|

Divê pîvan Kurdayetî be
Dr. Kamiran Bêkes
Ji roja ku Kurdistan bi darê zorê û li
dijî vîna gelê kurd di navbera herçar dewletên dagirker de hatiye
dabeşkirin, paşeroj û çarenûsa gelê me li her perçakî ketiye bin destê
rêjîmeke ji ya din şovenîtir û nijadperestir. Ji hingê ve ev herçar dewletên
dagirker, bi hemû şêweyên leşkerî, rêzanî, derûnî û hwd. hewil didin ku
miletê kurd ji holê rakin; kesayetiya wî ya taybet biperçiqînin û di çarçewa
erebkirin, turkirin û fariskirinê de bipişêfin. Ji dest vê siyaseta hov û
dirinde gelê kurd ligel hemû sermiyanên xwe yên aborî, şaristanî û çandî
toşî dijwartirîn şer û êrişên tunekirinê bûye û hîn jî dibe. Li hember vê
zor, stem û nedadmendiyê, li hember vê bindest û çewsandinê gelê kurd çi li
vir û çî li wir destgirêdayî nema; gelek şoreş, serhildan û raperîn pêk anîn
û tu carî ji ya xwe ne hat xwarê û dest ji xwe berneda.
Li Kurdistanê Sûriyê jî rewş her weha ye. Ta îro roj hebûna Kurdan, ku li
Sûriyê gelê dudoyê ye, têt bincilkirin; zimanê me, ku zimanê %12 ji xelkê
Sûriyê ye bi darê zorê têt qedexekirin; çand û folklora me toşî şerê
tunekirinê dibe; mirov û xebatkarên me bi awayên remekî têne girtin û
zindankirin; xwendekar û karkerên me ji xwendegeh û karistanan bêguneh û bi
awayekî remekî têne derkirin… Bi kurtî, di sedsala 21-ê de, ku bi sedsala
azadî, demokratî û wekheviyê hatiye binavkirin, hîn li me qedexe ye ku em
bêjin: Em hene yan em Kurd in, ji ber ku li gor destlata şoven û nijadperest
li vî welatî – ku divê welatê Ereb, Kurd û hindikahiyên netewî yên din be –
tenê Ereb hene; tenê erebîtî, erebîtî û hew…!
Bi ser her tiştekî de hîn ji sedî deh (%10) ji xelkê me yê kurd li Sûriyê ji
mafê hemwelatiyê û nasnamehebûnê bêpar e. Erê, hîn li Sûriyê – tersî benda
yekê ji Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovî – mirovê kurd bindest û ji maf û
rûmetê bêparkirî ji dayik dibe; hîn mirovê kurd li Sûriyê ji seretayîtirîn
maf – mafê hebûna kesayetî û nasnameyekê bêpar tête cîhanê û wisa jî bêçar e
ku "jiyana" xwe bidomîne. Sedema vê yekê jî tenê ew e ku ev mirov ji diyeke
kurd e, dê bi kurdî baxêve, dê xaka bav û kalên xwe şên bike û hebûna Kurdan
ya ji berê û paşê de li ser vê xakê biçespîne û derewa şovenistan, ya ku
dibêje Kurd li Sûriyê tune ne, pûç û riswa bike. Belê, tevî ku nayê
bawerkirin, hîn ji sedî deh (%10) ji xelkê me yê kurd li Sûriyê ji mafê
hemwelatiyê û nasnamehebûnê bêpar e., tevî ku benda 15-ê ji Danezana Cîhanî
ya Mafên Mirovî (DGMM) bi aşkereyî wisa radigihîne ku:
1. Herkesî maf heye bibe xwediyê hemniştîmaniyekê.
2. Nabe ji tukesî bi awayekî remekî hemniştîmaniya wî bête standin, ne jî
dibe ji mafê guhartina wê bête bêparkirin.
Li hember siyaseteke weha di şovenî û nijadperestiyê de berdewam, helbet,
mafê gelê kurd e ku bi hemû awayan hebûna xwe, kesayetiya xwe ya taybet û
serbixwe, berjewendiyên xwe û paşeroja xwe biparêze û xwedî lê der keve;
mafê gelê kurd e ku bi hemû şiyan û karîna xwe dengê xwe bigihîne cîhanê,
siyaseta şoven riswa û rûreş bike û dostan ji xebata xwe ya rewa û dadmend
re peyda bike, da ku rojekê zûtir Kurd jî, weke hemû gelên cîhanê, li ser
xaka bav û kalên xwe azad û serbest bijîn û taybetmendiyên xwe yên netewî
biparêzin û pêşve bibin.
