|
Xwendevanên hêja!
Her sal bi hatina Adarê gelê kurd li her çar perçên Kurdistanê û li hemû
welatên ku ew lê cîwar bûye yadên Adarê – çi yên şîn, çi jî yên şad – bi
bîra xwe tîne; hêz, viyan û xoratniyeke bêdawî ji wan yadan werdigre û
têkiliya xwe, girêdana xwe bi doza gel û welatê xwe re hîn xortir û kûrtir
dike.
Ew, ango gelê kurd, hêz û vejîna xwe ji bûyerên curecur, yên ku Adar ji wan
tijî ye, werdigre: Ji lihevhatinên 6. û 11-ê Adarê; ji Helepçeya birîndar û
xweragir; ji Newroz, avsaneya Kawayê Hesinkar û şehîdên Newrozê (nemaze jî
şehîdê Newroza Şamê, nemir M. Emîn Adê); ji dardekirina serokomarê kurd yê
pêşîn, pêşewa Qadî Mihemed û hevalên wî... Û hwd.
Ligel hemû şîn û şahiyên Adarê jî, netewa kurd – serûber – bi jidayibûna
serokê nemir, bavê Kurdayetiyê M. M. Barzanî, ku di 14-ê Adara 1903-an de
çavên xwe li cîhanê vekirine, şa dibe û hêzeke nû, viyaneke xort ji vê
bîranîna pîroz werdigre, da ku li ser riya xebata xwe ya dadmend û rewa
berdewam bike.
Vêca îsal taybetiyeke vê bîranînê heye: Sed sal di ser jidayikbûna serokê
gewre re, yê ku gelê kurd hîn li her çar perçên Kurdistanê duruşmeya wî
“Kurdistan yan neman” berz û bilind dike, derbas dibe. Lewre jî me xwast
kovara we taybetiyekê bide vê bîranînê û, ne bi giştî be jî, rûpelên xwe bi
nivîsarên li ser Nemir dagire. Loman jî me sînorkirineke xwe ye weşandinê jî
derbaskir, ku çê nabe nivîsar ji 15 rûpelan dirêjtir be.
Hezar silav, rêz û giramî li bîranîna te ya pîroz be, bavê Kurdayetiyê!
Dr. Kamiran Bêkes |