Pênûs

| Hejmar 13            | Zivistan 2003

31.03.2002

Destpêk                                                                                                   Efrin.net

 

Serokê kurd Mistefa Barzanî

(1903–1979)

 

Mehmed Dehsiwar

 

Yek bi yek, qor bi qor, ber bi gulistanê ve, ber bi baxê Îrem ve çûn; di dilên wan de bêxofiya dijmin, a xeterên jiyanê û hêviyên salan, di paşilên wan de hêz û tecrubeyên berhemdar, di destên wan de gul û sosinên rengîn, di gel hêviyên mirovantî û jiyaneke têr û tijî, hîmdarên hebûn û jiyana gelê me, mêrxasên aştî û azadiyê, ji nav me bir bi bir koç kirin. Bi hêz û hêvî bûn, bi sebir û aram bûn; ji bo azadî û rizgariyê di kolanên reş û tarî de, di rewşên zor û bi xeter de, bêtirs derbas bûn. Di zilûmatên tarî de, ji nivşên nuh re şewq, hêvî û berxwedanê; û herwiha bêxofî û tekoşînê diyarî kirin. Nivşên nuh bi evîn û dilsoziya wan, bi bawerî û tekoşîna wan agirê hêvî û berxwedanê, di riyên zor û pergalên nûjen de dan domandin; ew ji xwe re, ji hebûn û keftelefta gelê xwe re mînakên giranbuha, di riya azadî û rizgariyê de rêberên payebilind hesibandin. Gelê kurd, lehengiya wan piştî alîjiyanbûna wan jî di berxwedan û serhildanên nuh de da domandin; ew ne dan jibîrkirin.

Çaxê mirov çavekî bavêje dîroka tekoşîna rizgariya neteweyê kurd, dê mirov gelek lehengên hêja û bi rûmet bi bîr bîne. Bi taybetî di vê sedsala dawî de, gelê kurd li hember koledarî û zordestiyê, ji bo rizgarî û azadiya xwe, car bi car serî hildaye û ji nav van serhildan û berxwedanan gelek lehengên birûmet derketine. Ev leheng, ji gelê kurd re bûne rêber û baweriya berxwedan, serhildan û rizgariyê; di dîroka tekoşîna gel de bûne nimûneyên payebilind. Yek ji van lehengan jî Mistefa Barzaniyê nemir e ko ezê wî bi çend rûpelan be jî bi bîr bînim.

Sal 1914. Çile bû û rojên serma nêzîkahiyê li sersala nû dikir. Waliyê Osmanî yê Mûsilê Suleyman Nazîf fermana serokê Barzaniyan Şêx Ebdilselam derxisti bû. Mîna gelek serokên din ew jî bi xiyaneta kurdekî din hati bû zeftkirin. Şêx Ebdilselam û sê hevalên xwe li ber çavên kurdan hatin bidardakirin. Dewleta serdest dixwest bi vî awayî gelê kurd çavtirsandî bike. Li gora dijmin, tekoşîna kurdan bi vî awayî ji bo demeke kin be jî hati bû vemirandin.

Birayê wî, Barzaniyê biçûk ê deh duwanzdeh salî, tevî çend hevalên xwe çû bû meydanê da ko bidardakirina kekê xwe bibîne. Çaxê wî rewş fêm kiri bû û kekê xwe di sêpî de daleqandî dîti bû, çavên wî xumam girti bûn û agir bi dilê wî keti bû.

Wî hê jî baş fêm ne dikir bê kekê wî û hevalên xwe çima dihatin kuştin. Ji bo çi malbata wî û kurdên din dixistin bin vê tade û zordariyê? Çima ew jî mîna herkesî di aştî û azadiyê de ne dijiyan? Wî fêm ne dikir. Ta niha jî wî fêm ne kiri bû bê ji bo çi çaxê ew neh mehî bû tevî diya xwe li Amedê xisti bûn zindanên Osmaniyan. Wî fêm ne dikir bê çima ew sêsalî cara duyem tevî diya xwe keti bû zîndanên Mûsilê. Gundê wan hati bû şewitandin, mêr hati bûn kuştin û ew tevî dayika dilovan dîl girti bûn. Ji bo çi?

Dê wî ev rewş pişt re fêm bikira. Ne zêde dûr, pir di nêz de. Dê rewşa gelê kurd, tade û zordariyên li ser neteweyê kurd ew di demeke nêz de bigihîştandina û bikirina tekoşer û serokê doza kurdan.

Helbet ne hêsan bû ko mirov lawê welatekî bindest be. Dê wî ev zû fêm bikira. Welatekî di bin destên dijminê barbar û xedar de, di kûrahiya dilê xwe de tekoşerên bêhempa û serokên doza neteweyekî derdixist pêş. Dê rewşa welêt û bindestiya neteweyê kurd, tade û zordariyên li ser gelê kurd Barzaniyê biçûk hîn di xortaniyê de li çaraliyê Kurdistanê bidana gerandin. Dê gavekî wî li cem Mehmûd Berzenciyê nemir, gavekî wî jî li kêleka Seîd Birokî bûya. Êdî jiyan ne jiyana wî bû, jiyana wî ya neteweyê kurd bû. Ew hem di xîzmeta serokê serhildana Agirî Îhsan Nûrî Paşa de, hem jî di ya Komara Mehabadê û Qadî Mîhemedê pîroz de bû. Kê dikari bû bibe xwediyê vê bextewariya bêpîvan? Kê dikari bû ewqas dilşad û serfiraz bibe?

 

Malbata Barzaniyan

Navenda malbatê û Barzan dikeve hêla çepê rûbara Zapê, ber quntara çiya. Bapîrê Mistefa Barzanî Ebdilselam Barzanî, berî ko ew were dinyayê serî li ber Împaratoriya Osmaniyan hilda bû, lê çaxê ji bo hevdîtinê û aştiyê çû bû Mûsilê ew girti bûn û bi dar de kiri bûn. Dijmin bi vê jî nasekine û piraniya endamên malbatê piştî bidardakirina serokê eşîrê, dixe zindanan. Dijmin piştî demekê malbatê ji hev belav dike û bi hêla Suleymaniyê, Hewlêr û Kerkûkê ve sirgûn dike. Endamên malbatê nêzî salekê di van riyên dûr de şerpeze dibin.

Piştî şêx Mihemed wefat kiri bû, birayê wî Ebdilselam keti bû dewsa wî. Ebdilselam malbat û eşîrên din civandi bûn ser hev û piştî salên 1906-an dest bi daxwaza mafên xwe kiri bûn. Li ser wê di sala 1907-an de serokeşîr û mezinên kurdan dicivin û digihin encamekê. Li ser navê kurdan telgrafekê ji Dewleta Osmaniyan re dişînin û daxwaza kurdan pêşkêş dikin. Kurd di telgrafê de doza azadiya zimanê kurdî dikin. Pêwîst bû cihên ko kurd lê dijîn, kurdî bibûya zimanê fermî û yê xwendegehê. Daxwaza duyem a karmendan bû û pêwîst bû li Kurdistanê kesên kurd bihatina wezîfedarkirin. Herwiha pêwist bû ko hiquqa îslamî weke zagonên bingehîn bên qebûlkirin û bikaranîn. Daxwaza dawî jî li ser zikatê bû. Pêwîst bû ko zikata li Kurdistanê dihat civandin, ji bo avakirina xwendegeh û çêkirina riyên Kurdistanê bihata xerckirin.

Hukûmeta Jontirkan ev daxwazên herî hêsan jî mîna serhildanekê pejirand û li hember kurdan dest bi seferberiyê kir. Daxwazên kurdan di nav kurdan bi xwe de jî bi du şêweyên cihê hatin nîqaşkirin. Hinek li hember van daxwazan derdiketin û nedixwestin bi hukûmetê re têkevin nakokiyan. Hinekên mîna Seyîd Abdulqadir, Emîn Alî Bedir-Xan, Şerîf Paşayê Suleymanî û derdora wan jî bi kêf li van daxwazan xwedî derdiketin.

Piştî van daxwazan hukûmetê kurd bi hevalbendiya Rusyayê sûcdar kirin. Ev dihate wê maneyê ko bersîva hukûmeta Osmaniyan destpêkirina şer bû. Hukûmetê êrîş bir ser kurdên herêmê û Şêx Ebdilselam jî bêçare dest bi berxwedanê kir. Hêzên kurdan li hember hêzên dijmin berxwedaneke baş û serkeftî pêk anîn, lê çaxê eşîrên din ên kurd xwe dan alî û şer ne kirin, malbata Barzaniyan bi tenê û bêhêz man. Berxwedan zû hat şikandin û leşkerê tirk gund û bajarên kurdan şewitandin û wêran kirin. Suleyman Nazîf, ko ew bi xwe jî kurd bû û waliyê Mûsilê bû, car bi car êrîş bir ser Şêx Ebdilselam lê nikari bû wî zeft bike. Şêx Ebdilselam derbasî Kurdistana Rojhilat bû û li wirê bû mêvanê Seyîd Tahayê Nehrî. Wî her wiha Îsmaîl Axayê Şikakî (Simko) jî ziyaret kir. Pişt re ji wir vegeriya û bû mêvanê kurdekî. Ev merivê bêbext jî ew da dest.

Mistefa Barzanî wê demê bi tenê sêsalî bû û tevî diya xwe cara duyem ket zîndanê. Vê carê heta ko di sala 1909-an de hukûmeta »Îttîhad û Teraqî« ne hat ser hukim jî ew bernedan. Bidardekirina Şêx Ebdilselam û hevalên wî akameke mezin li ser Barzaniyê piçûk kiri bû. Herwiha wê akam li ser rewşa gel û ya malbatê jî kiri bû.

Piştî kuştina Şêx Ebdilselam, Şêx Ehmedê 18-salî dikeve dewsa kekê xwe û dibe serokê malbatê. Piştî berxwedanê malbata Barzaniyan di herêmê de dibe xwediyê roleke girîng; ango serokatiya pirsa neteweyî.


Şerê Cîhanê yê Yekem

Berî Şerê Cîhanê yê Yekemîn (1914–1918) kurdan rêxistina »Hêvî«  di sala 1912-an de damezrandi bûn û kovara »Hetawê  Kurd« jî dest bi weşanê kiri bû. Çaxê Dewleta Osmaniyan di şer de li gel almaniyan cî girt, xwest ji şer sûdê werbigire û muxalefetê bêkênc bike. Bi vî awayî êrîş bir ser kurdan jî. Pêşî rêxistina »Hêvî«  û kovara »Hetawê Kurd« hatin qedexekirin. Pişt re endamên girîng xistin hepsê û dû re jî ew şandin leşkeriyê.

Di sala 1915-an de fermana ermeniyan derket û bi vê fermanê re qirkirina mezin jî dest pê kir. Di nava demeke kin de nêzî 1 500 000 ermenî û 600 000 jî kurd hatin kuştin. Hukûmetê ji bo her serê ermeniyekî 25 qirûş bexşîş dida. Ango qîmeta mirovekî bû bû 25 qirûş! Ji ermeniyan ên ko dikari bûn birevin xwe bi awayekî xelas kirin, ên mayî çi bêje bi giştî hatin kuştin. Nêzî 700 000 kurd hatin sirgûnkirin û ber bi Anatoliyayê (Ankara, Konya, Kirşehir û Nevşehir) ve hatin şandin. Cihên ko ermenî û kurd jê hati bûn valakirin bi tirkan hatin dagirtin.

Piştî ku şer bi dawî hat, rewşa beşê Kurdistana ko di destê Osmaniyan de bû bi tevahî guhirî. Hêla Cezîre û Çiyayên Kurd bi Sûriyeyê ve hat berdan û rêveberiya Sûriyeyê kete destê Fransayê. Hêla ko niha di nav sînorên Îraqê de ye (niha di beşek Başûrê Kurdistanê de rêvebirî di destê kurdan de ye) jî kete bin hukmê îngilîzan.


Peymana Sewrê (1918) û ya Lozanê (1923)

Piştî ko almaniyan û bi wan re jî osmaniyan şer wenda kirin, di peymana Sewrê (1920) de biryar hat dayîn ko kurd û ermenî jî li bakurê Kurdistanê bigihîjin azadiya xwe. Lê mixabin ev bi tenê li ser kaxezê ma.

