|
Pirsa
Kurdan bi çavên
“demokratekî”
ereb
Ahmed Abdalo
Her di çi demê de em Kurd gotarekê
di rojname an jî di kovarekê de dibînin ku li ser pirsa Kurdan nivîsiye,
hema yekser em wê dixwînin û hin kes jî wan gotaran dixin nav erşîfa xwe.
Lê demê pitûkeke qalind û qelew bête weşandin, em wê ji xwe re dikirin û bê
aram dixwînin. Vê gavê ez jî ji xwendevanên “Pênûs-ê” re dixwazim li ser
Pirtûkeka “Mafên mirovî û demokrasî li Sûriyê”, ya ku ji aliyê Komîta Erebî
ya Mafên Mirovî û bi piştgiriya Komîta Ewropî ya Mafên Mirovî di sala
2001-an de derçûye, binivîsim.
Ev pirtûk bi nivîsên 18 rewşenbîr û ronakbîrên ereb ên sûrî hatiya
weşandin, wek Eslan Ebdulkerîm, Cad el-Kerîm el-Cuba’î, Ebdulrezaq Îd,
Muhamed Îsam Dîmeşqî, Heysem Mena’, Heysem el-Malê’h, Muhamed Necatî
Teyara, Kerîm Ebu-Helawe, Fayêz Sara, Amêr Mehmûd, Semîr el-Adilî û gelekên
din. Herweha xanima bi rêz dr. Viyolêt Dagêr, seroka Komîta Erebî ya Mafên
Mirov, bi pêşgotineke fereh û nirxdar ev pirtûk xemilandiye. Wê xwe gelek
westandiye ta ku gotar û berhemên pirtûkê û rewş û pergala siyasî, civakî û
yasayî ya Sûriyê bide nasîn.
Ez jî dixwazim sernavên hin gotaran bînim zimên, wek nimûne bingehên civakî
yên guhartinên siyasî, saziya totalîtar, partiyên siyasî, tevgera mafên
mirovî, siyaseta ragihandinê; ragihandin, çand, perwerde û xwendin; rewşa
xortan, pirsa kêmnetewan, û gelek gotarên din.
Wek ji navnîşanên nivîskar û gotaran xuya dibe eve komek ji komên pêla
demokrasiyê li Sûriyê ye û gotarên wan kesayetiyan tevgera demokrasiyê li vî
welatî belû dike. Evan kesan di demeke ne dûr de, bi riya nameyên ji
serokatiya dewletê re û hevpeyvînên di mediya Ereban de, bala gelek mirovan
kişand ser pergala hundir ya dewletê, ji ber ku ta demeke nêzîk Sûriyê bû
bû yek ji wan welatên ku hundirê wê ne dihat naskirin; lepa hesinî ya
saziyên parastinê ew ji her alî de dorpêç kiri bû, ta radayekê ku her çi
kesî xwe berda qada xebatê ta ku bandora saziyên parastinê nerm bike an jî
kêm bike, ew êdî dibû berdevkê neyar û dijminan, ew davêtin binê zîndanan û
bi dehê salan kesî nizanî bû çi bi serê wan tê. Welat bû bû qada talan û
dugişan beranberî mafên mirovî û civaka bajarvanî. Wek ku diyar e, bandora
saziyên parastinê bi giranî xwe daye ser rewşa gelê kurd, ji ber hindê
nêrîn û ramana rewşenbîrên pêla dêmokrasiyê ji bo me Kurdan gelek girîng
in. Eger saziya dewletê bi nêrîneke tund, sert û şofen li hember tevgera
gelê kurd radiweste û mafê Kurdan binpê dike, de ka bê nûnerên dêmokrasiyê
ji bo çareserkirina pirsa Kurdan li Sûriyê çi dibêjin. Ma gelo tu
bernameyên amede ji bo çareserkirina pirsa Kurdan li Sûriyê li ba wan hene.
Her çendî tê zanîn ku pirsa kurdî yekser bi avakirina sîstemeke dêmokrasî ve
girêdayî ye, ji ber hindê nêrîna nûnerên pêla dêmokrasiyê ji bo tevgera gelê
kurd girîng e, lewre ku herdu alî ji bo yek armancê dixebitin.
Di wê pirtûkê de tenê nivîskarekî xwe bi pirsa “kêmnetewan” li Sûriyê re
mijûl kiriye, ew jî birêz Cad el-kerîm el-Cuba’î, nivîskar û lêkolînevan,
xwediyê gelek pirtûk û gotarên rengareng, herweha ew sekreterê paya bilind
ya Komîteyên Vejîna Civaka Bajarvanî li Sûriyê ye. Evî kesî xwe ji bo pirsa
kêmnetewan li Sûriyê pir westandiye. Ewî ev pirs ji her alî ve vekolandiye.
