|
|
Ehmeqî
Dr. M. Zeyno
Çêroka ehmeqan dirêj û li hev ketiye, wer li hev ketiye, ku pirê kesan seriyê xwe pê re nêşînin, dem û mejiyê xwe pê mijûl nakin. Ma qey hindik ehmeq li cîhanê hene, çê nabe li ser her kesekî ehmeq nivîskar çêrokekê binivîsine, helbet ev ne kar e, û eger karek be jî, ew ne karekî hêsan e. Nivîsandina çêrokên ehmeqan, ji ber ku wek gotina pêşiyên rûsan dibêje (ehmeq pir in lê tev ne li ba hev in), û roja îro dem u wexta mirovî tune ye ku here li seranserî cîhanê, welat bi welat, gund bi gund û mal bi mal bigere û çêrokên ehmeqan kom bike, bicivîne û wan bike berhemeke çandî û hunerî. Lê eger çê bû û mirovekî xwe bi çêrokên ehmeqan mijûl kir û ew berhev kirin, ma kesê ji wî nivîskarî re bêjê mala te ava, Xwedê temenê te dirêj bike, te biparêze, te berhemeke baş afirandiye, ji te re serkeftin her berdewam bike di vê riyê de, riya parastina çand û hunera ehmeqan ji wendabûn û jibîrkirinê. Eger hûn a rast dixwezin, ez bahwer nakim ku kesên spasiya xwe diyar bikin pir bin. Lê ez yek ji wan im, yên ku bêjin zor sipas ji wan re, yên ku çand û hunera ehmeqan dinivîsinin. Sedema spasiya xwe ez bi gotina pêşiyên ereban, ya ku dibêje (hîkmetê ji devê [dînan] ehmeqan bigirin), bi bingeh dikim. Hîkmet jî ew e ku her di çi demê te hes kir mirovek ji yê din re dibêje “hey ehmeq”, ew tê wê wateyê ku li gor yê yekê karê yê diduyê ne rast e, ango divê berûvajî karê yê diduyê rast be. Hîkmet ew e ku, li gor karê ehmeqan, kesê ne ehmeq dikarin rastiyê bibînin, di karê xwe de baş biserkevin û karekî bi sûd bikin. Mirov dikare serpêhatiyên ehmeqan dabeş bike û wan ji hev cuda bike, ji ber ku ehmeqîne hene ku bi naveroka xwe siyasî ne, hin hene civakî ne û hene evînî ne... hwd.
F Newroz Wek nimûne di Avdara 1994-an de, bi çend rojan berî cejna Newrozê, çend nûnerên partiyên me kurdan, li ser banga rêvebirê (qeymeqam) herêma Efrînê çûn di Serayê de bi wî re civîn û namak mor kirin ku kurd dev ji şahiya cejna Newrozê berdidin. Bi ser de jî ew bi serfirazî li nav gund û malan geriyan û biryara xwe bê şerm û fedî ji kurdan re eşkere kirin û gotin ku îsal cejna Newrozê li dar nakeve. Dibêjin ku dev û lêvên hin nûneran li ken bûn û şahî ji wan dibarî, hin jî dibêjin ku hin ji wan nûneran seriyê xwe ber bi jêr ve dikirin û ji gundiyan re biryara xwe dixwendin, û hîn jî dibêjin ku çend kurdên xwedî hiş hebûn, yên ku ev biryara nûnerên partiyan durist ne dîtin, tevî morkirina naman li ba qeymeqêm di avahiya serayê de cejna Newrozê li dar xistin. Kesên ku sînorên kurdewarî û welatperweriyê ne birîn û derbas ne kirin bi vê biryara xwe wan dan xuyakirin ku kurdin hene nikanin ji laş û eyarê xwe derkevin û ji siya xwe bi dûr kevin. Dibêjin ku Partiya Yekîtî li pişt wan bû. Helbet li vir mirov dikare tenê spasiyeke taybet ji wan re bi rê bike. Vêca îsal jî li Kurdistana Rojava rûdaweke weha şermezar qewimî: tevaya partiyên me da ku “hestên birayên me yên ereb birin nekin” destên xwe ji şahiya Newerozê kişandin û pişta xwe danê. Çi seyr e!
