Pênûs

| Hejmara 14                       | Buhar 2003

Navîna Tîrmehê 2003

Destpêk                                                                                                   Efrin.net

 

 

Nameyek ji kovara Pênûs re

 

 

Samî Ehmed Namî

 

Vê carê jî, wek carên berê, kovara Pênûs hej. 12, Payîz 2002, gihîşte min. Gelek spas.

Piştî ku min naveroka kovarê bi giştî xwend, gotara bi navê Osman Sebrî 1905–1993 jiyan, berhem û helbestvaniya wî, ya bi pênûsa mamoste Heyderê Omer hinekî bala min kişand û bû sedema ku xwendina wê dubare bikim.

Bi rastî gelekî pîroz e ku rewşenbîrên dema me ked û xebata navdar, siyasetmedar û rewşenbîrên xwe bi gotar û lêkolînan dewlemend bikin û wan bi nifşên nûhatî yên xwendevanên kurd bidin zanîn, da bikari bin hin sûdeyan ji wê kar û xebatê bigrin.

Di baweriya min de ew jî mafekî wan î xuristî ye ku dikeve ser milên rewşenbîran û ji wan tê xwestin.

Li pey bidawîanîna xwendina gotarê min xwest hin têbîniyên xwe ji xwediyê gotarê û xwendevanên Pênûsê re diyar bikim, hêvîdarim ku ew têbînî bi bihnferehî bên qebûlkirin.

 

Serkaniyên gotarê

Serkaniyên gotarê 36 in, 10 serkanî ji pirtûka “Dîmenin ji dîroka winda”, ya nivîskar Samî Ehmed Namî ne.

Dema min ew serkanî dane ber nivîsandina pirtûkê, min ti wekhevî di navbera her diwan de ne dît. Rast e serkanî ji vê pirtûkê ne, lê dema nivîskarê gotarê ew guhertin di nivîsandina serkaniyan de bikar anîne, vê yekê hiştiye ku xwendevan bighîje baweriyekê ku ev serkanî ne ji wê pirtûkê ne. Ev jî dibe sedem ku baweriya wî bi serkaniyê qels bibe.

Li gor dîtina min, dema nivîskarek serkaniyekê ji pirtûk, lêkolîn yan gotarekê bigre, pêwîst e ku ew serkanî wek ku cara pêşîn ji aliyê wî nivîskarî ve hati bû nivîsandin bê nivîsandin, ne kêm ne zêde. Ne tiştekî rast e ku ew guhertin têkeve serkaniyê; hem mafê nivîskar winda dike, hem jî qelsiyekê dighîne gotarê.

Lê dema nivîskarê gotarê bi zimanê nivîsandina wê serkniyê razî ne be, yan zimanê xwe yê nivîsandinê xurtir û yê xwediyê serkaniyê qels bibîne, yan xwe ji nivîskar zanatir û zimanzanatir bibîne, wê çaxê pêwîst nake ku wê serkaniyê di gotara xwe de bikar bîne.

Tiştekî din. Wek disiplîna nivîsandinê di hemû zimanên dinyayê de, serkanî bi vî awayî tê bikaranîn:

1. Orîgînala wê bi çi awayî hati be nivîsandin divê wilo jî bê nivîsîn.

2. Serkanî di gotar yan di lêkolînê de dikeve navbera:

a) du kevanan (...)

b) du xêzikan – ... –

c) Yan jî bi tîpên xwarkirî tê nivîsandin: Ev serkanî ji pirtûka...

Bi vî rengî xwendevan bi hesanî dê bikari be cudabûnê têxe navbera serkanî û nivîsandina gotarê de.

 

Rexnake biçûk

Heye eger mamoste Heyder rê bide min. Mamoste Heyder navên hin nivîskarên kovara “Hawar” ya Mîrê pênûsa kurdî Mîr Celadet Bedir-Xan di gotarê de binav kirine, lê hin ji wan hatine jibîrkirin – Xwedê bike ku hati bin jibîrkirin.

Min ne bawer e ku mamoste navê nivîskar, helbestvan û siyasetmedarê kurd Mela Ehmedê Namî bi kêmasî ne bihîstiye, yan berhemên wî yên çapkirî (Dîwana helbestan Daxwazname û Agirê Sînema Amûdê) ne dîtine, bi wan agahdar ne bûye yan helbest û nivîsandinên wî di kovarên Hawar, Ronahî û Roja Nû de ne dîtine û ne xwendine ta ku navê wî û navên berhemên wî di gotarê de derbas ne kirine. Gelo çima di ser wan hemiyan re qevastiye? Nizanim!!

Namî di gotara “Mehkema Hawarê û deyindarê şermende”, ya ko di dîwana wî Daxwazname (Rûp. 84) û di kovara Ronahî (sal 1, hej. 12, duşemb 1-ê Adarê 1943, Şam) de hati bû weşandin, dibêje: »Ez kurek ji kurên Hawarê dihatim hesab kirin û min xizmetên gelekî mezin jê re kiri bûn.«

Mamoste Heyder navên hin dibistanên taybet ên fêrbûna zimanê kurdî bi nav kirine, lê dibistana Tilşeîra Aşîta, ya ko Ehmed Namî berpirsiyar û mamosteyê wê bû, ji vê yekê bêpar hiştiye. Eger xwendevanên hêja li ser vê dibistanê û mamosteyê wê bi ferehî hin tiştan bizani bin, li pêşgotina dîwana Namî “Daxwazname” û pirtûka “Dîmenin ji dîroka winda” ya Samî Namî vegerin.

 

Digel rêz û silavên min ji sernivîskar û desteya nivîserên Pênûsê re.

Silavên min ên taybet ji mamoste Heyderê Omer re.

Daxwaza serkeftinê ji we hemiyan re dikim.

 

Samî Ehmed Namî

Stockholm, 21.03.2003