|
| Destpêk Efrin.net |
|
Qamişlo
di evîna welêt de dilekî e 2/2
Mihemedê Mela Ehmed
Civata QamişloJi bo em civata Qamişlo nas bikin, emê di sê qunaxan re lê binêrin.1. Dema mandata Firansa 2. Qunaxa yekem ji hikmê erebî (ji serxwebûnê ta sala 1958 an) 3. Qunaxa didowan ji hikmê erebî (ji sala 1958 an ta niha)
1. Dema mandata Firansa Ji bo ku Firansa desthilatdariya xwe li Cizîrê xurt bike, siyaseteke gelekî xirab li ser xelkê wê gerand. Milet berdida hev û ew jev cuda dikir û kir ku bi çavên neyartiyê li hev binêrin. Ev xirabiya he gihand kesên Qamişlo jî, û ew pê hatin êşandin. Malbatên ku siyaseta Firansa li sûriyê, an li cizîrê, ne dipijirandin li cem desthilatên firansî ne di cihê layiq de bûn. Lê zilamên meyldarên wan di gurbûna xwe de bûn, zordariya xwe li xelkê dikirin; kêm bûn ew kesên ku kari bûyana li wan vegerînin. Ev siyaseta he hêşt ku ferq, cudabûn û newekhevî di taxên Qamişloyê de jî bên xuyakirin. Hin tax biçûk bûn, xelkê wan ji nijadekî, yan ji olekî bûn, xwe li hev digirtin; cuda ji xeynî taxan, weke Gîto ji xwe re çê dikirin, mîna Cuhiwan, behra gelek ji wan, tenê bûn. Kenîsa wan di nîvê taxa wan de bû, civata wan taybet bû, lê peywendiyên wan û bazirganiya wan bi miletên din re hebû. Bêhtirê wan karê firotina qumêş û eterî dikirin. Ermenî jî welê ji xwe re bûn, xwe li dora hev girti bûn, dêra wan nîzîkî wan bû. Lê hinek ji yên devera Bişêriyê li taxa Bişêriyê rûdiniştin û malên xwe li wê derê ava kiri bûn, evên he bi Kurd û Siryanan re dijîn. Gelek ji Ermeniyan, nemaze yên ji Heleb û Dêrezorê hati bûn karê pîşe (sin’et) ya hesinî dikirin. Wan ev kar di nav xwe de dihêştin û xeynî xwe şehrezayê wê ne dikirin. Bi rex hinek ji wan, nemaze yên ku ji Bişêriyê hatine, karê çandinya zadî dikirin. Lê Siryan, yên ji Ezex û çiyayê Torê, Midyat, Mêrdîn, Diyarbekirê û ji derên din hatine, di rojavayê sûka navendî û taxa Cuhiwan de rûdiniştin. Di taxa Qedûr beg û Bişêriyê de jî bi Kurdan û Ermeniyan re malên xwe ava kirin. Wan jî dêra xwe di nav xwe de ava kirin û karên cuda cuda dikirin. Lê hemû wan, di karên xwe de, bi xeynî miletan re danûstandin û bazirganî dikirin.
2. Qunaxa hikmê erebî yê yekem (Ji serxwebûnê ta yekîtiya bi Misirê re) Di navbera salên 1946 û 1958-an de Cizîr, nemaze jî Qamişlo, bû bû bajarekî vekirî ji hemû kesan re, ji hemû nifşan re, yên ku bikarin xizmetê ji bo miletê xwe bikin û sûd û kelkê bigihînin welêt. Lewre birex kesên wê yên berê, weke Kurd, Ermen, Siryan, Cuhû, Aşûrî, Çerkes û Kildanan, gelek kes ji bajarên Sûriyê weke Heleb,Udlib, Hema, Hums, Şam, Horan, Siwêda, Ladiqiyê û xeynî wan jî, ji bo kar li Qamişlo, bi piranî dihatin xuyakirin, nemaze di Havînê de, dema dest bi kar û barên çinînê dikirin. Herwiha jî di sûka Qamişloyê de, navenda bazirganiya Cizîrê, û gihandinheva riyan û şopan, weke xeta tirêna ji Tirkiyê diçê Bexdayê (Tirêna Rojhilata Lezok) û ya ji qamişlo diçê Şamê, û birex xeta firokan navbera Qamişlo û Heleb û Şamê de, û riyên otomobîlan di nav bajarên Cizîrê de, û Tirkiyê de, bi riya Nisêbînê, û bi Mûsilê re. Bi rex hebûna bengên peran, weke benga Sûriye û Libnan, û benga Sûriye ya bazirganî û benga deynên gelêrî. Ji bilî fîrmên makînên çandinyê weke ya Katirpîlar û ya Intirnasyonal, an weke firoşgehên parçên otomobîlên biçûk an mezin, an makînên çandinyê, weke makînên çinînê an yên hûrkirin û bêjingkirin an yên dîskên rakirna şovan, an terektorên her awayî. Bi van karan re jî, hebûna pitrolê di Qereçoxê Cizîrê de. Bi vê rola aborî ya mezin re, me ji destpêka salên pênciyan de dît ku Qamişlo bibû navendeke siyasî–çandî ji bo hemû Cizîrê. Partiyên wê yên gelek, weke Partiya Demokrat a Kurd, a Komonîst, a Be’is, a Niştimanî, a Gel, a Qewmî Sûrî; a Îxwan el-Muslimîn û partiyên siryaniyan û yên ermeniyan jî. Van