|
Nirxandinên yekalî

Lokman Polat
Ne tenê di wêjeyê (edebiyatê) de, helwestgirtina li hemberê bûyeran,
nirxandina rewşê û di hemû qadên jîyanê de nirxandina yekalî subjektîv e, ya
dualî objektîf e. Dema mirov tiştekî binirxîne, analîza pirtûk yan bûyerekê
bike, heta di şîrovekirina rewşeke sîyasî de jî, divê mirov objektîv be. Li
meselê dualî binêre. Tiştekî tenê reş yan spî nîn e. Ew tişt dibe ku hem reş
be, hem jî spî be. Du alîyên madalyonê hene. Dibe ku herdu alî cuda bin,
alîyek reş alîyek spî be.
Tê bîra min, berî salên heştêyî, li Stenbolê min û yekî çepê tirk, me li ser
rewşa Sûriyê munaqeşe dikir. Wî rewşa sazûmana dewleta Sûriyê yekalî
dinirxand. Wî got: “Sûriye dijî emperyalîzm û siyonîzmê ye, lewra jî pêşverû
ye.” Min jî got: “Ev alîkî wê ye, rengekî wê nîşan dide. Lê rengekî wê ê din
jî heye, ew jî ew e ku Sûriyê dewleteke dagirker e, perçeyekî Kurdistanê di
bin destê wê de ye. Dewleta Sûriyê li ser kurdan zilma milî pêk aniye. Tu
heq û hiqûqê kurdan qebûl ne kiriye. Li wir kurd ji mafên xwe ên demokratîk
û netewî bêpar in. Lewra jî dewleta Sûriyê paşverû ye, dagirker e.”
Digel şîrovekirina rewşên sîyasî, di nirxandina berhemên wêjeyî de jî divê
mirov li berhemê dualî binêre. Di nirxandina berhemeke wêjeyî de, dema mirov
objektîv nebe û yekalî be, dê bibêje ev berhem baş e, yan jî dê tenê bibêje
ev berhem xirab e, ji tiştekî re nabe. Heger mirov bi şêweyekî objektîv
berhemeke wêjeyî binirxîne, divê mirov hem şaşî û kêmaniyên berhemê bibêje,
hem jî başî û hêla wê ya serketî.
Di nirxandina hinek nivîsên ku li ser berhemên wêjeyî yên kurdî hatine
nivîsîn de mirov dibîne ku nirxandinên wan yekalî ne, lewre jî ne objektîv
in. Ew tenê şaşî û kêmaniyên berhemê dinivîsînin û zimanê xwe dirêjî
nivîskarî dikin; ji bo nivîskar biçûk bixînin, çi ji destê wan tê, pêk
tînin. Nirxandinên ku bi mentalîteya hesûdî û çavnebarîyê bên pêkanîn, tu
sûdê nadin wêjeyê (edebiyatê).
Dema rexnegirek berhemekê binirxîne, divê kesayetiya (şexsiyeta) nivîskarê
berhemê bingeh negre. Divê ew berhemê bingeh bigre û li ser berhemê şîrove
bike, ne ku li ser kesayetiya nivîskarî. Rexnegir dibe ku ji kesayetiya
nivîskarî qet hez neke, dibe ku wek mirov li dij nivîskarî be, yan jî
kesayetiya nivîskarî, dîtin û ramanên wî ên siyasî li gor rexnegir şaş bin.
Heger rexnegir kesayetiya nivîskarî, helwesta xwe ya li dij kesê wî nede
alîyekî û bi çavekî bêalî li berhema nivîskarî nenêre, dê hîsî hareket bike
û heta ji destê wî bê dê berhemê xirab bide nîşandan. Lê heger rexnegir
kesayetiya nivîskarî deyne alîyekî, bêalî bi şîroveyeke objektîv li berhema
nivîskarî binêre û bi şêweyekî objektîv, li gor pîvanên edebî, berhemê
binirxîne, dê nirxandineke baş û rast bike, şaşî, kêmanî û serketina berhemê
bibîne.
Bi dehan nivîsên nirxandinê yên li ser berhemên edebî/kurdî hene ku tenê
şaşî û kêmaniyên berhemê anîne zimên. Mirov, dema nivîsên weha dixwîne, di
dilê xwe de dibêje: “Ma qet tiştekî baş di berhemê de tune? Rexnegir tenê
rexne kiriye, şaşî û kêmanî nivîsîne”.
Dema min ev nivîs dinivîsî, nivîsa Remezan Alan, ya ku di kovara “War”
hejmara 12-an de hati bû weşandin, kete bîra min. R. Alan di hêla edebiyatê
de mirovekî zana ye. Karmend e. Di dibistanê de mamosteyê edebiyatê ye. Wî
bi kurdî gelek nivîs û bi navê “Saturn” romaneke bi kurdî nivîsiye. Nivîsa
wî ya di kovara “War” de bi tirkî ye. Ew nivîseke rexneyî ye û li ser romana
Mehmed Uzun “Hawara Dîjle”-yê ye.
R. Alan di nivîsa xwe a rexneyî a bi tirkî de rexneyên gelek tûj li Mehmed
Uzun girtine. Helbet muhatabê nivîsa wî ya rexneyî Mehmed Uzun bi xwe ye.
