|
| Destpêk Efrin.net |
|
Maktgalen
Lokman Polat
Maktgalen peyveke swêdî ye. Tê wateya “Dînê karînê” yan jî “Dînê desthilatdariyê”. Ev peyv ji bo wan kesan, yên ku hertim dixwazin li ser destlatiyê bimînin, hertim desthilatdar bin, tê gotin. Ji kesên ku xwedî mentalîteyeke otorîter in, yên ku nexweşiya destlatdar-mayînê bi wan re heye re maktgalen dibêjin. Maktgalenî taybetiyeke mirovan e; ew nexweşiyeke gerdunî ye, navnetewî ye.
Gelek taybetiyên mirovan gerdûnî ne. Di gelek waran hemû mirov weke hev in, lê di hinek tiştan de jî ji hevdu cuda ne. Hinek taybetiyê mirovan bi çand, tradîsyon û rewşa civakî ve girêdayî ne. Li gor van tiştan teşe û durvî digre. Taybetiyên sincî (axlaqî) yên hemû mirovan wek hevdu nîn in.
Çand, tradisyon û taybetiyên civakî yên civakên Rojhilata Navîn, Rojhilata Dûr, Asya Navîn û Ewropiyan wek hev nîn e. Helbet di vir de têgihiştina kultura demokrasiyê jî rola xwe heye. Cudahiya îdeolojî û polîtîkayê jî li ser rewşa civakî û tevgera mirova kênc û akamê dike.
Di hinek kesan de – bi taybetî jî kesên siyasetmedar – nexweşiya, anku dînîtiya, desthilatdariyê heye. Kesên weha – yên ku bi vê dînîtiyê ketine – hetanî xweş bin, dixwazin desthilatdar bin, di şiyan û karînê de bin, serok bin, sekreter bin, serokwezîr bin. Çawa ku şêx, xaxam û keşîş hetanî mirinê şêx û keşîş û xaxam in, wisa jî şêx û keşîşên siyasî dixwazin hetanî ku xweş in desthilatdar bimînin.
Nexweşîya maktgalenê ji kesayetiya otorîter pêk tê. Kesên weha hemberê kesayetiya azad in. Hegel dibêje: “Di rojhilatê de tenê despot azad in.” Kesayetiya despotîk li ser milên gel, civak û girseyên ku xwe ditewînin û serhildêr nîn in baweriya xwe bi kesayetiyên despot tînin, tên afirandin. Kesên maktgalen agresîv in, êrişker in, lê di bingehê xwe de tirsonek in. Tenê gel û civak bi çavekî realîst rewşa wan maktgalenan nabîne û ji wan re serî ditewîne. Ev çanda serîtewandin û tirsonekiya gel hîmê şiyana kesên makgalen hîn xortir dike.
Di pêkanîna çanda serîtewandina civakî de rola olê gelek e. Ola Îslamê, Budîsm û Xaçperestiyê civakê di nav tirs û bizdanên curecur de dihêle û bi wan serî dide tewandin. Kesên despotîk jî kultura xwe ji bingehê van olan digrin. Stalîn kultura xwe ya bingehîn ji kinîsê (dêrê) girti bû. A. Ocalan carina bi çavên pêxemberekî li xwe dinêre. Helbet tiştên ku ji alî kesên weha ve tê pêkanîn ne tenê bi kênca kultura olî ve girêdayî ye. Akameke herî mezin jî di hêla xwerêxistiniya civakî û siyasî de jî heye. Mentalîteya sîyasî, hebûna şiyan û xiyerarşiyê, tevgirêdana wan a bi hevdu re jî dibe sedem ku kesên maktgalen der dikevin holê.
Ji xwe re li rewşa serokwezîrê Tirkiyê Bulent Ecevît binêrin. Mêrik bi her awayî ji hal ketiye, bûye wek kesekî nîvmirî, lê dîsa jî dest ji serokwezîriyê û serokatiya partiya xwe bernade. Di derûna wî de maktgalenî, yanê dînîtiya şiyanê heye, loma jî naxwaze dev ji destlatiyê berde.
