|
Hêvî
Her sal
gava Buhar tê
ez nizanim
çiqas kulîlk diçinim.
Ne ji bo
dilê kesî
Bes ji bo dilê wê.
Dihonî
Min û Buharê çavên hev ramûsandin.
Kulîlkên ku min ji evqas sal de
j
ê k i r i b û n
ji min pirsîn:
»Yara te kengî tê?«
Min hêstirên xwe li ber veşartin
û
got:
»Bila Buhareke din bê
belkî yara min were,
belkî
welatê min rizgar bibe.« |