Mehmed Uzun bersiva wî dide, nade ew zane. Nivîsa R. Alan dîrek min têkildar
nake. Lê wekî xwendevanekî û wekî yekî ku bi wêjeyê re mijûl dibe, ew min
têkildar dike. Loma jî dema ez di derbarê nivîsê de çend gotinan bibêjim,
bila hinek min bi parêzerê (avukatê) Mehmed Uzun yan jî bi “parêzerê bê
dîplome” sûcdar nekin.
Ez di derbarê nivîsê de bi kurtahî ramana xwe dibêjim, dibe ku ez jî şaş
bim. Lê di çarçewa mijara vê nivîsê de ez dixwazim balê bikşînim ser vî
tiştî: Nivîsa R. Alan nivîseke yekalî ye, nirxandineke subjektîv e. Wî tenê
şaşî û kêmaniyên pirtûka Mehmed Uzun nivîsîne. R. Alan ji bo pirtûka M. Uzun
tek gotineke baş ne gotiye. Wî wisa kiriye ku berhem bi nivîskarê wê ve
binpê kiriye, xistiye bin erdê.
Ma di berhema Mehmed Uzun “Hawara Dîjle”-yê de qet tiştekî baş tune bû ku R.
Alan bigota? R. Alan şaşî û kêmaniyên pirtûkê – bi tirkî – li dûv hev rêz
kirine. Ma çima behsa hêla baş û serketî a pirtûkê ne kirîye? Heger R. Alan,
digel rexneyên xwe, başî û serketinên berhema M. Uzun bigotana, ma dê pê
biçûk bibûya? Heger wî berhem dualî binirxanda, ma dê hîn baştir û objektîv
nebûya? Bi ya min, heger wî berhem dualî binirxanda, dê nirxandina wî
nirxandineke objektîv bûya.
Di nav rexnegirên kurd de du rexnegirên pênûstûj hene. Ev herdu rexnegirên
pênûstûj xwe rexnegir dijmêrin yan na, ez nizanim. Lê xwendevanên kurd wan
wek rexnegirên pênûstûj dibînin. Ji bo ku ez naxwazim bi wan rexnegirên
pênûstûj re bikevim polemîkê, lewra ez navê wan nadim. Lê ez vê jî bibêjim;
tu problemeke min e şaxsî bi herdu rexnegirên pênûstûj re tune. Hinek kes ji
bo wan dibêjin – hinekan nivîsiye jî – ku çima ew bi vî şêweyî rexnan
digrin. Ez weha nabêjim, li gor min mafê wan heye ku rexnan bigrin. Ew ji
xwe re, li gor mentalîteya xwe, bi awa û şêwaza xwe rexnan dinivîsin. Dibe
ku mirov rexneyên wan rast yan şaş bibîne, lê ev nayê wê wateyê ku mirov bi
tundî li dij wan be û bibêje çima ew weha rexnan digrin? Çima dev dirêjî
hêjayiyên kurdan dikin... û hwd. Bi ya min, di jiyanê de û di nav civakê de
tu tiştekî “tabu” ku neyê rexnekirin tuneye. Mirov dikare li hertiştî rexnê
bigre. Lê divê rexne li gor şêwe û rêzikan be, li gor pîvanên rexneyî ên
navnetewî be.
Belê, li van du rexnegirên pênûstûj R. Alan zêde bû. Ew jî bû rexnegirê
pênûstûj ê sêhem. Helbet rexnegirî mafê her siyan e jî. Lê dema yek rexnê li
wan bigre, helwesta wan li hemberê rexnê çawa ye? Teşeya bersivdayîna wan bi
çi şêweyî ye? Gelo yekî rexnegir wan gotinên ku R. Alan ji bo M. Uzun û
berhema wî gotine, ji bo R. Alan û berhema wî “Saturn”-ê bigotana, dê
helwesta R. Alan li hember wî kesî çawa bûya?
Gotineke bav û kalan heye ku dibêje: “Derziyê di xelkê de ke, şûjinê di xwe
de ke.” Hinek kurd şûjinê di xelkê de dikin û serê derziyê jî di xwe de
nakin. R. Alan li M. Uzun û berhema wî rexnê digre, lê pirtûka wî ya bi navê
“Saturn” li holê ye. Heger wî ev pirtûk nenivîsandi bûya û rexne li M. Uzun
û berhema wî bigirta, minê bi çavekî din li rexneya wî binêriya û bi
şêweyekî din binirxanda. Lê wî hem “Saturn” nivîsiye, hem jî rexne li M.
Uzun digre. Helbet kesek nabêje “dewê min tirş e”. De ka bila rexnegir
(herdu pênûstûj jî tê de) pirtûka R. Alan “Saturn” binirxînin. Li ser berga
“Saturn”-ê hatiye nivîsandin ku ew “roman” e. Gelo “Saturn” romaneke çawa
ye? Çiqas roman e? Ji romanên M. Uzun serketîtir e yan na?
Nivîs dirêj bû. Bi çend gotinên dawî ezê vê bibêjim: Divê di nirxandina
berhemên wêjeyî de rexnegir dualî li berhemê binêre. Divê rexnegir digel
şaşî û kêmaniyan başî û serketinê jî bibîne û binivisîne. Rexnegir divê di
nirxandina xwe de metodeke zanîstî û objektîv bi kar bîne.
|