F Sûc Nasekî min tiştek ji min re got ku ez nikanim nekim nimûneya ehmeqîke berçav. Kurdek heye bavê heft lawan e. Heft law. Ew pişta xwe bi wan vedine, wek qirala di nav gund re dimeşe û bi lawên xwe serfiraz e. Wer çê bû ku ji van lawan tenê yekî xwend û bi alîkariya partiyê çû xwendina xwe li welatekî dûr qedand. Piştî ku xwendina xwe kuta kir, di welatekî hîn dûr re bi derket, ango venegerî gundê xwe. Çavên bavê wî bi dîplom û xwendina wî şa ne bûn. Ji ber ku ew venegerî gund û mala xwe, hêdî zimanê bavo jî di nav gundiyan de hebekî kin bû. Mirov nikane zimanê xelkê rawestîne û bigire. Wî bi dizî hes dikir ku hin ji gundiyan dibêjin; law ma yê zane ku kurê wî xwendî kî ye. Ya ku em dizanin wî li wan welatan bazirganî dikir, we tu carî bihîstî ku xwendin û bazirganî li hev bûne dost. Wî zirareke mezin kir, qey ji şerman re an ji tirsa kesan re venegerî gundê xwe. Wa lawê mala Hec Misto xwend û vegerî welatê xwe û bûye çend sal karê xwe dike, perene pir jî civandine, alîkariya kesên xwe dike û car-caran gundiyan jî ji bîr nake. Xwedê wî biparêze, temenê wî dirêj bike. Hêdî guman kete dilê bavo jî, eceb gotina gundiyan rast be. Eger rast be, ezê çawa seriyê xwe li pêşiya wan rakim. Wey kuro, mal xerabo, te çi bi seriyê min kir! Li dawiya temenê xwe ez virek derxistim. Ne sûcê wî ye, tev sûcê diya wî ye. Sed carî min digote wê, lê bila ew jî wek birayên xwe bi berx û karan re here çolê… Bila bi şivan ba, bila bi gavan ba, lê bila ji min re neba xwendevan-mandevan û di welatên dûriyê re bi derneketa. Ev bû kuleke dijwar di dilê kalo de şîn da, bû hesreteke yaman di cîgera wî de pal da, bû sergêjiyeke bêhempa di seriyê kalo de û jê baz ne da. Dem borî, law mezin bûn, zewicîn û law û keçên wan çê bûn, mal ji zarok û bûkan teng bû, ji berbanga sibehê de ta bi derengiya şevê şer û diguşa zarokan û qire-cira dayîkên wan bi ser seriyê kalo de dihat. Bi şev bavê kal dengê bûk û kurên xwe dikir, piste-pista wan digiha guhên wî, bûkan digotin malxên xwe: Bila Bavo we cihê bike. Dibêjin destberdana ji milk tiştekî pir zor e. Şerekî dijwar dikeve navbera law û bavan, hin dixwezin zû bibin xwedî milk û hin jî dixwezin ta ji wan tê dev ji wî bernedin. Milk li ba hin kesan wek hevsarekî tund e, mirov dikare bi riya milk rêz û hurmeta xwe xortir bike, gotina xwe bike wek destûr û ya xwe bibe serî. Herwiha bavê kal bi sal bû û rojekê bi hêstiran biryar girt ku milk û hebûna xwe li lawan parve bike. Melê gund û çar kalmêr kom kirin û li mala xwe civandin, herwiha bangî lawên xwe tevan kir û got: – Seydayê mele, gelî camêran, bi amedekariya we ezê milk û hebûna xwe li van şeş kurên xwe belav bikim. Lawan, devliken, li çavên hevdu nirîn, mele li çavên wan çar camêrên din nirî, wan bi awiran digotin kalo: “Çawa şeş law, lê yê heftê kanî?”. – Tenê şeş lawên min hene, bi dengekî bilind û gelek tûj bavê kal gote beşdaran, tu para lawê min ê din di milk de tuneye, wî xwend û rojekê xetek di nav milk û erdî de ne kişand, darek veneda, tenak zeyton jî ne çinî. Mele û çar camêrên din neçar man ku milkê wî li şeş lawan belav bikin.
We tu caran dîtî, an jî bihêstî ku xwendin, zanebûn û fêrbûna zimanên biyanî, dîplomwergirtin û dûriya ji mal û xwediyan, dijwariya jiyana li dûriyê bibin sûcê mirovî ta ku ji mîrasa bavê xwe bêpar bimîne?! Wer xuya dibe ku li ba hin kesan dibe û ehmeqiyên bi vî rengî jî diqewimin.