hemûyan tevgereke siyasî û çandî lê peyda kirin û hêştin ku Qamişlo di demokratiyê de û di danûstandina civakî de ji xeynî xwe belûtir bibe, û li ser peywendiyên Firansa yên cudabûn û ne wekheviyê ket. Lewre rûkî bajarvanî yî geş nîşan da, hêşt ku navê Qamişlo bilind û belav bibe. Û bajar di aliyê avakirnê de pêş de çû, fireh bû, û xelkên wê hemûyan bi hev re kirin ku navê wê bi têkilyên wan ên dostanî, hevaltî û biratiyê bi ser keve û bajarvaniya wê berçav bibe. Di aliyê aborî de hemûyan bi hev re kirin ku pêş de here, di ked de bilind bibe, bazirganiya wê di Cizîrê û Sûriyê de fireh bibe, xêr û bêr li kesên wê bibare û bi xweşiya destfirehiyê bihesin. Hemû li dora hev kom bûn, paywendiyên xwe bi hev re xurt kirin û rê ne dan ku çavreşiya dema Firansa, an zikreşiya nû, di nav wan de peyda bibe. Partiyên wê hemû di nav milet de dixebitîn, lê xirabî di nav de ne dihêştin (weke çawa Firansizan dihêşt). Holê me dît hemûyan di cadên Qamişlo de ruhê welatperweriyê xwedî dikirin, di qucikên xaniyan de hestên netewî gur dikirin û di civatên xwe de ruhê mirovantiyê dijenandin. Bi vî awayî Qamişlo bû bû bingeha bajarvaniya hevkar. Gavên mezin di paqijî û tendurustiyê de avêtin, û durhên bajarvaniyê lê xuya kirin. Boriyên ava paqij û xetên elektirîkê di nav hemû bajêr de belav kirin; avahiyên nûjen lê peyda bûn, cadeyên fireh, dirêj û rast hatin xuyakirin; xelkên wê zêde bûn, taxên wê fireh bûn, baxçe di nav bajêr de hatin çandin û sazkirin; dibistanên keçkan û kuran, yên seretayî û yên navîn, yên dewletê an yên milet, pir bûn; yaneyên werzişî û civatên arîkariyê belav bûn; rojname lê peyda bûn (Kurd ji van bê behr bûn); sîneme, çayxane û otêl pir bûn; pirtûkxane, navenda kultûrî û firoşgehên rengereng di nav bajêr de belav bûn. Hemû kesên bajêr, ji salên çilan û penciyan û destpêka şêstan ve, beşdarê vê tevgera bajarvaniyê bûn, ji wan navên jêrîn tên bîra min: ü Bijîşk. Ji salên sihan û çilan dr. Ehmed Nafiz, dr. Pol Silavaykov (Bulxar) û dr. Momocyan. Ji salên pênciyan dr. Mihemed Xêr el-Wahidî, dr. Ednan Begdaş, dr. Refîq Ebû el-Si’ûd, dr. Qenewatî, dr. Hebaş, dr. Miskî, dr. Seysiyan, dr. Dara Arif, dr. Qasim Miqdad û dr. Ebdilcebar Yûsifan. Di dû wan re gelek bijîşk li bajêr peyda bûn. ü Serokên desgeha bajarvaniyê (belediyê): Ebdilmesîh Sefer, Can Tewîl û endezyar Ferîd Anawîs. ü Parêzer. Bêhtirê parêzeran ji bajarên hundurê Sûriyê bûn; weke: Elyas Dubaî, Corc Endirawis, Corc Ebû Eselî, Kemal Qedûr Beg, Mîşêl Eso, Ebdilezîz Hesen Beg, Corc Sefer, Nihad Eclûnî û dû wan re gelek parêzer li bajêr peyda bûn. ü Efser: cinêral Tewfîq Nizamedîn, serheng Tel’et Qedûr Beg, kaptên Osman Haco, cinêral Nihad Ebdilrezaq, kaptên Mecîdê Haco, û xeynî wan jî, yên ku navên wan nayên bîra min . ü Ji navdarên bajêr, ji bilî yên me bi nav kirin, gora tê bîra min: Arif Beg Ebas, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Mela Ehmed Zivingî (miftiyê qamilo), Silêmanê Haco, Mela Ehmed Namî, Mela Ehmed Şûzî, Mela Ehmed Êrsî, Mela Tahir Mela Hamid, Yûsif Mîrza, Ehmed axa Derwîş, Ebdê Têlo, Hesen Hişyar, Ezîzê Zazî, Eliyê Zazî, Mihemedê Pilîko, Xelîlê Osman, Mihemedê Heskê, Mihemedê Remiko, Hisênê Es’ed, Cemîlê Birahîm, Ebdilbaqî Nizamidîn, Zekî Nizamedîn, Reşad Hac Elî Beg, Subhî Hac Elî Beg, Zekî Çelebî, Ebdirezaq Çelebî, Tewfîq Çelebî, Ebdirihman Perê, Ebdilrezaq Perê. ü Ji xelkên Dêrezorê li Qamişlo: malbata Humiş, malbata Sabit Medad, malbata Hedîdî, malbata Hibil û xeynî wan jî. ü Ji Siryaniyan: mala Esfer û Necar, mala Hedayê, mala Mi’marbaşî, mala Terzî başî, mala Esmer, mala Gelo Şabo. Û ji dema firensiyan ve: Mîşêl Dom, Mîşêl Eso, Dawûd Hana, Çermûklî û Qewmê û xeynî wan jî. ü Ji Erminiyan: Xaço Şero, Manok Gerebêtyan û xeynî wan jî. ü Ji Cuhwan: Moşê Zixeyir, mi’elim Barox, Izra yê