin. Ev gerdiş ta niha di nav ola Êzîdiyan de heye û jê re dibêjin
(destbirakê axretê). Her mirovekî êzîdî xwehek an birayekî ji xwe re
heldibijêre, ji bo li axretê gunehê wî hilgire.
Lehengê çîrokê zarokekî biçûk e. Li dibistanê hevalekî xwe gunehkar dibîne.
Lê hevalekî din î xurt û bi hêz xwe dide ber gunehê hevalê qels û hûrik, û
ji dêvla wî lêdanê dixwe. Evê yekê bandûreke mezin li ramana wî kir. Rojekê
tiliya wî birîn dibe, berî dide hevalekî xwe û xwînbiratiyê jê dixwaze. Li
gor baweriya wî ku hevalê xurt dikare wî ji gelek dijwarî û alûziyan riha
bike. Em dibînin ku di dawiya çîrokê de hevalê wî yê xurt ne tenê ew ji darê
mamoste û alûziyan diparêze, belê ew ji devê kûçikê har riha dike û xwe bi
qurbana wî jî dike.
Di çîroka “Guneh” de jî nivîskar li ser rewşa zarokên dibistanê dinivisîne û
gelek serpêhatiyên zaroktiyê tîne bîra xwe. Dibêje: “Qey gava meriv zaro be,
mejiyê meriv hêj bêtir nerm û taze ye; ji lewra dîrok û serhatiyê meriv bi
hêsanî tê de cih digrin.”
Çend zarokên dibistanê diçin nêçîra çêlkewan... Şikeftek ji gundê wan bi sê
çar katan dûr bû. Ji ber germa havînê, kewan tev çêlikên xwe, xwe davêtin
bin siha vê şikeftê. Di şikeftê de kaniyek jî hebû. Lê li gor ku tê gotin
şikeft cihê pîrhebok, cin û periyan bû. Cimo berî da kaniyê. Lehengê çîrokê
xwast mêraniya hevalê xwe bibîne, xwe jê vedidize, gava nêzîkî wî dibe
dengekî ji xwe derdixe. Cimoyê reben navqetandî dibe; ji wî ye cin in. Ji
tirsa veciniqî û ket. Zimanê wî nema geriya. Bavê Cimo wî dibe nik şêx. Şêx
jî bi daran li Cimo dixe, ji bo cinan ji laşê wî derxe. Lê Cimoyê reben di
nav destê şêx de dimre. Lehengê çîrokê (nivîskar) vê bûyerê ji bîr nake.
Sawêrên Cimo ji bîst salan ji ber çavên wî naçe, û her xwe pê gunehkar
dibîne.
Vê carê Qedrî Can çîrokekê li ser jiyan û serhatiya mamosteyekî li bajarê
Amûdê bi navê “Rojên derbasbûyî” dinivisîne û bi şêweyekî bîranînan şirove
dike. Mamoste /nivîskar li ser gotina bijîşkekî ji Amûdê berê xwe dide
Eyndîwerê – ji bo hewaguhestinê wî cihî jê re berpêş û nîşan dikin. Mamoste
pesnê herêmê bi zelalî dide û behsa dost û hogirên xwe dike. Bi guhertina
cih û dûrketina ji xelkên herêmê pir dêşe. Di vî warî de dibêje: “Gava meriv
li cihekî dimîne, bi însan û axa wê derê ve bi benên nexuyayî tê girêdan.
Kînga meriv ji wir diçe, ev benên ha dilê meriv ber bi xwe ve dikşînin û
diêşînin...”
