Pênûs

| Hejmara 14                       | Buhar 2003

Navîna Tîrmehê 2003

Destpêk                                                                                                   Efrin.net
 

Alole1

Perwîz Cîhanî

Tavê pencên xwe ên narincî di pencerê re dahişti bûn nav holika min a awarteyî. Min serê xwe ê sergerdaniyê da ser her dû destên xwe ên kurt û pêşkêşî piyên wê ên zêrîn kir. “Serê ku li rêka xoşewîstan de nebe, bila xwelî lê be.”
Pencên tavê wek pêçikên dayikeke dilovan û yareke dilhebîn gijka2 serê min ku wekî gilingoya3 payîzê lev aliya bû, û ew meheke xîşt4 bû rengê şeyî ne dîti bû, bi dilovanî lawand. Min weke zarokeke naznazok xwe li ber de qelizand û xwe li ber tirîşkên wê ên canhebîn û dilperwer pelişand û laşê xwe ê nîvegiyan siparte germayiya wê a mirîvejîn û weke termekî li ber de veleziyam û ketim deriyaya hizrên aloz û ponijînên giran.
Ez li naverasta besteke hişk û hola, li nîveka çoleke qaqir5 û bêavaneke bêbav û bêav de wekî pezeke gêj û havîbûyî6 lev dizivirîm. Hindî çavan qeter dikir, deryayeke sor e xîzê bû. Di naverasta wê deryayê de hindî min çavên xwe digerandin çi rê û dirbê, çi şûn û şopan diyar ne dikir. Ne nîşaneyek ji avê û avedaniyê li ber çavan diket û ne jî berjengek ji mirov û mirovaniyê dihate xuyan. Hindî çavan qeter dikir, her çol û bêvaneke bêkuj û rex û asimanekî şîn û bêbinî bû. Her şeş aliyên min bû bûn du derya. Du deryayên bê ser û bin û bê rê û bê nîşan. Guroverkeke sore xîzê û sûterk7 şîne asimanî, li nîveka her duyan de jî xaleke reş e sergerdan, weke mêhrûyekê di taseke şimitik e dexûnedar de.
Demaneke dûr û dirêj bû, ku ez di nîveka wan her dû deriyayên bêbinî de li qurteke av digeriyam. Lê qurta avê bû bû dilopek û di deryaya xîzê de noqimî bû. Ez jî weke wê dilopê di nîveka herdû deriyayan de cûm bibûm.
Hergava ku min hingek8 dida xwe û pêngavek radikir, ez ta kaban di xîzê de çik dibûm. Min ta piyekî xwe ji xîzê derdixist, piyê min ê dî ta çokan di xîzê de xîş dibû. Ez geh pêş de diçûm û geh jî min li dû xwe re li şûn piyên xwe dinihêrî. Digel wê hindê ku ez ta çokan di xîzê de xîş dibûm jî, lê li dû min çi şûn, şop, rêç û dews ne diman. Te digot qey ev cîhana dijî hemû şûn û şop û rê û dirb û şûnewar û berheman e. Dijî jîn û vejînê ye. Ez digeriyam. Lê geryana min levgeryan bû. Hidî ez digeriyam û ne digeriyam, careke dî ez dihatim û li şûna xwe a pêşîn radiwestam. Heman li wê nuqteya pêşîn. Belkî jî ew nuqte nebe, lê min wisan hizir dikir. Lewra ku her der wekî hev, bêxal û bê nîşan bû.
Lê ez ne mirovekî palûmsist û westek bûm. Min li ber xwe dida û ez lev digeriyam. Durust weke kehlanekî tewldayî, ku ji bo rizgariyê têdikoşe û lev digere. Lê li her gerekê de tewla9 wî li dora sikeya10 wî diale û bere bere meydana tewla wî teng û tengtir dibe.
Ez hind li wê besta bêav û bêav de levgeriya bûm, ku zimanê min di şikevta devê min de weke kevirê pêşokê11 hişk û qulqulkî bibû. Min hind çavên xwe li asoya bêbinî, li nîveka erd û asmanan de li dilopa avê gerandi bû, çavên min reşkopeşko12 lê didan. Hindik ma bû ku ez ji têkoşînê bêhêvî bibim û dest ji ber xwe bikêşim. Lê durust di wê demê de bû, ku dûrva durust ew cihê ku erd û asman bi hev ve hati bûn dirûn, tiştekî bînanî dûkeleke belaş13, weke dûkela cigara cigerkêşekî neşî14 lev digeriya. Bi dîtina wî dûkelî re ez wisan şa bûm, ku min hemû derd û kulên xwe ji bîr kirin û hêvîdariyê cihê dilsariyê girt. Te digot qey giştî vê cîhana pan û berîn bi destekî dilovan pêşkêşî min kirine. Ez bi gef û gur ber bi dûkelî bezîm. Dûkel nîşaneyek ji avedaniyê ye. Min per û basik der anî bûn û ez bi gulşayî ber bi dûkelî dibezîm. Lê hindî ez diçim û ne diçûm, ez bi dûkelî re ne digehiştim. Hindî ez diçim, hind diçû dûkel ji min dûr diket. Li wê besta bêav de dûkel bû bû karxezaleke sil û revok û li ber min dibezî. Bere bere dûkel bû leylanek. Lê giyan şêrîn û jiyan xweş û mirin tal e. Kî amade ye hema wisan xwe bide destê mirinê û ji bo man û jînê tê nekoşe. Min dest ji leylanê jî ne kêşand. Lê leylanê jî per der anî bû û ji min direvî. Ez di cî de rawestam û min li dû xwe li dewsa xwe nihêrî. Çi tişt ne hati bû guhertin. Ez ta çokan di xîza sor a hûr de çik bû bûm û heman di cîhê xwe ê pêşîn de rawesta bûm.