etar, Ferec Samih, Samihê berber, û xeynî wan jî. ü Ji Helebiyan: Zekeriye Cemîlê û birayên wî, mala Hesen Cibare, mala Ebdo Refî’e û xeynî wan jî. ü Ji navdarên Partiyan. Ji Partiya Komonîst: Arakêl Madoyan, Remo Şêxo, Osman Birahîn, Cegerxwîn û Mîşêl Eso û Nûrî Ferhan û xeznî wan jî. Ji Be’isyan: Bedrî Simaîl, Hesen Ebdilfetah, Amanûêl Lebîb, Ebdirehman Besîr û xeynî wan jî. Ji Partiya Qewmî Sûrî: Enîs Midêwayê, Corc Hermûş, Ilyas Rehawî, Zekî Nizame dîn. Ji Partiya Ixwan el-Muslimîn: Hac Reşîd Yûsifan, Mihemed Şêxê û xeynî wan jî. Ji Partiya el-Nasiriyûn: Silêman Haco, Xelîl Sabit Medad û Ebdilah Xelûf û xeynî wan jî. Ji partiya Gel: Ebdilbaqî Nizamidîn. Ji Partiya Niştimanî: Hesenê Haco, Reşad Hac Elî Beg û Kemal Qedûr Beg. Ji Tevgera Demokrat a Kurd: Mihemedê Mela Ehmed, Ebdilezîzê Eliyê Evdê, Derwêşê Mela Silêman, Samiyê Mela Ehmedê Namî, Ebdilayê Mela Elî, Xalidê Meşayix, Mihemed Mistefa, Ebdilsemed Mela Xelîl, Mela Mihemed Neyo, Mecîdê Haco, Mihemedê Fexrî, Ezîzê Dawê, Tahirê Sifûg, Yûsif Simaîl, Ebdilletîf Elî Ebdê, Ebdilbaqî Elî-Xan, Hesenê Bişar, Ezîzê Omerî, Nûrî Hacî, Selah Bedridîn, Ebdilrezaq Mela Ehmed, Êdîb Heybet, Şemsedîn Mihemed û xeynî wan jî. Dû re bêhtirê serdarên partiyên Kurdan hatin li Qamişlo rûniştin, weke Hemîdê Hacî Derwês, Ismaîl Omer, Ismet seyda, Fûad Elîko, Hesen Salih, Ebdilbaqî Yûsif, û berî wan Kemalê Ehmed-Axa û Nezîr Mistefa li wê derê bûn. Û holê Qamişlo bû navenda tevgera siyasî ya kurdî li Sûriyê. Ev kesên he hemû, û kesên Qamişlo yên din, bi hev re beşdarê pêşdeçûna wê bûn. Wan hêşt ku bajar ji aliyê avakirin, paqijî, tendurustî û di hemû aliyên bajarvaniyê de pêş de here, ta navê wê bilind bû. Heryek ji wan roleke xwe di aliyê jiyana bajêr de leyîst, weke hilbijartina jibo perlemana Sûriyê. Di wî çaxî de dibûn bir, li hember hev disekinîn û ji bo serketinê berberîtiya hev dikirn (destê hukûmetê di hilbijartinan de gelekî dirêj bû), weke ya sala 1954-an û ya 1962-an, lê dema ev bûyera he bi dawî dibû vedigeriyan weke berê, heryekî ji bo pêşdeçûna welat û bajêr karê xwe dikir.
3. Dema hikûmeta erebî ya didowan (ji sala 1958 an, ta roja îro)Dema dora dewletê ji bo avakirina bajêr û pêşdebirina peywendiyên civakî, çandî û aborî hat, û ji bo gavan bal jiyaneke demokrat û şaristanî ve bavêje, mixabin, ronahiya berê bi siyaseta xwe ya çewt vemirand û bi kêlbên nijadperestiya xwe û bi cudabûna li nav welatiyan kar anî, şewqa hevkariya bajarvaniya wê çilmisand, civata wê jev xist û taromaro kir; ew vegerand dema Firansiyan, ji cudabûn, bendîtî, çavreşî û newekheviya li ser bingihê cudabûna netewî, nijadî û endamtiya partiya Be’is. Holê siyaseta jevxistina milet û dûrkirina wî ji hev bû karê dewletê, digel ku ew serdestê vî welatî bû. Bi vê re zilamtî, keysdarî, paşgotinî û qelewêzî pir bû bû; durûyî û bêbextiyê, hember rastî û dilsoziyê gur bû bû. Holê mirov dibîne ku bermayê vê siyaseta qirêj gelekî li ser welatiyan giran û xirab bû – şûna wan bike yek, ew berdan hev, ew ji hev dûr kirin. Xelkê wê, bi siyaseta xwe ya aborî, belengaz kir. Rûmet di bin siha şeperzetî û bertîlan de şikest, ta radeyekî li pariyê nanê xwe digriyan, ewê biyaniyên hejmara wan zêdebûyî dixwarin, an di Havîna germ de midîkarê misteke ava paqij bûn, lê diman heyirî, û biyaniyan di nav gola wê de sûbahî dikirin. Û holê ji aliyê aborî ve, hember siyaseta dijîtî, bêarîkarî û bêamadakirina pirojên aborî, bajar bi paş ket. Bazirganiya wî, çandiniya wî bi paş ket. Çanda wî jî xurû bû çanda nijadperestiya be’sî. Havila zordariya desthilatên nijadperest û zora dezgehên parastinê hêşt ku birêvbiriya bajêr, an ya parêzgehê, an ya perlemanê di destê Be’sî û hevalbendên wan, yên binav tenê, bimîne, bê ku guh bidin tu kesan, an tu netweyan, yên mafên wan her û her winda.