Di vî warî de helbet erk û stûbariya bingehîn a Tevgera Kurd li Sûriyê ew e
ku bi çalakiyên cemawerî li vîn, armanc û daxwazên xelê xwe yê kurd, yên ku
xwedêgiravî ev Tevger ji bo bervedêriya wan hatiye damezrandin, derkeve û di
vê dema me de, ya ku bi guhartin û lêhatinên hêja avis e, bi hemû hêz û
karîna xwe xebata xwe bi alavên herî rewa, aştiyane, demokrat û destûrdayî,
bi rêve bibe, da ku kari be doza gelê me yê kurd têxe rojava Sûriyê. Bê
guman li gor hemû yasa û peymanên navnetewî ji mafê gelê kurd de jî ku di
xebata xwe ya netewî-demokrat de hertim alavên weha bikar bîne.
Gelê kurd li Sûriyê ji mêj ve li benda wê yekê ye ku wêrekî û cegersojiya
destpêka salên nodî dubare bibe, gava daxuyanî bi dîwaran ve dibûn, gava
şahiyên Newroza 94-an tevî hemû gefûgurên destlatê hatin gêran û
lidarxistin, gava pîvana kurdayetiyê ya tek û tenê xwedîderketina li êş, doz
û vîna gelê kurd bû… Gelê me ji mêj ve li banda wê yekê ye jî, ku partiyên
me ser û ber li sedem û buhaneya hebûna xwe xwedî der kevin û wê di ser
hertiştekî din re bigrin. Gelo, ma hebûna partî û rêxistinên kurd – serûber
– ne encameke xurustî ji çewsandin û bindestiya gelê kurd re ye? Ango rastî
ew e ku kurdayetî armanc e û partiyetî hokar e. Ma dibe mirov yan partiyek –
kî dibe bila bibe û bi çî buhaneyê dibe bila bibe – sedem û egera hebûna xwe
ji bîr bike û ji xebat û têkoşîna xwe re neke aramnca herî sereke û girîng?!
Lewre jî ez dibînim ku erk û stûbarî tenê ew e ku tevgera me di pileya pêşîn
de li viyan, daxwaz û berjewendiyên du milyon Kurdên ku li Sûriyê, li ser
xaka bav û kalên xwe, ji berê û paşê de dijîn xwedî der keve. Weha be,
tevger li hebûna xwe jî xwedî der dikeve. Nexêr, buhaneya hebûna wê nîne.
Wate ew e ku divê hemû helwestên me, têkiliyên me, nêrîn û nirxandina me ji
destlatê re, nivîsandinên me, rabûn-rûniştina me, danûstandinên me û
hertiştê me li ser bingeha parastina hêvî, daxwaz û berjewendiyên gelê kurd
li Sûriyê be. Ji aliyekî din ve divê em xwe nexopînin û nebêjin ku bi
bergeran maf dê bên standin an destlata şoven dê bête "nermkirin" û ji
geftûgoyan re amadekirin. Na û sed carî na. Lew giramiya her malbet, netewe
an tevgerekê berî hertişî ji hêza wê, ji yekîtiya navmala wê û ji gotin û
helwesta wê ya wêrek û rasteqîn têt.
Di vê xebata pîroz de jî, helbet em ne bi tenê ne. Çunkî di vê dema me de,
roj ji rojê bêtir ew yeka têt çespandin, ku rê li pêş binpêkirina mafên
mirov û neteweyan, li pêş binpêkirina maf û azadiyan her diçe bêtir têt
girtin. Di vî warî de sînorên dewletan êdî nikarin li pêş parastina maf û
azadiyan, li pêş parastina mafên mirov û bîrdozên demokrat bibin kend û
kelem. Belê ew bîrdoza şaş, ya ku li pêş destêwerdanên nav kar û barên
navxweyî dibû asteng, roj ji rojê qelstir dibe û hino-hino ji holê têt
rakirin. Bi vî awayî jî êdî parastina mafên mirov, gel û neteweyan bûye
erkeke navnetewî ye pîroz û giştî. Mirov li kû dibe, bila bibe, û kî dibe,
bila bibe divê – bêyî tu cidahiyan – hemû maf û azadiyên ku di yasaya
navnetewî de hatine binavkirin bi dest xîne.