Ez ji xwe û ji hebîna xwe şermezar bûm. Serê min bêhemdê min kete ber min. Durust di demê de bû, ku min seh kir, dîmen15 hatiye guhestin. Gava ku min serê xwe rakir, min li nava çardîwarekî kewn û kelefê16 kelayeke mêjîn de dît.
Çardîwarekî bê der û bê pencere. Dîwarên kelefe hind bilind bûn, ku çû bûn ber perên asimanan. Di ser dîwarên kelayê re asiman hindî kefa destê zarek seva dihate xuyan. Dîwarên kelayê pê kevirên reş ên arsotî hati bûn hilçinîn. Kefa kelefe li ber dirik û qelem17 û stirînên cur be cur ne dihate xuyan. Cengelek sosret ji qelemên çêşît çêşîtî. Bi hezaran dirkeşîn, stirîzerik, hêştireqelem, kerqelem caşqelem18, dirîreşk, kerteşî, kerbeşk19 û caşebeşk lev aliya bûn. Mirov nikarî piyên xwe li ber kerengzer û kerbeşk û caşebeşk û kerteşîkan bavêje. Di pêsîra dîwaran de jî li nîveka qelş û celxan de devdîş20 û dirkeşînan qolqolî serê xwe weke şûjin û derziyan der anî bûn û dapîropşkan bi hevo û firêtên tewnên xwe dirkên pêsîra dîwaran û kefa kelefe bi hev ve hûna bûn. Ez weke termekî bêcan li nîveka deriyaya dirikan de bê hej û liv ma bûm.
Min dil kir ku piyên xwe bavêjim û li dû riyekê, çareyekê bigerim. Lê bi xişpêna piyên min re hej bi tewna dapîroşkan ket û seranserî çardîwarên ku ez tê de dagîr bû bûm, weke deryayeke pirpêl hejikî û di çavqirpandinekê de çawa li ajîra xeterê bidim, bi hezaran dapîroşkên reş ên xûnmij xwe bi hevoyên tewnên xwe ve daliqandin û lêmişta wan weke leşkerê dabetulerdan21 hêrişî ser min kirin.
Hizara revê li min dest da. Erê revek heye ji mêraniyê ye. Lê kuda û çawan. Her aliyên min çardîwarên kevirîn ber bi asimanan ve hilkişiya bûn.
Lê can şîrîn e. Min dest bi revê kir. Lê bi her pêgaveke min re bi hezaran kerbeşk û caşebeşk li potikên min aliyan. Her pirtikek ji potikên min bi destê caşebeşkekê ve ma. Dirikan bînanî seyên har û birsî, wekî seyên polîsên nehênî û çendqolî qîl li çîp û pelek û eşk û teşkên min ra dikirin. Ez li nava gola xwîna xwe de mewicîm. Herçend ku jiyana di nava dirik û kerbeşkan de jiyan nayê jimar, lê dîsan jî can şîrîn e û berxwedan pê dive. Min digel rev û bezê bi dest û dev û diranan ew dirikên ku li pê, pelek û textikên çok û nêk û gurmikên min re diçûn, derdanî. Lê şûna wan her diman. Ta ku ez li vê cîhanê zindî bim jî, dewsa wan dê her li ser can û cesetê (laş) min bimîne û çi caran kew nagire. Piştî mirina min jî ew dirikana, yên wekî dirka Bekirokî, dê li rex gora min hêşîn bibin û nehêlin tirîşka tavê bide ser kêl û berên min jî.
Ez di nava deriyaya dirikan de li ber dapîroşkên reş ên jehrîn heldihatim. Lê bi her liveke min re bi sedan û hezaran dirik û kerteşîk li leşê min daliyan û çîk û birûsk û kênc22 û êşa wan xwe didane binê dilê min. Dirikan potik bi min ve ne hêlan. Ez rût û tût di nava dirik û kerbeşk û dapîroşkn de ma bûm. Lê wê hingame û şerê di nîveka man û nemanê de li naverasta wî kelefê bê der û dîwar ez tûşî şermê bû bûm. Min destê xwe da bû ber xwe, da ku nebî dapîroşkên xûnmij rûtaya leşê min bibînin û bi min bikenin û min bikin tiraneyê xwe. Koma dapîroşkan weke qertelên ku bêhna xûnê kiri bin ez di nava hev de girtim. Hindî hêza min hebû, ez qîjiyam. Dengê min li ser dîwarê pêşberî min spêne23 kir û li ber spêneya dengê min dîwar tîş bû. Bi tîşbûna dîwarî re ez di dilê xwe de şa bûm û min got rêka revê vebû. Lê digel vê hizra min, çavên min li ber qelşa dîwarê gorînê re li telaşekî24 dirêj ket. Pîrhepokek25 mirovxwar li ber