Tiştê herî balkêş jî ew e ku, li gor nêrîna Cad el-Kerîm el-Cuba’î, “ne
durust e em bêjin ku gel li komara ereb a Sûriyê beşeke ji netewa erebî ye,
belê ya durust ew e ku em bêjin ku erebên Sûriyê beşek ji netewa ereb e. Bi
vî rengî me bi şêweyekî yasayî hebûna komên netewên ne ereb li Sûriyê
çespand, û bi vê çespandinê me pirsa netewan danî ser riya çareserkirinê, ji
ber ku naskirina hebûna kêmnetewan dike ku pirsek heye hewcedarê
çareserkirinê ye”. Herweha Cad el-Kerîm el-Cûba’ di gotara xwe de dibêje ku
“îdeolojîya netewî ya erebî ji ber xwe ve nikane hebûna pirsa kêmnetewan
bipejirîne, ji ber ku ew îdeolojiyeke girtî û ne dîrokî ye. Nekanîna
pejirandina pirsa kêmnetewan bû bû bersiva serpêhatiyên têkçûnên leşkerî û
siyasî yên Ereban li ser qada şerî ya derve”. Herweha Cad el-Kerîm
el-Cuba’î di gotara xwe de berdewam dike û dibêje ku “bingeha nepejirandina
piraniya Ereban ji kêşeya kêmneteweyên di nav welatên Ereban de, û bi
taybetî kesên ku ramana xwe bi îdêolojiya netewî ve girêda bûn ne dikarîn
hebûna netewên din nas bikin, ji ber tengiya ramana wan ji aliyekî ve û ji
aliyê din ve hestê têkçûnê, ji ber têkçûn û serpêhatiyên li ser eniya şerî
ya derve, rewşenbîrê îdêolojiya erebî dabû ber lêmişta wendakirinê”.
Nivîskar di gotara xwe dibêje ku civaka Sûriyê yek ji wan civakan e, yên ku
gelek rengareng e û di heman demê de jî aram e, ji ber ku piraniya kesên
welêt bi netewa xwe Ereb in û bi ola xwe sunî ne. Çimku hejmara Erebên
misilman % 80,1, ji wan % 64,3 misilmanên sunî ne, % 11,6 elewî ne, % 8
îsmaîlî ne, % 0,4 şî’î ne û % 3 jî diruzî ne. Eger em Kurdan bidin ser
hejmara misilmanan, ku ew jî sunî ne, emê bibînin ku hejmara misilmanên sunî
li seranserî welêt dibe % 71,3. Lê Erebên file % 8,9 ji Sûriyan in, ji wan %
4 romên orthodoks in (yonanên orthodoks), % 1,3 romên katolîk in (yonanên
katolîk), % 1,3 suriyen-orthodoks in, % 0,05 suriyen-katolîk in, % 0,04
mewrinî ne, % 0,04 protestant in û % 0,07 keldan in. Eger em Ermeniyan, ku
hejmara wan % 4 bidin ser hejmara filan, file di welêt de dibin % 12,9 ji
sûriyan, herweha li welêt hejmareke gelek biçûk ya ezîdî û cihuyan ku % 0,05
heye. Li ser eniya netewî, Ereb % 89, Kurd % 7 û Ermen û Çerkes % 4 in. Li
gor van hejmaran em dibînin ku hêmanên yekîtiya niştimanî gelek xort in û
ne hêsan e ku ev yekîtî bête birîn, lê ew ne tiştekî ji jor ve hatiya, belê
ew bi xwe xebateke bê dawiya dibe ku mirov ji bo wê herdem bixebite ta ku wê
qezenc bike. Yek ji mercên qezencê – li gor Cad el-Kerîm el-Cuba’î – îro
yekîtiya yasaya Sûriyê û bi taybetî yasaya zewacê, tiştekî pir balkêş e û
di heman demê de jî ne durust e ku di welatekî, ku xwe ber bi nûjenbûn û
bajarvaniyê de amede dike, de gelek rengên qanûnên zewacê hebin. Belê yek ji
mercên yekîtiya civakê yekbûna yasayê ye. Helbet civak bi qanûn û rêwresman
nayê guhartin, lê gelek girîng e ku nêrîna ku em pê cîhanê û civakê dibînin
bête guhartin. Em li Sûriyê hewcedarî şoreşeke kopêrnîkosî ne. Kopêrnîkos
sîstema gerdûnî neguhart, belê wî tenê nêrîn guhart, pê re jî hertişt di
mejî û hişê mirovî de hate guhartin.