Piştî Şerê Cîhanê niştîmanperwerî li çaraliyê cîhanê bela bû û li Rojhilata Navîn jî di rojevê de cihê xwe girt. Li Balkanê piraniya welatên di bin destên Împaratoriya Osmaniyan de gihîştin azadiya xwe. Li Afrîkayê û li Rojhilata Navîn jî gelên bindest daxwaza serxwebûn û azadiyê dikirin. Kurd jî beşdarî nav wan neteweyan bûn, yên ko daxwaza rizgarî û serxwebûna xwe dikirin. Lê xuya bû serxwebûna Kurdistanê, ya ko ji hêla neft û madenên xwe yên binerdê ve pir dewlemend bû û ji aliyê dewletên cihê ve hati bû parvekirin, ne ji Hêzên Hevbeş û ne jî ji dewletên dorhêlê re ne pir girîng bû. Her çiqas dewletên ko di şer de bi serketi bûn behsa rewşa kurdan dikirin jî, di Rojhilata Navîn de "rehetî" û "stabîlîte" dixwestin. Wan "nikari bû" ev axa dewlemend bi destê "çend eşqiyayan" ve berdana.

Bi Peymana Lozanê re rewşa kurdan hê bêtir xerab dibû û ev car Kurdistan dibû çar perçe. Dewleta tirk, ya ko sînorên îro di bin hukmê wê de ye, bi serokatiya Kemal Atatürk hat damezrandin û perçeyê mezin ê Kurdistanê ket bin bandora wê. Herçî di destpêkê de komara Türkiyeyê ya kurd û tirkan jî bû û herdu netewe "efendiyên welêt" bûn jî, ev soz û gotin zû hatin jibîrkirin û pişt re jî bi dehhezaran kurd hatin kuştin û bi sedhezaran jî hatin sirgûnkirin.

Ji hêla din ve Başûrê Kurdistanê keti bû bin destê erebên ko di bin bandora îngîlîzan de mabûn û Başûrê Piçûk jî di bin destê Suriyê ko di bin bandora Firansayê de mabû. Êdî li dewletên ereban du hebên nû zêde bûbûn: Îraq û Sûriye.

Tevî ko şerê cîhanê bi dawî hati bû jî, kurd heta 1930-î bi dijminên dagirker re çaralî şer dikirin. Bi kurtî ji destpêka Şerê Cîhanê  yê Yekem û dawiya Şerê Duyem, kurd bi her awayî û bênavbir di şer de bûn.


Ber bi serokatiyê ve

Mistefa Barzanî hê ji zarokatiya xwe ve di nav şerê azadiyê de pijiya bû. Bûyerên ko li çaraliyê Kurdistanê dibûn û rewşa malbata wî akameke mezin lê kiri bûn. Şertên Kurdistanê û bûyerên giran ew hê di zarokiyê de derxisti bûn pêş. Ew êdî merivekî bîrewer û bi rûmet bû. Wî Kurdistan jî baş nas kiri bû. Dema li Bakur bû rewşa kurdên wirê û siyaseta dewleta tirk, çaxê ew sirgûn nav ereban kiri bûn jî rewşa ereban bêtir fêm kiri bû. Ew herwiha di Dibistana Kurd de jî şagirtekî zana û bîrewer bû.

Barzanî mîna serokeşîrên din ji gelê xwe ne dûr bû. Wî êşa gelê xwe baş fêm kiri bû û ji çareserkirina wê re jî bi her awayî çalakî dikir. Nefspiçûk û aram bû. Ne merivekî kîndar û çavnebar bû. Lê bi sebir bû û xwedî baweriyeke pir xort bû. Tevî ko car bi car xiyanet dîti bû û jiya bû jî, tu caran bêbawer ne bû. Li gorî wî pêwîst bû ko gelê kurd xwe bi rêxistin bike. Ji vê pê ve tu rê tune bû. Bi tenê rêxistineke xurt û bi bawer dikari bû gelê kurd ji bin zordarî û bindestiyê rizgar bikira.

Wî hê di xortaniya xwe de ji serhildanên kurdan re bi her awayî alîkarî kiri bû. Bi vî awayî jî hem wî Kurdistan nas kiri bû û hem jî kurdan ew baş nas kiri bû.

Di sala 1943-an de, dema ew li Suleymaniyê li surgûnê bû, bi alîkariya kurê Berzencî ji wirê reviya. Tevî çend hevalên xwe pêşî derbasî Kurdistana Rojhilatê bû û pişt re jî vegeriya Barzan û li wir bi cî bû.

Piştî ko li Barzan bi cî dibe, li Çolemêrgê serhildana Saîd Birokî dest pê dike û Barzanî tevî leşkerên xwe diçe alîkariya wan dike. Herçî serhildan zêde dom nake û zû têk diçe jî, lê navê Barzanî pir belav dibe û êrîşên ko dibe ser dijmin, di nav gelê kurd de nav û deng dide.

Piştî vê bûyerê Barzanî derbasî Barzan bû û vê carê bi xwe serî hilda. Li ser vê kurdên Mehabadê ji Barzanî re nameyekê dişînin û jê daxwaz dikin ko serhildan bi tenê di nav sînorên Başûrê Kurdistanê de nemîne. Kurdan herwiha daxwaza civîneke neteweyî jî danîn rojevê.

Hukûmeta Iraqê li ser bûyerên ko li Kurdistanê dibin malbata Barzanî careke din bi hêla Hîlleyê ve sirgûn dike. Serokwezîr Nûrî Saîd bi hîle û zor li ser navê Şêx Ehmed Barzanî namakê jê re dişîne da ko Barzanî teslîm bibe. Lê bersîva Barzanî dibe êrîşeke giran a ser hêzeke mezin a Iraqê.

Di vê demê de Partiya Hêvî ji vê rewşê zêde hêzê digire û di nav gel de bi rêxistin dibe. Partî hê di vê demê de ji hukûmetê dawxaza otonomiyê dike. Hukûmet li ser vê daxwaza kurdan "Wezareta Karûbarên Kurdistanê" dadimezrîne û gelek kurd, yên ko di saziyyên dewletê û di nav hêzên leşkerî de kar dikirin, derbasî nav hêzên kurdan dibin.

Barzanî di dawiya sala 1943-an de navbirekê dide êrîşên xwe. Armanca wî ew e ko bi awayekî siyasî û bêyî ko xwîn birije, pirsa kurdan çareser bibe. Ew di sibata 1944-an de diçe Bexdayê û digel daxwazên Partîya Hêvî ji hukûmetê re pilana çareserkirina pirsa kurdan pêşkêş dike. Hukûmeta Nûrî Saîd hinek ji van daxwazan qebûl dike û dixwaze ko van di meclîsê de bide qebûlkirin. Lê ev pêşneyar û hinek pilanên din ko wî dixwast bi cî bîne, di meclîsê de qebûl nabin û Nûrî Saîd xwe vedikişîne. Pişt re jî hukûmeta Hamdî Paçacî tê damezrandin.

Barzanî dîsa derdikeve serê çiyê û li wir biryargehê vedike. Lê wî êdî dixwast tekoşînê bi awayekî rêxistinî bidomîne û di sibata 1945-an de bi serokatiya wî Partiya Azadî tê damezrandin. Partiya Azadî Kurdistaneke otonom kiri bû armanca xwe.

Lê Împaratoriya îngilîzan û hukûmeta Îraqê li hember vê gava nû bêdeng ne man. Car bi car êrîş birin ser kurdên azadîxwaz. Barzanî û leşkerên kurd di tebaxa 1945-an de li hember êrîşên dijmin berxwedaneke mezin pêk anîn û hêzên dijmin ji hev belav kirin.

Barzanî ji hêlekê ve li hember hêzên dijmin ko bi sed caran bi hêztir bûn şer dikir, ji hêlekê ve jî hewil dida ko serhildana kurdan fereh bike da ko bibe serhildaneke neteweyî. Wî car bi car bangî rêxistin û serokeşîrên kurdan dikir da ko di nav şoreşê de cihê xwe bigirin. Tevî vê jî mîna piraniya caran gelek eşîr dikevin himbêza dijmin û êrîş dibin ser şoreşa gelê xwe.

Piştî ko şer têk çû, Barzanî bi malbata xwe û tekoşerên xwe re derbasî Rojhilatê bû. Wê helbet careke din dora wan bihata.


Komara Kurd a Mehabadê

Dema peymana Hîtler û Stalîn bi êrîşên Hîtler ve bi dawî hat, Yekîtiya Sovyetê jî beşdarî nav Hêzên Hevgirtî bû bû. Îranê, ko ji hêla neftê ve yek ji wan ciyên herî dewlemend bû û di bin bêvila Sovyetê de bû, bi dizî bi Almanyayê re pêwendî danî bû. Hêzên Hevgirtî (Yekîtiya Dewletên Amerîkayê, Fransa û Îngilîstan) ji jêr ve û Sovyetê jî ji jor ve Îranê zeft kirin. Hêzên Sovyetê heta Kurdistanê meşiyan û pişt re jî xwe bi paş ve vekişandin.

Wê demê kurdan ji rewşê sûd wergirtin û xwe ji bo bûyerên nû amade kirin. Heyeteke kurd, ko Qadî Mihemed jî di nav wan de bû, çû Moskovayê. Hukûmeta Sovyetê, ji ber ko rewşa wan û siyaseta wan li Îranê baş ne çû bû û Partiya Tudeh jî ne pir xurt bû, dixwast bi kurdan re têkiliyeke xurt deyne. Wan dixwast bi vî awayî kurdan bigînin hêla xwe da ko di herêmê de xurtir bibin.

Kurd jî ji hêla xwe ve vala ne disekinîn. Mehabad û derdora wê di nav hêzên Sovyetê û Îngilîz de, di cihekî tampon de ma bû û herwiha azad jî bû. Kurdan dixwast bi alîkariya hêzeke mezin mafên xwe bi dest bixin. Û di vê rewşê de ya herî nêz jî Yekîtiya Sovyetê bû. Îngîlîzan bi salan Başûrê Kurdistanê di bin bandora xwe de girti bûn û tu niyeta wan a ko welatê kurdan ji destê xwe berdin tune bû.

Bêguman îngîlîzan li Îranê siyaseteke cuda didan meşandin. Çaxê ko şah Riza, yê ko hevalbendê Almanyayê bû, cihê xwe dewrî kurê xwe Muhammed Riza Pehlewî kir, îngîlîzî gihîştibûn armanca xwe. Ji xwe Pehlewî hevalbendê wan bû û îngîlîzî jî ne zêde xwediyê armanca guhertinekê bûn. Li gorî Îngîlîzan heke rewş biguhiriya dê hingê rewşa neftê jî têketa xeterê. Herwiha heke kurdan mafên xwe yên neteweyî li Rojhilat bi dest xistana, wê gavê dibû ko Başûrê Kurdistanê jî ji dest derketa.

Rêxistina Komelê (Komeleya Jiyaneweyê Kurdistanê) ko di îlona 1942-an de hati bû damezrandin, heyetekê hilbijart da ko li Yekîtiya Sovyetê temsîla kurdên Îranê bike. Heyeta kurdan bi serokatiya Qadî Mihemed di Îlona 1945-an de çû Bakoyê. Serokwezîrê azerî Bagirof pêşneyar kir ko kurd di bin bandora Azarbeycana Îranê de bibin xwediyê otonomiyê. Lê heyeta kurd ev pêşneyar ne pejirand. Pêwîst bû kurd bi serê xwe di nava Îranê de otonomiyê werbigire. Tevî vê nakokiyê jî li ser dawxaza hukûmeta Sovyetê, Bagirof soza piştgiriyê da.

Barzanî piştî ko gihîşt Şinoyê, dest bi pêwendiyan dike. Di demeke kin de hêzeke mezin a leşkerî dicivîne û diçe Mehabadê cem Qadî Mihemed. Êdî tekoşerên kurd bi serokatiya Barzanî dikevin xîzmeta doza kurdan. Êdî ew li ser navê doza kurdan serleşkerekî mezin û şêwirmendekî giranbiha bû.

Piştî ko heyeta kurd ji Sovyetê vegeriya, di Çiriya Pêşîn a sala 1945-an de bi endamê Komelê re civînek pêk anî. Ev civîn dê bibûya kongreyeke rêxistinê û civînê li ser pêşneyara berpirsiyarên Yekîtiya Sovyetê jî navê partiyê bi "Partiya Demokrat a Kurdistanê" ve guhert. Bi vî awayî dê hem partî ferehtir bibûya û hem jî dê ji Yekîtiya Sovyetê alîkarî werbigirta.