Aboriya QamişloCizîr zemîneke deşt e, ji zemînên Sûriyê yên bi xêr û bêr e. Bi rex dewlemendiya wê bi pitrolê, tête naskirin ku ew cihê çandina genim, ceh, pembû û xeynî wan e jî. Bajarê Qamişlo di nîvê bakur de dikeve, roleke wî giring di gihandinheva bajar û gundên rojhilat û rojava bi bajarên hundirê Sûriyê ve, û bi yên Tirkiye û Iraqê ve jî, heye. Çimkî xeta hêsin ya tirêna ji Tirkiyê diçe Bexdayê (Tirêna Rojhilat a Lezok) di ber re diçe. Yeke dî jî diçe Dêrezor, Heleb û Şamê. Herwiha xeteke sazkirî ye firokan di navbera Heleb û Şamê de jî heye. Yên otomobîlan jî di navbera bajarên Cizîrê û yên hundirê Sûriyê de heye. Bi Tirkiyê (bi rêya Nisêbînê û bi Mûsilê re jî heye. Çandiniya zadan di pêpelûka yekemîn ya aboriya Cizîrê de ye. Ew, bi rex xwedîkirina pezan, cihê herî giring digre. Evên he, û bazirganiya bi gundan re, aboriya Qamişlo timam dikin. Hukûmetê tu karxane lê ava ne kir, ne jî hêşt tu kes ava bike. Çandinya wê bi ava baranê ve girêdayî ye. Lê hinek omîda xwe bernadin ser ava baranê tenê, ya ku sal bi sal kêm dibe – ji xwe re bîrên irtiwazî dikolin û çandinyên xwe pê av didin. Lê gelekbûna van bîran dihêle ava binê erdê kêm bibe û têra avdana hemû çandinyan neke. Lewre eva, kêmbûna baranê û hin sedemên din dihêle ziyaneke mezin bigihe aboriya Qamişlo û welêt, û şûnemayên xwe li ser jiyana xelkê bihle. Digel vê jî desthilatên dewletê ava çemê Dicle yê nîzîk nakşînin û erda Cizîrê pê av nadin. Hin taxên Qamişlo di Havîna germ de bê, an kêm, ava vexwarinê dimîne. Ji aliyê aboriya pezan ve, hozên ereb bêhtir ji ên kurd guh dan xwedîkirna wan, ew jî bi sedema siyaseta nijadperest ya hukûmetê. Çinkû Kurd man bê erd û çêregeh, nemaze piştî ku hukûmetê dest danî ser erdên wan. Ev xwedîkirina pezan roleke xwe ye giring, bêhtir ji ya çandinyê, li cem Ereban heye, digel ku hukûmet gelekî dike ku Ereban bi erdê ve girê bide, lê pê re naçe serî. Çinkû ew Erebên ku dibin xwedî erd nikarin xwe pê mijûlbikin û bi barê wê rabin. Lewre wê bi behir didin dewlemendên bajêr. Ew jî bê kar li mala xwe rûdinin, an bi pezên xwe ve mijûl dibin. Di salên çilan û pênciyan de li Qamişlo tevgereke bazirganî ye fireh di navbera wê û gundên wê û bajarên Cizîrê de hebû. Di bingihê xwe de li ser kirîn û firotina genim, ceh, birinc, nîsk, nuhk û pembû; ya pezan jî, goşt, çerm, hirî, rûn û xeynî wan jî bû. Dema guhdan ji zêd re zêde bû û erd hemû hatin çandin, makînên çandiniyê pir bûn û gelek dikanên serastkirina wan vebûn; weke ya terektoran, diskan, yên çinîna wan, yên rakirina şûvan û yên reşandina tovan, û hemû nifşên wan û yên otomobîlan. Bi rex van hin karên kevin ên bi dest jî li Qamişlo hebûn, weke çêkirina merşên biçûk yên malan, çêkirna kulavan, bûyaxkirina qumaşan, çêkirna qunderan, dirûna cilan, karê necarî û ya hesinî, çêkirina zêran û xeynî wan jî. Hember van hemûyan, ji hundirê sûriyê, nemaze ji Heleb û Şamê, hin tiştên gerekên malan, zînet û xweşikkirin tanîn.
