|
Bersivek
ji rêzdar Samî Ehmed Namî re
Hêja Samî Ehmedê Namî!
Silav û rêz.
Nameya ku we ji “Pênûs”-ê re rêkiri bû (di hindirê vê hejmarê de ye) bala me
kişand, ji ber ku mebesta we ji wê gotareke min bû. Vêca dixwazim li nik
têbîniyên we hinekî rawestim.
1. Beriya her tiştî dixwazim bala we ber ve navê gotara xwe bikşînim û
bêjim ku we di nameya xwe de gotina herî giring ji navê gotara me avêti bû;
ew jî ev e: (Serdema Osman Sebrî). Eger ev gotin ji navê gotarê bête avêtin,
hîngê têkiliya ku di navbera gotarê û naveroka wê de heye gelekî sist û qels
dibe.
2. Jêder lêkolîn û lêgerînan xurt dikin û zanistiya wan teqez dikin, lewre
jî lêkolîner her û her jêderan dipelînin, û demên dirêj û cefayên pir li gel
wan diborînin. Lê hinek usûl û rêbaz hene ku bikaranîna wan jêderan sînor
dikin,. Divê lêkolîner wan rêbazan ji bîr neke.
Jêder bi gelek awayan bi kar tên, û her awayekî cih û formê wî yê taybet
heye. Jibîrkirina wan awayan dibe nîşana nezanîna nivîsevên (daner) di vî
warî de. Gava lêkolîner agahdariyekê ji jêderekê (serkaniyekê) werbigre,
awayê wergirtinê riyekê ji diduyan dide pêş wî:
a) Eger ew gotinên xwediyê jêderê bi kar bîne û wan di hindirê karê xwe de
deyne, hîngê divê ew wan gotinan bê guhertin werbigre (ta ku çewtiyên
zimanewanî jî di wan gotinan de hebin, ew bê serastkirin dimînin). Pêdiviyên
zanistî vê yekê weha diçespînin, ku divê ew gotin di navbera van
her du şanekên biçûk “… ” de bêne nivisandin, ne mîna we goti bû ku ew
dikevin navbera du kevanan (...) an jî du xêzikan – … – .
b) Awayekî dî jî heye ku pêdiviyên zanistî rê didine lêkolînerî da ew
agahdariyan ji jêderan werbigre û wan bi şêwe û stîlê xwe rave û şirove
bike, bêyî ku gotinên wê jêderê bi kar bîne.
Ev her du awa jî lêkolînerî bêgav dikin ku ew li dawiya lêkolîna xwe van
agahdariyan biçespîne:
– Navê xwediyê jêderê (serkaniyê)
– Navê jêderê, birê wê (eger birên wê hebin)
– Nimra çapê (çapa 1., 2. , an ...)
– Cih û sala çapkirinê
– Nimra rûpelê ku agahdarî jê hatiye wergirtin.
Lê gava lêkolîner awayê (b), ya ku me li jor nîşankirî, bikar bîne, hîngê
divê ew di pê ravakirina jêdera xwe de gotineke mîna (binêr, an veger, an
yeke dî bi vê wateyê) deyne.
Eger jêderek dubare bû, dîsan du awayên çespandina wê hene:
a) Eger dubarebûn yekser li pey hevdu bin, lêkolîner dikarê bêje (jêdera
berê, rûpel...)
b) Eger jêderek piştî 2-3-yên dî dubare bibe, hîngê lêkolîner dikare weha
biçe: Binêr (Navê jêdera xwe û nimra rûpelê ku agahdarî jê birine deyne).
Wek nimûne: Biner Samî Ehmed Namî, jêdera berê, rûpel 65).
Ez bawer im ku ez di bikaranîna jêderên lêkolîna xwe de (mijara nameya
mamoste Samî Ehmed Namî, û vê besiva min) şaş ne çû bûm. Herkesê ku careke
dî li wê vegere (Pênûs, hejmar 11. û 12.) wê bibîne ku min her du awa, yên
ku min li jor nîşan kiri bûn, bi kar anîne, nemaze jî awayê (b). Ji ber vê
sedemê jî mamoste Samî dîti bû ku agahdariyên min ji pirtûka wî (Dîmenin ji
dîroka winda) wergirti bûn rast in, lê ti wekhevî di navbera gotinên min û
yên pirtûka wî de tune bû, lê her cara ku min xwe bi ser pirtûka wî de pal
dida, min nîşan nimra rûpelan dikir.
