Ewropî
Dr. M. Zeyno
Serê sibehê rabû kincên xwe yên nû li bedena xwe siwar kirin û bi
pozbilindî û bi dilekî ji xwe razî ji mala xwe derket, berê xwe da dezgeha
penaberan. Ewê îro roj bibe ewropî, weha soz û peyman da bûn wî, ji îro û pê
ve welatekî wî yî nû dê peyda dibe, dayîkeke nû dê wî hembêz dike, êdî ew
nema rebenê berê, ku her kes dikane henek û sixêfan pê bike, di demeke kurt
de ewê bibe ewropî.
– Ez we pîroz dikim, bi dilekî sar û rûyekî hişk karmendê dezgeha penaberan
gote wî. Pîroz be li Ewropa ku rûniştvanekî din li yên wê zêde bû.
– Ez jî ji can û dil de spasiya we dikim, wî gote karmend, ango berdevkê
Ewropa di wê dezgehê de, û ezê her û her hewil bidim ta ku ez li gor
daxwezên Ewropayê kar û barê xwe pêk bînim, bi gotineke din bila ewropî û
Ewropa bê xem razên û tu caran poşman nebin ku wan ez kirim hemwelatiyê
xwe.
Nasnameya Ewropayê wergirt û bi şahiyeke ku gotin têrê nakin, bi dilekî pir
mezin ji dezgehê derket, berê xwe da mala xwe û biryar girt ku ji îro pê ve
jiyana wî dê bête guhartin. Di serî de pêwîste çend xalên girîng ji jiyana
xwe ya rojane bavêje, wekî ku ew bûye ewropî êdî gereke çûn û hatina ba
Kurdan kêm bike, ya baş ew e ku ji binî de ew têklî bêtin birîn, kurd tenê
serêşekê ji me
Ewropiyan re peyda dikin… Di U-Bahna bajêr de çep nêrî û rast nêrî, dît ku
sê xortên kurd li ba hev rûniştine, û wek her car qala siyasetê dikin. Yek
li dijî PDK-ê ye û yên din jî li dijî PKK-ê ne. Wî bi lez rûyê xwe ji wan
guhart, seriyê xwe bada û di ber xwe de got: Ooof, ev li welatê min çi
dikin?! Ew çû li nik du keçên ku li gel hevdu rûnitiş bûn rûne, di xeyala
wî de ew ne keçik, belê horiyê bihuştê ne bi rengê mirovan, por zer, rû
gulgulî û sîng vekirî, ku koka memikên gilover û hinarî xuya dikin. Herweha
her yekê ji wan keçikan xelekeke zîvî di navikên xwe re birine, û çar-pênc
xelekên din jî bi guhên xwe de berdane. Çawa yê nû bûye ewropî xwe amede kir
ku cihê xwe li kêlek wan dagire, hema di cih de wan jî rûyê xwe li wî te’l
kirin, lêvên xwe miçiqandin, didanên xwe di rûyê wî de çikandin û wan jî
gotin: Ooof, ev li welatê me çi dike!!
Bi çavên derizî li wan sê xortên kurd mêze kir û di heman demê de jî di ber
xwe de got: Erê ta berî çend katjimêran (se’etan) ez jî Kurd bûm, lê mala
xwedê ava be ku ew bû buhêrk û çû; ax ax wê gelek baş bûya, eger ew tu
caran venegeriya, hîna ez zarok bûm min digote diya xwe; xwedê ji te razî
be, dema leşkerên Firansayê ji welêt derketin, temenê te bîst û pênc sal
bû, tu çima bi leşkerekî firansî re nerevî, îro ezê li Parîsê an jî li
Strasburgê ji dayîk bû bama, tew ne hewce bû ez di kampên van welatan de
bibama penaber, û hatina vê dezgehê îro bi min ne gerek bû, dilê te ket
kuder kurdê cotkar, xelkê gundî, bavê min, ma wî tu bi çi xopandî. Hîna di
U-Bahnê de, di wan xeyalan de ye riya xwe didomand, ji nişkeva xortekî kurd
silav lê da:
– Roj baş heval, îro meş li Dortmundê heye, ma tu tev hevalan naçî?
– Was haben du gesagen?, bi almanîke çewt wî li şûna silavê vegerand.
– Roj baş mal xirab, bi hêrs hevêl gote Kurdê ku nû bûye ewropî.