Di çîroka “Sehên Zozanan” nivîskar li ser zimanê du mirovên ku ev çîrok jê
re gotine dinivisîne. Ew dibêje: “Çîroka sehên zozanan ne derew e û ne
tiştekî xeyalî ye. Min bi çavê xwe ne dîtiye, lê min bi guhê xwe
bihîstiye...” Ji ber vê yekê cidayiyeke mezin di navbera vê çîrokê û çîrokên
wî yên din de heye. Lehengên vê çîrokê seh in, ne mirov in. Ev çîrok li
Zebedanî (herêmek li dora Şamê ye) çê bûye. Ji berê de pez ji Kurdistanê
dihat Sûriyê, Felestînê û carina diçû heta Misrê jî... Bazirganekî ji dora
Erziromê pezê xwe aniye Sûriyê û li Zebedanê firotiye... Bi bazirganî re
sehekî zozanan jî hebû. Mêvandar sehê wî jê dixwaze. Dibêjin di wê demê de
Zebedanê wargehê gur û hin tebayên din ên kûvî bû, û pezên wê herêmê ji
guran ne dihatin parastin. Lê pişt re sehê zozanan wê herêm ji guran riha
dike. Dem tê re diçe, se kal dibe û ji hêza xwe dikeve. Gurên derdora herêmê
tev dicivin û li sehê zozanan dibin yek. Sehê zozanan ji mirinê riha dibe.
Seh berê xwe dide welatê xwe û du sehên ciwan û bi hêz bi xwe re tîne û li
Zebedanê şêwra xwe dikin. Sehê kal wekî her carê diçe nav pezî, herdiwên dî
jî xwe vedişêrin. Gurên Zebedanê dîsa têne sehê kal, lê ji nişka ve herdû
sehên zozanan xwe davên ser guran û wan tar û mar dikin, tola sehê kal
hiltînin û vedigerin welatê xwe.
Di çîroka “Gulçîn”-ê de nivîskar naveroka mijareke kevin û nû di yek demê de
bi kar tîne. Şax û baxan jê berdide. Gulçîn keça Newroz Begî ye, nûxuriya dê
û bavê xwe ye. Ji alî xweşikbûnê de yekta ye. Ji xortekî xizan hez dike, lê
ne ji qata wê ye. Bavê Gulçînê ji bo berjewendiya xwe wê dide neyarê xwe
Seydo Beg. Lê çi bi serê Gulçîna reben tê? – Dinya li ber çavê wê tarî dibe.
Ji neçarî, di riya pîra Bêzê re, berê xwe dide şêxê ku dilan digihîne hev.
Piştî demekê şêxekî biçûk di zikê Gulçînê de dilive. Şêx jî bi vî tiştî
haydar dibe. Hinek ji tozika teberika kalikê xwe dikir nav piyaleke av û
dida Gulçînê. Roj bi roj Gulçîn mîna reyhanekê diçelmisî, weke mûmekê
diheliya... Rojekê mîna çirakê ji nişka ve vemirî. Belê Gulçîn mir lê hêj di
hundirê wê de şêxekî biçûk, şêxekî bê guneh diliviya.
Gulçîn dibe qurbana nezanî û ezezîtiya bavê xwe, û bi destê şêxê yado û
fêlebaz çira jiyana xwe vemirand.
Qedrî Can di çîroka “Nêçîra berazan” de jî xewnê bi kar tîne. Di nêçîra
berazan de şerekî nexweş, tev bi tirs, dibîne. Paşê ew xwe li malê, li ser
nivînan, û li dora xwe xelkên malê û bijîşkê ku bi kevçî derman derbasî devê
wî dike dibîne.
Tevgera bûyerên çîroka “Serencam” mîna hemû çîrokên wî yên li ser demên borî
û bîranînên zaroktiyê ne. Qedrî Can ji rewşa biyaniyê pir dêşe û her çîrokek
ji çîrokên xwe mîna rûpelekî ji rûpelên jiyana xwe dibîne. Di vî warî de
dibêje: “Ew pelên ko ji kitêba jiyana min hatine çirandin, îro perçên wan î
riziyayî berev dikim, bi hev dizelqînim... dixwazim ji wan kitêba
bextiyariyê çê bikim. Sond.. Guneh.. Rojên derbasbûyî.. Serencam.. her yek
ji van ji kitêba jiyana min a hezîn rûpelekî rengîn in. Lê rengîn dibin,
zengîn dibin, dîsa pelinin çiriyayî û riziyayî ne...”