qelşa dîwarî rawesta bû. Yeke rût û tût û qor û qoq û zer zerhimî bû. Bejna wê wisan bilind bû, ku serê wê di nav ewran re derketi bû û giheşti bû ber perên asmanî û porên wê ên gewregijik têkelî ewran bû bûn. Serê wê pir mezin û uskura wê zirav û li ser rehekî bû. Asinekî jengorî bi zincîreke reş ve girêdayî di uskura wê de bû. Nivîsareke weke dest û pencên dapîroşk û piyên kewjalan26 li ser wî asinê jengorî hati bû nitilandin27. Pîrhepokê hingilê xwe ê rastê avêti bû ser milê xwe ê çepê û hingilê çepê jî avêti bû ser milê rastê. Li şûna şîr dilop dilop xwîn ji serê çiçikên wê dinuqutîn. Gava ku çavên wê bi min ketin, bû tîqetîqa wê û keniya. Qehqeheya kenê wê weke stewrehewrekî28 payîzî li nava kelefe deng veda. Dengê kenê wê ê hişk û berzeq29 û giyanveroj û bêgiyan weke kartîxeke30 tûj û jengorî di mejiyê hestikên leşê min de daçikîn.
Pîrhepokê destên xwe dirêj kirin û xwast ku min bi wan her dû çengilê xwe ên hişk û dirêj, yên ku xwîn jê dinuqutîn, bigire. Lê ez weke zivirokekê li nav dest û piyên wê lev geriyam. Pîrhepok bi liberxwedana min dikeniya û bi tirane serê xwe li hej û liva min a bêwate dihejand. Her cara ku dikeniya û serê xwe dihejand, dewsa serê wê lekeyeke reş e çilkin li ser panatiya asimanê şîn ê bêbin dihêla û asiman dilewitand. Di vê têkoşîna rizgariya canî de bû, ku nişkê de serê pîrhepokê ji leşê wê diqetiya û li ser sînga wê li nîveka her dû hingilên wê de cî digirt. Bi dîtina wê dîmenê re li ber tirs û heybetan devê min vekirî ma û ez di cî de çik rawestam û min li laşê pîrhepokê ê bêserî nihêrî. Lê hê jî cotek çavên wê ên şîn û rengmirî, weke cotek çavheşînkên31 mat di korka çavên wê de li dû min direqisîn. Di dû re pîrhepok bere bere hate guhorîn. Giştî hestîkên laşê wê, hestîkên ran û parxan û kovika qorikê hemû berev bûn û di valayiya zikê wê de cî girtin. Di gavekê de giştî endamên laşê wê têkelî hev bûn. Lê bere bere dîsan endaman hev girtin û pîrhepokê cinsiyeta xwe guhorî û bû dêwekî bi gevde û terikî. Dêwekî wisan bilind û terikî, ku serê wî li ser dîwarê kelayê diket û pêşiya wê pirtîka ronahiyê, yê ku di ser serê dîwarê kelayê re dida hundur, digirt. Dêwê yekçav jî wekî pîrhepokê rût û tût bû. Heya wî bêheyayî sunet ne kirî bû û durust li ser navka wî pê ve daliqiya bû. Her du hêlikên wî hind mezin bûn, ku giştî hûr û pizûr û navgel û gurçik û hinavên wî berevî nav her dû hêlikên wî bû bûn û her dû hêlik wekî du kîsikan bi du rehên zirav bi dilê wî ve darda bû bûn. Hêlikan giranî bi dilê wî dikirin. Tekçavekî gewreşîn, ku di nava rehên sor ên xûnê de pêl vedidan, li nîveka her dû birûyên wî direqisî. Axabaniyeke kurdî li uskura xwe alandi bû. Her dû destên wî ta anîşkan di xwînê de werdayî bûn. Xwîn çipik çipik ji pencên wî diniqutîn. Di destekî wî de xaçekî pan û çargoşe û di destê dî de perçemeke reş, durust li ber wê qelşa ku pîrhepok lê rawesta bû rawesta. Dêwê yekçav bi ser min de hurmicî. Bi dengê wî re erd û esman tev hejikîn û di nav wê hêvirzê de gazî û hawariya hevkarekî min li ber guçkên min ket. Dengekî nasiyar ku ji dûr ve weke çawa ji binê bîreke bêbinî
derkeve. Min di dilê xwe de got: “Ay, kuro ne eve hati bû kuştin!”
Hevkarê min bi ah û zarî gazî dikir: “Na, nabe. Min gift32 daye gelê xwe.” Lê dengê wî di nav dengê dêwê yekçav de bezir bû. Dêwî bi dengekî bilind diqîrand.
“Dermanê serbizavan33 tenê merg e”, bi dengê dêwî re erd li jêr piyên min qelişî û hevkarê min bi laşê xwe ê xûnavî ve li ber piyên min rawesta û hêdîka got: “Tu hê mayî?”
Bêyî wê hindê ku devê min ji hev vebe, min gotê: “Mana min li rengê nemanê daye. Jîna min kirin jan.”
Gunehê hevkarê min ê mirî bi min hat û bi dilekî şewat xwarî erdê bû û di nava cengela dirikan de qelemeke dirîreşkî, ku rengê qelema berteraşan dida, çinî û da destê min û got: “Di çavan ra ke!”
Min got: “Destê min nagêjê!”