Dema mirov li kesên despot, li tîran û dîktatorên berê dinêre, di derûna wan de jî nexweşiya desthilatdariyê, anku dînîtiya îqtîdarê (şiyanê) hebû. Serok-komarê Sovyeta berê, Brêjnêv bi betariyan (pîlan) li ser lingan disekiniya. Ew hetanî ku mir jî serok-komar û serokpartî bû. Brêjnêv di wê rewşa xwe ya nexweş de qet ne fikiriya ku dest ji serokatiya partiyê û serok-komariyê berde û cihê xwe bide yekî din.
Dîktatorên çep li gor hizr û ramanên “dîktatoriya proletaryayê” hatin ser destlatê, li ser navê proletaryayê dîktatorî pêk anîn û li serê karkeran bi xwe jî dîktatorî kirin. Lênîn, Stalîn, Mao, Enwer Xoce û Kîm Îl Sung hetanî ku mirin, serokpartî û serok-komar bûn. Fîdel Kastro çil û pênc sal berê bû serok-komar, temenê wî gihiştiye heştêyî hêj jî dev ji destlatê bernade. Partiyên komunîst bi dev, bi gotin "sosyalîst demokrasiyê" diparastin, lê di pratîkê de ne dixistin jiyanê. Hilweşandina Sovyetê û welatên Rojhilatê Ewropayê di serî de ji ber pêknehênana demokratiya sosyalîst bû.
Li Rojhilata Navîn, şahên Îranê û kralên dewletên ereban, dîktatorên wek Mustafa Kemal û Hafiz el-Esad hetanî mirin li ser destlatê man. Sedam Husên hetanî ku bimre an bê kuştin dê li ser destlatê be.
Serokên partiyên Tirk, Faris û Areban jî weha ne. Bi taybetî jî serokên partiyên Tirkan hetanî ku dimrin, serokên partîyan in. Ji bo ku di nav partiyên siyasî de birêvebirineke demokratîk pêk nayê, piştî ku serokên partiyan dimrin, hêj li şûna wan yekî din hildibijêrin. Carina jî, ji bo serokatiya partiyê li hevdu bêbextiyan dikin. Bulent Ecevît li Îsmet Înunî bêbextî kir, nuha dîrok dubare dibe û Husametîn jî li Ecevît bêbextî kir.
Di rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdan de jî hinek nemafî û bêbextiyên weha çê bûn, lê ez naxwazim çêra wan bikim. Di nav partiyên siyasî de derman, anku panzehîra bêbextiyê pêkanîna demokrasiyê ye. Partiyeke sîyasî heger di nav xwe de demokrasiyê pêk bîne, rê li ber helwestên bêbextiyê jî tê girtin.
Li rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdan binêrin! Ji roja ku PKK hatiye damezrandin heta îro A. Ocalan sekreter û serokê vê partiyê ye. Ew tê girtin, di destê dewleta Tirk de girtî ye, dîl e, dîsa jî nabêje ku “wa ye rewşa min li holê ye, bila di şûna min de yekî din bibe serokê partiyê”.
Kemal Burkay ji roja damezrandina PSK (TKSP) ta îro sekreter e. Herçiqas – li gor gotina wî – çend caran hewl daye ku dev ji serokatiya partiyê berde jî, lê hê jî sekreter e. Partî bi yek kesî nayê damezrandin, bi gelek kesan tê damezrandin. Lê, ew kesê ku dibe sekreter an serok, êdî tu dibêjî qey partî li ser hatiye tapûkirin. Hetanî heta li ser destlatê dimîne.