Di Çileya Pêşîn a sala 1945-an de Komara Demokratîk a Azarbaycanê hat damezrandin. Vê biryarê rê ji kurdan re jî vekir. Pêşevanên kurd di Çileya Paşîn a 1946-an de li Mehabadê civîneke mezin li dar dixin û wê rojê jî Komara Demokratîk a Mehabadê danezan dikin. Alaya kurdî bi jor ve tê hilkişandin û Qadî Mihemed di Sibatê de weke serok-komar sond dixwe.

Barzanî û du kesên din ji aliyê hukûmeta kurd ve weke general tên hilbijartin. Barzanî êdî di bin xîzmeta Komara Kurd de bû û hêzên xwe yên leşkerî hê bêhtir xurt dikir. Ev herwiha jê re dibû tecrûbeyeke bêhempa jî. Barzanî ji bo hukûmeta kurd û Komara Demokratîk a Kurd xîzmeteke baş kir. Weke serleşkerekî Komarê wî leşker gihand hev û ji bo parastina Komarê xebateke bêhempa pêk anî.

Lê vê serkeftinê jî pir dom ne kir. Rewşa cîhanê û bidawîhatina şer siyaseteke nû derxisti bû holê. Êdî ji nû ve parvekirina cîhanê keti bû rojevê. Hêzên Hevgirtî dev ji Îranê bernedidan, lê Sovyetê jî ne dixwest destvala vekişe. Bi vî awayî peymanek di nav Sovyetê û Hêzên Hevgirtî de pêk hat û leşkerê Sovyetê di şeşê Gulana 1946-an de xwe ji Îranê vekişand.

Ew rewş di nav kurdan de panîkeke mezin derxist. Hêzên komara nû hê ne pir bi hêz bûn û kurd ji rewşeke wisa re ne amade bûn.

Bi piştgiriya Hêzên Hevgirtî û bêdengbûna Yekîtiya Sovyetê, Îranê haziriya êrîşên mezin dikir. Pêşî Komara Azarbaycanê bi hêsanî û bêşer hilweşandi bû û niha jî dor hati bû ser Komara Mehabadê.

Barzanî car bi car ji Qadî Mihemed daxwaz kir ko ber xwe bidin. Lê Qadî Mihemed xwe ne dida ber vê pêşniyarê. Barzanî ji bo berxwedanê hazirî dikir, lê tu niyeta hukûmetê ko şer bike tune bû. Xwînrijandin ne pêwîst bû li gora wan. Hukûmeta kurd bêşer teslîmî hêzên îraniyan dibû. Lê Barzanî bi şid li hember vê bû û dixwest kurd bi her awayî Komara Kurd biparêzin. Di dawî de Qadî Mihemed jî li dijî berxwedanê derket. Wî ne dixwest xwîn birije. Qadî Mihemed alaya kurdî bi emanetî sipart Barzanî. Barzanî li ser daxwaza wî tevî leşkerên xwe ji Mehabadê vekişiya. Bi vî awayî leşkerê dijmin bi hêsanî ket Mehabadê. Hukûmeta Îranê bext dabû ko serokên kurdan nekujin. Lê tevî ko endamên hukûmetê û serok-komar Qadî Mihemed bêşer teslîmî hêzên dijmin bû bûn jî, ew li ser bextê xwe ne rawestiyan û ew li meydana Çar Çirayê, cihê ko Komara Mehabadê ya Kurd hati bû îlankirin, di 31-ê Adara 1947-an de hatin bidardekirin. Kurdên çaraliyê Kurdistanê ko zêdeyî salekê bi Komara Kurd pesinî bûn û ew pîroz dikirin, dîsa keti bûn xemgîniyê. Komara Kurd a dema modern jî bi vî awayî hilweşiya.


Damezrandina PDK-Iraqê

Çaxê Barzanî li Mehabadê bû gelek daxwaz ji kurdên Başûr dihatin ko partiyeke nû bête avakirin û rêxistinên din jî derbasî nav wê bibin. Di sala 1946 an de rêxistinên Hêvî, Rizgarî û Şoreş gihîştin hev û PDK-Îraq ava kirin. Navê wê Partiya Demokrat a Kurd bû û tevî ko Barzanî ne li wir bû jî ew weke serokê partiyê hat hilbijartin. Mistefa Barzanî êdî navekî namdar bû û çaralî dihat nasîn. Wî herwiha di şerê li hember dijmin de bawerî û tekoşeriya xwe da bû çespandin. Wekî din jî wî bêtir dikari bû hêz û eşîrên kurdan li hev bicivîne.


Meşa dîrokî ya Barzanî

Piştî têkçûna Komara Mehabadê û bi dardakirina Qadî Mihemed û serokên kurdan, Barzanî neçar mabû ko xwe ji Îranê vekişîne. Hukûmeta Îranê dixwest wî û hevalên wî êsîr bigire û wan bêçek bike. Lê Barzanî û hevalên xwe teslîm nebûn. Malbat û zarok vegeriyan Başûr û Şêx Ehmed û serokeşîrên din ji aliyê hêzên dewleta Îraqê ve hatin dîlkirin. Barzanî û 500 leşkerên xwe di nav şerîda her sê sînoran de man û derbasî Îraqê ne bûn. Çaxê hukûmet bi wan hisiya, dor li wan girt. Peyman bi Turkiyeyê re jî çê kirin da ko derbasî wir nebin. Herwiha leşkerê Îranê jî li pey wan bû.

Li gorî lihevhatinê pêwîst bû ko teslîmî hukûmeta Îraqê bibin, lê wan ev bi cî ne anî bû. Hukûmetê ji hêlekê ve bi leşkerê bejî û ji hêla din ve jî bi balafiran êrîş dibirin ser Barzanî û leşkerên wî. Ew pêşî derbasî Bakurê Kurdistanê bûn. Gundiyên kurd ew li wirê bi kêf û şahî himbêz kirin. Lê ew nikari bûn li wirê jî rawestiyana, ji ber ko leşkerê tirk jî dor li wan girti bû. Herwiha riya wan jî dûr bû û pêwîst bû ko bidomînin.

Çaxê ew di ser çiyayên Şemdînan re derbas bûn, bi şefeqê re tirkan êrîş birin ser wan. Leşkerê tirk jî bi balafir û topan dor li wan girti bûn û ew xisti bûn bin çemberê. Lê tevî vê jî leşkerên kurd bêzerar ji çembera tirkan filitîn. Ew di ser şerîda nav herdu sînoran de dimeşiyan. Îcar leşkerê Îranê jî dabû pey wan. Îranê fêm kiri bû ko ew ber bi Sovyetê ve dimeşin û ji lewre jî leşkerên wan li Koturê pêşî li wan girti bûn û xefik danî bûn. Lê kurd bi hostetî ji vê xefikê jî rizgar bûn.

Li Makûyê neçar ma bûn ko bi wan re têkevin şer. Wan ev biryar ji bo ko derbasî hêla tirkan nebin û bi wan re nekevin şer dabûn. Di nav leşkerên kurd û îraniyan de şerekî mezin çê bû. Leşkerê dijmin bi her awayî hat şikandin lê çar tekoşerên kurd şehît ketin û 15 kes jî birîndar bûn.

Ev meşa dirêj, ko nêzî 350 kîlometreyê bû, ji Mehabadê dest pê kir û di ser Şino, Rizaiye, Shapûr, Qotur, Makû û Agirî re derbas bû û li sînorên Sovyetê bi dawî hat. Barzanî û hevalên xwe di 10-ê Hezîranê de gihîştin Agiriyê û daxwaza penaberiya siyasî ji Sovyetê kirin. Hevalekî xwe ji bo vê daxwazê bi dizî şiyandin Sovyetê û ew bi xwe jî li gundekî kurd li benda bersîva Sovyetê rawestiyan. Lê leşkerê Îranê dev ji wan bernedidan. Ji bo ko zêde balkêşî neyê ser wan bi dijmin re ne ketin şer û ber bi Arasê ve meşiyan. Heke şer derketa, êdî pêwîst bû bi tirkan re jî biketina şer. Di rewşeke wiha de pêwîstî bi vê tune bû. Piştî ko penaberiya wan hat pejirandin, di 18-ê Hezîranê de derbasî nav sînorên Yekîtiya Sovyetê bûn.

Navê Barzanî bi vê meşa dirêj û bi xeter kete dîrokê û di nav gelê kurd de hê bêtir belav bû. Êdî ew lehengekî gelê xwe û canfîdayê şoreş û berxwedanê bû.


Barzanî li Yekîtiya Sovyetê

Piştî ko Barzanî û hevalên xwe bi meşeke dûr û dirêj, ya ko 52 rojan dajo, derbasî Sovyetê bû bûn, li Nahçîvana Azarbaycanê hati bûn bicîkirin. Barzanî û hevalên xwe li wir ji hev tên veqetandin. Ew di kampên leşkerî de, di rewşên xerab de dest bi jiyaneke nû dikin. Piştî demekê hukûmeta herêmî Barzanî dişîne Bakoyê.

Barzanî û hevalên xwe ji hev hati bûn veqetandin û ne dihiştin ko ew hev bibînin. Herwiha rewşa penaberên kurd roj bi roj xerabtir dibû. Li ser şîkayeta Barzanî çend caran rê dan ko ew hev bibînin.

Xuya bû ko berpirsiyarên Partiya Komunîst a Azarbaycanê kîna xwe ya dema Mehabadê ji bîr ne kiri bûn. Berpirsiyarên kurd di dema azadiya Mehabadê de ne xwesti bûn ko Komar têkeve bin hukmê Azarbaycanê û niha jî fersend keti bû destê Bagirof û berspirsiyarên Partiya Komunîst. Bagirof Beriya jî kişandi bû hêla xwe û herduyan li gora dilê xwe agahdarî didan Stalîn û Komîteya Navendî.

Barzanî û hevalên xwe di dema Stalîn de ji ber van sedeman gelek êş û derd kişandin. Car bi car Barzanî û penaberên kurd dihatin sirgûnkirin. Penaberên kurd pirê caran birçî diman. Herwiha di nav kampên kar de yan jî di nav kampên leşkerî de kar dikirin. Lê ya herî xerab jihevqetandina wan bû. Ev jihevqetandin û birin û anîn ta ko Stalîn sax bû jî dom kir. Her tim ji hev dûr û di bin çavan de bûn. Di kampên xerab de nîv têr û nîv birçî dijiyan û her ji çend mehan an jî salan carekê dihatin sirgûnkirin.

Barzanî ji vê rewşê ne razî bû û pir aciz dibû. Wî ji berpirsiyarên hukûmeta herêmî destûr xwest ko here cem berpirsiyarên partiyê û Hukûmeta Sovyetê da ko pirsa neteweyê kurd bîne zimên. Wî dê bi vî awayî rewşa penaberên kurd jî baniya zimên û gilî û gazincên xwe pêşkêş bikira. Lê ev daxwaza wî ne hat pejirandin.

Hukûmetê di Tebaxa 1948-an de penaberên kurd şiyandin Ozbekistanê. Barzanî li Taşkentê hat bicîhkirin û bi alîkariya mamosteyekî rûs xwe fêrî zimanê rûsî kir. Tevî ko Barzanî ne li Azarbeycanê bû jî, Bagirof hê jî dijîtiya wî dikir û di derheqa wî de raporên xerab dişand navenda partiyê. Wî herwiha merivekî xwe şiyand cem serok-komarê Ozbekistanê Yusufov û ew jî mîna xwe kir dijminê Barzanî.

Bi vî awayî Bagirof, Yusufov, Larentî û serokê parastinê yê dema Stalîn Beriya li dijî Barzanî eniyeke dijberiyê ava kiri bûn. Barzanî jî vala ne disekinî. Wî ji çend rojan carekê nameyên ko rewşa penaberên kurd diyar dikirin ji Kremlînê re dişandin. Lê mixabin ev name bi giştî li cem Beriya diman û ne digihîştin cihê xwe.