F Strandin Malbateke kurd, wek gelek malbatan, ji welêt reviyan û di van welatan re derketin, zarok mezin bûn û keça wan bi serfirazî dixwend. Ew di xwendina xwe de zîrek û jêhatî bû, mamoste û hevalên wê gelek ji wê hez dikrin. Temenê wê bû sêzdeh sal, nîşanên jinitiyê xwe di laşê wê de eşkere kirin; êdî sînga wê bilind bû, keçê rojane çavên xwe didan ber darê kilê, paş û pêşiya xwe çep û rast wek diya xwe dileqand; her di çi demê de keç digiha mal, muzîka rojava dibû mêvanê wan, car-caran jî dibû rînge-rînga zengilê telefonê, keçê berî hemiyan ew radikir û bi zimanekî daxifî ku bavê wê yek gotin fêm ne dikir. Gotinên mîna yes, no, I love you… Êdî van çalekiyên keçê seriyê bavo serobinî kirin. Wek çawa bêhna kurdan zû teng dibe, bêhna bavê wê jî teng bû û yekser gote jina xwe: »Divê em çareseriyekê ji wê re bibînin, li van welatan divê em li stara seriyê xwe bigerin.« Dayîk jî herdem li rex keça xwe ye; digot: »Çi bû ye keça me, ew baş dixwîne, ji mal dernakeve, naçe tu dîsko-mîskoya.« Wî bala xwe dayê ku dayîk jî wek keçê ye, ew jî dixweze vegere panzdehsaliya xwe. Bavê wê kir ku keça xwe bi kurê birayê xwe re destgirtî bike. Bi riya lav-lavan û bi heyranan keçê çare ne dît û razîbûna xwe diyar kir. Ew ji ber xwendinê kirin û dan mêr, bû bermalî… Êdî di dibistanê de nehatina wê bû çêrok. Şagirtan tevan behsa wendabûna wê ango nehatina wê ya dibistanê dikirin. Mamostan biryar girtin ku rojekê rêvebirê dibistanê here ba wan û pirsa keça wan bike.
– Weleh, midûr, me da mêr û nema tê dibistanê. Ew êdî bûye bermalî, dibistana wê mala wê ye. – law hema bila xwendina xwe bi serî bikira, midûr got. – xwendin-mandin ji me re li van welatan çê nabe, em li sitara seriyê xwe digerin, sibê ev keçik wê seriyê min bi xwe re bêşîne, malxê malê got.
F Nimûne Li bajarê Moskvayê em komek ji xwendevanên kurd beşdarî civîneke kurdan di Mala Kurdan de bûn. Wek pirê xanî û avahiyên wî bajarî, Mala Kurdan jî di xaniyekî mezin û fereh de hati bû kirêkirin – an jî ew hati bû kirîn, ez bi xwe nizanim. Odene pir di kerîdora dirêj de hebûn. Bi dehan, na weleh çima bi dehan, bi sedan xort û keçên kurdan diketin wan odeyan û jê derdiketin. Herkesek karekî dike. Dihate gotin ku kes bi karê yê din nizane. Em ketin odeyeke fereh, dîwarên wê bi wêneyên welatê me hati bûn xemilandin. Herwiha wêneyên çend mirovan li sînga dîwêr bi darxisti bûn. Rêzek ji kursiyan li dor maseyeke gilover rêz kiri bûn. Me cihê xwe li ser wan girt û em li benda serokê civînê man. Kurtedemek derbas bû, ji nişkave xortekî kurd, qutî-qalind, topî di hev de, bi hêrs derbasî odê bû û çû li ser kursiya li seriyê masê cihê xwe girt û yekser weha axivî: – Gelî hevalan, riya me rast û dûz e, îro roj gereke her yek ji me li ser vê riyê bimeşe û cihê xwe di nav refê gel de bibîne. Gelê me ji bo demokrasî û mafên mirovan rojane refê şehîdan dide. Wê her ew roja bê û emê welêt ji wan re azad bikin û ala wan bidin dest wan. Li vir ez dixwazim bejim, kîne ew WAN, çi welatî û çi alê ji bo kê azad dike, hevêl eşkere ne kir. Wî axaftina xwe berdewam kir: – Min ji xwe re cihek di vê xebatê de dît û ez karê xwe dikim, di vê derê de ez dixwezim ji we re çend gotinan bêjim, divê hûn baş guhên xwe bidin gotinên min, ka çawa ez ketim ser vê riyê. min sê sinif li dibistana sereke li gundê xwe xwendin û min zanî ku welatê min tuneye. Ji ber ku zanîna vê rastiyê wer bi min giran bû, min yekser dev ji xwendina li dibistanê berda û ez ketim nav refê gel û wek hûn dibînin min ji xwe re cihek girt û ez xebata xwe berdewam dikim. Hêdî-hêdî dengê hevêl bilind bû û giha sînorên qêrînê: – Ez di wê hêviyê de me ku hûn jî wek min bikin, mala we ava û xwedê tev we be, riya me dûz û rast e, her serkeftin ji bo me, bijî bijî...