Ji bilî rûniştevanên sûrî yên kurd tu komên olî, mezhebî, netewî an jî
zimanî-çandî zor û zordariyê nabînin, belê ew şêweyên zordestiya li dijî
Kurdan ta radeyekê karine ne qanûnî û ne jî destdûrî ne, ku hin karmendên
saziyên herêmî, û bi taybetî yên parastinê, pê radibin. Tenê projeya
“Kembera erebî” û kişandina nasnameya Sûriyê ji 16000 [!] Kurd li gor
serjimartina 1962-an pêkanînên navendî ne. Ev pirsa ta nuha ne hatiye
çareserkirin û ew hewcedarî çareseriyeke di çarçewa destdûrê de ye.
Hêjayî gotinê ye em bêjin ku Kurdên Sûriyê li herêmên ji hev dûr û cuda
rûdinin –li paytextê û li bakur û rojhilatê welêt; piraniya wan hatine
erebkirin û piraniya wan “Ereban” tu zaravên kurdî nizanin. Ji bilî van
tiştan bingeheke hevbeş û serpêhatiyeke dîrokî di navbera Ereb û Kurdan de
heye ku kêm mirov dikare Ereban ji Kurdan bike der. Kesine kurd bi germî di
qada siyasî ya Sûriyê de xebitîne, ta radayekê ku hin ji wan gihan payine
bilind di dezgehên dewletê yên bajarvanî û leşkerî de, wekî serok-dewletê
Sûriyê, bê ku ev serpêhatî hestên Ereban yên netewî veguhuzîne. Belê Kurd li
Sûriyê wek kesên herî niştimanperwer tên naskirin. Di nav Kurdan de îro
tukes otonomiyê dawe nake. Tew li ser cudabûnê axaftn jî tune ye. Lê
tiştekî ne normal e ku em Ereb mafê piştgiriya gelê kurd li Sûriyê bi
hevbirayên wan re tune bikin, herweha pêwîst e em mafê Kurdan yê çandî, wek
mafê komeke netewî ye taybet ji bo hevgirtina wan ya navxwe, bipejrînin.
Heger di nav Kurdan de li Sûriyê kesin hebin ku fanatîkê netewa xwe ne, ew
jî wek bersiv li dijî netewperest û şofenên ereb tê xuya kirin. Ji ber
hindê pêwîst e em zanîna netewî ya erbî ji bermayîn fanatîzmê paqijbikin.
Fanatîzma netewî li her deverekê û di her demekê de nexweşiyeke bêderman e.
Yek ji faktorên herî girîng ji dûzkirina têklî û pêwendiyan di navbera
piranî û kêmaniyan de –hîn gotin ya el-Cûba’î ye – zewaciya derve, ango
zewaca Ereban ji ne Ereban, û zewaca misilmanan ji ne misilmanan. Di bin
roniya faktorê zewaca derve de têkliyên Ereb û Kurdan nêzîkî tevlihevbûna
civakî tên diyarkirin. Ji bo rastkirina vê yekê divê qanûna zewacê bête
guhartin, ji ber ku di mecalê mafên siyasî û şaristanî de tu cudabûn di
navbera piranî û kêmaniyan de tune ye [...] Hemo gel ketiye bin saya
zordariya dezgehên saziyê û bi taybetî dezgehên parastinê [...] Bi taybetî
piştî 1963-an, ji bilî ew serpêhatiyên li dijî Kurdan, mafên siyasî yê
kêmaniyan bi xewn û girêkên îdêolojiya netewî ya erebî ve hatiye girêdan. Ji
bo çareseriyê divê îdêolojiya netewî bêt zanistî- û demokrasîkirin.
Ev in bi giştî raman û pêşniyarên dêmokratekî nûjen î ereb, ku yek ji wan
kesan e, yên ku li Sûriyê gelek kes hêvî û daxwezên xwe bi xebata wan ve
girêdidin; yên ku diviya bûn bi ramana xwe ji netewperest û şofenan gelek
dûr û cuda bûyana; yên ku pêwîst bû berî herkesî mafên mirovan bi taybetî û
mafên neteweyan bi giştî daxwaz bikirana; yên ku Tevgera Kurd li Sûriyê û
herweha hemo daxwazkerên demokrasiyê li Sûriyê hin hêviyên xwe bi xebat û
çalakiyên wan ve girêdidin.