Di Adara 1949-an de dîsa cihê Barzanî hat guhartin. Vê carê ew şandi bûn giraveke ko di nav gola Aralê de dima. Pişt re gav bi gav ên din jî birin Aralê, lê ew li sê giravên cihê belav kirin. Yên mayîn jî li cihên din belav kiri bûn. Pêwendiyên wan ji hev qut bûn û haya wan ji hev tune bû. Daxwazên hevdîtinê jî bi tu awayî ne dihatin pejirandin. Barzanî rojekê di sala 1950-an de bi jineke cîran ko dê biçûya Moskovayê re dikeve pêwendiyê da ko nameya wî li wirê bavêje qutiya posteyê. Ji bo vê wî îşilkekî xwe firoti bû û hinek pere da bû jinikê. Bi alîakriya jinikê name digihe Kremlînê.

Li ser daxwaza Stalîn bi serokatiya Finikradof heyetek diçe Taşkentê û Barzanî jî tînin wir. Ev heyet jî daxwaza Barzanî napejirîne, ango destûr nade ko ew here Kremlînê.

Di destpêka 1953-an de li ser daxwaza Barzanî penaberên kurd tev li meydana hukûmetê rûdinin û dest bi boykota xwe dikin. Şertê wan ew bû ko bi serokatiya Barzanî heyetek biçe Kremlînê û pirsa kurdî ji serokên dewletê re bîne zimên. Ew nêzî 72 saetan li wir rûniştin û daxwazên xwe ji berpirsiyarên herêmî kirin. Li hember zirtên serokê hukûmetê jî Barzanî û kurdên din xwedî biryar bûn. Pêwîst bû ko pirsa neteweyeke bindest çareser bibûya û Barzanî amade bû her xeter himbêz bikira.

Ancax piştî vê rê dan ko du kes li ser navê kurdan herin Moskovayê. Tevî ko rê ne da bûn Barzanî ko di nav van du kesan de be jî, wî qîma xwe bi vê pêşniyarê anî bû.

Tevî vê jî, heta ko Stalîn sax bû, xirecira penaberên kurd û hukûmeta herêmî dom kir. Çaxê Stalîn mir û Kruschev ket dewsa wî, rewş bi her awayî guhirî. Serokê KGB-ê Beriya hat kuştin û gelek ji hevalbendên wî jî hatin sizadan. Piştî ko rewş hinekî sivik bû, Barzanî çû Moskovayê da ko Kruschev û serokên Sovyetê ziyaret bike û doza alîkariyê bike. Lê ew jî ne hêsan bû. Barzanî li ber Kremlînê sê roj û sê şevan dikeve greva rûniştinê. Di dawiyê de Barzanî derdikeve hizûra Kruschev û rewşê bi giştî jê re diyar dike. Kruschev û hevalên xwe bi hev re li Barzanî guhdarî dikin. Barzanî herwiha tiştên ko Bagirof û Beriya anî bûn serê wan tîne zimên û wiha dibêje:

“Hûn ji hêlekê ve alîkariya gelên bindest dikin û ji hêlekê ve jî Beriya û merivên mîna wî li dijî van kiryaran xebat dikirin.” Barzanî li gotinên xwe wiha dom dike: "Ez xwe niha serkeftî dihesibînim. Ji ber ko ez niha pirsa neteweyê kurd bi heyeta herî bilind a Rojhilatê re, ango bi heyeta Kremlînê re daxifim. Ji xwe ez jî ji bo wê yekê hatime vir ku rewşa neteweyê kurd ko ji aliyê dagirkeran ve û çaralî hatiye perçekirin bînim zimên. Vê neteweyê baweriya xwe daye min. Hûn dewleteke mezin in û dibêjin ko hûn alîkariya gelên bindest dikin. Ez ji bo vê li vir im. Ez ji bo ko doza gelê kurd a mafdar bi ser bikeve alîkariya we dixwazim."

Kremlînê jî 74 nameyên ko Barzanî ji hukûmeta Sovyetê re şandi bû bi dest xisti bûn. Lê yek ji van nameyan jî ne gihîşti bû cihê xwe. Barzanî ji Kruschev û hukûmeta Sovyetê piştgiriya mafên kurdan daxwaz kir. Kruschev jî soz û bextê ko dê kurd bi xwe li ser çarenûsa xwe biryar bidin da Barzanî.

Piştî vê hevdîtinê rewşa penaberên kurd baş dibe. Gelek xortên kurd (nêzî 200 kesan) li unîversîteyên Moskovayê dest bi xwendinê dikin. Herwiha xaniyek û otomobîlek dan Barzanî û wî jî dest bi xwendina zimên, siyasetê û aboriyê kir. Barzanî herwiha beşdarî kurseke leşkeriyê jî dibe. Ev kurs ji generalên rûs û yên dewletên sosyalîst re dihate amadekirin.

Barzanî li wir ronakbîrên kurd ên mîna Qanatê Kurdo û Erebê Şemo dît û di sala 1956-an de çû Êrîvanê û li wir kurdên din ziyaret kirin. Barzanî piştgiriya daxwaza kurdên Sovyetîstanê ya otonomiyê kir. Hukûmeta Sovyetan ev daxwazê ne pejirand, lê ji bo pêşketina çanda kurdî biryarên nû wergirtin û bi vî awayî weşanên kurdî, radyo û pirtûkên kurdî bi serbestî û bi alîkariya dewletê dest bi weşanên xwe kirin.

Dema Barzanî û hevalên xwe li Sovyetistanê diman, bi serokatiya Celal Talabanî heyetek li ser navê kurdên Başûr beşdarî kongreya navneteweyî ya xwendevan û ciwanan bû bû. Çaxê Barzanî û Talabanî hev dîtin, Talabanî jê re rewşa kurd û Kurdistanê anî zimên û li pêşneyarên Barzanî guhdarî kir.

Barzanî li Sovyetê vala ne disekinî. Wî ne ku bi tenê bi kurdên Sovyetîstanê re danûstandin dikir, belê wî herweha bi gelek heyetên navneteweyî re jî pêwendî datanî û pirsa kurdan danî zimên. Ji bilî wan heyetan wî bi berpirsiyarên Kremlînê û Partiyê re jî pêwendiyan xurt danî bûn.


Barzanî vedigere Kurdistanê

Di 14-ê Tîrmeha 1958-an de bi serokatiya general Abdulkerîm Qasim cuntayeke leşkerî hat ser hukim. Cuntayê şah Feysel û Serokwezir Nûrî Saîd dan kuştin. Wan bi vî awayî welat ji padîşahiyê rizgar kiri bûn û komara nû damezrandi bûn. General Qasim di hukûmeta nû de cî dabû partiyên din jî. Herwiha Baba Eliyê kurê Berzencî jî ji kurdan vebijarti bû û ew kiri bû wezîrê karûbarên avakirinê. Wî herwiha ji bo ko cihê xwe ewle bike "Konseya Neteweyî" jî ava kiri bû. Di vê konseyê de alewiyek û kurdek jî hebûn.

Li gora qanûnên ko ji nû ve hati bûn amadekirin Îraq beşek ji niştîmanê ereban bû lê kurd û ereb bi her awayî mîna hev xwedî par bûn. Dê mafên wan yê neteweyî li gora çarçoveya neteweyî ya îraqê bihata dayîn. Herwiha tu ferq di nava netewe, ziman, ol û baweriyan de jî tune bûn.

Dema zagonên bingehîn hatin ragihandin, li ser navê PDK-ê Îbrahîm Ehmed axaftinek kir û li ser van guhertinan razîbûna xwe û ya gelê kurd pêşkêş kir. General Qasim jî di axaftinekê de diyar kir ko hukûmetê bangî Barzanî kiriye da ko vegere "welatê xwe".

Êdî rê ji Barzanî û penaberên kurd re vebû bû ko vegerin ser axa bav û kalan. Hinek penaberên kurd li Sovyetê man, lê yên din bi kêfxweşî û bi def û zirne vegeriyan Kurdistanê. Barzanî û hevalên xwe di ser Romanya, Bulgaristan û Çekoslovakyayê re çûn Misirê û li wirê jî Cemal Abdulnasir ziyaret kirin.

Çaxê Barzanî di 6-ê Çiriya Paşîn de li Bexdayê ji balafirê peya dibe, mîna qehremanekî neteweyî tê himbêzkirin. Bi sedhezaran kurd li meydanê li benda wî bûn. Herwiha general Qasim jî hati bû pêşiya wî. Hevdîtina Barzanî û Qasim bi vê tenê ne ma, herdu serokan li ser pirsgirêka kurd û ya Iraqê car bi car dihatin cem hev û ji bo çareserkirinê guftûgo dikirin.

Bi vegera Barzanî re PDK dîsa xurt bû bû û dest bi xebateke nûjen kiri bû. Partî êdî eşkere kar dikir û dikari bû çaralî xebat bikira. Rewşa nû hem li Kurdistanê û hem jî li Îraqê azadî û rehetiyeke berbiçav anî bû holê. Lê vê jî pir dom ne kir. Pirsgirêkên civakî û neteweyî rê ne didan ko ev azadî û rehetî pir dom bike.

Yek ji wan pirsgirêkên sereke ew bû ko Misir û Îraqê dixwastin bi hev re komareke ereb damezrînin û xwedêgiravî xwe xurtir bikin. Lê di rewşeke wisa de Kurdistan mîna perçeyekî vê komarê dihat hejmartin. Ev rewş bêguman ne li gora daxwaza Barzanî û kurdên din bû.

Di nav leşkerê ereb de jî pirsgirêkên bingehîn hebûn. Gelek ji generalan ne dixwest ko yekîtiyeke wiha pêk bê. Herwiha di pirsa kurdî de jî nakokî hebûn. Gelek serokleşker nîjadperest bûn û pirsa kurdî ji bo çaxê ko kurd bi hêz bûn qebûl dikirin. Wan bi vî awayî dixwest xwe bi hêz bikin û dîsa êrîş bibin ser kurdan.

Dewletê bi vê niyetê pêşî xebata rêxistinan azad kir lê pişt re wan bi xasûkî da pêşberî hevdu. Hukûmetê dîsa soz û bextê xwe ji bîr kiri bû. Wê dor bi dor rêxistin ji ortê dan alî û pişt re jî kovar û rojnameyên kurdî qedexe kirin. Bêguman Qasim ji nakokiyên nav rêxistinan jî sûd werdigirt. Lê ew bi wê jî nema û xwest di nav eşîrên kurdan û Barzanî de jî nakokiyê derxe. Di vî awayî de jî baş bi ser diket.

Barzanî bi vê rewşê gelek dêşiya. Çaxê li Moskovayê beşdarî pîrozkirina şoreşa Oktoberê bû, gilî û gazinên xwe ji berpirsiyarên hukûmeta Sovyetê re pêşkêş kirin. Lê wan bi tenê li Barzanî guhdar kirin û pişt re jî bêdeng man.

Piştî ko Qasim muxalefeta din belav dike, dor tê ser kurdan û bi taybetî jî Barzanî. Ji ber nakokiyên reforma axê gelek serokeşîrên kurd çek hilgirti bûn û êrîş dibirin ser hêzên leşkerî. Ji xwe Qasim jî ev rewş bi zanebûn hazir kiri bû. Piştî ko dît di nav kurdan de nakokiyên girîng hene, di Îlona 1961-ê de êrîş bir ser Kurdistanê. Pêşî bi balafiran Kurdistan da bombekirin û pişt re jî du tumen leşker şiyandin welêt.

Barzanî û Partiyê fêm kiri bûn ko ew nikarin bi vî teşeyî kurdan biparêzin. Pêwîst bû ko ew dest bi berxwedanê bikin. Li ser vê biryar hat girtin û Barzanî tevî 400 pêşmergeyên xwe derket serê çiyayê Metînan û herêma Berwarî. Şerê çekdarî pir lawaz dest pê kir, lê di nava demeke kin de çaralî belav bû. Pêşmergeyan roj bi roj ax ji destê dijmin rizgar dikirin û êrîşên dijmin jî bi hostetî dişikandin. Di şer de bi hezaran leşkerên ereb hatin kuştin.

