|
| Destpêk Efrin.net |
|
Hemreş Reşo Destpêkên ҫanda kurdî li Ewropa
Heyderê Omer
Îroj ҫel û pênc roj di ser koҫbûna dostê hêja, birayê nirxbiha, rewşenbîr, rojnamevan û siyasetmedarê ҫalak Hemreş Reşo re têper dibin. Ev dem di hesabê jiyan û mirinê de, li nik dil û hestan, demeke kurt e. Birîn hîne germ e, ҫav hîne şil in, hest û derûn hîne melûl in. Pergalek ji evan bi tena xwe dikare mirov di kêlek pêdiviyên zanistiyê re derbas bike û bergehekê bixe navbera wî û wan pêdiviyan. Ma gelo eger her sê pergal vêk re mirovekî biguvêşin, dê ҫawa ew mirov bişê wê bergehê tune yan kin bike?! Lê tevî vê yekê emê hewl bidin da ji ewan pêdiviyan bi dûr ne kevin. Loma jî emê gotara xwe tenê terxanî warekî ji warên jiyan û xebata Hemreş Reşo bikin. Wek ҫawa hatiye zanîn, peyva kurdî, ҫanda kurdî, rojnamegeriya kurdî li dervayê gewdeyê perҫekirî, li dervayê welatê ҫarbeşkirî, bi ked û xebata Miqdat Mithet Bedir-Xan dest pê kir, di dûv re jî birayê wî Ebdilrehman bû bû balyozê ҫand û rojnamegeriya kurdî li Ewropayê û roleke hêja û girîng di vê penavê de, li ba rojhilatnasên ewropî leysti bû. Wî hewl da bû ne tenê miletê xwe şiyar bike, belê doza gel û welatê xwe jî bi gelên din bide naskirin. Lê mixabin piştî rawestina “Rojnameya gerok” sala 1902-an doza kurdî li Ewropayê dibe dîlê tariya wezaretên kar û barê der, û pilanên rêzaniya xweperest, ҫewt û qerêj. Gava mirov zani be ku dengê Kurdan li Ewropayê bi dirêjiya şêst salên ku keti bûn navbera rawestina rojnameya “Kurdistan” û derҫûna kovara “Hêviya Welêt” gelekî xulmaş bû bû, hingê nirxbihabûna Hemreş Reşo dê bête naskirin, pêre jî dê bête zanîn ku ҫawa mirin bi zanebûn ҫavên xwe digerîne û mirovên hukardar vedibjêre. Lewre jî birîna ku bi vî awayî di jiyana gelan de peyda dike ta demeke dirêj xwînzê dimîne. Eger em berhem û lêkolînên ku ҫapemeniya kurdî babeta wan e tev bidin, emê bibînin ku ev qunaxa dirêj (ҫel sal) li Ewropayê hema-hema bê ҫalakiyeke rojnamegerî ye kurdî derbas bûye. Tenê sala 1949-an kovara “Dengê Kurdistan” ji layê “Komela Xwendekarên Kurd li Ewropa” derdikeve, û piştî salekê radiweste. Sala 1963-an xortê ҫalak, xemxwarê gel û welatê xwe H. Reşo ji dest ҫavsoriya Toraniyên nijadperst welatê birîndar dihêle, berê xwe dide Ewropayê û li Almanyayê cîwar dibe. Lê bêyî ku bêhna xwe bikşîne, bêyî ku pênûsa xwe rawestîne – ew pênûsa ku hîne ji sala 1957-an de li ba rojname û kovarên tirk hati bû naskirin – dest bi xebata xwe ya rojnamgerî û rewşenbîrî dike û kovara “Hêviya Welêt” derdixe, pê re jî rojnamegeriya kurdî li Ewropayê, nemaze li Almanyayê, derbas qunaxeke nû dibe. Hemreş Reşo hîmê bingehîn ê wê qunaxê datîne. Rast e biryara derxistina kovarê ne tenê ji layê wî de bû, belê ji layê Komîta Rêvebir a “Komela Xwedekarên Kurd li Ewropa” bû, lê tevdana rûpelên her sê hejmarên wê teqez dike ku cefayê pir û giran li ser milên wî bû, para mezin ji metiryalên wê nivîsar û berhemên wî bûn û hinek jî wî bi ҫêjna xwe ji berhemên Osman Sebrî û yên Cegerxwîn vebjarti bûn û di kovarê de weşandi bûn. Ji hêleke dî ve, rawestina