Hey
evîna ku di mofirkên dîwaran de rijyayî!
Hêmen
Kurdaxî
Hey evîna ku di mofirkên dîwaran de rijyayî,
ez di kelemên girî de pelan vedidim.
Keserên tirsonek
di gewriya vî çîyayî de diherikin.
Serê min...
Serê min...
Ez nizanim çi bûye ji serê min
Ez nizanim çi bûye ji van çavên min
Min xwast dîwar reşşş be
Min xwast dîwar bê reng be...
Min xwast dîwar bê dengggg be...
Min xwast dîwar helbest be.
Ji serê min bilindtir e, lêêêê!
Ez bi ser te de têm xwar
Kela min bi ser te de dirije
Ji rengên xwe derkeve
Hîn zû ye...
Hîn tarî ye...
Hîn helbest e...
Ma xewnên te çi ne?
Xewnên te
wek çi ne?
Dar in?
Reng in?
Av in?
Yan...?
Ma tu jî wek min î?
Ez her rojekê tiştek im;
her rojekê rengek im,
dengek im…
helbestek im…
Hey evîna ku di mofirkên dîwaran de rijyayî,
îşev
min çavên xwe damirandin û
sê caran
min serê xwe li vî dîwarî da.
Dîwar bê deng bû
Dîwar dirêêêêêj bû
Dîwar reşşş bû.
Îşev
min çavên xwe damirandin û
sê caran
min serê xwe li vî dîwarî da.
Dîwar bê deng bû
Dîwar dirêêêêêj bû
Dîwar reşşş bû
Dîwar bi stêrkan şil bû…
Sîwarên min jî
bi alastina mofirkan mijûl bûn.
Ha hooooooooooooooo!
Hey evîna ku di mofirkên dîwaran de rijyayî,
eger tu li temenê min bipirsî,
çavên min dê bêjin:
Vebûna me
ji roja ku me taziya jinekê dîtiye de ye;
tilîkên min dê bêjin:
Roja ku me
ji bo keçekê serê gulekê qetandiye;
dilê min dê bêje:
Roja ku Xweda Xesrew hinartiye.
Ez jî bi keserên xwe tevlî temen dibim.
Heyyyyyyyy dîwarên bextyar,
xwe bi rengên keserên axînên min bipêçe!
Berî ku ez
li roja jidayîkbûna rengan
sîwar bim.
De xwe bipêçe!
Bila keserên min
te di tariyê de bihêlin,
bila evîna min
bi mofirkên te de birijin,
min ne xem e.
Were xwarê,
were xwarrrrrrrrr!
Rengan bavêje
Bêdengiyê talan bike
Ez zanim min çi kiriye
Tu jî zanî:
Min bejna ezmên pak kur kirî
Min ewir avêtine banî û
rûyê stêrkan pê şil kirine...
Lê îro
ez û te bi tenê ne
tukes nîne.
Ezê îşev rengên xwe yên mayîn
bi bejna te de birjînim
û
evîna xwe
ji mofirkên te derxînim.
|