Ji hêlekê ve serhildana kurdan û ji hêlekê ve jî nakokiyên nav rêxistin û hêzên ereban, hukûmeta Qasim roj bi roj qels dikir. Herwiha muxalefeta ereban jî ji bo armanca xwe, şoreşa kurd pir girîng dipejirand. Ji bo ko bi ser kevin û Qasim ji ser hukim daxînin, piştgiriya kurdan û rebêrên wan pêwîst didîtin. Ji lewre jî car bi car xwestin ko bi serokatiya şoreşê re têkevin pêwendiyê û hevkariyê bikin. Kurd jî bi şertê bidestxisitina otonomiya kurdan û hatina demokrasiyê li Îraqê ji xebateke wiha re amade bûn. Nûnerên kurd û berpirsiyarên Koalîsyonê çend caran hev dîtin û biryar girtin da ko hukûmeta Qasim ji ser hukim hilweşînin.

Koalîsyonê di destpêka sibata 1963-an de dest bi xebata xwe kir. Ji hêlekê ve grev û boykot û ji hêlekê ve jî serleşkerên muxalîf êrîş birin ser Qasim û hukûmeta wî. Baasiyan di demeke kin de hukim xistin destên xwe û general Qasim kuştin. "Serokatiya Konseya Neteweyî ya Şoreşger" ango Koalîsyonê Abdulselam Arif weke serok-komar û Hesen el-Bakir jî weke serokwezîr hilbijartin.

Koalîsyon ji Baasî û Nasiriyan pêk dihat. Koalîsyonê wezîrên hukûmetê di nav hev de parve kirin û du heb jî dan kurdan. Li gorî wan pirsa kurdî jî bi vî awayî çareser bû bû. Tevî ko kurd bi mercê ko otonomiyê bi dest bixin piştgiriya wan kiri bûn jî, qet behsa wan ne dibû.

Kurdan nikari bû dev ji otonomiya xwe berdin. Ji ber ko niha garantiya tu tiştekî tune bû û çaxê ne li gora hesabê hukûmetê bûya, dîsa dikari bû êrîşê bibe ser kurdan. Ji lewre jî Barzanî bi serokatiya Celal Talabanî çend nûnerên kurd şandin Bexdayê da ko li ser pirsa kurd bigihin biryarekê. Piştî çend çûyîn û hatinan, nîqaş û dilhiştin û di dawiyê de jî çûyina cem Cemal Abdulnasir û bi "erêkirina" wî, hukûmetê otonomiya qismî ya kurdan pejirand.

Kurd her tim ji bo aştiyê amade bûn û di vî awayî de car bi car gav avêti bûn. Vê carê jî xwe amade dikirin da ko dev ji çekan berdin. Lê ta niha jî tu garantiyek tune bû. Pêwîst bû ko Kurdistan azad bibe û kurd di nav axa xwe de bibin xwedî erk û desthilatdar.

Lê piştî ko Koalîsyonê dest danî ser hukim, fermana komunîstan derxist. Milîsên hukûmetê di demeke kin de bi hezaran komunîst û kesên çep kuştin. Hingê gelek komunîst û bi taybetî jî endamên PKI-ê, ko heta niha şoreşa kurd bi xayîntî û ajantiya emperyalîzmê sûcdar dikirin, êdî xwe avêti bûn bextê kurdan û hati bûn Kurdistanê.

Bêguman Barzanî û Partiyê ev anîn bîra wan, lê wan nikari bû van merivan bi paş ve bişînin kuştinê. Piştî ko PKI di Kurdistanê de bi cî bû, êdî xwe beşek ji şoreşa kurd dihesiband û ew "pêşverû" dipejirand. Endam û alîgirên ko ji ber destê Baas rizgar bû bûn, li Kurdistanê bi cî bûn û bûn xwediyê kampên xwe.

Hukûmeta Yekîtiya Sovyetê heta dawî piştgiriya Qasim kiri bû. Lê piştî ko hukûmeta nû dest bi kuştina komunîstan kiri bû û gelek ji wan jî xwe avêti bûn tor û bextê kurdan, hukûmetê Nîsana 1963-an de siyaseta Qasim a li hember kurdan di rojnameya Pravdayê de rexne kir. Nivîsa ko di rojnameyê de derketi bû piştgiriya mafên kurdan jî dikir. Berpirsiyarên Sovyetê bi vê jî neman û di medyayê de car bi car hukûmeta Îraqê rexne kirin û piştgiriya şoreşa kurd kirin.

Herwiha di vê demê de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî nêzîkayî li pirsa kurdî dikir. Bi vê armancê nameyekê ji Barzanî re dişînin û jê daxwaza pêwendiyan dikin. Ew di nameyê de piştgiriya xwe ji Kurdistaneke otonom re jî diyar dikin.

Planên Yekîtiya Komara Ereb jî ko ji dewletên Misir, Îraq û Sûriyeyê ve pêk dihat, di 17-ê Nîsana 1963-an de bi dawî hat. Hukûmeta Îraqê dixwast pirsa kurdî bi Yekîtiya Komara Ereb ve girêde. Lê Barzanî û kurdên din ev ne dipejirandin. Evê "Komar" an jî federasyonê bi tenê mehekê dom dike û nakeve jiyanê.

Hukûmeta Îraqê di gulanê de piraniya leşkerên xwe şand Kurdistanê. Lê Barzanî hê jî dixwest pirsa kurdî bi riya aştiyê çareser bike. Ji bo wê jî Barzanî doz li serokwezîr Hasan el-Bakir kir ko li gorî mercên pêvajoya aştiyê gavan bavêje û pirsa kurdî bi vê riyê çareser bike. Barzanî ji bilî vê bala el-Bakir kişand ser leşkerê ereb ê ko Kurdistan seranser dagir kiri bû.

Bersîva el-Bakir bû hepiskirina nûnerên kurd, yên ko ji bo hevdîtinan li Bexdayê bûn. Di destpêka Hezîranê de jî li Suleymaniyeyê nêzî 300 kurdî hatin girtin û wendakirin. Hukûmeta mirdar bi vê jî nema – wê ji bo kuştin an jî girtina Barzanî 100 000 dînar jî pêşkêş kiri bû.

Hukûmetê di vî şerî de ji sê hêlan ve êrîş biri bû ser Kurdistanê: Amediyê, Rewandûz/Barzan û Koy Sancaq. Herwiha nêzî 5000 leşkerên Sûriyeyê jî beşdarî vê êrîşê bû bûn. Nêzî 200 gundî seranser hatin şewitandin û wêrankirin. Bi hezaran jin û zarok hatin kuştin. Cuntaya Arif û el-Bakir biryar dabû ko vê carê doza kurdî ji binî ji ortê rake û ji lewre jî Kurdistan seranser wêran dikir. Lê têkoşerên kurd bi serokatiya Barzanî, bi şerê gerillayî leşkerê ereb car bi car şikandin û di dîroka kurdan de lehengiyên bêhempa pêk anîn.

Hukûmeta Îraqê dîsa bi Sovyetê re pêwendî danî û ew kişand aliyê xwe da ko dev ji rexneyên xwe berde û piştgiriya kurdan neke. Li ser daxwaza Sovyetê, Moxolistana ko demek berê di Yekîtiya Neteweyan de doza kurdî anî bû zimên, ev pêşniyara xwe bi şûn de kişandi bû. Barzanî li ser vê rewşê wiha goti bû:

"Em ne di wê baweriyê de ne ko emê mafên gelê xwe bi pêwendiyên di nav lordan de wergirin. Emê vê serkeftinê bi tekoşîna xwe ya pîroz û çekên xwe bi dest bixin."

Bi rastî jî pêşmergeyan tekoşîneke wîsa bêhempa dabûn, ko caşikan dev ji çekan berda bûn û leşkerê dijmin jî xwe bi şûn de vekişandi bû. Di Çiriya Pêşîn de gelê kurd axa rizgarkirî bi giştî ji destê dijmin derxisti bû.


Aştiya 1964-an û dubendiya kurdan

Şerê azadiyê hukûmet jî berda bû pêşberî hev. Di Çileya Pêşîn de Arifî di hukûmetê de guhertinên mezin çê kirin û baasî ji kar û barên hukûmetê bi dûr xistin û bi vî awayî hukim bi tevayî xist bin kontrola xwe. Di hukûmeta nû de cî dabû kurdekî Nexşebendî jî.

Arif bi gotin aştî dixwast û "em dixwazin vî welatî bi birayên xwe yên kurd re parve kin" digot. Li ser daxwaza Amerîkayê, Cemal Abdulnasir û Ben Bella însiyatîf girtin û di 10-ê Sibata 1964-an de şer rawestiya. Êdî Arif şer da bû rawestandin. Bê guman ev ji bo kurdan jî baş bû.

Li gorî şertên lihevhatinê dê di nava çarçoveya yekîtiya Îraqê de çareserkirina mafê neteweyî yê kurdan bi zagonên bingehîn bihata garantîkirin. Dê bi efûyeke giştî kurdên girtî serbest bibûna û dê malên wan bi paş ve bihatina dayîn. Dê "Wezareta karên Bakur" bibûya sîvîl û ji nû ve bihata sazkirin. Dê karmendên kurd vegeriyana ser karên xwe û ambargoya aborî ji ser Kurdistanê rabûya. Dê herwiha komîsyonek ji bo zerar û ziyana Kurdistanê saz bibûya û tazmînata wê bida kurdan.

Ji aliyê din ve ji ber ko rewşa kurdan jî ne baş bû, Barzanî jî ne dixwest şer dom bike. Pêwîst bû ko kurd jî hinekî bêhna xwe berdin û pêwîst bû Kurdistana wêrankirî bihata avakirin. Diviya bû ko girtiyên hepsan bihatana berdan û vegeriyana malên xwe û gundiyên kurd axa xwe bajotina. Li gorî Barzanî rewşa aborî ya xerab pişta kurdan şikandi bû. Lewre Barzanî weke prensîb ev peyman pejirand û ji bo şer-rawestandinê biryar da. Wî li ser vê ji medyayê re weha digot:

"Em fersendekê didin hukûmetê da ko sozê xwe bi cî bîne û mafên me yên neteweyî têxe jiyanê. Ger ew li ser sozê xwe nemîne, emê ji bêçarî bersîvê bidin. Bidawîanîna şerê çekdarî nayê maneya ko em dev ji çekan berdidin. Emê li gora rewşê û pêkanîna şertên kurdan biryarê wergirin."


Cûnta li ser sozê xwe nasekine

Hukûmet dîsa li ser soza xwe nema. Nameyên ko Barzanî car bi car ji wan re dişandin ne digihîştin wan an jî bêbersîv diman. Cûntayê li dawiyê, piştî ko rewşa xwe hinekî sererast kir û xwe ji şer re amade kir, şertê ko kurd dev ji çekên xwe berdin anî pêşberî kurdan. Dê herwiha hêzên pêşmergeyan jî bihatana belavkirin. Li ser wê bersîva Barzanî eşkere bû: "Pêşmerge bersîva hêviya mafên neteweyî yên dîrokî ne. Ew parêzgerên pîroz ên mafên gelê kurd in. Her kî bixwaze bêyî ko kurd bigihin mafên xwe hêzên pêşmergeyan bête belavkirin, ew pirsê berevajî dikin. Her weke mêrikê ko erebeyê li pêşiya hespan girê bide."

Cûntayê di destpêka Sibatê de ultîmatomek ji Barzanî re şiyand û xwest ko ew û hevalên xwe teslîmî hukûmetê bibin. Cûntaya şovenîst niha dixwest ji belavbûna kurdan sûdê werbigre û wan di rewşeke zor de zeft bike. Lê kurdên ko derbasî Îranê bûbûn û çendeyek berê li dijî Barzanî û şoreşê bûn, niha dîsa dixwestin beşdarî şoreşê bibin. Li ser vê Barzanî ji bilî Î. Ehmed û S. Azîz lêborîneke giştî derxist û ew jî dîsa gihîştin hêzên şoreşê. Ji bilî vê Barzanî eşîrên din jî gihandi bûn şoreşê. Di demeke kin de êzîdiyên kurd jî ji hêla xwe ve serî hildan. Vê carê êdî kurd di bin serokatiya Barzanî de weke neteweyeke hevgirtî serî hilda bûn.

Lê Arif jî vê carê – çi di warê leşkerî, çi jî di ya dîplomasî de – xwe baş xurt kiri bû.