Di vê çîrokê de “Serencam” nivîskar navên çîrokên xwe dihejmêre û serhatiya
biçûkatiya xwe û birayê xwe Fethî tîne zimên û behsa pîra çîrokbêj û sincoq
û beniyan dike. Qedrî Can xwe gunehkarê mirina birayê xwe Fethî dibîne. Bi
rastî heger ne ji nivîsandina vê çîrokê biwa, dîroka bûyîna nivîskarî, wê ji
me ne ne zelal bûya.
Qedrî Can di destpêka çîroka xwe de “Muhra Silêman” hêvî û lavan dike ku ew
xurtî û hêza helbestvaniya Melayê Cizîrî li nik wî jî hebiwa. Çîroka xwe bi
çend xêzên Meleyî dest pê dike. Çîroknivîs dikeve xewin û sawêran, muhra
Silêman li nav destên xwe dibîne. Silêman pêxember wî hînî zimanê teba û
firokan dike. Nivîskar li dadgeha firokan (goyîn) pepûk û kund beşdar dibe.
Li ser zimanê wan dibêje: “Şahê min, tu guh didî kurm û kêzikê zeviyan... ji
bav û kalan de ew nêçîra me ne... gêrik û mûrî jî koleyên me... ne hedê wan
ku li min gilî bikin û bi min re muhakeme bibin”. Goyîn wekîlê mûriyan rabû
û got: “Çavê xwe veke, efendî! Em tovê babilîska bîstan e... îro bendeganî û
zandeganî ne maye... her kes serbest û azad e...”
Li hêviya biryara dadmend e, lê giriyê kurê wî yê biçûk ew ji xewê şiyar
kir.
Çîroka “Roviyê xapînok” ji folklora kurdî hatiye wergirtin. Mijara çîrokê li
ser xapandin û rîpên rovî ne, û li ser pepûkî û çavpehinkirina kewk û çêçika
mirîşkan, bi zimanekî hêsan hatiye nivîsandin.
Qedrî Can mamosteyê dibistanê bû. Di gelek çîrokan de ew bi xwe lehengê
serekî yê çîrokên xwe ye. Mijarên çîrokên xwe ji civaka kurdî ya jîwerî
werdigre. Çi jiyana zarokên dibistanê be, çi çîrokên kurdî yên kevin, yan li
ser zimanê teba û baleyan be.
Li gorî xwendina me ji çîrokên Qedrî Can re, diyar e ew xwediyê yek şêweyî
ye. Di hemû çîrokên xwe de astayê hûnandina nivîsandinê pir nêzîk hev e. Ji
niha /dema niho dest pê dike û xwe bera nav dema borî dide û çîrokê şirove
dike, dîsa vedigere ser dema niha û dawiya çîroka xwe tîne.
Li gorî hûnandina çîrokan em dibînin du asta hene, ev jî du astayên di
bahewayê çîroknivîs û dem û çîrokbêjê de hene, ku ew bi xwe nivîskar e û
çîrokê dibêje û dipesinîne. Ew hevparê çîrokê ye. Astayên çîrokbêj û
bahewayê tevlî hev dibe.
Bi rastî em naxwazin li ser vê mijarê pirtir bipeyivin, ji ber ev cih ne
cihê vê mijarê ye. Emê ji rojên pêş re bihêlin. Tenê me xwast ku em nêrîna
xwe bi kurtî li ser diyar bikin.
Helbest
Di dema ku di toreya erebî de hîn dest bi dibistana jîwerî ne bû bû Qedrî
Can sazkarê dibistana jîwerî ya nûjen di toreya miletê kurd de bû. Ala
helbesta nuhbûn û nûjeniyê li cîhana toreyiyê hildabû jor. Toreya miletê
kurd bi kok û rehên wê yên resen ve girê dida û ji êmîş û kaniyên welatê xwe
vedixwar. Te digot qey dixwaze ji cîhanê re bibêje: Em in xwedanê
şaristaniya kevin di cîhanê de, xwedî rewşenbîriyeke serbixwe ne. Em neviyê
Cizîrî ne, li hemberî dirêjahiya bejna demê ne, me rehên xwe bera xaka
dîrokê dane. Em dikarin bi pêvajoya demê re afrandinên nû û pêşveçûyî di
meydana tore û rewşenbîriyê de bafirînin.