Lê wî dîsa li şûna silavê rûyê xwe guhart, mîna qiralekî seriyê xwe hilda û
rûyê xwe vegerand ku bi keçan re bikene, ha dît ku cihê wan herduyan vala
ye. Hinekî hêrs bû, kir ku rabe here, lê hevêl dest jê berneda û weha got:
– Wey Xwedêo, hey bê çareyê mino, hey xwelî bi ser seriyî de hatibiyo, law
her zani be tu ne yê pêşî yî ku bûye ewropî, û ne yê dawî yî. Li van
welatan her şivanek û her gavanek dikare bibe ewropî.
Wî dîsa jî guh ne da gotinên hevêl û ji U-Bahnê peya bû û berê xwe da
qehwexaneyekê û di quncikekî nîvtarî de, wek ewropiyan xwast qehwekê vexwe,
ew di wê hêviyê de ye ku êdî Kurd dê di qehwexanê de tune bin. Bi dizîka bi
fîncana qehwê girt û ji nişkeve fireke bi deng bi wê xist, kir ku mêhvanên
qehwê, ewropiyên dirust, li wî temaşe bikin, hin di ber xwe de keniyan û
awirên çavên yên din jî digotin: “Ev çawa dikare deng bi fîncanê xîne.” Di
wê qehwê de demeke dirêj derbas kir. Pir caran nasnameya ewropî ji berîka
xwe derdixist û bi nazikî li wê temaşe dikir, herwiha pir xeyal di ber
çavan re firiyan, pir fikir hatin û ketin nav xem û xeyalên wî, hin baş û
rûsipî ne û hin jî ne baş û rûreş in. Di nav vê kefteleftê de û ji nişkava
gotina kurdê ku silav li wî kiri bû hat ber xeyala wî. “Her şivanek, her
gavanek dikare bibe ewropî”, vê gotinê ew hinekî vegeranad ser rastiya wî,
ji birca ewropiyan ya belek ew vegerand çariya kesên penaber, nav qire-cira
jiyana rojane. Mejiyê wî leqiya, milên wî hinekî sist bûn, wî heyşt salên
derbasbûyî di ber çavên xwe re gerandin, çi bi ser xistiye, çi armanc pêk
aniye, ne jin û ne jî zarok, ne mal û ne jî hebûneke hêja. Heyfa xortaniya
me çawa li van welatan bê sûd qediya, lê ez bûme ewropî. Bi nazikî ber dilê
xwe av direşand. Ev jî bi dest her kesî nakeve, wa ye bi dest min ketî ye,
û
gelek fersend dê sibe li ber min vebin, gelek pişt wê li pêşiya min xûz
bibin, gelek kes wê rica û minetan ji min bikin, û tenê li min maye ez guh
bidim wan an jî na, êdî deriyê welatan li pêşiya min vebûne û ezê di jiyana
xwe de herim seyran û gera gelek welatan. Li dawiya temenê xwe jî ezê bêjim
kesekî şaîr-maîr an jî kesekî zana bila encamên seyranên min bike pirtûk.
Bi dizî gote xwe: “De qenê van pilanan ji tu kesan re mebêje, hey mal
xirab!” Mejiyê wî ji dest van xeyalan westiya, mejiyê wî van şêweyên giran
ji axaftina bi dizî qebûl nake. Rabû ser piyan û bi lez ji qehwê bi derket û
beriyê xwe da malê.
Çawa derbas hundir bû, derî bi sert li dûv xwe kilît kir û bi dilekî melûl û
şikestî li der û dora xwe mêze kir: mala ji odeyekê, dîwarên tazî, masa
leqloqî, du kursiyên textokî û textê çîzvîzokî nîşanên rastiya wî ne. Ji
nişkeve dîsa gotina hevêl ket xeyala wî “her şivanek û her gavanek dikare
bibe ewropî” û bi hêrs laşê xwe avêt ser textê ku hîna ji kampa penaberan
bi xwe re biri bû mal. çîzvîzeke bi şewat bi têxt ket, wî kir û ne kir ne
dikarî çavên xwe damirîne. Erê xew şêrîn e, lê giraniya jiyana ewropiyan
zora çavên wî bir. Di ber xwe de got: “Êdî ewropîtî ne tenê seyran û gera li
walatan e.”
Sulzbach / Saar
05.03.2003
|