Pênûs
| Hejmara 14 | Buhar 2003
Navîna Tîrmehê 2003
Xweda!
Mihemed Hemo
Gava te heriya Adam
histirayî
ka tine bû
yan te bîr ne bir
pê bistira
ta temen dirêjtir bûya?
Xweda,
ew agirê çi bû
te jê îblîs afirand?
Ta niha venemriye!
ew sêva ku Adam
xwerî
buhayê çend bû?
Ta niha dêndarê
Te ye!
Silêmaniyê, 04.10.2002