DibistanDema Firansiyan dest bi avakirina Qamişlo û saziyên wê kirin, dibistan jî lê ava kirin. Di salên sihan de dibistaneke seretayî ji kuran re ava kirin (niha cihê wê mekteba Partiya Be’is, ş’uba gundan e). Di destpêka salên çilan de me dibistaneke seretayî ye fêrmî ye keçan, nîzîkî dibistana kuran û mala misteşarê firansî, dît (niha xaniyeke hember baxçeyê ye ku bi navê Bilûdan tête naskirin). Dibistana keçan ya dewletê ta salên pênciyan – dema dewletê hin dibistanên din jî ji keçan re ava kirin – yeke tenê bû. Xwendekarên dibistana seretayî bi pênc polên xwe ve, bi rex polek ji herî biçûkan re (hedane), zimanê erebî dixwendin (zimanê firansî di polê pêncan de dihat xwendin). Xwendekarê dibistanê piştî xwendina pênc polan (sefan) belgenama (şehada) sertefîka bidawîkirina xwendina seretayî distand. Ew jî piştî ku dewletê fehseke giştî ji hemû xwendekarên sefê pêncan re, yên li qeza Qamişlo, bi hev re di cihekî mezin de, weke odên (salon) qişla leşkerî ya li Qamişlo, çê dikir. Weke çawa bi min û hevalên min re di sala 1949-an çê bûyê. Niha ev awayê fehsê bi xwendekarên sefê nehan û yê diwanzdehan re çê dikin. Di wê demê de, ji bo hînkirina xwendekarên dibistanên Cizîrê, xwendin û nivîsandin bi zimanê erebî bû, û bi sedema ne bûna mamostayan li cizîrê hukûmetê hin mamostayên xwendegehan ji bajarên hundirê Sûriyê tanîn Cizîrê. Sala 1944–1945 ji xelkên Qamişlo tenê çar mamosta hebûn: Henne Midêwayê birêvebir (mudîr) bû, Kerîm Gebriêl û Cubraêl Hayik û Fehmî Stembûlî jî mamoste bûn. Ta destpêka salên pênciyan ji kesên Qamişlo tenê ev mamoste man, dema Henne Eslan jî bû mamoste. Dû wê salê re ez û hevalê xwe Osman Segvan, di destpêka sala xwendinê ya 1953–1954 an de bûn mamoste (ez li Qamişlo, û ew li Tirbispî). Di sala dû re, yanî ya 1954–1955 an de, hevalê min Xelîl Sabit Medad bû mamoste. Û di salên dû re heval Ebdilfetah Salih û Hesen Hisên û Isa Xemîs û xeynî wan jî ji xelkên Qamişlo bûn mamosteyên dibistanên wê. Ji destpêka sala xwendinê 1958–1959 an ve xwendina seretayî, ji dêlî pênc salan, bû şeş sal. Dema şagirtên dibistanan xwendina xwe ya seretayî li Qamişlo bi dawî dikirin, neçar dibûn herin bajarê Hisiça, da ku xwendina xwe ya navîn di xwendegeha wê (techîz) de ta sefê diwanzdehan berdewam bikin. Çinkû li Qamişlo, ta sala 1950-î, xwendegeha navîn tune bû. Dibistana seretayî ya dewletê ji bo kuran li Qamişlo ta sala 1947-an yeke tenê bû. Dema şagirtên dibistanê zêde bûn, hingê hukûmet neçar bû dibistaneke nû veke. Cihê wê li ser cada navbera qişlê û seraya hukûmetê, nîzîkî girtegihê, di xaniyê karmendekî firansî de bû (dema zîndan nû kirin, erdê wî xanî berdan ser erdê zîndanê). Di sala dî de, yanî sala 1948-an, dibistan ji wê derê guhastin û birin hewşa dêra erman a katûlîk (niha hember seraya hikûmetê ye) cih li wê derê jê re çê kirin. Di sala dû re jî ew birin taxa Qedûr Beg. Bi sedema zêdebûna şagirtan di sala 1951-ê de sefê şeşan vekirin, weke destpêka sefên xwendegeha navîn. Cihê wê kirin hewşa dibistana seretayî ya kevin ( niha cihê wê, weke me berê jî gotî mekteba şu’ba gundan ya Partiya Be’s e). Dû re her sal sefek zêde dikirin ta giha sefa diwanzdehan. Yekemîn birêvebirê wê mamoste Ebdilrihman Cibêro bû. Di sala dû re dibistanên seretayî û yên navîn û înistîto, bi her nifsên wan ve, weke ya çandinyê, hunerî, mamosteyan, bazirganî û ya pîşeyî hatin vekirin. Lê Siryanên Ortodoks, berî dewletê, di sala 1950-î de devê xwendegeheke navîn e taybet ji zarokên xwe re (û ji xeynî re wan jî ) bi navê »Senewiyet el-Siryan el-Ortodoks« vekirin. Cihê wê di hewşa dêra wan de li ser cada serok Cemal Ebdilnasir bû. Di salên şêstiyan de navê wê kirin »Senewiyet el-Nehde«. Lê dû re hukûmetê dest danî ser û, weke çawa »Senewiyet Omer Bin el-Xetab«, ya ku di destpêka şêstiyan de mala şêxên Xezna vekiri bûn, kire ya dewletê. Ji bilî dibistanên fêrmî yên dewletê dibistanên taybet yên netewan jî, weke Ermen, Siryan û Cuhiwan, ji