wê sala 1965-an, piştî ku ew dest ji serpereştiya wê berdide, dîsan teqez dike ku rola sereke di derҫûna wê de ya wî bû. Lewre jî ew lê xwedî derdikeve û sala1976-an careke dî her sê hejmarên wê di durvê berhevokekê de ҫap dike. Piştî ku “Hêviya Welêt” radiweste H. Reşo destan ji xebatê nakşîne, belê ew di wê salê de kovara “Çiya” – vejandina “Hawarê”, derdixe, ku 8 hejmarên wê ta sala 1970-î derdiҫin. Sala 1974-an xwediyê wê ewan her 8 hejmaran careke dî di durvê berhevokekê de ҫap dike. Hevalkarê me dr.Ebdil-Mecît Şêxo lêkolîneke zanistî ye berfireh li ser vê kovarê nivisandî, tê de ked û cefayê xwediyê wê bilind nirxandî û rola wê û ya xwediyê wê di geşkirin û rêveҫûna ҫand û rojnamegeriya kurdî de berbiҫav kirî. Sala 1983-an H.Reşo “Dengê Yekîtiyê” – kovara “Yekîtiya Demokratên Kurdistan” derdixe. Yanzdeh hejmarên wê ta sala 1989-an derdiҫin û gelek nivîsar û gotarên H.Reşo di hindir xwe de hembêz dikin. Herweha, piştî evan diyardeyên rojnamegerî, H.Reşo di kovara “Dengê Bakur” a Partiya Demokrat a Kurdistan – BAKUR, ya ku ew serokê wê bû, her amade bû. Hêjayî gotinê ye mirov bibêje ku H.Reşo ev kar û xebatên rewşenbîrî û rojnamegerî bi zanebûn û dûrbîneke payebilind dajot û dida pey şopa mîrê nemir Celadet Bedir-Xan: wî hîmê didowê li ser bingeha ku ewî rêzdarî danî bû dûz kir û şûna alfabeya latînî di zimanê kurdî de firehtir kir. Xebata H.Reşo ya rojnamegerî û rêzanî-têorî ne tenê di derxistina kovaran û nivîsandina gotaran de diyar e, belê ewî rêzdarê rehme lê pirê caran li civat û kongireyan beşdar dibû, para xwe dixist guftugoyan û bi germî û dilsojî bervedêriya doza gel, welat û zimanê kurdî dikir. Wek nimûne em dikarin helwesta wî di komcivîneke xwendekarên cîhanê de, ku sala 1966-an li Lenîngiradê (îro Pêtrisborg) hati bû girêdan, bînin bîran. Hingê wî rêvebirên komcivînê bêgav kirin ku zimanê kurdî jî di komcivînê de bête pejirandin û bo zimanê rûsî bête wergerandin, û gotina xwe bi zimanê dayikê pêşkêşî komcivînê kir. Dîsan H.Reşo ji sala 1975-an ta sala 1979-an di wêneguhêza almanî de, bi navê “Rojnamevanekî kurd” tev pisporên Rojhilata Navîn û rojnamevanên zordarên Kurdistanê, guftugo li ser rewşa gel û welatê kurd dikir. Sala 1967-an dîwana wî ya helbestan “BAKUR” li Holenda, digel wergera ser zimanê almanî tê ҫapkirin. Ev dîwan hest û nestên wî yên netewî û welatparêzî diyar dike, û şûna xwe di nav pirtûkên kurdî, yê pêşî, ku hatine wergerandin ser zimanên ewropî de, dadigre. Bi ser evan karan hemiyan de wî hinek pirtûkên kurdî jî ҫap û belav kirin; wek dîwana Cegerxwîn a yekemîn û 24 hejmarên kovara Hawar û gelek helbestên Osman Sebrî.
– 2 – Hemî nivîsar û berhemên H.Reşo li derdora mijarekê dicivin, ew jî xem û qisawetên welatê perҫekirî û bindest e. Lêgerîneke hêdî dide xuyanîkirin ku zimanê wî yekî petî û sade ye, û ji bandora zimanên biyanî, wek tirkî, almanî û îngilîzî, ku wî bi wan dixwend û dinivîsand, parastî ye. Ev beşê evê gotara me dê du gotarên H.Reşo vebijêre, û di navbera wan re, dê li nik ziman, stîl (şêwe) û avahiya gotarê raweste.