Li vê dawiyê jî, bi destêwerdana Emerîka û Birîtaniya nav Îraqê de û
rûxandina rêjîma wê ya dîktetor, faşist û nijadperest gelek bîrdoz û
têgihîştinên nû li konevaniya navnetewî hatin zêdekirin, ku hîn gelek kes û
rêjîm naxwazin wan bibînin. Girîngtir û gewretirîn bîrdozên nû jî ew e ku
divê rê li pêş guhertinên demokrat bêt vekirin û mafên mirov, gel û
hindikahiyan bên parastin û berî hertiştî jî divê zor, stem û tundrewî ji
holê bête rakirin û wekhevî, dadmendî û pejirandina hevdu têkeve dewsa wan.
Erê divê herkes êdî hevdu bipejirîne, rêzê li nêrîn û viyana hevdu bigrin û
hemû kêş û sergêjî aştiyane bi riya diyalog û danûstandinê bêne
çareserkirin. Lewre jî, herçend destlata Sûriyê hîn bi awa, şêwe û mejiyê
xwe yê sedsaleke berê hewil dide ku xwe ji tava guhartinên pêwîst bi
bêjingên xwe yên kufikî biparêze, lê, helbet, ew hewildana dê tenê hêvî
bimîne û pêşeroj bê guman ya maf û azadiyan e, ya azadî û mafên mirov û
miletan e. Dûr an nêzîk emê jî di siya azadî, demokrasî û wekheviyê de bi
taybetmendiyên xwe yên netewî şa bibin, wan biparêzin û pêşve bibin.
Vêca da em Kurd rojekê pêş de azadî û serbestiya xwe bi dest xînin, divê em
alava xebata xwe bi demê re li hev bînin, da ku em kari bin sûd û kelkê ji
guhartinên herêmî û navnetewî werbigrin. Ev jî tenê bi wê yekê dibe, ku
piştî evqas sal be jî em dest ji “xwemelisandin û bergeran” berdin, xwedî li
doza xwe, wek doza xak û miletekî, derkevin û wê biparêzin; berjewendiyên
bilind yên miletê xwe di ser hertiştekî din re bigrin; hergav mêrane û bê
tirs biqîrin: Bijî Kurdayetî berî hertiştekî din.
Mixabin di demeke weha de, ku bi van pêdiviyan avis e, hîn hinek kurd li ser
siyaseta xwe ya kevnare, ya berger û xwemelisandina ji şovenistan re,
berdewam in; hîne dixwazin doza me di gêdûkên dezgehên parastin û asayêşa
rêjîma şoven û totalîter de “çareser” bikin.
Weke tête zanîn demeke dirêj partiyên tevgera me li Başûr-rojavayê
Kurdistanê ketin danûstandinine pir dirêj û lihevalî da ku – belkî – li ser
yek helwestê bigihînin hevdu û kari bin bi hev re çalakiyeke protestoyê li
dij siyaseta şoven û projeyên nijadperest bi boneya salvegera 5-ê Çiriya
Pêşîn, roja pêkanîna projeya “Serjimartina awarte” ya hov û nijadperest, ku
di encamê de îro roj bêtirî 250 hezar kurd bê nasname û mafê hemwelatiyê
mane, li dar xînin.
Di van danûstandinên maratonî de xuya bû her layekî (ji herdu layên tevgerê
– layê ku dixwaze êdî bi çalakiyên hêja li maf û daxwazên gel xwedî derkeve,
û yê ku hîn bi berger û rihmisdanê dixwaze ligel desthilata şoven têkildar
bibe) dixwast ku partiyên Tevgerê li ser helwesta wê bigihin hevdu. Lewra jî
me dît ku biryara wergirtî wek lihevkirineke nîv-nîv di navbera herdu
helwestan de bû – bila xwepêşandanek hebe, lê bila biçûk û bêdeng.
Lê ev kompromîsa ha jî ne çû serî: partiyan Hevbendiyê ji bilî Partiya
YEKÎTÎ ya Demokrat roja berî çalakiyê (04.10.03) di daxuyaniyekê de helwesta
xwe ya destkişandina ji çalakiyê diyar kirin. Herweha du partiyên Bereya
Demokrat a Kurd jî (Partiya Demokrat a Kurd û Partiya Demokrat a Pêşverû a
Kurd) pişta xwe dan vê çalakiyê.
Bi vî awayî jî tenê şeş partiyên kurd xwedî li biryara tevgerê, ya ku tenê
berî çend roja hati bû wergirtin, derketin û çalakiya xwe ya bêdeng li pêş
Serokwezareta Sûriyê li dar xistin.
Li dawiyê em bînin bîra xwe ku dem dibeze û li benda tu kesa namîne. Vêca
eger ev derfet jî di ser me re derbas bibe, bê ku em sûdê jê wergirin, emê
dîsan li şûn bimînin; emê dîsan belengaz, perîşan û bê maf bimînin. |