dema Firansiyan de hebûn. Firansiyan ji salên sihan ve rê dan wan ku dibistanan ji zarokên xwe re vekin û wan hînî zimanê xwe yê netewî, bi rex yê erebî, bikin. Û holê Ereban jî rê dan wan. Di salên pênciyan de, weke Samî Mela Ehmed Namî dibeje, her birek (tayîfe) ji filehan dibistanek an dido hebûn, weke Siryanên Ortodoks du dibistanên sereta ji kur û keçan re hebûn (van xwendegeheke navîn jî hebû ). Siryanên Katolîk dibistanek ji kur û keçan re hebû. Ermenên Ortodoks du dibistanên kur û keçan hebûn. Ermenên Katolîk, Kildan û Aşûrî her yek ji wan dibistaneke sereta ji kur û keçan re hebûn. Lê mixabin ne Firansiyan, ne jî Ereban, eva he ta niha bi Kurdan re ne kirin, digel ku Kurdan çend caran, weke di sala 1928-an û sala 1932-an, ji Firansiyan xwastin, lê wan ne di hêştin ku Kurd dibistanan ji zarokên xwe re vekin û wan hînî zimanê xwe yê netewî bikin. Holê Ereban jî ne hêştin ku Kurd dibistanan, yaneyên werzişî yan civatên arîkariya belengazan vekin. Di sala 1958-an de dr.Ehmed Nafiz, Xwedê lê xweş be, û çend Kurdên welatparêz ji dewletê xwastin yaneke çandî, bi navê yana serok Cemal Ebdilnasir, vekin, lê mixabin hukûmetê rê ne da wan û ne hêşt ku ew wê yanê vekin. Digel ku di wê demê bi xwe de çend yane û civatên arîkariyê yên Ermen û Siryanan hebûn, lê wan ji nijadperestiya xwe ne hêştin ku Kurd yaneke çandî ji xortên xwe re vekin. Ji dema Firansa û ta niha Kurd bê yane (ji bilî çend mehan ku di dema Firansa de li Amûdê û Şamê hebû), bê civat û bê dibistan mane, û hê jî dê bê wan bimînin, heger bêjin em Kurd in. Desthilatên dewletê jî dê bikin ku axavtin, xwendin û nivîsandin bi zimanê kurdî qedexe be, çinkû nijadperes in, ji ruhê biratiyê dûr in.
Rojnamegerî li QamişloDi salên pênciyan de çend rojnameyên hefteyî li Qamişlo derdiketin, ji wan: 1. Rojnama el-Cezîre, ku birêz Ebdilhelîm Teyare berpirsiyarê wê bû û ew di çapxana xwe de çap dikir. 2. Rojnams el-Liwaa, birêz Enîs Midêwayê berpirsiyarê wê bû. Di çapxana Hermûş de dihat çapkirin. 3. Rojnama el-Rafîdeyn, yekî Siryanî derdixist, mixabin navê berpirsiyarê wê nayê bîra min). Di çapxana el-Rafîdeyn de dihat çapkirin. 4. Rojnama el-Şerq el-Erebî, birêz Welîd el-Cabî berpirsiyarê wê bû. Mixabin ev rojnamên he hemû di dema yekîtiya Sûriyê û Misrê de derdiketin, lê dû re hatin qedexekirin. Lê çapxane ta niha dimînin.
Nivîskar û torevanên QamişloDi nav niştevanên Qamişlo de ji her miletekî gelek nivîskar û torevan hatin xuyakirin. Ji yên tên bîra min: Cegerxwîn, Mela Ehmed Namî, Mela Ehmed Palo, Mela Tahir Mela Hamid, Keleş, Hesen Hişyar, Mihemed Cemîl Seyda, Xelîlê Mihemed Elî, Tengezarê Marînî, Dildarê Mîdî, Ferhadê Içmo, Keça Kurd, Nisrîn Têlo, Emîne Birîmko, Ibrahîm Mehmûd, Ibrahîm Yûsif, Taha Xelîl, Berzo, Rizo, Heybet Bavê Helebçe, Azad Ehmed Elî, Konê Reş, Merwan Osman, Mihemed Emîn Omer, Ferhad Çelebî, Ebdilbaqî Huseynî, Hefîz Ebdilrahman, Ebdilselam Dari, Elî Cizîrî, Elî Şemdîn, Fewaz Ebdê, Mihemedê Mela Ehmed, Qado Sêrîn, Derwêşê Xalib, Ehmed Icê, Tirkî Rebî’o, Corc Sedo, Ezîz Toma, dr. Aho, dr. Ebdê Hacî û geleke din, nemaze nifşên nû ji xortan, ka navê wan nas nakim. Hilbijartinên ji bo perlemana SûriyêDema Firansiyan di Qamişlo de roleke mezin ya hin malbatan di karê siyasetê de û di nav civata bajêr de hebû. Lê piştî derketina Firansa ji Sûriyê gura wan gelekî kêm bû, û hineke dî cihê wan girt. Dema ku desthilatiya Ereban dest pê kir çar nûner ji qeza Qamişlo ji bo perlemana Sûriyê dihatin hilbijartin. Ji van yek fileh û sisê misilman bûn. Ê fileh Siryaniyan ji xwe hildibijartin. Ji bo vê ew dibûn du bir, hevrikê hev bûn, yek meyldarê mala Esfer û Necar bû, û birê dî bi Seîd Ishaq re, an bi mala Melkê Gelo Şabo re bûn. Lê sê nûnerên misilman, yek ji Erebên Tey bû ( çinkû ew Erebên gelek di qeza Qamişlo de bûn), û didwên dî ji Kurmancan bûn. Vêca hevrikiyeke mezin di nav van pêşkêşkeran de peyda dibû. Dubendiya pismaman li ser kursiya Erebên Tey xurt bû. Herwiha