Bi axiftina me re dêwî pêgavek ber bi me ve avêt. Bi pêngava wî re min dît ku her du piyên min li ser uskura hevkarê min in û hevkarî xwe ji min re kiriye nerdewan û ew qelema ku ewî dabû min, min dirêjî çavên dêwî dikir. Min nizanî qelem çawa gihişte çavên dêwî. Gelo hêza min bû, yan hevkarê min giyanê xwe xiste qalibê qelemê û qelema dirîreşk per deranî û li bîbika çavê dêwî de rûnişt?!
Norîn bi dêwî ket û serê xwe li dîwarên kelayê da. Her çi dîwar hebûn hemû tev hirşiyan. Laşê hevkarê min ê bêgiyan li jêr dest û piyên dêw de helçiqî. Axabaniya dêwî li uskura wî ket û min kelên ji dest xwe derneda û ew axabaniya li laşê xwe ê rût aland. Hê jî di wê dema sosret de şerm ji bîra min ne çû bû. Min bi xwe ji xwe re digot: “Şerme, şerme, bila kes rûtiya te nebîne!”

Dêw di nava deryaya qeleman de dinoriya û lev digeriya. Gava ku min axabaniya uskura wî li xwe aland, çawa tava havînî li gulokeke berfê bide, laşê dêwî jî wisan bere bere bihoşt û biçûk û biçûktir bû. Dêw hêdî hêdî pûç dibû û ez jî berevajî wî hêdî hêdî mezin û mezintir dibûm. Gava ku dêw lap pûç bû û ji holê rabû. Vêca ez bûm dêwekî weke wî. Dêwekî wisan mezin, ku di holka xwe de cî ne dibûm. Çawa cûncika di nava hêkê de zor dide xwe û qalkên hêkê diqelişîne, min jî wisan zor da xwe û dîwarên holka xwe qelaşt. Çardîwarê holkê wekî qalkê hêkê her yek bi aliyekî de tep dibû, ku çavên min bi sipîteya qalka hêkê re jev vedibûn.