 

"Yan Kurdistan yan neman"

Di Nîsana 1966-an de Ebdulselam Arif û du wezîrên xwe di qezayeke helîkopterê de mirin. Birayê wî Abdulrehman Arif ket dewsa wî. Abdulrehman li ser daxwaz û bangên Barzanî, mîna Ebdilselam, behsa biratiya kurd û ereban dikir. Lê xuya bû ku wê jî dê pir dom nekira. Serleşkerên cûntayê ji bo domandina şer zor didan hukûmetê û hukûmetê jî car bi car bangî Barzanî dikir da ko tevî pêşmergeyên xwe teslîmî hêzên dewletê bibe. Riya kurdan a dirêj û bi tade her berdewam bû.

Di dawiya Gulana 1966-an de tekoşerên kurd hêzên dijmin perîşan kirin. Hukûmet mecbûr ma ko dest bi hevdîtinê bike. Arif di Çiriya Pêşîn de diçe Kurdistanê cem Barzanî. Ev yekemîn car bû ko serok-komarek diçû Kurdistanê. Barzanî hingê dirûşmeya xwe ya dîrokî hilda bû: "yan Kurdistan an neman!"

Barzanî vê carê şert danî bû ber cûntayê ko di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de mafê kurdan ê çarenûsiyê bête dayîn. Arifî ev jî pejirand. Lê cûntayê vê carê jî ev bi cî nanî.


Baas tê ser desthilatê

Li Îraqê şerê navxweyî yê li ser rêvebirina welêt yek ji wan pirsgirêkên herî girîng e. Ji ber wê jî di nav hêzên leşkerî û siyasî de her tim nakokî hene. Herçî Baas ji bo demeke kin ji rêvebirinê hati bû bidûrxistin jî, ji hêza xwe pir tişt wenda ne kiri bû. Di 17-ê Tîrmeha 1968-an de cûntayeke nû hat ser destlatê. Vê carê Hesen el-Bakir bi piştgiriya leşkerên muxalîf û bi alîkariya Partiya Baasê dest danî bû ser deslatê û hukûmeteke nû ava kiri bû.

Mîna cûnta û hukûmetên din, ji bo ko Baas bikari be birêvebirina deslata xwe ewle bike, pêwîstiya wan bi kurdan hebû. Ji bo wê jî di hukûmeta nû de çar wezaret ji kurdan re veqetandin. Ji van du kes ji hêla Barzanî, yekî serbixwe û yek jî ji aliyê Îbrahîm Ehmed û grûba wî bû.

Lê Barzanî li hember vê derket û ne hişt ko hevalên wî beşdarî hukûmetekê bibin, ko hevalbendên Îbrahîm Ehmed tê de cî digirtin. Barzanî ji ber du sedeman li hember vê biryarê derdiket. Ya yekem ew bû ko hukûmetê bi zanebûn dixwest kurdan perçe bike û evê bike “de facto”. Ya duyem jî li gorî Barzanî êdî ev grûb ne di nav rêzên kurdên azadîxwaz de bû.

Digel vê jî Partiya Baas di destpêka Çileya Paşîn sala 1969-an de di kongreya heftemîn de – xwedêgiravî – mafên kurdan pejirandin û li deklarasyona xwe ya Hezîranê xwedî derketin. Li gorî vê deklarasyonê diviya bû ko kurd û ereb li hember emperyalîzmê û siyonîzmê hêzên xwe bidana ser hev û welat bi hev re ava bikirana. Tevî vê jî armanca cûntayê ew bû ko ji rewşa kurdan sûdê wergire û wan berî hevdu bide. Wan qaşo dixwest ko pirsa kurdî çareser bikin, lê ne bi serokatiya şoreşê re. Serokên dewletê ji dewsa ko bi Barzanî re têkevin pêwendiyê, berê xwe dabûn kesên "pêşverû" yên mîna Îbrahîm Ehmed û hevalên wî.

Barzanî nikari bû ev tişta bipejiranda. Xuya bû ko şerekî nû xwe nêz dikir. Pêşmerge niha ji bo şerekî nû amade bûn. Wan êrîş birin ser hêzên cûntayê û Qeledizê û Pencewîn ji destên wan rizgar kirin.

Cûntaya Ereb ji hêlekê ve êrîş dibirin ser kurdan û ji hêlekê ve jî dixwest eniyeke giştî ava bike. Lê ev bi ser ne diket û Barzanî jî armanca wan fêm kiri bû. Li ser vê PDK-ê di 15-ê Gulana 1969-an de ji bo yekîtiyeke ko mafên kurdan bîne cî û cûntayê ji ser destlatê daxîne dest bi xebatekê kir û ev bi daxuyaniyekê jî diyar kir.

Şoreş her diçû xurtir dibû û ji hêla çekan ve jî pir bi hêz bû bû. Cûnta bêçare mabû. Herwiha li ser Şat el-Ereb bi Îranê re jî nakokî derketi bû. Nakokiyên navxweyî û şoreşa kurdan du pirsgirêkên din bûn.

Di Îlona 1969-an de Sovyetê bi xwe xwest ko ji çareserkirina vê pirsê re bibe alîkar. Baas ji berê ve amade bû, lê ya herî girîng ew bû ko Barzanî qayil bikin. Li ser vê dê Sovyetê merivekî bi navê Ezîz Şeref, ko ji sala 1965-an ve li sirgûniyê dijiya û bi saya kurdan ji destê cûntayê rizgar bû bû, bişanda cem Barzanî.

Barzanî bi xwe ji cûntayê bi guman bû. Baweriya wî bi hukûmetê ne dihat. Li gorî wî dema wan di odeyekê de li ser çareserkirina pirsa kurdî nîqaş dikirin, di odeyeke din de planên leşkerî dihatin amadekirin. A rast vê carê jî rewş wisa bû. Hukûmetê ji hêlekê ve bangî aştiyê dikir û çareserkirina pirsa kurdî li hember emperyalîzmê danî rojevê, ji hêlekê ve jî leşkerê xwe dişand Kurdistanê.


Ber bi 11-ê Adarê ve

Di destpêka 1970-î de di hukûmeta Hesen el-Bakir de guhertineke din çê bû. Vê carê Ezîz Şerîf kiri bûn wezîrê dadmendiyê. Wî herwiha di nav hukûmetê û PDK-ê de navberî jî dikir. Civîn carinan li Bexdadê û carinan jî li Kurdistanê pêk dihatin.

Li dawiyê  Sadam Huseyn, ko hingê cîgirê serkarê leşkerî yê herêmî bû, çû Kurdistanê û sê rojan li cem Barzanî bû mêvan. Deklarasyona peymanê ji aliyê Barzanî û Sadam ve hat îmzekirin û di 11-ê adara 1970-î de ji aliyê el-Bakir ve di radyoyê de hat ragihandin.

Ev peyman di dîroka gelê kurd de gavek ji yên herî girîng bû. Kurdên Başûr bi vê peymanê digihîştin azadiya xwe û li Bakurê Îraqê Kurdistaneke otonom dihat damezrandin. Dê di demeke eyan de serjimartinek li Kurdistanê çêbûya û li gora wê jî kar û xebata Kurdistanê têketa destên kurdan. Kurdan êdî di welatê xwe de rêvebirî dixistin destên xwe.

Bi vê peymanê re ji hêlekê ve cuntayê û ji hêlekê ve jî PDK-ê lêborîneke giştî derxistin. Bi vî awayî piraniya kurdan serbest bû bûn. Di dawiya Adarê de hukûmeteke nû ava bû bû û di nav vê hukûmetê de pênc wezaretên ko Barzanî jî ew erê kiri bûn dabûn kurdan. Samî Abdurrahman jî bû bû wezîrê karûbarên "Bakur".

Lê cûntayê berî wextê serjimartina şêniyên bajarê Mûsil û Kerkûkê ereb di vir de bi cî kiri bûn da ko rêvebirî nekeve destê kurdan. Di qanûna bingehîn a nû de qet behsa otonomiya kurdan tune bû. Li gorî peymanê dê bajarên Kerkûk, Xaneqîn, Mûsil, Sincar û Diyalayê ji aliyê hêzên kurd û hukûmetê ve bihatana birêvebirin. Lê ev jî bi cî ne hat. Herwiha li Bexdayê li hember nûnerên kurd Îdrîs Barzanî û Hemîd Berwarî sûîqest jî hati bû plankirin.

Barzanî di destpêka 1971-ê de li hember siyaseta asîmîlasyonê û bicîkirina ereban li bajarên Kurdistanê derket û ev kiryaran protesto kir. "Armanc ji van kiryaran berî ko di Çiriya Pêşîn de serjimartin çê bibin, nifûsa ereban li bajarên Kurdistanê zêdekirin e" Barzanî digot.

Di demeke kin de li hinek deveran şerine piçûk derketin holê. Hukûmetê bi buhaneya van êrîş û şerên piçûk di Havînê de êrîş bir ser kurdan û dîsa şer dest pê kir. Berdevkê cûntayê êdî Sadam bû, yê ku dest bi siyaseteke nû kiri bû. Berî ko êrîşê bibe ser kurdan bi hukûmeta Sovyetê re pêwendî danî bû û bi saya peymanekê rewşa cûntayê saxlem kiri bû.

Lê cûnta dîsa jî bi ser ne ket. Hêzên pêşmergeyan, weke ko cûntayê texmîn dikir, ne hati bû belavkirin. Di dawiya Îlonê de cûnta di şer de keti bû tengasiyê. Pêwîst bû ko tiştekî cuda bête kirin. Dor vê carê hati bû ser Sadam. Sadamê ko îmzeya xwe avêti bû ser peymana 11-ê Adarê, bi van xebatên xwe rutbeya xwe roj bi roj bilintir kiri bû.

Mele Mistefa Barzanî merivekî oldar bû, Sadam ev dizani bû. Wî heyeteke ji meleyan pêkhatî tevî du quranên diyarî şand cem Barzanî. Lê di nav wan quranan de ji bo kuştina Barzanî bombe hati bûn veşartin û meleyan jî ev nizanî bû. Bombe di destê meleyekî de û bi pêşmergeyekî de teqiya û Barzanî careke din ji kuştinê filitiya.

Cûnta li benda nûçeya kuştina Barzanî bû. Lê çaxê pê hisiya ko rewş ne wisa ye, dest bi teroreke nû kir. Lê cûnta bi vê jî ranediwestiya. Ew her tim li pey merivên qels bû da ko şoreşê ji hundir ve têxe destê xwe yan jî qels bike. Yek ji wan mirovên qels jî Ubeydullahê kurê Barzanî bû. Sadam bi awayekî ew kişandi bû aliyê xwe. Çaxê Partî û Barzanî pê hisiyan, ew girtin û xistin hepsê. Lê şeva ko dê bihata kuştin ew reviya û çû cem Baasê. Ew êdî "mêvanê" Sadam bû û di xîzmeta wî de bû.

Hukûmetê bi gavên xwe yên "pêşverû" û bi pêwendiyên bi sîstema sosyalîst re dixwest şoreşa kurd bi her awayî bifetisîne. Bi vê armancê û li ser daxwaza Sovyetê Partiya Komunîst dest bi weşanên xwe kir. Pişt re jî ji vê partiyê du wezîr xistin nav hukûmetê. Dawî jî hukûmetên Îraq û Sovyetê li hev kirin û bi hev re peymana dostanî û hevkariyê li Bexdayê îmze kirin. Piştî vê peymanê hukûmeta Sovyetê bi hezaran şêwirmend, teknokrat û leşkerên ko bi petrola kurdan dihatin xwedîkirin şandin Îraqê.

Barzanî xetera mezin fêm kiri bû. Heta niha Sovyetê car caran piştgirî dikir an jî dengê xwe li hember qirkirinan derdixist. Lê niha ev jî ji dest çû bû. Barzanî bi Îranê jî ne zêde bawer bû. Wî dizani bû ko Îran dê di rewşeke xweş de dev ji kurdan berda û wan bi tenê bihêle. Herwiha Amerîka jî daxwaza wî ya piştgiriyê bêbersîv hişti bû.

Tevî ko Barzanî bi her awayî hêviyên xwe ji cûntayê birî bû jî dîsa ne dixwest xwîn bête rijandin. Ji bo vê wî jî heyetekê şand Kremlînê ko pirsgirêkê bîne zimên û Îraqê mecbûr bike da ko cûnta peymanê bi cî bîne. Di civînê de Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê şertên ko PDK-ê pêşkêş dikir, ango bicîanîna deklerasyona 11-ê adarê dipejirand.

