|
|
Hemreş Reşo sembola aştî, biratî û kurdayetiyê
Bedirxan Epozdemir
Hinek bûyer hene gava mirov dibihîse şaş û gêj dibe. Gava mirov wan dibîne şel dibe, şeht dibe, cîhana mirov tarî dibe, mirov ji dest û pê dikeve; qêrîn dike, gazî dike. Nafîle. Eger ev bûyer mirin be, derdê te, kul û xemên te qat-qat bêtir dibin. Mirina reş, mirina keyseperest, mirina bêbext bi heybeta xwe ya mezin wek kabûsekê xwe berdide ser te, te difetisîne, te diperçiqîne; jiyanê ji te re tarûmar dike. Bi rastî ji we re bêjim, çi dibêjim, çi diramim, çi dinivsînim ez nizanim. Gotin bê wate ne, delalî û evîn winda bûn… Evîn xuya nake, çû. Digerim, li her alî, bi şev û roj. Nabînim, nabînim, nabînim… Divêm piçekî hêsa bim, bême ser xwe, delalî û evîniyê biramînim. Nabe, nabe. Li kesan digerim, da ku hinek tiştan bi wan re parve bikin. Bi hezaran kes hene, lê kes tune, tune, tune. Hevalê roja teng, hevparê xem û kulan, serî li komputera xwe didim. Dê were, em bi hev re bikevin tarîtî û bêdengiya şevê. Bi qîma dilê xwe têr biramim. Ew jî xeyidî ye, ew jî xemgîn e. Divêm hinek tiştan reş bikim. Dizanim ku çavên gelek dostan li min in, divê binivsînim, deynê dilsoziyê bidim. Tîp xwe winda dikin. Li wan digerim. Bi şer û çir, bi lava û hêvî komputera xwe qanî dikim. Bi rastî bêjim, li ser Hemreş Reşo nivîsandin karekî hêsan nîne. Du astengên min ên mezin hene. Yekem, min pir hewil da, min da û ne da ku kari bim Hemreş bi rengekî klasîk bînim zimên, min nikarî. Sedem ew e ku mirov nikare wî di nav vê çarçewa teng de hepis bike. Çunkî Hemreş deryayeke bêbin û bêserî ye; sedem ew e ku eger mirov noqî vê deryayê bibe, divê gelek pispor be. Ev jî karekî hêsan nîne. Astenga diwem jî ji hêja Hemreş tê. Ez baş dizanim ku ez li gor dilê xwe li ser şirove bikim, min ew çawa dît, ew çawa fêm kir wisa bêjim, vêca ew nanirxîne. Sedem jî ew e ku dilnizimiya (mûtevazîtiya) wî û “beyefendîtiya” wî rê li ber min digrin. Çunkî narînî, kûbarî û delaliya wî mecalê nade min. Astenga herî girîng jî ev e. Min tucarî neva ku ez bê rizayê wî li ser baxifim. Çiqas zor be jî, ezê êdî wê azadiyê bidime xwe û “dîtina çavan, qinyata dil”-ê xwe bêjim. Nêzîkî sih salî min Hemreş nas dikir. Min ew ji dûr ve nas kir, ji nêz ve nas kir; min ew bi “Bahoz”, bi “Çiya”, bi “Hêviya welat” nas kir; min ew bi hawara kurdan bi “Hawarê” nas kir. Heya berî du salan min digot qey ez wî baş nas dikim, lê pişt re gihîştime wê encamê ku min ew baş nas ne kiriye. Vêca min heyfa xwe li salên borî anî. Min li çoka xwe da, lê nafîle. Ez rastî yekî hatim, ku kesayetiya wî têr û tijî bû. Bi evîn, hêvî û baweriyê hati bû hevirkirin; bi delalî, zerafetî, xwezayî û zelaliyê hati bû hûnandin; nîşana mêrxasî, nefisbiçûkî û kurdayetiyê bû; ciyê kîn û nefretê di deftera wî de tune bû; bi kurdî diramî, bi kurdî digot û bi kurdî dikir; ji xwe bawer û xwediyê mejiyekî zelal bû; evîndarê gel û welatê xwe bû; dilê wî bê qeyd û şert ji bo yekîtiyê lê dida; hûr, kûr û dûr didît; tim ji bo tiştên mezin diramî, ne li pey tiştên biçûk bû; dek, dolab û finaz jê dûr bûn; xweşbîn bû; bi rasteqînî ji pirdengî û pir-rengiyê hez dikir; ne bû bû dîlê îdeolojiyan; kurdayetî li ser eniya wî, weke namûs, hati bû nivîsandin; bi sebr û sebat bû, bê westan xebat dikir; bêbextî û keyseperestiyê li ba wî cih ne didîtin; bi xwe re aşt bû, di nav aştiyê de bû. Xwazî hemû welatparêz, hemû rewşenbîr û entelektualên me, hemû siyasetmedar û “serokên” me wek kek Hemreş xweşbîn bûyana, evîndarê evînê bûyana, bi xwe bi xwe re di nav aştiyê de bûyana, bi yekîtiyê bi rasteqînî bawer bûyana, mûtewazî bûyana, rûmeta pirdengî û pir-rengiyê bigirtana. Wê demê êş û azarên me yên salan çareser dibûn, tu pirs û pirsgirêkên me ne diman; wê demê emê zû bigîştana tema azadî û demokrasiyê.