Tavehîveke zer e zerhimî dabû nava holka min û hewa pir sar û cîhan ker û bêdeng bû.

Zûrich, 03.03.2000

Ferhengok
1. Alole: Labiriyênt (labyrinth), kolana pir pêç û levaliyayî, ku rêka derketina ji wê pir dijwar e.
2. Gijik: Pora aloz.
3. Gilingo: Hiriya ku ka, kulî, gild û gemar lê aliya be û aloz û gemarîn bû be.
4: Xişt: Rebeq, tam,
5. Qaqir: Hişk û bêav.
6. Havîbûyî: peza ku ji keriyî biqete û aware û bê mebest lev bigere; nexweşiyeke pezan e.
7. Sût: Daîre, guroverk.
8. Hing: (bihêya qelew) hêz, zor heja ji bo rabûnê,
9. Tewl: Ew bend an werîs û zincîra ku pê ajelelekî girêdidin. Peyva tewle û tewlexane berevajî hizra hindekan erebî nîne, belko ji vê peyva kurdî hatiye girtinê.
10 Sike: Sîng yan pîncê asinî.
11. Kevirê pêşokê: Kevirekî reş î qulqulikî ye, ku taybetî şûştina panî û binê piyan e.
12. Reşkopeşko: Reş û tarî, rewşeke ku li ber serêşiyê yan westiyanê çav neşê baş bibîne.
13. Belaş: Belabûyî, jevberdayî.
14. Neşî: Nezan, tazekar, ecemî.
15. Dîmen: Bînber, berçavan, menzer.
16. Kelef: Kavil, xirab.
17. Qelem: Kelem, dirik û her tiştê ku wekî dirikan serê wê tûj û dirêj be. Peyva qelem ku hindekan bi çewtî navê wê kirine pênûs yan pênivîs, peyveke resen e kurdî ye û ji zimanê kurdî ketiye nav zimanê erebî. Lewra ku pêşda gava ku mirovan taze dest bi nivîsîna li ser kelpûçan kirine bi darikên sertûj yan jî bi dirikan, ku navê wê ê dî di kurdî de kelem yan qelem e, dinivîsîn. Paşê bo roja îro jî ew asinê ku bertiraş bi kar dibin, jê ra qelem dibêjin.
18. Caşqelem: Li Kurdistana Rojhelat gelek ji wan kesên ku bi navê nivîskar dijî gelê xwe û keyanê gelê xwe dinivîsin û xwe û qelema xwe difiroşin, caşqelem ji wan re dibêjin.
19. Kerbeş: Curek kereng e, ku li kelefe û nav zibil de hêşîn dibe. Melayê Cizîrî dibêje: Qedrê gulan çi zanit, kerbeş divêt kerê reş (kerê beş).
20. Devdîş: Direkeke ku li cîhê germ û şoreket de şîn dibe.
21. Dabetulerd: Goreke efsane yan tebayeke di rengê mirovan de, ku ji devî ta piyan hûr e û her çi li ber dikeve dixwe.
22. Kênc: (bi kêya qelew) Êş, teşeneya êşê.
23. Spênekirin: inikaskirin, lêzivirîn.
24. Telaş: Ew kelefê rîsî ye, yê ku badane û amadeyî reng kirinê ye. Kinayete ji mirovên zor bilind û lawaz.
25. Pîrhepok: Pîra mirovxwar.
26. Kewjal: Kêvjal, kêmjal, kewjal (xerçeng, seretan).
27. Nitilandin: Neqişandin. Kolînkarî. Kolan û neqişandin û nivîsîna li ser dar, ber û asinan.
28. Stewre-ewr: Ewrê stewr, ewrên ku dihurmin lê baran jê nayê.
29. Berzeq: Hişk û canveroj.
30. Kartîx: Qewre, amraza tûjkirina kêrik û tiştên weke wê.
31. Çavhişînk: Kespika hêşîn e, ku dikin uskura ajelan yan gerdena zarokan de û gorekî bîr û hizrên gelêrî berga çavan digre û dijî çavên çavnebaran e û çavên çavnebaran şîn û kor dike.
32. Gift: Qewl, soz.

TÊBÎNÎ
Ez tikayê ji xwendevanên hêja dikim, her kê ji xwe re bibîne vê çîrokê wergerîne ser zimanê almanî yan jî îngilîzî û ji min re bişînin. Zor spas.