Lê hukûmeta Sovyetê ji bo bicîanîna vê deklerasyonê zor ne dida Îraqê. Cûntayê jî êdî bi vî awayî pişta xwe xort kiri bû û hêzên xwe jî da bûn ser hev. Ji bo wê jî êdî dîsa dikari bû dest bi êrîşên xwe bike. Bi vî awayî pêşî êrîş birin ser Şêxan û pişt re jî gundên Sîncarê, ko kurdên êzîdî tê de dijiyan, bombe kir. Leşkerê cûntayê bi vê jî ranewestiya û êrîşên xwe gav bi gav zêde kir.

Lê Barzanî û PDK-ê jî vala ne disekinîn. Ji ber ko pêwendiyên Sûriyeyê jî mîna Îraqê bi Sovyetê re hebûn û perçeyekî Kurdistanê di bin bandora wan de bû, tu hêviyên alîkarî yan jî piştgiriyê ji wir tune bû. Herwihe perçeyê herî mezin ê Kurdistanê di bin bandora Turkiyeyê de bû û di rojeva Komara Turkiyeyê de jî ji bo kurdan tu guhartinek tune bû. Turkiye herwiha li hember her pêşdeçûneke pirsa kurdî bû jî.

Bi vî awayî bi tenê Îran di dest de dima. Dewleta ko bikari be kurdên Başûr bigihîne Amerîkayê Îran bû, ji ber ko nakokiyên wan bi Îraqê re hebûn. Îraqê bi riya Sovyetê deslata xwe li Kendavê jî zêde kiri bû. Ji bo vê jî şah dixwest bi kurdan re têkeve pêwendiyê û bi riya wan cûntaya Baasê ji ser deslatê daxîne.

Lê baweriya kurdan û Barzanî bi şahê Îranê ne dihat. Tevî vê jî tu riyeke din xuya ne dikir. Şah Riza bi riya Nîkson û Kîssinger û bi "garantoriya" wan bi Barzanî re kete pêwendiyê. Kîssinger bi vî awayî biryara alîkariyê da. Lê, weke çawa pişt re jî xuya bû û di şerê Kendavê yê dawî de jî eşkere bû, ev alîkarî ne ji bo serkeftina kurdan bû. Wan bi vê alîkariyê dixwast cûntaya Îraqê bitirsînin û têxin bin hukmê xwe.

Cûntaya Baasê jî ev rewş bi her awayî bi kar anî. Ji hêlekê ve Partiya Komunîst a Îraqê kişand hêla xwe û ji hêlekê ve jî "Eniya Neteweyî ya Pêşverû" ava kir da ko dorê li kurdan teng bike. PKÎ dîsa çû Bexdayê û şoreş û serokên wê dîsa bûn "paşverû"! Li gorî wan "Barzanî bi temamî keti bû nav lepê emperyalîzm û kevneperestan".

Cûntayê ji hêlekê ve ev kiryar dikirin û ji hêla din ve jî di adara 1974-an de amadekariya danezankirina otonomiya yekalî dikir. Lê Barzanî û kurd bi temamî ev kiryar protesto dikirin. Ji ber vê jî Barzanî Îdrîs şand Bexdayê da ko hukûmet vê biryarê bi cî neyne. Lê hukûmetê di vî warî de xwedî biryar bû û di 11-ê Adarê de otonomiya yekalî danezan kir.

Li ser vê PDK-ê wezîrên xwe ji hukûmetê vekişandin û waliyên Hewlêr û Suleymaniyeyê jî dev ji karên xwe berdan. Hukûmetê jî zûzûka dewsa wan bi kurdên hevalbendên xwe dagirt. Yek ji wan jî Ubeydulla Barzanî bû.

Hasan el-Bekir û Sadam zagonên bingehîn guherti bûn û otonomiya ko da bûn kurdan jî li gora xwe di bin kontrola xwe de hêşti bûn.


Şerê dawiyê

Bê guman gelek sedemên şerê dawiyê hebûn. Lê sedema herî girîng çavsoriya cûntaya Baas bû. Cûntayê Yekîtiya Sovyetê û piraniya dewletên ereb da bûn pişt xwe û li hember "emperyalîzmê" û “hevalbendên wan” kurdan şerekî bêhempa dikir. Her çiqas Sovyetê jî daxwaza dikir ko kurd û PDK bi Baasê û PKÎ re têkevin hevkariyê û bi vî awayî li hember emperyalîzme hêzeke xurt ava bikin, Barzanî bi wan bawer ne dikir û guh ne dida gotinên wan.

Êdî nakokî gihîşti bû pileya herî bilind. Endamên komunîst bi hêzên cûntayê re êrîş dibirin ser kurdan û hêzên şoreşê. Partiyên komunîst ko ta niha bêdeng bûn jî êdî şoreş rexne dikirin û Barzanî bi "hevalbendiya emperyalîzmê" sûcdar dikirin.

Cûntayê li ser hev ultîmatom didan Barzanî da ko şertên ko wan danîne bipejirîne. Lê bersîva Barzanî diyar bû: Dê tekoşîn bi tenê çaxê mafên kurdan têketana bin garantiyekê bi dawî bihata!

Vê carê şer pir giran bû û cûntayê bi tevahiya hêza xwe êrîş dibir ser kurdan. Hejmara leşkerê cûntayê nêzî 150 hezarî bû. Hêzên pêşmergeyan jî nêzî 50 hezarî bû, lê nêzî 70 hezarî jî milîsên wê hebûn, yên ko çaxê pêwîst bûya radihştin çekan û derbasî nav hêzên şoreşê dibûn.

Balafirên cûntayê tevî pîlotên Sovyetê seranserê Kurdistanê bombebaran dikirin, lê cîhan bêdeng bû. Hawar û gaziyên Barzanî ko ji çaraliyê cîhanê re dikir, bêbersîv diman. Tu kesî dengê Barzanî û yê gelê kurd ne dibihîst.

Tevî şerekî pir dijwar û bombeyên napalmê jî cûntayê di şer de pir zor dikişand. Pêşmergeyên qehreman dinya li leşkerê dijmin kiri bû zîndan. Hêzên leşkerî bi hezaran mirî li pey xwe dihiştin û direviyan. Cûntayê fêm kiri bû ko dê di şer de wenda bike; pêwîst bû ko bi riyeke din kurdan bişkîne.

Ji bo vî karî Sovyet namzedê herî girîng bû. Sovyetê û Amerîkayê di Konseya Ewleyî ya Neteweyên Yekbûyî de li hev kirin ko Îran û Îraqê li hev bînin. Êdî Amerîkayê jî sozên xwe ji bîr kiri bûn û dev ji piştgiriya kurdan berda bû.

Şêwirmendên Îran û Îraqê di destpêkê de li Îstenbolê hatin cem hev. Şah Riza û Enwer Sadat di destpêka 1975-an de li Qahîreyê hev dîtin û Sadat pêşniyara Sedam pêşkêşî wî kir. Sadat pişt re, di Sibatê de, çû Bexdayê û şertên Şah pêşkêşî Sedam kir. Li dawiyê jî Şah Riza Pehlewî û Sedam Huseyn di 6-ê Adarê de li Cezayîrê di civîna OPEC-ê de hevdu dîtin û li hev kirin. Piştî civînê di bin garantoriya Bumedyen, serok-komarê Cezayîrê, de peymana xwe ji medyayê re eşkere kirin.

Peymana Cezayîrê hêviyên kurdan bi her awayî bi dawî anî bûn. Îranê bi vê peymanê re Şat el-Arab bi dest dixist û dibû xwediyê Kendavê. Bi vî awayî otonomiya kurdan, ko sibê dikari bû li serê Îranê jî bibe bela, bi cî ne hat. Îranê dev ji "piştgiriya" kurdan berda û Îraqê jî dev ji ya Dofarê berda.

Dema peyman eşkere bû Barzanî li Tehranê bû. Çaxê wî û Şah hevdu dîtin bersîva Şah diyar bû: "Hûn dikarin şoreşa xwe bidomînin lê em dê çekên xwe ji we wergirin û sînoran bi temamî bidin girtin. An jî hûn dikarin bi lêborînê vegerin Îraqê û teslîmî hukûmetê bibin. Ya dawî jî hûn dikarin îltîcayî me bikin."

Barzanî tu caran wiha aciz ne bû bû. Li ser telgrafa wî navenda PDK-ê civînek pêk anî û di civînê de biryarê berdewamiya şerê çekdarî hat dayîn. Ev wê çaxê li gora dilê Barzanî bû jî.

Barzanî di 9-ê Adarê de vegeriya Kurdistanê û serkarên şer û siyasetvanên kurd dan civandin û rewşa nû diyar kir. Piştî nîqaş û şêwirmendiyê Barzanî ji Nîkson û Kîssinger re li ser navê Partiyê û kurdên Başûr nameyeke kurt şiyand:

"Rewşa nû di nav gelê me û şervanên me de bêçareyî û perîşaniyê dixe jiyanê. Gelê me li hember xetereke pir mezin e. Em li hember rewşeke hebûn û tunebûnê ne. Ez ji vê re tu gotin û ronîkrinê nabînim. Em hevî dikin, weke ko we ji me re  soz jî da bû, hûn alîkariya me bikin û li rex gelê me cî bigirin. Ji bo berdewamiya jiyana me û parastina malbatên me, ji bo jiyaneke bi rûmet û bi kesayetî ji vê pirsgirêkê re çereseriyeke bi rûmet pêk bînin."

Barzanî tu bersîv wernegirt. Lê wî di dawiya Adarê de nameyeke din ji Kîssinger re şiyand:

"Birêz Kîssinger, me jî dixwest ko pirsgirêka navbera Îran û Îraqê bi riya aştiyê çareser bibe û em bi vê kêfxweş in. Lê digel vê eşkere ye ko gelê me yê bêparastin di van mercan de ketiye xetereke pir mezin. Îranê sînorên xwe ji me re daye girtin û alîkarî jî qut kiriye. Tevgera me û gelê me bi awayekî kesnedîtî tê tunekirin.

Birêz Kîssinger, em bawer in ko Dewletên Yekbûyî li hember gelê me xwediyê berpirsiyariya moral û siyasî ye. Ji bo wê jî em ji we hêvî dikin:

1. Em dixwazin şerê li hember gelê me bête rawestandin û fersenda hevdîtinê bête amadekirin, ji bo gelê me çareseriyek bête dîtin an jî bi kêmasî îtîbara me bête dayîn.

2. Bila her riyên tesîrên mirovantiyê bêtin bikaranîn da ko Îran di vê rewşa dîrokî ya bi derd û keder de alîkariya gelê me bike. Bi kêmasî bila alîkariya jiyana me bike da ko em bikari bin, ta ko çareseriyek bête dîtin, di cihê xwe de şerê xwe bidomînin.

Birêz Kîssinger, em pir bi endîşe ne. Em li benda bersîveke nihênî ne. Em ne bawer in ko DYA li hember kurdan di tevgereke bêberpirsiyar de ye."

Kissînger ji vê nameyê re jî tu bersîv neda.

15-ê Adarê berpirsiyarê SAVAK-ê li biryargeha kurdan bû û ultîmatom dida kurdan: sînor bi giştî hati bû girtin û her alîkarî hati bû birîn. Herwiha ji devereke din jî rê ne dihat dayîn ko alîkarî di sînoran re derbas bibe. Pêwîst bû yan çekên xwe bidana Îranê û derbas bibûna yan jî bi hukûmeta Îraqê re li hev bihatana.

Barzanî tu caran ne keti bû rewşeke wiha nexweş. Wî gelek zor dîti bûn û gelek caran jî keti bû rewşên zor, lê qet wiha bêçare ne bû bû. Niha êdî xwarina gelê kurd jî keti bû xeterê. Rewş bi her awayî li gora hesabên cûntayê dimeşiya. Kurd jî bi her awayî bi tenê mabûn. Barzanî di dawî de xeber şand cem Hesen el-Bakir ko li ser muzakereyên xwe bidomînin. Êdî xwînrijandin ne pêwîst bû. Lê Bexdayê pêşniyarên Barzanî ne pejirandin.

Barzanî di 22-ê Adarê de bi riya radyoya kurdî careke din bangî Amerîkayê kir da ko zorê bidin Îranê ko şerrawestandinê dirêj bikin. Bi vî awayî gelê kurd dikari bû derbasî Îranê bibe.