Ø Gotara “Hêvî” (kovara “Hêviya welêt”, hjm.1, sal 1963)
Nivîsevan bi pêşgotineke kurt derbas hundir babeta xwe dibe, du rûyên hevdij ên peyva “hêvî” diyar dike, lewre jî dibêje: “Tiştekî nola wê xweştir, û dîsa tiştekî wek wê xapînok û dikare merov berben bike, nehatiye rûyê erdê.” Ev pêşgotina kurt, li gor pîvanên toreyî û rexneyî yên vî celebê tore, yeke şûngirtî xuya ye, û bûye hîmê bingehîn, ku gotar li ser wî ava bû ye. Ne tenê ji ber ku kurt e, belê bi ser de jî awayê avahiya gotarê numa dike û xwenerê xwe ber bi xwendina gotarê ve dikşêne. Piştî wê nivîsevan derbas hundir gotarê dibe û bandora xwediyên hêviyên bilind, di jiyana gelan de, diyar dike. Çawa ew dişên miletan bihejînin, ji xulmaşî û razanê şiyar bikin û roleke erênî di jiyana gelan de bileyzin. Lê gava ew kesana hêviyên xwe wenda bikin, hîngê ne tenê qels dibin, belê ziyaneke mezin jî digihînin miletên xwe. Lewre nivîsevan dibêje: “Gava ku ewana ji reya ku pê girtine têne der, dikevin bin gunehekî mezin. Ew kesên ku bi wan ve hatibûn girêdan, dibin goriyê şaşiyên wan.” Nivîsevan hundir gotara xwe didomîne, welatên dunyayê, li gor wate û bandora peyva “hêvî” bi ser ҫar cureyan de parve dike: welatên pêşveҫûne, welatên di rûnê xwe de tên qewirandin, welatên paşdemayî û welatên bindest). Her ҫaran jî bi kurtî dinasîne. Gava nivîsevan digihe dawiya gotarê, dixwaze, bi awayekî ne yekser, giyanê hêviyê di xwenerên xwe de germ û bilind bike, da ku ew bidin ser şopa gel û welatên pêşveҫûne. Bi vî awayî xuya dibe ku nivîsevan her sê hêmanên hunerî yên avahiya gotarê (pêşgotin, gewdeyê gotarê û encam yan dawî) di gotara xwe de, bi zanebûneke hunerî, bi cih anîne. Lê xwe nêzî şêweyê gotara toreyî ne kirî, ҫunkî pêjna guhêzê, ango xeyalê, ji vê gotarê nayê, tenê pêjna giyanekî germ û hestekî rasteqîn ji wê tê. Ji ber vê yekê jî peyvên wê servekirî ne, wateyên wan peyvan numa û diyar in, û cihên wan di hevokan de layiq in, hevokên wê jî ne ewqas dirêj in, ji pêş û paşketina peyvan rizgar in, lewre jî şêweyê gotarê dikare bi hêsanî wate û armanca wê bigihîne xwêner û xwendevanan. Ev xalek hemî vêk re evê gotarê dixin penava gotara ramanî. Nirxê vê gotarê ne tenê di avahiya wê ya hunerî de numa ye, belê di ramana wê de jî, ji ber ku ew pilana xebata H.Reşo jî numa dike. Nivîsevanê me weha diҫe ku divaye xwediyên hêviyên bilind û mezin ligel ewan hêviyan dilsoz bimînin û xebata xwe li gor mezinahiya wan bidomînin, da keys nekeve destên dijwariyên jiyanê ku kari bin ewan hêviyan pûҫ û şel bikin. Gelo nivîsevanê me bi heviyên xwe re ta dawiya jiyana xwe dilsoz ma bû?! Bersiv li ba gotara jêrîn ne.