di nav Kurdan de jî. Weke çawa di sala 1954-an de çêbûyî: Di wê salê de sê lîste ji van kesên ku xwepêşkêşî hilbijartinê kirine hebûn. Yek ji Ilyas Necar (dewlemendekî bajêr bû), Ebdilbaqî Nizamidîn (Partiya Gel), Ebdilrezaq Heso (şêxê Tey) û axakî kurd jî. Lîsta dî ji Hesenê Haco (Partiya Niştimanî) Kemalê Qedûr Beg (Partiya Niştimanî ), Ebdilrezaq el-Nayif (şêxê Tey) û Seîd Ishaq (Partiya Niştimanî) bû. Ya sisiyan komonîst bûn: Cegerxwîn û Ibrahîm Bekrî. Lê dîsa di hilbijartina sala 1962-an de sê lîste û hin kesên serbixwe jî hebûn. Lîsta yekê ji Ebdilbaqî Nizamidîn, Ilyas Necar, Ebdirezaq el-Heso û axakî kurd (navê wî nayê bîra min). Lîsta didwan: Ekremê Haco, Kemalê Qedûr Beg, Ebdirezaq el-Nayif û Endirawisê Gelo Şabo bû. Lîsta sisiyan ya Partiya Demokrata Kurd bû: Dr. Nûredîn Zaza û şêx Mihemed Îsa bûn. Lê yekî dî, ew jî Fûadê Qedrî-Begê Cemîl-Paşa, yê ku hevalbendê komonîstan bû, bi tenê ma bû, vêca navê wî jî kirin lista xwe, bi wî ve bûn sisê di lîsta PDK-ê de. Bi van her sê lîstan re hin kesên serbixwe jî hebûn. Lê lîsta Ebdilbaqî Nizamedîn (birayê cinêral Tewfîq Nizamedîn, serokleşkerê Sûriyê di wê demê de) bi ser ket. Çinkû hêzên leşkerî piştevaniya wî û hevalên lîsta wî kirin. Di wê demê de rewşa hilbijartinan holê bû. Di wê demê de dengên kesên eşîrê ji serokê eşirê re bûn. Vêca ew bi keyfa xwe bû, yan bida dostekî xwe ji wan kesên ku xwe pêşkêsî hilbijartinê kirîn, yan jî bi peran bifrota yekî dî. Hingê otomobîlên biçûk û mezin xelkên gundan diguhastin cihê dengdanê ji bo ku dengê xwe bidin kesên ku axa ji wan razî. Lê dîsa ev keftelefta vala bû, çinkû serketin ne bi daneheva dengan, lê bi razîbûna hêzên leşkerî ji wan kesan bû. Weke çawa di sala 1962-an de çê bûye. Hingê yên ku bi rastî bi ser keti bûn dr. Nûredîn Zaza û şêx Mihemed Îsa bûn, lew wan deng ji yên din bi gelekî pirtir dabûn hev. Lê lîsta Ebdilbaqî Nizamidîn (birayê serokleşkerî) û hevalên wî bi ser ket.
Mizgeft û dêr Bi avakirina Qamişlo re, û gihandinheva xelkê tê de, malên Xwedê jî weke mizgeft, dêr û kenîst, misilman, fileh û cuhiwan ava kirin. Di destpêkê de ew ji axê û kelpîçan bûn, lê dû re ji kevir û çiminto hatin avakirin. Gora ku tê gotin, Cuhiwan di dawiya salên bîstan de kenîsta xwe li Qamişlo, di nav taxa xwe de, ava kirin. Dû re filehan dêrên xwe di nav kesên xwe de ava kirin. Misilmanan di sala 1946-an de ji xwe re li ser riya Nisêbînê, nîzîkî çemê Ceqceq mizgefteke ji kelpîçan ava kirin. Dû re ji çiminto û minarek jî jê re ava kirin. Dêr û dibistanên Filehan di yek hewşê de bûn, di bin sih û çavdêriya komîteya tayifê de dihatin avakirin û birêvebirin. Dema xelk li Qamişlo zêde bûn, mizgeft û dêr jî zêde bûn. Her birek (tayifek) ji Filehan dêrek ji xwe re ava kirin, herwiha misilmanan jî. Ta niha em dibînin ku li Qamişlo bêtirî deh mizgeftan heye. Mizgeftên bi nav ev in: Mizgefta mezin, mizgefta Zeynilabidîn, mizgefta Şellah, mizgefta Qasimo û xeynî wan jî.
Nexweşxane û bijîşkFiransiyan li Qamişlo ji destpêka sihan ve xanîkî biçûk weke sitasyoneke biçûk (mistewsef) ji nexweşan re amade kiri bûn. Hin berik û derman ji nexweşiyên sivik re didan nexweşan. Di salên çilan de cihê wê nîzîkî mala misteşar bû (niha xanîkî biçûk dikevê ser cada Quwetlî, rex geraca makînên saziya Mîrê). Di sala 1951-ê de yekemîn nexweşxane li ser cada Quwetlî hate avakirin. Niha yeke dî ava dikin, piştî ku demeke dirêj di ser xwastina avakirna wê re çûye. Niha li Qamişlo gelek nexweşxanên taybet hene; weke ya Nafiz, Rehme, Razî, Emel, Kelîme, Kindî, ya Dar el-Şîfaa û xeynî wan. Ji bijîşkên Qamişlo yên kevin dr. Ehmed Nafiz e, yê ku di sala 1935-an de ji Endîwerê hate Qamişlo. Di salên çilan de xeynî wî doktorê bulgarî Pol Silavaykov û dr. Momocyan jî hebûn. Ji destpêka salên pênciyan dr. Mihemed Xêr el-Wahidî, Ednan Begdaş, Refîq Ebû el-Si’ûd, Sebûh Seysiryan, Kenewatî, Ebdilezîz Hebaş, Dara Arif, Qasim Miqdad, Ebdilcebar Yûsifan û xeynî wan jî li Qamişlo hebûn.