Dibe ku ev kesên ha di warê xebata ji bo demokrasiyê, guhartina civakê û
rexnekirina îdêolojiya netewî ya erebî de gelek mafdar, şervan û şoreger
bin, lê di warê mafên gelan de ew kesana nikarin ji çarçewa îdêolojiya xwe
ya netewî bi dûr kevin. Weke di rêzên gotarê de diyar dibe ev reng
rewşenbîr tenê ta sînorên mafê netewan demokrat in, û her di çi demê de
axaftin bête ser mafê netewa kurd, ew jî dikevin rêza şofen û fanatîkên
netewa ereb. Çawa mirov dikare bibe piştgirê mafê mirovan, bi dehê salan
bibe girtiyê azadiyê û di rewşeke dijwar de xebata xwe birdewam bike û ji
ramanên xwe şûn ve nekişe; li hember hovîtiya dezgehên saziyê bibe qehreman
û bê tirs, dema li ser mafê mirovî bête axaftin, ramanên xwe diyar bike, lê
di heman demê de wisa bi tirs, teng û bê ku li gotinên xwe birame dikare li
ser mafê neteweyan baxife û çareseriyeke wisa çewt ji pirsa Kurdan re
bibîne!?
Xala herî sereke ji çewtiyên nivîskarê gotarê ew e ku ew Kurdan wek netewe
nabîne, belê ew Kurdan wek kêmnetewe nîşan dike. Ez jî dixwazim li vir ji
xwendevanan re ronî bikim, ka bê kêmnetewe çi ye. Kêmnetewe beşek ji
neteweyekê ye, ku ji ber sedemên dîrokî (şer û ceng), olî an jî erdnîgarî
(serpêhatiyên xuristê mîna erdhejê an jî tofanan) ji cih û warê bav û kalan
reviye û li ser xaka miletekî din bi cih û war bûye. Heger em bi vê pîvanê
li Kurdên Sûriyê binêrin, ma gelo rast e em ne li ser axa bav û kalên xwe
dijîn, ma ne Kurd li herêmên Kurdan li Sûriyê ji berî ku Sûriyê wek dewlet
bête sazkirin hene.
Xala didoyê, ew dide zanîn ku zimanê Kurdan li Sûriyê tune ye, belê bi ya wî
be me Kurdan zimanê xwe wendakiriye û em êdî bûne Ereb.
Xala sisiyê, ew cih û warê Kurdan jî serûbin dike.
Xala çarê, ew dide zanîn ku hemo kêmnetewe li Sûriyê bê maf in, ev jî ne
rast e, ji ber ku ziman û çanda gelek kêmnetewan li Sûriyê tê xwendin û
nivîsandin; wek nimûne gelê ermen li Sûriyê dikare bi zimanê xwe bixwîne û
dibistanên wan ên taybet ji salan ve hene, herweha di dêran de gelê asûrî
dikare zimanê xwe bixwîne. Lê nivîskar nikare bibîne – an jî naxwaze bibîne
– ku gelê kurd ji mafê xwendin, bihîstin û nivîsandina bi ziman`e zikmakî
bêpar e.
Xala pêncê û ya herî balkêş ew e ku nivîskar çareseriyekê ji pirsa kurdî re
diyar dike; ew jî ev e: pêwîst e melyonek-didu Kurd bi du melyon ereb re
bizewicin û weha pirsa Kurdan êdî bi şêweyekî “aştiyane, dêmokratane û di
çarçewa destûrê de” têt çareserkirin.
Xala şeşan ew e ku nivîskar çewtiyeke hejmarî di warê hijmara Kurdan de
dike, gava hejmara Kurdan % 7 ji rûniştevanên Sûriyê dijmêre. Wek tê zanîn
çavkaniyên Kurdan gelê kurd li Sûriyê % 11–12 ji sûriyan dibînin, tevî ku ne
nivîskarê gotarê û ne jî çavkaniyên Kurdan nikarin hejmareke rast bidin
xuyakirin.
Ya dawiyê ku mirov pê dirame ew ku eger ramana “demokratan” li Sûriyê ev
reng raman be, mirov nizane ka bê çiqas dem pêwîst e ta ku Tevgera Kurd
bikari be “xêzên sor” biçirîne, ta ku bikari be armanca xebata Tevgera Kurd
li Sûriyê bi şêweyekî baş û rast bighîne taxên Ereban li Sûriyê, ji bo ku
pirsa Kurdan bibe pirsa wan; ta ku careke din em nekivin bin saya xewnên ku
qaşo-komonîstên Sûriyê ji bo Kurdan didîtin, wek ku di saya sosyalîzmê de
Kurd dê bigihin mafên xwe. Îro jî hin kes dixwazin bêjin: De, kurdo, raweste
ta ku em saziyeke demokrat li welêt peyda bikin û pişt re emê li ser mafê
Kurdan baxifin. Helbet rast e, tenê di bin siya saziyeke demokrat de gelê
kurd dikare bigihîne mafên xwe yên netewî, lê tucarî xebata Tevgera Kurd li
Sûriyê li pêşiya xebata ji bo demokrasiyê ne bûye asteng.
Belê, xebata ji bo demokrasiyê û ya ji bo mafên netewî yên gelê kurd yek
xebat e.
London, 2003
|