Ø “Dunya bi dor e, ne bi zor e” (kovara “Dengê Bakur”, hjm. 2-3, sal 1999)
Ev gotar hinekî dirêj e. Nivîsevan di pêşgotina wê de li ser guhertinên navneteweyî daxive, nemaze jî piştî hilweşandina Sovyetistanê û diyarbûna “dûzana cîhanî ya nû”, û diyar dike ҫawa sînorên dewletan, di bin bandora vê dûzana nû de pîroziya xwe wenda dikin, ta ku saziyek mîna “NATO”, ya ku bi armanca parastina endamên xwe dijî pakta “WARŞOWA”-yê hati bû damezrandin û “pîroziya sînoran” jî pejirandibû, îroj di warên mirovî de, û di warê hevcengên herêmî û nijadî de sînoran naparêze, û wan rûdawan wek pisgirêkeke navxweyî jî napejirîne. Di dû vê pêşgotinê re nivîsevan derbas hundir gewdeyê gotara xwe dibe. Pêşî li nik berjewendiyên navbera dewletan û gelên bindest de radiweste, û weha diҫe, ku her û her wê kêmanî di ҫareserkirina pirsgirêkan de hebin, ji ber ku “ҫareserkirineke sedî sed dademendî tuneye”, û weha jî ҫi hêzek nîne “ku karibe peywendiyên dewletan li gel rêxistinên gelên bindest biparêze, û dewletan bêgav bike ku pêwîstiyên xwe bi cih bînin”. Nivîsevan weha jî diҫe ku divaye gelên bindest “serxwetî vê rastiyê bibin, da her dem di destên wan dewletan de nebin lîstok, û neyên xapandin”. Lewre jî divê ew dest ji destkeftiyên heyî bernedin û hewl bidin wan ji bo hineke din bi kar bînin. Piştî evan nerînên têorî û helwestên ramanî nivîsevanê me li rewşa gelê kurd vedigere. Pêşî li nik wateya vê penda ku ji bo gotara xwe kiriye sernav radiweste – “dunya bi dor e, ne bi zor e”, û weha diҫe ku ev pend “ne bi belaşî hatiye gotin”, belê ew bermayê tecrûbe û serpêrhatiyên mezin in, lê xuya ye hîne em serxwetî wateya wê ne bûne. Ji bo teqezkirina nêrîna xwe, da wê bike yeke pejirandî û pêbawer, nivîsevanê me sê nimûneyan ji dîroka kurdî, ya dûr û nêzîk, tîne bîra me ku “dor hati bû me”, lê kurdan du carên pêşî ew keys ji destê xwe berdan. Yek ji wan piştî Çaldîrana 1514-an bû, ku kurdan nikarî bû sûd ji xebata Îdrîsê Bedlîsî werbigirtana û wek hevdemên xwe, yên gelên din, dewletek di bin navê malbatekê de damezrandana. Ya dî jî ew e ku piştî Şerê Cîhanî yê yekemîn cara yekemîn bû kurd keti bûn rojeva navetewî û mafê wan yê ҫarenûsî jî hati bû naskirin, lê “hevalbendiya gwiran” tawanbariyeke mezin bû, divya bû hêrgiz piştgiriya Tirkan “birayên misilman” bihata kirin. Nimûneya siyem, ku dîsan “dor hatiye me”, destkeftiyên ku li Başûrê Kurdistanê ketine destan in. Lê mixabin ew jî pir caran ketin bin metirsiyeke mezin, û hinek hêzên ku saloxanên neteweyî hilgirti bûn, bi awayekî kirêt şerê wan serkeftiyan kirin û ajot in. Nivîsevanê me, piştî evan her sê nimûneyan, sedemên sûdnegirtinê dipelîne, helwestên dewletên dagîrker berbiҫav dike û dide xuyanîkirin ҫawa ew, tevî dijberiyên di navbera wan de, di tenga pirsa kurdî re, li hev tên, helwesta xwe dikin yek û vêk re li dij gelê kurd dixebitin. Pirê caran jî sînorên navbera wan li ser hesabê kurdan têne guhertin, wek sînorguhertina Îran û Tirkiyayê di dema şoreşa Araratê de, û sînorguhertina Îraq û Îranê di encama “lihevhatina Cezayîrê” de. Lê mixabin sûde ji evan bûyeran ne hat wergirtin, belê careke din Kurd ketin ber dafa dek û pilanên