Qedrî Can serwerê toreya kurdî ya nûjen e. Bi pênûseke nû xwe bera meydana
toreya kurdî dida û helbesta pêşîn “Reya Teze” di dîroka helbesta kurdî de
dinivîsand. Bi vê afrandinê ruxsarî û naveroka helbesta kurdî ji reh û
dûvikiya helbestên miletên cînaran birî û riha kir. Heger xwendevan li
berhem û nivîsên wî hûr binêrin, ewê li peyvên nûbûn, nûjenî, nûkirinê
varqilin. Rojê Lîsko dibêje: “Em dikarin helbestvan Qedrî Can sazkarê
helbesta kurdî ya nûjen bibînin, digel Şêx Nûrî û pîremêrd û Goran.”
Helbesta kurdî ya nû bi şêweya nû di navbera herdû şerên cîhanê de bi
serkêşiya Qedrî Can dest bi gulvedana xwe kiriye. Ewî guhertinine bingehî di
helbesta kurdî de kirine, berê helbestê ber bi cîhaneke nûtir ve kiriye,
helbesta kurdî ji kêşan û pêlewazên helbesta erebî qut kiriye. Ne tenê di
şêwe û kêşan de nûbûn kiriye, belê nûbûn di ziman, raman, jiyana civakî û
ramyariyê jî de kiriye. Bi nêrîneke nû li efsane û jiyana civakî dinêrî.
Zimanê wî yê helbestî rewan û pir hêsan e. Mijarên helbestên wî bi mijarên
ramyarî yên rojane û germ ve tên girêdan. Em dikarin bêjin ku ew nihrevanê
dema xwe bû. Gelek ji helbestên wî bûn stran û li ser zimanê gel dihatin
gotin. Nemaze helbesta wî ya bi nav û deng “Berzanî Berzanî”, “Begê axir
zeman” û “Loriya Bedirxan”, ya ku pir bi hostayî hatiye hûnandin.
Di sala 1944-an de qûnaxeke dîrokî ye nû di raman û zanyariya Qedrî Can de
dest pê dike. Nemaze piştî nasîna wî bi ramana komonist re. Ev diyarde di
mijarên helbestên wî de xweş diyar in.
Helbestên wî yên pêşîn di sala 1930-î de hatine nivîsîn, tev rengê klasîk
in; mîna: “Loriya Bedirxan”, “Tabûta bi xwîn”, “Cegerxwîn”, “Şîn li ser
giyanê M. Seyda”... û hwd.
Qedrî Can helbestin li ser beg û axan jî nivîsîne û şerê qata serdest
kiriye; mîna helbestên wî: “Begê axir zeman” û “Hesenker”...
Gelek caran Qedrî Can helbestên biyanî û bîranîn jî dinivisandin; mîna:
“Name ji xortên Cizîrê re”, “Xewna hişyariyê”... û hwd.
Bêguman hemû helbestên Qedrî Can li ser Kurdayetî û niştimanperweriyê ne.
Piştî sala 1944/an, wek me gotî, qûnaxeke nû di ramana Qedrî Can de dest pê
dike. Ciwantirîn helbest li ser hin lehengên navdar nivîsandine; mîna:
“Berzanî Berzanî”, “Şêr hat welat”, “Serokê Komara Mehabadê”... û hwd.
Çend helbestên ku bi bûyer û demê ve têne girêdan nivîsîne; mîna: “Çardehê
gelawêjê”, “Name bo êstegehê radyo Tehran”, “Cejna Oktober”... û hwd.
Hin helbestên şoreşgerî û miletperwerî jî nivisandiye; mîna: “Gula sor”,
“Niştîman birîndar e”, “Karwanê demê”, “Li zindanê şoreşa me”, “Heyva sor”,
“Dadê”, “Di şorezarekê de”, “Reya teze” ya bi nav û deng... û hwd.