Nizanim mamosteyê hêja Samî di vê yekê ne gihîşti bû, an wî jî xwasti bû
min bikulîne û xwe bide kêlek wî refê ku me ji tîrên kînan re dike armanc û
nîşan?! Xwazî ew ji vê gumana dawî ve dûr be!
Xala diduyê di nameya mamosteyê hêja Samî de ew e ku min di lêkolîna xwe de
neheqiyeke mezin li seydayê rehmelê Ehmedê Namî kirî, ji ber ku gava min
hinek nivîsevanên dema HAWAR-ê binav kiri bûn, min xwe di ser navê hêjayê
rehmelê re “qevast”. Herkesê ku li lêkolîna min vegere û li navê wê temaşe
bike, bê guman wê tê bighîne ku kovara HAWAR-ê ne mijara wê ye, herweha
jiyana çandeyî û rewenbîrî ya Binxetiyan jî ji bo wê lêkolînê ne mijareke
sereke ye, belê ew di serdema Osman Sebrî de xalekeke li kêlek gelekên dî
dimîne, û hemû vêkre dibine hêvanê meyandina wê serdemê û ponijî, raman, kar
û xebata O.Sebrî (mijara lêkolîna min ya ku hîn ez tê de dixebitin). Ji ber
vê yekê min çavên xwe bi lez li nava diyardeyên çandî yên wê demê gerandin,
HAWAR jî yeke ji wan diyardeyan bû. Vê lomê ez bi firehî li nik rola wê
ranewestiyam, tenê, û li gor pêdiviyên lêkolînê, navên hinek nivîsevanên wê
bi min re derbas bûn. Herweha tê xuyakirin ku min xwe di ser gelek navên dî
re “qevast”, ne tenê di ser yê Ehmed Namî re. Ez bawer nakim ku ev yeka
ziyanekê bighîne vî karê min, an hinekî nirxê wan rûmetdaran, yên ku min
binav ne kiri bûn, kêm bike.
Eger HAWAR an tevgera çandeyî ya wê serdemê ji bo lêkolînekê bibe mijareke
sereke, û xwediyê wê çavên xwe li hember hin navan an diyardeyên wê demê
bigre, wan nîşan neke û tutiştî li ser rola wan nebêje, ne tenê wê
neheqiyekê li wan bike, belê wê karê xwe jî birîndar bike, û wê ji pêdiviyên
zanistî jî bi dûr bikeve. Ez bawer im ku mamoste Samî û hemû nivîsevan û
xwendevanên “ Pênûns”-ê dizanîn ku ev yeka ne babeta min bû.
Têbîniya sêyem di nameya mamoste Samî de ew e ku gava min navên hinek
dibistanên kurdî, yên ku di wê demê de hebûn, binav kirine, min navê
dibistana “Tilşeîra Aşîta”, ya ku rehmelê Ehmedê Namî “berpisiyar û
mamosteyê wê bû” binav ne kir. Bi rastî jî ev yeka kêmasiyeke min bû, diviya
bû lêkolîna min ji wê bê par ba. Lê bi carekê ev ne ji ber pilanekê bû, belê
ew jibîrbûnek bû. Ji ber vê jî ez spasiya mamoste Samî dikin, ku wî ez pê
haydar kirim, tevî ku agahdariyên li ser wê dibistanê, yên ku di pirtûka wî
“dîmenin ji dîroka winda” de hene, vê dibistanê di hindirê formê kursên
fêrkirina zimên de dihêlin, ji ber ku şagirtên wê “xort û kalên gund bûn”.
(Biner, Samî Ehmed Namî: Dîmenin ji dîroka winda, rûp. 65).
Dawî ez hêvîdar im ku min kari bû têbîniyên mamoste Samî ronî bikirana, û ez
silav û spasiyên xwe ji bo wî rêzdarê hêja dîsan dubare dubare dikim.
Heyderê Omer |