Berî dilovaniya wî bi demekê min pê re hevpeyvîneke dûr û dirêj kir. Ez xerîk im ku di zûtirîn qat de bigihîje dost û hogiran. Di serî de min xwe amade kir, min xwe hêsa kir. Piştî demekê min ew bi riyên curecur agahdar kir. Min diviya bû zemîneke pisîkolojîk (derûnî) bînim holê. Min diviya bû ku govanê dîroka me ya pêncî salên dawiyê zanînên xwe bi xwe re nebe gorê. Zanayî û zîrekbûna wî armanca min a rasteqîn fêm kiri bûn. Rojekê zengilê telefona min lê xist. Weke her car hêja Hemreş bû. Divêm bi we re payê bikim, gava di her bêntengiyeke xwe de ji min re telefon dikir, ez pir pê şanaz û bextiyar dibûm. Piştî pirsên li hal û ehwalan ji min re got: “Ez amade me. Te xwe têr hêsa kir? Ez dizanim armanca te çi ye. Ez ji her tiştî re amade me.” Mirina wî nêzîk bû, li ber derî bû, mirinê hembêz dikir. Lê hêsa bû, xwedan moraleke bilind bû; bi hêvî bû, xwedî baweriyeke zexim bû. Bi sedema van meziyetan jî, ligel gelek mercên dijwar, wî mirina xwe bi hindikayî sê salan dereng xist. Bi vê morala bilind ji xanima xwe Zênebê re digot: “Ez we bi tenê nahêlim.” Ez çûm, bi kamêra û kasêtên xwe ve. Deriyê xwe ji min re vekir û mêvandariyeke kurdayetiyê ye nedîtî nîşanî min da. Ez hefteyekê li cem mam. Min ligel wî bernameyeke bi rêk û pêk çê kir. Arşîva xwe ji min re vekir, dilê xwe vekir. Dîtin û xwastinên xwe diyar dikir. Tek kêliyekê jî ji ken û evîniya xwe ne hat xwar. Barê min giran bû, rewşa min xirap bû. Çunkî ji hevpeyvînê bêtir me xatir ji hev dixwast. Min gelek zor dida xwe ku rondikên (stêrkên) çavên min nebîne. Em bi hev re derketin gereke dûr û dirêj. Em çûn çiya û baniyên Kurdistanê, çûne gund û bajarên Kurdan; em bûne mêvanê Osman Sebrî, mêvanê Cegerxwîn, Nûredîn Zaza, ronesansa kurdan mala Bedri-Xaniyan; em bûne mêvanê serokê kurdan ê nemir Mela Mistefa Barzanî. Em ji gundê wî derketine rê. Malbata wî û zarotiya wî, ji kû hat navê Hemîd Toranli, jiyana wî û govaniya wî ya dîrokê heya roja dawiyê. Careke tenê be jî ne got “min” yan “ez”. Tim digot “me” weha kir, “em” gereke weha weha bikin. Wek hinekan dîrok ji xwe de dest pê ne dikir. Min ji çav û guhên xwe bawer ne dikir. Ez rastî siyasetmedar û rewşenbîrekî kurd hati bûm, ku heya nuha min emsalekî weha ne dîti bû. Ji sala 1953-an û heya îro roj bi roj çi dîtiye û derbas kiriye bê şirove nivisandi bû. Ez pêrgî bi hezaran belge, kasêt û fotografên dîrokî hatim. Bi dehan fotografên serok Barzanî li cem hebûn. Tevî ku pêwendiyên wî û Barzanî gelek xort bûn, ez pêrgî tu fotografeke wî û Barzanî ne hatim. Min got: “Çima?” Got: “Ewqas îşgûzar hebûn ku min fedî kir ez bi Serok re fotografekê bikşînim.” Em li ser gelek tiştan rawestiyan, ji siyasetê bigre heya edebiyatê. Li ser evîndariyê, li ser eşqê axifî. Min bi tirs pirsek jê kir: “Niyeta we heye hûn bîranînên xwe binivsînin?” Kenî û bersiv da: “Kekê Bedirxan, ku ez rojekê binvsînim, ez nabêjim ‘hatiralarim’ [bîranînên min, pênûs], ezê bêjim ‘hatalarim’ [şaşbûnên min, pênûs].” Bersiva wî gelek tişt raxistin ber çavan. Min karê xwe bi coşeke bilind qedand. Me, heya careke din, xatir ji hev xwast.
Roja ku çûye ser dilovaniya xwe soza me bi hev re hebû ku em hevdu bibînin. Wê rojê min berî hereketê ji xanima wî re telefon kir. Biraderekî, ku li mala wan bû, nûçeya reş da min. Cîhana min tarî bû. Careke din mi got: “Mirinê, bila navê te ‘bêbext’ be!” Wek gelek dostan ez jî di rêwresma cenazê wî de xemgîn bûm. Bi ya min be me rêwresmeke layiqî wî pêk ne anî. Helbet mebesta min ne cirimdariya kesî ye.
Hemreş jî ji nav me bar kir. Ax û wax bêfeyde ye. A girîng ew e ku jiyan û têkoşîna wî ji me re bibe nimûne. Oxir be, nîşana aştî, biratî û kurdayetiyê! Oxir be, efendiyê kurd, kekê hêja Hemreş Reşo, oxir be!
|