Wergerandin
Rewşenbîrekî mîna Qedrî Can, jîr û jêhatî, jê ne dûr e ku giringî û
pêwîstiya wergerandinê jî haydar bibe û di vî warî de çend karên hêja xebitî
be. Evî nivîskarî çîroka nivîskarê Misrî Menfelûtî ya bi navê “Tayek porê
sipî” wergerandiye zimanê kurdî. Tayek porê sipî li nik nivîskar angoya
kedxurên ewropî dide nîşan kirin, û welatê mirovê reşik (serî) dibîne. Ango
porê reş. Tayê porê sipî cihê xwe di nav porê reş de çê dike. Porê reş, bivê
nevê, welatê wî talan dibe.Vêca ji neçarî radestiyê li ber tayê porê sipî
dike.
Herweha Qedrî Can pirtûka rêbarê rûs Grigorî Pêtrof “Di welatê zembeqê gewir
de” li ser daxwaza dr. Ehmed Nafiz werdigerîne zimanê kurdî û di rojnameya
“Roja Nû” de, mîna gotaran, perçe perçe, dide belavkirin. Qedrî Can di
pêşgotina xwe de dibêje: “Ne hewce ye ku ez pesnê vê kitêbê bikim... gava
xwendevanên me bixwînin, ewê bizanin ku ji bona miletê me çiqasî bikêr e.
Hêviya min ev e ku miletperwerên me ji dil û can bixwînin û jê ibretê
bigrin...”27
Ji dû wergerandina her karekî armancine temîz û bilind hene. Armanca wergêr
ji dû vî karî ev e: sûd ji çanda miletên dî bê dîtin û zimanê miletê kurdî
pê zengîn û dewlemend bibe. Ji hêleke din ve serpêhatiyên berxwedana
miletekî mîna miletê finlendî êbindest û perîşan li hemberî zordarên swêdî
pir dirêj û zengîn e. Finlendî welatê xwe bi serkêşiya peyayên zana û hişyar
mîna Senleman rizgar kirin. Senleman bi zanîna xwe welatê xwe tev kire
Senlemanên jîr û xebatkar.
Qedrî Can hêvî dike ku xortên Kurdan jî mîna wan xebatkar û têkoşeran bin, û
nifşên nû li ser perwerdeyeke niştimanperwerî û kurdayetiyê xwedî bibin,
welatê xwe yê bindest ji zorkeran rizgar û riha bikin û bi azadî û
serxwebûnê şa bibin.
Çevkanî û jêder:
1. Celadet Bedirxan û Rojê Lîsko; Giramêra Zimanê Kurdmancî, wergerandina
Dilawerê Zengî, Şam, 1990.
2. Firat Cewerî; Kultur, Huner û Edebiyat; weşanên Nûdem, Stockholm, 1996.
3. Izedîn Mistefa Resûl; Edebiyatî niwî kurdî, Erbîl, 1990.
4. Rewşen Bedirxa; Rûpelin ji toreya kurdî.
5. Hesen Qeza, Rojnameza Dîmuqratî, Istenbol, hejmar: 66, 1997, rûp. 9.
6. Edîb Nadir, Kovara Metîn, 30. Avdarê 1994.
7. Silêman Elî, Rojnameya Armanc, Swêd
8. Qenatê Kurdo, Tarîxa edebyeta kurdî, cild 1, Stockholm, 1983, rûp. 177.
9. Qedrî Can, Serencem, Rojnameya Roja nû, hjm.2, rûp. 4,1943.
10. Jêderê berê.
11. Jêderê berê.
12. Kovara HAWAR, hej. 1, rûp. 5-6, 1932.
13. Bîranînên Cegerxwîn.
14. Dîtineke kesînî.
15. Dîtineke kesînî.
16. Dîtineke kesînî.
17. Izedîn Elî Mele, Taxa Kurdan di bajarê Şamê de,. Şam,1998.
18. Kovara Metîn, jêderê berê.
19. Jêderê berê.
20. Rojnameya Armanc, jêderê berê.
21. Qenatê Kurdo, jêderê berê.
22. Dîtineke kesînî.
23. Qenatê Kurdo, jêderê berê.
24. Jêderê berê.
25. Bîranînên Cegerxwîn, jêderê berê.
26. Dîtinek bi keça wî dr. Şêrîn Qedrî Can re.
27. Qed Can, Di welatê zembeqê gewr de, rojnameya Roja Nû, hejmar 4, rûp. 4,
1943.
|