dagîrkeran, dîroka xapandinê xwe dubare kir û “lihevhatina Adanayê” saloxanên neteweyî yên mezin ҫelmisandin. Bi vî awayî nivîsevanê me digihe dawiya gotara xwe û weha diҫe ku “linavrakirina sînorên pîroz” (dor) gihandî ber deriyên gelên bindest, û gelekan, nola Kosoviyan, karîn ji vê pêvajoyê destkeftî bibin û gihan serxwebûna xwe. Yên mayî jî xebata xwe li gor rewşa nû û pîvan û mercên berbiҫav û balkêş dajon. Ma gelo Kurd jî nikarin vê “dorhatinê” bi kar bînin?! Nivîsevanê me weha pê bawer e ku gelê kurd nema destan ji destkeftiyên heyî berdide. Ev gotar, tevî ku dirêj e, li gor pilaneke servekirî û numa hatiye avakirin. Destpêka wê wek pêşgotineke kurt hatî, û ew ji bo ramanên hundir gewdeyê wê bûye deriyê xweristî. Di dû re gewdeyê gotarê tê. Nivîsevan ramanên xwe li dû hev rêz dike û bi hêsanî ji yekê diҫe ya din, û nimûneyên dîrokî û hevdemî ji bo bihêzkirin û teqezkirina wan tîne bîra xwener û xwendevanan. Bi vî awayî jî duristiya gotara rêzanî diparêze û avahiya wê xurtir dike, ku pê re jî huneriya gotarê bilind dibe û li ba rexnevanên tore wek gotareke serkeftî tête nirxandin. Çunkî gotara rêzanî ne wek a toreyî ye. A toreyî ligel hest û dilan daxife û hewl dide ku derbas hindir wijdana xwendevanan bibe, lewre jî ji zimanê ferhengî bi dûr dikeve û yekî mecazî bi kar tîne. Lê gotara rêzanî berê xwe dide hişên xwendevanan, loma jî ramanên xwe bi mînak û nimûneyan teqez dike û ji zimanê mecazî bi dûr dikeve. Nivîsevanê me di vê xalekê de jî serkeftî xuya dibe, ji ber ku bi zimanekî hêsan, lê petî, tevna gotarê dirêse, peyvên wî numa ne, ne bimij in, dudilî û texmînan li pêş wergirtina wateyan peyda nakin. Hevokên wî jî bi awayekî rewa û durist hatine siwarkirin, ne ewqas dirêj in, û ji paş û pêşketinên zimanewanî rizgar in, lewre jî dikarin mebesta nivîsevan bi hêsanî û yekser bighênin xwendevanan. Ji hêlek din ve, ev gotar dide xuyanîkirin ku nivîsevanê wê ligel hest û ramana xwe gelekî dilsoz e û bi hatina roja rizgarî û serkeftinê pir bawer e, û wek ҫawa gav li dû gavê bergehên dûr û dirêj kin dikin û mirovî ji dawiya wan bergehan ve nêzîk dikin, weha jî nivîsevanê me xwediyê wê baweriyê ye ku destkeftinên biҫûk dikarin ji bo serkeftina mezin bibin hîmê bingehîn. Lewre jî divê merov destkeftiyên heyî ji destên xwe bernede, tevî ku belkî ew li hember ked û cefayê wî ewqas ne giran bin. Çunkî tiştê biha ne ew e ku mirov berî mirinê her xaziyeke xwe pêk bîne, belê giringtirîn tişt ew e ku mirov kari be ramanekê ji xwe re peyda bike û ta dawiya jiyana xwe ji bo wê ramanê bixebite. Ev xalek, di baweriya me de, raman û mebesta evan her du gotaran ligel hevdu dibestîne û sayî dide xuyanîkirin ku H.Reşo ligel hêviya xwe ta dawiya jiyana xwe dilsoz ma bû. Ev jî serkeftineke mezin e. Hêjayî gotinê ye ku em bibêjin me ev her du gotar bi merem û mebest vebijarti bûn. Yek ji wan berhema qunaxa xortaniyê ye, ya din jî berhema qunaxa pîrbûn û nexweşiyê ye. Di navbera nivîsandina wan de demeke dûr û dirêj e, ku tev de êş û cefa bû, ketin û rabûn bû, lê neşiya bû evî merovî ji hêviyên wî bike. Ev jî dîsan serkeftineke mezin e, ku pir kes di jiyana xwe de ji wê bê par in.
|