Têkst
Lê ka Birîva?!
Ebdulrehman
Efîf
Em dixwazin herin Birîva, emê
li ser lingan herin, em tu tirimbêlê nagirin. Ez nizanim belkî ku em bi
tirimbêlê çû bana, wê çêtir bûya, lê me da ser lingan û me berê xwe da
Birîva.
Birîva ji Amûdê ne dûr e, çend
kîlomitir in. Ma emê çima çû bana Birîva û ma gelo ew cihê ku me dixwast em
herinê Birîva bû? Min pir ew pirs girîng ne didît, gerek em biçûna. Hinekî
tenê min tê derdixist ku xwiheke min li wir bi mêr bû, me ew ji zû de ne
dîti bû û diviya bû me serek lê xista.
Bi rastî min jî bêriya xwiha
xwe kiri bû û min dixwast ez wê bibînim. Me dida rê, ez û diya xwe û xwiheke
min e din, lê rê dirêj dibû û em ne digihan. Çima rê wilo dirêj bûye û çima
em nagihên, ev heye bêtirî rojekê ku me daye ser rê, em hîn ne westiya bûn.
Ku me heftiyekê sax jî hîn wilo berdewam kiri ba, em ne diwestiyan. Lê me
berê xwe daye Birîva ji bo em bigihên û em xwiha xwe bibînin, ne ji bo hema
em li ser rê bimînin. Em dimeşiyan, lê hêdî hêdî tirseke sivik xwe berdida
ser dilên me. Ma gelo ev çi ye?
Ne em vê riyê nas dikin! Ne ev
riya Amûdê–Qamişloyê ye! Em ne kesine beyanî ne! Ez bi xwe li vir mezin
bûme, û diya min ne li Amûdê mezin bûye û çê bûye, lê ev heye bêtirî bîst
salan ku ew li Amûdê dijî.
Baş e, piştî nêzîkî heftiyekê
ji dana me ya ser rê, em gihan gundekî. Ew gund pir bi giha û şînkahî bû. Me
pir pez tê de dît û zarokin jî hatin pêşiya me. Zarokan hinekî ji me fedî
dikir, lê ew li kêleka me radiwastiyan û li me dinêrîn, dixwestin bi me re
biştexilin, lê ji wan werê ku em zimanê wan fêm nakin. Erê em bi zimankî
diştexilîn, ew jî bi zimanekî din, lê me zimanê wan fêm dikir û wan ê me na.
Wek ku min got, ew gund fireh
bû û pir giha lê hebû, lê bihna me lê teng dibû. Ez nizanim çima. Me pêşî
digot belkî ev gund Birîva bi xwe be, lê ne wilo derket. Ev heye heftiyek
sax ku me daye ser rê, lê ku em van tiştan ji bîra bikin jî, gund bi xwe
bêhna me teng dikir. Gund fireh bû, xelkê gund bi zimankî din diştexilîn, lê
wan ti tiştekî nebaş ji me re xuya ne dikirin. Erê kes ji wan ne hati bû
pêşiya me, lê zarokên wan didan dû me, fediya xwe revandi bûn û kêfa xwe ji
me re tanîn.
Lê ka Birîva?!
Ez, diya xwe û xwiha xwe
digihan dawiya gund. Li wir me nas dikir ku gund ji hemû aliyan ve dîwarkirî
ye. Me nuh nas dikir ku çima bêhna me ji pêşî de lê teng û zehmet dibû. Li
dawiya gund em hinekî rûdiniştin û hinekî diramiyan. Çend zarokên gund jî li
dora me bûn. Me nas dikir ku me riya xwe şaş kiriye û em pir dûr hatine û
me, hebe tune be, Birîva li paş xwe hiştiye. Em hinekî xemgîn dibûn, lê me
ji hev dipirsî, û ji wan zarokan jî, bê ka riya rast kîjan e.
Divê em ji gund derketana û bi
paş de vegeriyana. Em hîn wilo diramiyan, min dît ku keçikeke biçûk nêzîkî
min bû, pênûseke nû da min û ji min re got: »Ev pênûs bavê min diyarî te
dike.« Ez nizanim bê ka çima bavê wê pênûs diyarî min kiriye, çima ne
tiştekî din. Min bavê wê keçikê nas ne dikir û ne jî wî ez. Çima pênûs, çima
diyarî?! Min ji keçikê re got: »Ez spasiya bavê te dikim û pir silavan ji
min re lê bike.« Û keçik vegeriya malê.
Nêzîka diwazdeh zarokên wî
gundî dan dû me û kêleka me. Em rabûn ser xwe û me berê xwe da Birîva. Em
hinekî meşiyan, ne gelekî pir, em ji gund derketin û hinekî bêhna me fireh
bû.
Rê bi jor de diçû, giha pir
kesk bû, riya me bêtir riyeke çiyayî bû. Aliyê me yê rastê çiya, yê çepê
newal bû. Çiyayine mezin û dirêj û newaleke fireh û dirêj. Bi rastî wê derê
pir xweş bû. Çemekî mezin û fireh jî di newalê re diherkî. Newal hemû dar,
şînkayî û kulîlk bû. Li aliyê çepê, hinekî ji me bi dûr, dîsa çiya hebûn.
Rokê ew newal û çiya tije ronahî dikir, bêhnine pir şêrîn difûriyan. Li ser
çiyayên aliyê çepî me kerîkî dirêj ji guran hêdî hêdî dabûn dû hev û carê li
me dinêriyan. Gur dûrî me bûn, em ji wan ne ditirsiyan, me hinekî bi dîtina
wan kêf dikir. Me dixwast em li cihekî rûnin û ji xwe re li wan binêrin. Me,
piştî hineke din ji dana ser rê, xaniyek dît. Xaniyekî jorvekirî û bi
pencereyekê, ya ku bi alî çem, newal û guran de. Ez, diya xwe û xwiha xwe
derbasî wî xaniyê biçûk bûn. Ew bira zarokan jî li derve li pêşiya pencerê
rûniştin û ji xwe re li dora xwe dinêriyan. Ew xurista han wilo xweşik bû,
ku me û zarokan nema dixwast ji wê derê rabin. Me ji aliyê hindir de dinêrî
û guran ji ronahiya rokê hinekî çavên xwe digirtin. Gihayê wê derê, darên wê
derê rengên xwe diguhertin, her demekê reng dihatin guhertin. Me di pencerê
re hertişt didît: me guhertina rengan didît, gurên ku çavên xwe hinekî
digirtin, te digot qey henek bi me û zarokan dikirn. Rengê giha ji keskbûnê
şîn dibû, rengên daran zer dibûn û gaveke din şîn dibûn û dîsa pirteqalî
dibûn. Xweşbûneke nerim, ji ber guhertina rengan, xwe di canê me de bilind
dikir. Van Gogh dihat bîra min, rengên wî û jiyana wî dihatin bîra
min. Ez pir bi xweşî bûm.
Dema rengên giha ji nişkeve
şîn dibûn, zarokan ban min dikir. Ez ji wê odê derdiketim û bi binî de diçûm
cem wan. Ji min re digotin: »Li aliyê rastê binêre, li wan daran binere!«
Dar sipî dibûn, vêdiketin û dîsa reng diguhertin.
Ez û diya xwe û xwiha xwe li
wir diman, ew zarok li wir diman. Birîva nema dihat bîra me. Wan zarokan bav
û diyên xwe ji bîra dikirin; wek min li guran dinêrîn, li wan çiyayan, li
giha, li çem... Li reng-guhertinan dinêrîn. |