Gelê ko ji ber êrîşên cûntayê direviya berê xwe dida sînorên Turkiyeyê (Bakurê Kurdistanê) û Îranê (Rojhilatê Kurdistanê). Lê sînor bi her awayî girtî bûn. Di destpêkê de çend kesên ko derbasî Bakur bûn hatin girtin û bi şûn de hatin şiyandin. Leşkerê Sedam ew tev kuştin. Vê rewşê di nav kurdan de panîkeke mezin pêk anî.

Di vê rewşê de Barzanî tevahiya giregirên Partiyê û şoreşê civandin. Wî rewş şirove kir û herkes di kiryarên xwe de azad hêşt. Dê ew bi xwe derbasî Îranê bibûya û pêşniyara wî ji bo yên din jî ev bû. Lê kesê ko bixwesta dikaribû bimîne û şer bidomîne. Kes li hember pêşniyara wî derneket û ji bo xwevekişandinê biryar hat wergirtin.

Xwevekişandin û derbasbûyîna Îranê di 22-ê Adarê de dest pê kir. Nêzî 200 hezar kurd ji dijminekî reviyan û xwe avêtin tor û bextê dijminekî din.


Piştî têkçûna Şoreşê

Şoreşa kurd careke din, ji bo demekê be jî, bi dawî hati bû. Barzanî, serok û serleşkerên şoreşê dîsa li sirgûniyê bûn. Barzanî û hevalên wî, xwe avêtibûn bextê Şahê bêbext.

Barzanî êdî biryar dabû; wî diyar kiri bû ko wî dev ji rola serokatiya berdaye. Pêwîst bû êdî neteweya kurd serokên din ji nav xwe derxe. Dema wî bi rojnamevanê misirî Hasaneyn el-Haykal re xeber dida, wiha digot:

"Şoreşa kurd bi dawî ne hatiye, niha bi tenê navbir daye û bêhna xwe vedide. Rola min bi dawî hatiye, lê gelê kurd li cihê xwe ye û dikare serokên ko berxwedanê bi rê ve bibin ji nav xwe derêxe. Rola min tewaw bûye, lê ne mumkin e ko dawiya gelê kurd were."

Barzanî ji destê dijmin, ji tade û zordariyên dijmin gelek dîti bû. Wî dizani bû ko dijminên kurdan çiqas dijwar û barbar in. Ji lewre jî tu caran xwe ne da destê dijmin. Xayîntî û bêbextiya dijmin di gelek rewş û awayan de jê re bû bûn ders.

"Min xwe neda dest, lê me xwest ko em niha şoreşê bi dawî bînin. Bê guman min dikari bû pişt re jî şoreş bida domandin, lê min ne xwest zêde xwîn bête rijandin. Min herwiha xwest ko bi vî awayî rola xwe jî bi dawî bînim. Lê ev ne dawiya şoreşa kurdan e..."

Tevî van gotinan jî xwe avêti bû bextê dijminekî bêbext. Lê êdî tu mecal jê re nema bû. Dor li wî û gelê kurd pir teng bû bû. Dijmin pir xurt û bi fen bû. Piştî ewqas tekoşîn û serhildan gelek westiya bû jî. Ya rastî ew ne ji şer westiya bû. Ew bêtir ji bêbextiya dijmin û kurdên ko mil didan wan westiya bû.

Piştî ko derbasî Îranê bû, nexweşiya wî hê bêtir giran bû bû. Heta ko di şoreşê de serokatiya serhildanê dikir kes pê ne hisandi bû. Niha êdî wî nikarî bû wê veşêre û rewş roj bi roj ber bi xerabûnê ve diçû. Li ser vê Partiyê û malbata wî di destpêka 1976-an de Barzanî şiyandin Amerîkayê.

Têkçûna şoreşê di nav kurdan de rewşeke nû derxist holê. Kurd êdî bi hev keti bûn û çaralî hev sûcdar dikirin. Nîqaşên piştî şoreşê, mîna her şoreşan, bi xwe re dîtin û şiroveyên cihê dixistin rojevê. Bê guman nakokiyên ko gelek caran berî şoreşê jî dihatin rojevê, vê carê êdî bêtir eşkere bû bûn. Vê rewşê kurd bi her awayî perçe kirin û di pêvajoyê de alozî û nexweşiyên girîng anîn holê. Ji hêlekê ve serokatî, ango malbata Barzaniyan dihat sucdarkirin û bi taybetî jî Barzanî bi kevneperestiyê dihat gunehbarkirin. Herwiha wê demê gelek kesan dîtinên çep û marksîzmê jî, ko êdî hêdî hêdî li Kurdistanê jî belav bû bû, ji xwe re dikirin mertal û êrîş dibirin serokatiya şoreşê. Ji hêla din ve jî du rêxistinên cihê, YNK û Qiyada Miwaqet dest bi xebateke nû kiri bûn.

Şoreş bi ser ne keti bû lê ne dibû ko gelê kurd bê serokatî bimîne. Ji hêlekê ve Celal Talabanî û hevalên xwe ji bo serokatiyê û avakirina tevgereke xurt (YNK) çalakî dikirin û ji hêla din ve jî hinek endamên komîteya navendî ya PDK-ê bi navê "PDK-Qiyada Muwaqet" (QM) dest bi xebateke nû kiri bûn. Wan ji xwe re "stratejiyeke nû" qebûl kiri bûn û êdî xwe di nav rêzên pêşverû de dipejirandin.

Yekemîn konferansa QM di tebaxa 1976-an de li Berlînê çê bû. Barzanî, ko li Amerîkayê bû, dîsa weke serokê partiyê hat hilbijartin. Samî Abdulrehman bû sekreterê partiyê. Mesûd Barzanî, Cewher Namiq, Kerîm Sincarî, Alî Abdullah, Dr. Kemal û çend kesên din jî bûn endamên komîteya navendî.

Barzanî li Amerîkayê di nexweşxaneyekê de dima. Ev ne cara pêşî bû ko dûrî welatê xwe bû, lê dîsa jî hesreta welêt û azadiya gelê kurd di hişê wî de bû. Tevî êşa xwe ya xedar jî ew li hatina neteweyê xwe diramî û car caran bi rojnamevan û siyasetmedarên cîhanê re daxifî û pirsa kurdî danî zimên.

Çaxê ko Jimmy Carter bû serokkomar Barzanî jê re nameyek şiyand. Barzanî di nameya xwe de ew ji bo hilbijartina serokkomariyê pîroz kiri bû û pirsa kurdan û tekoşîna wan bi dirêjî anî bû zimên. Wî herwiha rewşa têkçûna şoreşê û sedemên wê jî binav dikir û li ser alîkariya "dostên kurdan" ko hindik û bi derengî digihîşt destê wan agahdarî dida wî.

Barzanî di nameya xwe de ji Carter dipirsî: "Birêz serokkomar, em ne li hember lihevhatina Îran û Îraqê bûn, lê gelo pêwîst bû ko kurd bibûna qurbanên vê lihevhatinê? Me kurdan bi soz û bextê Amerîka û Îranê bawer kir û li hember cûntaya Îraqê şer kir. Ew soz û bextê ko ji bo azadiyê hati bû dayîn li kû derê ma? Li kampên Îranê yên penaberiyê? Li Başûrê Îraqê ko kurd hatin sirgûnkirin? Di belavbûna kurdan a li Rojhilatê? Bi perçekirin û belavkirina malbatan, jin û zarokan? Di bin îşkenceyên mirinê de? Neteweya DYE-ê ko ji bo hemû gelan şayanî serfiraziyê ye û bingehê yekîtî, azadî û demokrasiyê avêtiye, dikare piştî vê rola ko di têkçûna azadiya kurdan de leyîstiye, bêyî însîyatîf bimîne?"

Barzanî di nameya xwe de ramana Jefferson jî tîne bîra Carterî û wiha dibêje:

"Dibe ko xeyalên me ne mîna yên birêz Jefferson berfireh bin, lê em bi tenê otonomiyekê daxwaz dikin. Me ji bo vê şer kiriye, em ji bo vê mirine û em dê hertim vê bi bîr bînin. Amerîkayê vê temînatê daye kurdan û ez ji hukûmeta we ya nû vê hêvî dikim."

Jimmy Carter jî tu bersîv ne da Barzanî. Barzanî pir aciz bû bû û careke din jê re name şiyand. Wî di vê nameyê de hêvî dikir ko Carter ziyaret bike û pirsa kurdî bîne zimên. Lê ev name û daxwaz jî bêbersîv man.

Nexweşiya Barzanî di sala 1978-an de pir giran bû bû. Lê wî wesiyet kiri bû; divê biçûya welatê xwe û di nav gelê xwe de nefesa xwe ya dawiyê bida. Pir mixabin ew ne gihîşt Kurdistanê. Dema canê pak gihîşt Kurdistana Rojhilat, bi sedhezaran kurd li bendê bûn û bi mîlyonan kurd jî xemgîn û melûl bûn. Neteweya kurd serokê xwe, serokê serhildan û şoreşa salan wenda kiri bû. Êdî Barzanî ji kurdan xatir xwesti bû û çûbû ser heqiya xwe.

Tiştekî gelek balkêş e ko cîhekî taybetî ya meha Adarê di jiyana wî de hebû. Ew di 14-ê meha Adarê de hati bû dinyayê. Wî di 11-ê adarê de navê xwe li bin Peymana 11-ê Adarê nivîsand. Serokê nemir di 1-ê Adarê de çavên xwe ji jiyana bêbext re girt û dest bi jiyaneke bêdawî kir. Herçî ew alîjiyan bû bû jî, wî di dilê gelê xwe de ciyekî taybetî girti bû û dê ew herdem mîna serok û tekoşerekî gelê xwe bijî.

 

Çavkanî

 

1. William Aegleton, Mehabad Kurd Cumhuriyeti 1946 (Komara Kurd a Mehabadê 1946); Koral,1990.

2. Sait Kirmizitoprak, Kürt Millet hareketleri ve Irak’ta Kurdistan ihtilali (Serhildanên Neteweyê Kurd û şoreşa Kurd li Iraqê); Apec,1997.

3. M. Siraç Bilgin, Barzani, 1990

4. M. Siraç Bilgin, Barzani’nin son yillari (Salên dawî yên Barzanî); Hiddekel, 1993

5. Dr. Abdurrehman Qasimlo, Kurdistan û Kurd, Jîna Nû, 1991.

6. Kurdistana Îroyîn, problemên tevgera netewî, Roja Nû, 1998.

7. Prof. dr. Şakirê Xidoyê Mihoyan, iki dünya savaşi arasinda Irak’ta Kürt sorunu (Di navbera herdu şerên Cîhanê de li Iraqê pirsa Kurdî), Jîna Nû, 1990.

8. Barzani‘nin tarihi geçmişinden Sovyetler Birligine tarihi yürüyüşü 1945-1958 (Di jiyana Barzanî de meşa wî ya dîrokî ya Yekîtiya Sovyetan); Weşanên Yekîtiya Demokratên Kurdistan, 1987.

9. Kerîm Husamî, Komara Demokratîk a Kurdistanê (Mehabad), Jîna Nû, 1986.

10. Abdul Kadir Brifcani, From Mistefa Barzani to Masoud Barzani (Ji Mistefa Barzanî ta Mesud Barzanî), TWA Limited-London, 1999.

11. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Azadîxwaziya Kurd 1931-1958; Perwerde-Hewlêr, 2000.

12. Pavel Anatolij Sudapolatov, Direktoratet-Stalins spionchef berättar (ji wergera beşa li ser Barzanî, Mistefa Aydogan-Platform)

13. David A. Korn, The last Years of Mistefa Barzani (Salên dawî yên Mistefa Barzanî); Middle East Forum,1993 (www.meforum.org).

14. The significance of the Iraqi "Revolution" of 1958 for the Kurds of Iraq (www.krds.net/revolution1958.htm)

15. Mir Muhammed Revolt, Struggle in Iraq (www.ukin.org/struggle/iraq.htm)

16. Mullah Mustapha Barzani, (www.krg.org)

17. Bi kurtî ve jiyannama Barzaniyê nemir (www.kdp.pp.se/barzani)


 


[1] Ji ber girîngiya vê lêkolînê me ew ji ber malpera (www.kerkuk-kurdistan.com) girt û piştî kurtkirinekê me ew di kovara xwe de weşand.