PDK - Bakur mînakeke ecêb e. Serokê vê partîyê Hemreş Reşo nexweş e (Xwedê jê re xweşiyê bişîne). Divê vehesê bike, kar û barê xwe sivik bike. Divê wî bang li hevalên xwe bikira û bigota “hevalno, rewşa min diyar e. Ewqas ji destê min hat û min kir. Bila ji niha û pêve yekî din berpirsiyariyê bigre ser milê xwe û vê erkê pêk bîne, bi rêve bibe”. Lê, ew weha nabêje. Ji ber ku nexweşiya xirsa îqtîdarê pê re heye, ew jî dixwaze hetanî dawiya temena xwe wek serok bimîne û desthilatdarê partiya xwe be. Nexweşiya desthilatdariyê, yanê maktgalenî di ruhê wî de jî heye. Kesên weha ji nifşên nû û ciwan re rê venakin, li pêşiya wan dibin asteng û ew bi xwe jî karekî baş nakin û tiştekî bi ser bêjingê naxin.
Di nav siyasetmedarên Kurdan de protîpek jî Şerefetîn Elçî ye. Mêrik bêyî serokatiyê siyasetê nake. Ji bo siyasetê bike, îlla divê serok be. Ew û HADEP-ê ewqas li dijî hev bûn, niha xwe nêzîkî wan kiriye. Heger HADEP bibêje “were bibe serok”, ewê çargavê bazde û biçe wir.
Bi hinek kadroyên siyasî re jî, yên ku berê di komîteyên navendî û polît-buroyan de bûn, dînîtiya endambûna komîteyan heye. Ew jî – ji bo ku siyasetê bikin – divê îlla di komîteyan de bin, endamê komîteya navendî bin.
Di partiyeke siyasî de, divê serok an sekreterê partiyê ji du periyodan bêhtir nebe serok an sekreterê partiyê. Serok û sekreterên kevin divê cihê xwe bidin nifşên nû. Di partiyê de, di organên wê de, divê xwenûkirin hebe. Endamên komîteya navendî divê ji du periyodan bêhtir nebin endamê “Komîta Navendî”. Hinek kes hene ku ev bîst, sî sal in tim û tim endamê komîta navendî ne.
Di partiyên siyasî de, di şûna “ demokratiya navendî ”, ku têkiliya wê û demokratîkbûnê bi hevdu re tune ye û di pratîkê de ew tenê navendîtî ye, divê otonomiya herêmî pêk bê. Yanê her herêm, bîrîm, bi serê xwe bin, otonom bin: bi ferman û biryarên navendî, bi telefonan neyên birêvebirin.
Şiyan û xiyerarşî li ser bingeha navendiyetê (central, merkeziyet) tê pêkanîn. Rêxistinî, pevgirêdan, îskeleta rêxistiniyê dîke ye, ji jor ber bi jêr ve ye. Di wir de centralîzm (navndiyet) heye, demokrasî tune. Dewlet, partî, belediye, sendîqa, komel hemû jî navendî ne. Ev şêwe rêxistinî demokratîk nîn e.
Li hember vê şêweya nedemokratîk, şêweya rêxistinî ya yatay anku ya ku yekser demokrasiyê pêk tîne heye. Di dema me de, ji bo xwerêxistiniya civakî û siyasî, şêweya xwerêxistiniya otonom ya ku yekser demokrasiyê pêk tîne baş e. Ev şêwe rêxistin wek hevgirêdana “netwerkê” ye. Hemû herêm, bîrîm û komîteyên partî an rêxistinê hem bi hevdu ve girêdayî ne û hem jî heryek bi serê xwe azad e.
Herêm an bîrimên otonom pirs û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser dikin. Di xwerêxistiniya otonom de kes xwedî kesayetî ne, herkesî nirx û kesayetiya wî heye. Ew xwedî însîyatîf in, li gor ferman û biryaran na, li gor hizra xwe ya azad tevdigerin. Bi zanistiya berpirsiyariya hevpar diramin û ew jî dixwazin di pişkaftina pirs û probleman de, bibin hevparê çareseriyê. Di xwerêxistina otonomî de kes azad in. Bi ya min, eger Kurd vê şêweya xwerêxistiniyê di nav civaka Kurd de pêk bînin, dê bi ser bikevin. |