TÊKST
BÎST Û HINEK SALÎ
EBDULREHMAN EFÎF
BO BAVÊ MIN
Şêx Efîf Quran li ser masa wî bû, hîn sibeh bû, dinya hênik bû, saet nêzîkî
pêncan bû. Sûreta el-Fecir dixwend, hîn tu kes ji dostên wî ne hati bûn
tekiya wî, wî jî bi rastî hêvî dikir ko tenê be; ev tenêtiya wî a aniha bi
dilê wî bû. Hênik e, Quran li ber, bi tenê ye, sibeh e!! Ma çi ji van tiştan
xweştir heye? Wî pir hêdî dixwend, carê tenê hevokek an gotinek, ewî ew
gotin û hevok ji xwe re li gor dilê xwe şîrove dikir; wî erê Quran dixwend,
lê tenê çavên wî wisa dikirin, dil li cihekî din bû. Temenê wî ê şêst û
heyşt sal bû aniha ne wisa bû, ew tenê bîst û sê salî bû; li ba darên
bihîva, li ser kaşê Girê Moza rûnişti bû, li dûr dinêrî; çavên wî ên şîn
hinekî bi keder û xem bûn, lê tenê hinekî, ne pir. Minminîkekê xwe li bin
guhê qizêza pencera deriyê tekiya wî dixist, dixwast derbas bibe, lê bê
fêde; dengê pirtepirta baskên wê ên nazik li ser qizêzê hinekî dihiştin ko
Şêx serê xwe hilde. Wî ew didît, lê dîsa serê xwe berdida ber xwe û Quranê.
Dîsa piştî pênc deqan serê xwe hildida, wî ji dûr ve xaniyên gundên derdorê
didîtin, wî dûmana tenûrekê didît, wî evîndara xwe, dotmama xwe didît. Ew bi
rastî li wî cihî rûnişti bû bo ko wê bibîne, li kêleka gir, li nêzîkî darên
bihîva, dotmama wî denekî avê li ser piyên wê bû, ewê av ji bîra gund
dagirti bû û bi ber malê ve diçû. Bavê min jî wisa lê dinêrî, nêzîkî
kîlomitrekê ew dûrî wî bû, dinya hîn sibeh bû, dengê hineke têtiyan dihat,
hênik bû; û wî ji hênikahiyê hez dikir. Aniha ew qûnaxa ko di navbera wan de
mîna camekê dixuya, an ko dema dilopên avê ji denê dotmama wî diniqutîn,
wisa pir dem ji wan re diviya bû ta bigihêjin erdê; ew li ber çavên wî ên
şîn dibûne mîna camekê, wî xwe di camê re didît, xwe li bajarê Amûdê didît,
emrê wî şêst û heyşt sal bû, riha wî sipî bû, wî Quran dixwend. Lê dema ew
dilopa avê digihişte erdê, temenê wî dîsa vedigeriya bîst û sê salan, bi
bejna xwe a zirav, bi çavine romantîkî, bi tiliyine xweşik, li qiraxa Girê
Moza rûnişti bû, li dotmama xwe dinêrî. Dotmama wî keçeke nûhatî bû, sînga
wê bi nazikî bel bû bû, kirasê wê minminîkek li ser tentenekirî bû,
minminîkeke zêrînî; her ew dimeşiya pê re wê minminîkê baskên xwe li hev
dixistin, pirtpirteke nerm ji wan derdihat, mîna ko ew camekê li hemberî xwe
bibîne û ew xwe lê bixe, bixwaze derbasî hundir bibe. Şêx Efîf dîsa çavên
xwe hildidan, dilê wî pê dişewitî, lê ji minminîkê re çêtir bû ko li derve
bimîne, di tekiyê de tu kulîlk nînin, tekî ne gulstan e! Ne jî guldank tê de
hene! Masake kevin, ko zîqzîq jê tê, nayloneke şîn li ser raxistî ye, û li
beramberî Şêx jî refikine ji têxt, ko li ser wan pirtûkine perpitî hene. Lê
ko em ji rexekî dî li tekiyê binêrin, ew bi xwe gulistan e, lê belê
gulistaneke veşartî ye, yeke ne diyar e! Belkî jî minminîkê ev tişt nas kiri
be, belkî bi wê bihna kitêbên perpitî mîna bihna kulîlkan be, ji lewre dabe
rê û ji Girê Moza hati be serdana bavê min?! Em vî tiştî nizanin, em
gulistan û girên nediyar nabînin, lê Şêx Efîf wan dibîne, bihna Buhiştê tê û
xwe li cama pencera deriyê tekiya wî dixe. Baskên minminîkê dixwazin bên û
bêhna xwe, rihetiya xwe li ser pelên zer ên pirtûkan bibînin. Bavê min vî
tiştî dizane, ew van tiştan hemiyan di wê dilopa avê de dibîne, dema ji denê
dotmama wî pir hêdî hêdî dirije erdê; ew tu tiştî nake, mîna aniha ew rêzên
Quranê dixwîne, li firtefirta minminîkê dinêre.
Hênkahî pê xweş tê, li vî rexê Girê Moza, kîlomtirekê dotmama wî jê bi dûr
e, dilopek ji denê avê diherike, ne bi denê wê ve dimîne û ne jî dikeve
erdê, li hewa dimîne! Emrê vê dilopê, ko herdem wisa baskên xwe li hev dixe,
bûye şêst û heyşt sal. Lê ew hîn bîst û hinek salî ye!…
|