Çayxanên QamişloBi zêdebûna bazirganiya Qamişlo û rûniştina xelkê tê de çayxane jî (cihê betalan) lê peyda bûn. Ev çayxanên he bêhtir li dora navenda bazirganiyê (erese) û sukên din, û li ser cada serekî dihatin vekirin. Yên bi nav û deng, ji salên çilan û pênciyan ve, çayxana Gerbîs (ya Havînê û ya Zivistanê), ya Boxos, ya Se’îd Sawî, ya Iyşo, ya Ebdirihman Perê û ya Mihemed Pilê.
OtêlHerwiha otêl jî, li dora naveda bazirganî û li ser calda serekî, li Qamişlo peydabûn hinek ji wan, ji salên sihan û çilan ve, weke ûtêla Xidir Seîd Hesen, niha navê wê ( fundiq Dimeşq ) e, ser calda serekî. Û ya ( Bxda), ser calda ( el wihde). Her dû li cihên xwe yên berê dimînin. Lê di pênciyan de gelek ûtêlên din hatin avakirin, weke ya Hedaye, ya şehbaa û ya Semîremîs, ya Mi’mar başî, û ya Firdos û xeynî wan jî.
SînemeMin sîneme di destpêka salên çilan de li Qamişlo dîtin, yanî ew hê di salên sihan de hatine avakirin. Yên wê demê du sîneme bûn: yek ya Gerbîs bû, ku cihê wê yê Havînê û yê Zivstanê jî hebû (niha ya Zivistanê tenê maye, navê wê Dîmeşq e). Sînema dî ya Boxos bû, ewê jî cihê Havînê û yê Zivistanê hebû, lê niha herdû ne mane. Cihê ya zivstanê diket ser riya ji sûkê diçe mizgefta mezin û Nisêbînê, nîzîkî çayxana Gerbîs a Zivistanê bû (niha cihê wê firoşgehên parçeyên makînan e), û ciyê ya Havînê rex quncika başûr ya hewşa mizgefta mezin û çemê ceqceq bû, niha cihê wê avahiya firoşgehan û nexweşxana dr.Miskî ye. Di salên pênciyan de hineke dî hatin avakirin; weke sînema Fûad, Hedad û ya Şehrezad (ev sînema h, tenê ji Havînê re bû). Di salên çilan de hinekan komeke jinên tiyatro (yên direqisîn ) di Havînê de ji Helebê û şamê ji bo çend rojan tanîn Qamişlo.
HunermendLi Qamişlo gelek hunermend peyda bûn, çi dengbêj an yên li dihol, zirnê, kemançê an li tenbûrê didan. Ji van Ûsivê Çelebî, Mihemedê Kinê, Ebdilo, Hiznî, Sedûnû, Sinanîk û Bekirê. Li ser serê van hemûyan jî hunermendên mezin Seîd Yûsiv, Mihemed Şexo û Aram Dîkran. Dû van re jî nifşekî nû, gelek jîr û jêhatî, ku roleke wan e mezin di jiyana hunermendî de heye.
SerşokDi sala 1936-an de yekî ermenî (belkî navê wî Kopityan bû), li gora erêniya parêzgeha Helebê, li Qamişlo yekemîn serşok, li rojavayê çemê Ceqceq li ser cada ji saziya bajarvaniyê û başûr de, nîzîkî taxa Cuhû û Ermeniyan, ava kir. Niha avahiya wê dimînê, lê bê kar.
Xan Ji sihiyan ve, dema karê bazirganiyê li Qamişlo zêde bû û xelk lê pir bû, kesên gundan ji bo kirîn û firotinê dihatin bajêr, û bi wan re ker, hesp û hêştir, ji bo û siwarbûn û hilgirtina baran. Lewre li Qamislo xan peyda bûn; weke xana Qewmê, ya nîzîkî navenda bazirganiyê û başûrê wê (niha cihê wê firoşgeh in) û ya dî ya Hecî Remezan bû, ku li ser cada serekî, li taxa Qedûr beg, nîzîkî eresa pêz bû (niha cihê wê mal û firoşgeh in). Hin xanên din xeynî wan jî hebûn.
Holê ezê ştexaliyên xwe li ser Qamişloka rengîn, ya niha ji min dûr, lê her û her di dilan de nîzîk, rawestînim. Lê tu caran ştexalî li ser Qamislo bi dawî nabin. Hêvîdar im ku ez bi hin erkên xwe beramberî Qamişlo, ya ku ji Havîna 1941-ê ta Buhara 1996-an ez xwedî kirime û di hembêza Ceqceq, Beden, kolan û xwendegehên xwe de ez mezin kirime, rabû bim. |