Dema ku hevêl gotina bijî got, wer bi hêrs got û kire qêrîn. Qêrîna wî ji qatê heftê giha kolana fereh li xwarê, ku hin kesan seriyê xwe berjor kirin û li benda sedema qêrînê rawestiyan. Herwiha ji nişkeve derî vebû û çar xortên laşegirs û simbêlboq derbasî hudir bûn. Bêyî ku silavê li me beşdarên civînê bidin, li çavên hevêl, serokê civînê, mêze kirin û li benda fermana wî, wek singekî, rawestiyan. Hevêl bi tiliya xwe ya şehdê nîşan da wekî herin, beşdariya we ne pêwîste. Heval rabû ser xwe û bêyî ku xêtir ji me bixweze derî vekir û çû xebata xwe berdewam bike. Me li çavên hev nirî, em di cihên xwe de matmayî man. Bi alîkariya kek H. Çeto em vegeriyan hiş û rastiya xwe. Wî çend gotin ji bo hevêl gotin, lê mixabin ew bi lez ji odê derket. Kek Çeto got: »Hey nizanim çîko, hey ehmeqê ji ehmeqan, te sê sinif xwendin te zanî ku welatê te tuneye, lê heger te sê sinif din bixwendana, teyê zanî ba bo çi ew welat tuneye. Heger te sê sinifên din jî bixwendana, teyê zanî ba çawa ew welat ava dibe.« Em ji civînê derketin û em bi henek û loman bi kek R. Heno ketin, wekî te çawa kir ku hevalên wek serokê civînê şîretan li me bike.
F Komele Li bajarê me xortekî kurd rastî min hat. Piştî silav û silavvegerê wî gote min ku dil heye bibe mêvanê min. Pirseke wî ye pir balkêş heye, herdem ew pirsa cînika wî dixurîne, aram û sebrê nade wî. Li ser sifrê, li malê, li ba hevalan û li her deverekê ew pirsa wî dicivilîne. Ew dixweze ji min re bêje, ango şîreta min dixweze. Min xwast ez ji wî re bêjim ku navnîşan şaş kiriye, ez ne yê ku şîretan li kesan bikim, lê mixabin wî fersend neda min û got: – Min bi şev xew ne kiriye, ji nîvê şevê de ez bi pirseke pir girîng mijûl bûme. Qehfê seriyê min dikir ku bipeqiya û biteqiya. Li ber destê sibehê ez giham ancameke pir girîng, û heger ev armanca min pêk bê, ezê li vî welatî bi ser bikevim û bibim mirovekî bi rûmet û xwedîbiryar, mirovekî navdar û pirnas; heger armanca min pêk bê, ezê bibim kesekî pir sûdar ji bo kurdan. Ma mirov di jiyana xwe de çi dixwaze? Helbet, piştî mirinê navekî li dûv xwe bihêle.
Ez nizanim li ba we çawa ye, her di çi demê de ez guhdarî kesekî dikim ku ya dilê xwe wisa bi hêsanî dibêje, bê şerm û fedî, bê derew û xapandin, kesên wisa paqij ta radayekê ku hîna ji zaroktiya xwe bi dûr ne ketine, hestek min dipêçe û min dixe navbera ken û dilpêmayînê. Ev ton mirovna roj û şevên xwe bê hesret û xem dibihurînin. Ew bi şev xwe gelek mezin dibînin, kar û serpêhatiyên gelek mezin dikin û bi şefeqa sibehê re vedigerin rastiya xwe. Dema porê seriyê xwe şe dikin, di eynikê re li rû û çavên xwe mêze dikin û xewna xwe bi bîra xwe tînin, ji xwe şerm nakin, dibêjin ma ne tenê xewn bû. Heger ew xewn di jiyanê de pêk ne hat, dê min gotineke xwe di ber xwe de kir. Ma qey ezman hilweşî an jî zemîn qelişî û bi bin de çû, min mala tu kesî xira ne kir, min tu jin ji ber tu kesan ne revandin.
– Karê te çi ye, te di jiyana xwe de çi kiriye?, min ji mêhvanê xwe pirsî. – Ez tu karê taybet nakim, lê ez dikarim her karekî bikim û karê herî hêja ku ta nuha min kiriye ew e ku ez zewicîme û min çar zarok hene. – Erê, zewacî baş e û zarokanîn her kesek dikare bike. Wa Hesoyê Hiso kerîk zarok aniye, lê çi ye ew tiştê ku tu dixwezî ji min re bêjî, ta ku armanca te di jiyanê de pêk bê? – Ez dixwezim bibim serokê komelê, bi dengekî bilind û bi gotinine cihê bahwriyê wî got, ez dixwazim komeleyekê damezirînim. Emê li ba dewleta Alman wê qeyd bikin û ewê cihekî bi telefon, kompyuter û kondêşin bidin me, wê perene pir jî wek destmiz (me’aş) ji bo me girêdin. ezê keçikeke alman wek sekreter li ba xwe dînim, ji ber ku ez naxwazim fêrî zimanê vî welatî bibim. Pir tişt li vî welatî dibin hûn pê nizanin, yanê çawa em dikarin peran bi dest xînin… Wî hîna gotina xwe bi serî ne kiri bû, ez ji malê bi derketim û li wan çend se’etên ku min li ba wî borandine gelek poşmam bûm.
|